Haber
Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê
Rêzdaran;
Komeleya Çandî û Hunerî ya ÇIRAya Amedê, bi mebesta pîrozkirina Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê, konferansek lidardixe. Dê mijara konferansê ya Rêzdar Prof.Dr. Kadrî YILDIRIM di derheqê ‘Dîrokçeya Daxwazên Perwerdehiya bi Zimanê Zikmakî ya di Nav Pêsiyên kurdan de’ de û ya Nivîskar û Edîtorê Rojnameya NEWEPELê Rêzdar Rojan LEZGÎN jî di derbarê, ‘Duh, Îro û Paseroja Kirdkî (Zazakî)’ de be.
Em hêvîdar in ku dê ev konferans bala we biksîne û hûn ê jî ligel hezkiriyên zimanê kurdî cihên xwe bigirin.
Moderator : Umît TEKTAS
Cih : Salona Resepsiyonê ya Sumer Parkê
Tarîx : 17.02.2013
Siet : 14:00
Burhan DENIZ
Serokê Komeleya Çandî
û Hunerî ya ÇIRAya Amedê
Dengê Kurdistan


