Nivîsar

Serpêhatîya Girtîgehê

Du qaryole tê debûn, her qaryolakê-renzekê du qat bû, çar kes dikarîbû li ser razana, yên dinê jî li erdê û di dîwara de ref hebûn me xwe dixist wan refa weke miriska, edebxanak hebû ewjî di hindurê qowîsê debû, texmîn em sîh kes bûn. Em panzdeh rojî li wir man. Sevikê medît li derî xistin, lesker û polîs bûn derî vekin, me derî vekir, me çawa derî vekir meytek avêtin nav me.

Sal 1979 meha çileyê pasîn bû. Em weke hevalên PDK-KUKê qowîs di destê medebû, berpirsê qowîsê ez bûm, ji ber ku ez gardîyanê-dergevanê girtîgehê-hepsê min kar dikir, wesîfe dabûn min. Ewkesê ku avêtin nav me mê wî rahistê û danê ser qeryolê sûna hevalê KUKê, min ew naskir bê ew kîye?

Ewkes hevalê PKKê ku hevalên KUKê û PKKe li derve serê hevdû dikin û ji herdû alîya merivên wan têne kustin. Navê wî kesê hana Ehmed bû, ji gundê Omerya Xirbêkêvir bû.

Ehmed pistî ku hat ser hisê xwe, çavê xwe vekir li der û dora xwe nerî ku ez li ber serê wî me û çend hevalên dinê, lê Ehmed min naskir bê ez kîme weke sîyasî hevalê kîjan sîyasetê mim, min ji hevalan re got em wî rahjinê û wî bibin ser çav û lingên wî bison, me ew bir tiwaletê me ser çavê wî û lingê wî sust û me wî anî ser qeryolê wî dirêj kir. Wî ji min re got tu li vandera çidikî bira, min jêre got em jî girtin û anîn vira tev van hevalên min.

Min jêre got, kekê Ehmed em we li derve serê hevdû dikin û li vira jî xizmeta hevdû dikin. Ma ev sîyasete bi qedrê xwedê kî. Wî jî got, weleh ne tu adete xwedê mala me û sîyaseta me xerabike.

Em wextê ku hatin girtin, ez bûm, Husênê mala Bilalo bû, H.Kîno, H.Kîno, W.Kîno, Serîf (Birader dengbêj) Mûsîkî, Selîmê Zonî û Hemîdê Silopî-GirkaHemko bû. Em li mala mele Brihamê Tixûbî li mehela Sêxsalih, sev bû, civîna me ji bo muxtarê mehelê bû, derba ewilî li mehela me muxtar-keya pêkdihat , polîsa û lesker ser malê girtin û em hemû girtin birin garîzona leskerî li kêleke hepsa kevin ya Mêrdînê bû, ana sûna wê garîzonê bûye weqfa Sabancî oxlû.

Sevikê em li wir histin, têra me li me xistin, heta ku hêz û quweta wan hebû li me xistin, ji mere digotin we li wê malê çi dikir, we dixwest ku hûn terorê bikin, hûn merivin sîyasî ne, hûn hevalê kîjan sîyasetê nin, me tu tist li xwe heq nekir. Bû adinî rojê em ji wir birin tûxayê nav lesker jêre digotin, îstasyon, ji xwe hikmê urfî îdarî hatibû gelek bajarên Kurdistanê, yek jê jî bajarê Mêrdînê bû.

Pistî ku em daxistin tuxayê nav lesker, hemen, hemen heroj li me dixistin û îfadeyên me digirtin, kesên sivîl dihatin îfadeyên me digirtin û ew diçûn hinik dinê dihatin, îskence didan me, bi teybetî jî ez û H.Kîno, teda ya herî mezin didan me, ji ber ku ez wesîfedarê komarê bûm, li girtîgeha Mêrdînê dergevanbûm ji minre digotin, polis û tadeyîkaran çi suxulê te di nav wan terorîstan de hebû te çi dikir li wir ?.

