Sengal ji DAÎS ê paqij bû, lê…
Van roja Facebookê gotara min ya 27.12.2014 nivîsî anî bîra min. Du sal berê, min gotarek hema bi vê sernivîsê û vê naverokê wesandbû. Min derheqê çi nivîsî bû bawarkin tist nehatiye guhestin: dîsa halê êzdiyan maye wek yê wê demê, dîsa pêsîroja Sengalê paqij nîne, dîsa Ezdî destê nerastyê û neheqa da dizêrin. Pirsgirêkê wan nêzîkî çareseryê nabin.
Berê zulma DAIS ê bû Niha jî?…
***
Birînên Sengalê û Ezdîxanê kûrin, nû nînin, dîrokî ne, bitirs, bixof û biês in. Qenckirin, bîrkirin çiqas jî evdê Ezdî bixwezin nabe. Pêsewitî û xêrxwez ê cêribandî, yên Êzdî amintiya xwe jê bînin nînin. Pêsîroja aram, axirya bi xêr, ku Ezdî jê bawarkin, hêzeke ku bê tirs pista xwe bidinê û nava van der cînarê gur da jiyana xwe berdewankin nabînin. Dîroka malwêran hêz û qewata anegor Ezdiyan da nehîstiye ku ber wan bisekin e. Netew maye ew jî Ezdî ditirsin amintiya xwe pê bînin, pista xwe wan va girê bidin. Maqûltî di nava netewa wan da nemaye. Fîtîna partiyên Kurda yê Islamî ne, xema wanKara netewî, yekîtya netewî û azadiya Kurdistanê nîne. Hinek melayê Kurd yên Basûr, di mizgevtên xwe da ji DAÎS a xirabtir derheqa Ezdiya da diaxivin, agir ji devê wan dibare, nizanim vê zulmê xirabtir ew wesên xudeperwar’ êdî çi dixwezin. Kesekî xweyî wîjdan jî nine devê wan bigire. Hemin hêzên Kurdaye çekdar dixwezin, wê wêrana Sengalê da, bi destê Êzdiyên xwe’ pirobilêmên navxuyî safî bikin.
/Ciqas jî ez xwesbîn im, lê rastî eve, mafê min nîne nebêjim/.
***
Pêsîroja Ezdiyan di nava tari û dûmanê da pêçaye. Du sal û nîv li ser wê xezeba hate serê Ezdiya ra derbaz bûya, xwedêgiravî Sengal ji wê gemarê paqij bûye, lê dîsa nêzîkî nîv mîlyon evdên êzdî bê cî- star li kolana, eware, welatê xwe da penaber û malwêran, vê surr-serma, seqema zivistanê, çavê wan li desta. di bin çadira da dizêrin. Bi hezara hêsîrê êzdiyan destê DAIS ê, deha hezara li riyê Ewropayê da ber hidûdê dewletan nizanin wê halê wanê çawa be, bigihîjin welatê xiyala xwe’ yan na. Bi hezara sêwiyê bêxwedî, warekî wêranbûyî ciyê goristanên bi kom Ji tirsa serê birakujiyê Êzdî nikarin vegerin wê Wêrana xwe jî.
Ev buhust erdê qirî-bê av, wêranbûyî ku dîrokê da, ji welatê Ezdiya Ezdiya ra maye ew jî îro bûye ciyê hucet û bazirganya hêzên Kurdan û dewletên cînar
Tev hesaba dikin çika Sengalê bibe milkê kê.
Ez bangî serokên herd partiyayên Kurda dikim eger hûn nikarin alî Ezdiya bikin, birînê wan dermankin, bo berjewendiyên hizbî ye vala serekî nû Sengalê da çê nekin, xûna Ezdiyan bi destê êzdiyan nedine rêtin, birîna kûr nekin, Kurdistanê da çend êzdî mane wana jî nekin neyarên hev
‘Hema Xwede bitirsîn’ ewqas jî bêwîjdanî nabe?
***
Qetileke mezin, bêy sûcê Ezdiyan, hatye ketye ber derê wan.
Ya here ecêb jî ewe, ku xêncî Ezdiyan, xema tu hêz-sazî, rewsenbîrya Kurdî ev pirobilêm nîne. Gisk kerin. Vê navê yekî xwedanê xêrê nî ne. Hinek hela bênzînê li ser agir da dikin, hîvyê ne kengê ew serê birakujyê dest pê bibe. Ew topa birakujiyê li ser serê Êzdiyan da biteq e.
***
Kê ye heq, kê ye neheq?
Hereketa me Ezdiyan ewqas nîne ku wan heqî û neheqiyên hêzên Kurdan derxin ber çavan û ji hev veqetînin.
Her tist li ber çava ne. Dîrokê gelek neheqiyan derxe holê. Sal sûnda, dema ‘av zelal be’ gelek tistên îroye res yên sosret , bi tije xiyanet wê bi nelet bên gotin
***
Ez nivîskarekî Kurd im.
Temenê min 75 sal e. Bêtirî 25 pirtûkê min bi kurdî hatine wesendin.
Jiyana min bi nava zanyar û nivîskarnen Kurd e mezin, yên wak Erebê Semo, Qanate Kurdo, Heciyê Cindî, Casimê Celîl, Sekroyê Xudo û gelekên din da derbas bûye.
Ew tev jî Kurdên Ezdî bûn.
Xewn û xiyalê teva azadya gelê Kurd û Kurdistanê bû. Wan teva jî temamya jiyana xwe diyarî çand û zanyarya gelê xwe kirin û navê teva jî bi layîqî di dîroka çand û zanyarya gelê Kurd da hatye nivîsar.
Berê jî dîrok ji êzdiya ra nekenyaye lê van salê dewyê li dora Kurdên Ezdî hewake neqenc çê bûye, zulm û xezeb e. Neyarê gelê kurd ji kurda aqiltir û aktîvtir kar dikin, her tistî dikin, ku civaka Ezdî ji bingeha wî, netewa wî, weletê wî biqetînin, Kurdistanê ji Ezdiyan valakin û mixabin hinek partî û sexsyetên kurd, ‘xemxurên Êzdiyan’jî alîkarya wê xyanetê û bêtifaqiyê dikin
Ez hîvî ji serokatiya DPK û PKKê dikim, rûnên dora textê asîtiyê, çaresrya rast, Pirsgirêkê xwe ji nava Ezdiyan dûrxin. Bihêlin ev civaka birîndar, birînê xwe dermankin.
Girûpên êzdiya jî gerekê bi aqil tev bigerin, zaroka biçûk jî bipirsî wê bêje Sengal pareke Basûrê Kurdistanê ye. Ezdî bêy netewa xwe nikarin wê heremê da, li nava wê dorpêça dîn dijminatyê da heyîtya xwe bidomînin.
Êzdî dost û pistovanê her hêzeke Kurdî nê. Lê hêz jî gerekê bizanbin maqûlî nine probilêmê xwe sere êzdiyan balînin.
Mîlyonek Ezdî nikarin pirobilêmê 80 mîlyonî safîkin.
29.12.2016
Eskerê Boyik