Nûçe

Sandeya HAK-PARê serdana Parlamentoya Herêma Kurdistanê kir

Sandeya Partiya Maf û Azadiyan-HAK-PARê ku ji bo çend hevdîtinên curbecur li Herêma Kurdistanê ye, duhî (28ê Hezîran) jî serdana Parlamentoya Herêma Kurdistanê kir û ji aliyê Cîgirê Serokê Parlamentoyê Dr. Hesen Sore ve hate pêswazîkirin.

Dengê Azad/Hewlêr
Sandeya Partiya Maf û Azadiyan-HAK-PARê ku ji Serokê Gistî yê HAK-PARê Bayram Bozyel, Kemal Burkay û Cîgirê serokê gistî Celal Yildiz ve pêkhatibû, duhî serdana Parlamentoya Herêma Kurdistanê kir û ji aliyê Cîgirê Serokê Parlamentoyê Dr. Hesen Sore, Sekreterê Parlamentoyê Fersed Ehmed û Parlamenter Aso Kerîm û Necad Ezîz ve hatin pêswazîkirin.

Di hevdîtinê de Cîgirê Serokê Parlamentoyê Dr. Hesen Sore ji bo serdana sandeya HAK-PARê û pêswazîkirina Mamoste Kemal Burkayê xweshaliya xwe diyar kir û di kar û xebatên parlamentoyê de agahî da sandeya HAK-PARê. Dr. Hesen Sore di axaftina xwe de herwisa askere kir ku di nav hemû fraksiyonên parlamentoyê de hevahengiyek li dijî polîtikayên otorîter yên ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Nuri Malikî ve têne birêvebirin, heye.

Di hevdîtinê de Kemal Burkay û Serokê Gistî yê HAK-PARê Bayram Bozyel jî, li ser pêshateyên siyasî yên dawî li Tirkiyeyê agahî dan sandeya Parlamentoyê û girîngiya pêsketinên di warê demokratîk, aborî û civakî de anîn ziman.

Di hevdîtinê de sandeya HAK-PARê bersîva pirsên parlamenterên Herêma Kurdistanê li ser pêshateyên li Tirkiyeyê dan û sandeya HAK-PARê ji aliyê Cîgirê Serokê Parlamentoyê Dr. Hesen Sore ve bi dayîna plaketekî ku dewlemendiya çandî û dîrokî a Kurdistanê di nav xwe de digire hatine xelatkirin.

Hevdîtina ku bi qasî seetekî domkirî, di seqayekî nerm û xwes de bi dawî bû.

Dengê Kurdistan

Back to top button