“Rewsa tendirustiya Mam Celal bas bûye”

Nûsîngeha Serokkomarê Iraqê, îro duseme 18/2/2013 beyannameyek li ser tendirustiya Serokkomarê Êraqê Mam Celal belav kiriye û amaje bi wê yekê daye ku, tendirustiya Serok Mam Celal bastir e û hatûçûn û liv û axaftina xwe jî di basbûn û gesbûnê de ye.
Di beyannameyê de ku wêneyek bo Xendanê hatiye sandin, amaje kiriye ku di vê demê de barê tendirustiya Serok Mam Celal û siyana xwe bo hatûçûnê û livbûnê û axaftinê di basbûn û gesbûnek bi xwe ve aniye.
Eve têkesta beyannameyê:
Beyannamek li barê tendirustiya Serok Mam Celal
Nûsîngeha cenabê Serokomar dupat dike ku barê tendirustiya Serok Mam Celal bi berdewam di basî û berve basbûneke berçav de ye.
Nûsîgeha Serokomar kêfxwesiya xwe ji bo asta karîgeriya çareseriyê û rahênanên pizîskî li ser barê tendirustiya Serok Talebanî tîne ziman, ku tîmên pisporên pizîskî yên Almanî bo cenabê Mam Celal cî bi cî dikin.
Li vir em radighînin ku ev guhertinên giring di vê dema dawî de gihîstiye qonaxeke pêskeftî, bi pozetîv bandora xwe li ser barê tendirustiya Serok Mam Celal kiriye û siyana xwe ya hatin û çûnê û liv û axaftinê kiriye ku li sayê Xwedayê mezin û duayên Iraqiyan û çavdêrî û hewlên pizîskan di vê barê de, xwesbextane berve basbûn û gesekirina zêdetir ve diçe.
Xendan
Dengê Kurdistan