Nûçe

Saxê HAK-PARê yê Amedê cangoriyên Helepçeyê bi bîr anî

Saxê HAK-PARê yê Amedê, bi mebesta salvegera qirkirina Helepçeyê, di 16ê Adarê de, li ber ACZ Plazayê daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Endam, alîgir û çendin nûnerên saziyên sivîl û siyasetmedar besdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankart û wêneyên qirkirina Helepçeyê hatin hilgirtin.

Serokê Saxê HAK-PARê Vasif KAHRAMAN di derbarê karesata Helepçeyê de daxuyaniyek xwend:

JI RAYA GISTÎ RE
25 sal berê, di rojek wek iroj de, li ber çavên hemû cîhaniyan bi bombeyên kîmyevî, li bajarê Helebçê qetliamek rûda. Ji her temenî 5.000 hezar Kurd bi destê Seddam Hiseyîn û rejima destbixwîn ya Beesê ve hatin qetilkirin.

Miletê kurd, ku ji bo xireta xwe ya neteweyî ditekosê, êsa bi dehan komkujiyan, bi hovîtiya Helebçê di kûrahiya dilê xwe de jiya.

Helebçe jî, wek Nagazakî û Hîrosîmayê, rûresiya tevahiya mirovatiyê ye ku di dîrokê de cîhê xwe girtiyê. Baweriya me ewe ku, wujdana mirovahiyê wê Helebçê ji bîr ve neke. Bê guman em wek miletê Kurd, Halebçê ji bir ve nakin û nadin ji bir ve kirin.

Helebçe, wek xençerek zingarî sexsiyeta miletê me da, di singê mirovahiyê de çikilî ye. Ev xençer, di doza Kurdistan de û revaçûna azadiyê de bawerî, wêrekî û bi biryariya me wê her xurt bike.

Seddam Hiseyîn û hinek rêvebirên rejima Bees, wek berpirsên Helebçê û Enfalan hesabê kiryarên xwe dan. Mixabin, rûdana rejima Bees, hesabdayina rêvebirên destbixwîn yê vê rejimê, êsa miletê me nesekinandî ye. Komkujîya Helebçê, bi cos û kelecan pîrozbahiya Newrozê nîvce kirîye. Ew roj heta îroj, miletê Kurd Newrozê di hembêza Helebçê de pîroz dike.

Diroka miletê me helbet tenê, ês, komkujî, bisaftin û tunekirin nîne. Miletê me di hêla azadiya xwe de gelek gavên zêrin dest xistîye. Îro her parçeyê Kurdistanê ji duh bêtir nêzikî azadiyê ye. Îro, Basûrê Kurdistanê bi destê gelên Kurdistanî ve birêve diçe. Ev serbilindiya hemû Kurdan e.

Tarîx sahadê me ye ku qetilkirina 5.000 Kurdên li Helebçê, îro jî êseke di dilê me de ye. Heman tarix, serbilindî û dilxwesiya me ya bidestkeftin û xwedilêderketina dezgehên neteweyî ye.

Wek neferên doza mafdar ya Kurdan, em di tekosîna avakirina dahatûya xwe de ji duh neziktirê serkeftin û serefrazîyê ne. Em zarokên wan yên ku xinca xwe ji tarixê, wêrekîya xwe ji hisyariyê ditsin in; bi biranîna Helebçê û pîrozkirina Newrozê; di rêya tekosîna azadiyê de bi hev re ber bi azadîyê dimesin. 16.03.2013

ME HALEBÇEYÊ BÎRNEKIR!
EM HALEBÇEYÊ BÎRNAKIN!
HALEBÇEYÊ NADIN JÎBÎRKIRIN!

PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN ( HAK-PAR)
SEROKATÎYA SAXÊ AMEDÊ

****
Hak ve Özgürlükler Partisi(HAK-PAR) Diyarbakir il örgütü Halepçe sehitlerini andi

Hak ve Özgürlükler Partisi Diyarbakir il örgütü Halepçe katliaminin yil dönümü nedeniyle, 16 Mart 2013 Çarsamba günü Diyarbakir Ofis semtimdeki AZC plaza önünde, katliamda yasamini yitirenleri bir basin açiklamasiyla andi.

Açiklamaya, Hak ve Özgürlükler Partisi Genel Baskan yardimcisi Hasan Dagtekin, parti meclisi üyeleri Sevgi Çelik Moray, Ramazan Moray, Sabahattin Korkmaz, Hüseyin Avcu, Mustafa Kalhan: Parti üye taraftarlarinin yani sira Diyarbakir Çira Kültün Sanat Dernegi Baskani Burhan Deniz, Dicle Firat Diyalog Grubu sözcüsü Muhittin Batmanli ve siyasetçiler Ibrahim Güçlü ile Haluk Yildiz da katildi.

Katliamda yasamini yitirenlerin fotograflarinin sergilendigi ve tasindigi açiklamada; Kürtçe ‘Me Helepçe jibir nekiriye, Em ê jibîr nekin’ ‘Ji bîrkirin mirine, Em Helepçe ji bîrnakin’ yazili pankartlar açildi.

Dengê Kurdistan

Back to top button