Rewsenbîrên Kurd: Diji gef û êrisên PKK bêdeng nemînin!

Komeke rewsenbîr û siyasetmedaran li dijî gef û êrisên PKK daxuyaniyek belav kirin.
Daxuyanî li jêrê ye.
TEHDÎT Û ÇAVSORÎ PIRSAN ÇARESER NAKE!
Wek tê dizanîn rewsenbîr û siyasetmedarê Kurd birêz Kemal Bûrkay pistî 31 salên li mehaciriyê berya demekê vegeriya welêt. Pistî vegera xwe ya welêt wî gelek caran di medyayê de bîr û baweriyên xwe diyar kir.
Pirsa azadîya fikr û ramanê mafê her kesî ye. Em bi nerînê wan re bin ya jî na, her kes herweha Kemal Burkay jî mafê wî heye ku bi awakî azad bîr û baweriyên xwe bibêje; kes, dezgeh û rêxistinan jî rexne bike. Ev mafekî demokratîk û xwezayî yê her kesî, her dezgehî û her rêxistinê ye.
Lê belê ronakbîr û siyasetmedarên civaka kurd ji ber fikirên xwe gelek caran têne tehdît kirin. Siyasetmedarên kurd Kemal Burkay, Îbrahîm Guçlu û gelekên din ji ber fikirên xwe di van demên dawî de, careka din ketin ber êrîs û tehdîtên PKKê.
Di tevgera netewî a Kurdistanê de, em li dijî hemû tevger, helwest û kiryarên ne demokratîk û totalîter in. Bi çi sedemê dibe bila bibe û li ser navê çi dibe bila bibe , em çavsorî û tehdîtên li hemberî siyasetmedar, welatparêz û rêxistinên cihê yên kurdan rast nabînin û bi tundî li dij in.
Em êrîsên li ser Kemal Bûrkay, Îbrahîm Guçlu û yê din jî di vê çarçeweyê de dibînin û sermezar dikin. Eger em li dijî zilm û zordariya dewleta kolonyalîst ya Turkiyeyê bin, nabe ku em çavên xwe li hemberî zordestî û gefên li ser navê kurdan ku jî rêxistinekê bê qebûl bikin. Çavsorî, êrîs û tehdîtên weha wê tu pirs û pirsgirêkên me çareser nekin. Ev ji bo civateke serbixwe û demokratîk ku em ji bo gelê xwe dixwazin jî xeterk gelek mezin e
Em wek her kurdên welatparêz, li dijî siyaseta dewletên kolonyalîst in û herweha li dijî siyaseta dewleta Tukiyeyê jî ne. Em di vê baweriyê de ne ku wek her milletî, mafê milletê me jî heye ku qedera xwe bi destê xwe tayin bike. Lê divê miletê Kurd bi xwe xwediyê vê biryarê be û ew bi xwe bi awakî azad û domokratîk biryara xwe bide!
Em ev kesên ku navên wan li jêrin gazî hemû kes, siyasetmedar û rêxistinên kurdan dikin ku li hemberî êrîs, gef û tehdîtên weha bêdeng nemînin.
Dengê Kurdistan