Min jî ji wanre digot; ez li tar-mehelê weke sexs û malbat tême naskirin, yê ku ew mehel nuh avakirîye malbata mine, muxtarê mehelê nuh çêdibe, me xwest em rayê-dengê xwe bidin kê, ji bo wilo em civîya bûn, tu elaqa min û sîyasetê kêm zêde bi hevre tune. Polîsa û dadekaran digotin; base, li girtîgehê Agirê Newroz di êvara 21ê Adarê de we dada, tu jî di nav de bû û mesûlê werdîya wê sevê bû (basgardiyan) bû, te çima ew kir, tu çi dikî, çi nakî hayê me ji te çêdibe?. Têkilîyên te û Esber Yexmûrdere heta çi astê nin, têkilîyên te û KUK bi hevre heye. Min jî digot, tu tistekî weha tune, ez tenê wesîfedarim û wesîfa xwe bi duristî û hêjayî dikim, têkilîyên mi û hemû girtîyan bi hevre heye, mesele Dirêj Elî (Uzun Alî) ku ew bi xwe jî, ji Ulku Ocaxî MHP ye, hûn dikarin herin ji wîre jî bêjin.

Lê dîyar bû ku sîxurên dewletê di nav dergevanan-gardiyan de hebû, çi dihate kirin polîsên eleqedar agahdar dikirin. Ji ber ku di girtîgehê de, ez kesekî soresger û welatparêz dihatim naskirin, hemû girtîyan-hepsîyan ji min hezdikirin, ji her sîyasetê li wir hebûn, pêvendîyên min bi hemûyan re hebû, tenê min newqaxwe ji apocîyanre valadikir, ji ber ku bawerîya min ji hêla wan de qels bû, lê dîsa jî hûrmeta wan ji min re hebû. Hevalên Rîya Azadî, KAWA, DDKD, Rizgarî û çepên tirkan jî hebûn, têkilîyên me basbû.

Xortek gelek hêja û delal, belê divê ku ez qala biraderekî ku gelek min jê hez dikir, pir dilsoz û hevalekî devli ken, hevalekî Rîya Azadî, Mîrze Cizîrî bû. Mîrze wêçaxê hîn xortekî hîjdeh nozdeh salî bû. Bûyerek di nava gundê wan de bibû hatibû girtin li girdîgehê-hepsê bû, berê jî di warê sîyasî de jî hatibû girtin û gelek tada û îskence lê hatibû kirin. Lê Mîrze Cizîrî di wî temenê xweye biçûk de, me derbna minaqese dikir li ser sîyasetê, sîyaseta min wêçaxî û a Mîrzê ne yek bû, min dixwest ez wî bikim hevalê xwe. Lê Mîrze jî dixwest ku ez bibim hevalê wî sîyasî.

Lê rojik ji rojan ez li malikê ku ew mal jî mala Rîya Azadî bû, wêçaxê jî ez bibûm hevalê Rîya Azadî û hayê Mîrzê devliken û rûges jê tunebû. Mala ku ez lê bûm, zengilê derî hate lêxistin, ez rabûm min çû derî vekir, çi bibînim min çawa derî vekir ku Mîrzê delal û hêjaye, û girtîyê minî girtîgeha bajarê Mêrdîna xopane.

Mîrze çavê xwe girt û çavê xwe vekir, bi rastî ev tu kîye? Jin min pirsî, tu û vandera yan jî ez di ez sas hatime vê malê, yan jî xewnê dibînim, min jêre got kekê minî delal û rûken û rûges, na na, ne xewne rastîye û pistre me hevdû himbêzkir, kêfa wî gelekî hat ku ez dîtim û bi teybetî jî li mala Rîya Azadî. Lê heyîf û mixabin kekê Mîrze di temeneke gelek biçûk de, li welatê xeribîyê, li Swêdê ji ber nexwesîna pencesêrê temenê bîst û du salî de çû ser dilovanîya xwe, bila cîhê wî li nav haval û hogirên wî be, cîhê wî bihûsta baqî be.

Kekê Mîrze di sala 1981 an de, ji welatê bav û kalên xwe, ji ber hikmê fasîst derket dervî welat. Li Swêdê bi cîh û war bû. Di 22ê Êlona 1984an de, ji nav heval û hogirên xwe koç kir û çû ser dilovanîya xwe, di 22 salîya xwe de, li Stockholmê paytaxta swêdê. Mîrze Cizîrî ji hila Mêrdînê herêma Omerya gundê Qurdîsê bû. Ev serpêhatîya hana di sala 1978-1979 an de, pêk hatibû.

Balkêş e ?
Close
Back to top button