Nûçe
Sahiya Komciwan-Swêdê ya dawiya salê çêbû

Komciwan Swêdê, di dawiya demsala xebatên xwe de, sahiyeke çolê (seyrangeh) li darxist. Îro gelek malbat, dêûbav bi zarokên xwe re çûn ciyê sahiyê ku, parkeke mezin e bi navê Rålambshovsparken li nav bajarê Stockholmê de. Bindarûka (pîknîk) Komcivanê, di rojeke bi tav û germ de, bi xwesî serfirazî derbas bû. Zarok û ciwanan heta danê êvarê li vira bi hevra xwarin xwarin, gog leyîstin, govend girtin.
Di dawiya bindarûka(pîknîk) Komcivanê de, serokê Komciwanê Ferhad Sönmez û Sukrî Demîr li ser bernameya xebata payizê hin agahdarî dan dê û bavan û bi vî awayî demsala xebatên komeleya Ciwanan giha dawiyê.
Dengê Kurdistan