Nûçe

Serdana Mesud Tek li Avusturya Berdewam e

Sekreterê Gîstî ya PSK Mesud Tek, di roja Persembe danê sibê ligel endamê Komîta KOMKAR-Avusturya Metîn Can li bajarokê Eichgraben serdana niviskar û dirokzanê bi navê deng, berpirsê Enstituta Kurdologia Avusturya û kitêbxanayê Casimê Celil, Celilê Celil kirin.

Mesud Tek danê êvarê jî tevî Serokê KOMKAR-Avusturya Ali Karayel û Endamê Komita Yusif Xoçe va, ligel Ernst Voller hevditin pêkanin. Ernst Voller yek ji birêvabirên Partiya Sosyal Demokrata Avusturya, Serokê Lejneya Çandi ya hikumeta Vienna ye.

Mesud Tek di hevditinê da behsa bir û baweriya PSK li ser pirsa Kurd û çareseriya wi kir û jê xwast, ku givas bêxine ser hikumeta AK Parti daku ji bona demokrasi û çareser kirina pirsa Kurd bi rêka diyalogê gavên bêtir bavêje.

Ernst Voller jî di axaftina xwe da behsa siyaseta partiya xwe derbareyê pirsa Kurd û Tirkiye kir.

Dengê Kurdistan

Back to top button