Serê Salê Binê Salê Xwedê Kurikî Bide Kevanîya Malê
Li gunda berê êvara serê sala nû xwarinên xwes dihate çêkirin, weke xwarinên weha; savar-burgur û gost, yeprax-dolme bi gostê dermala yê mewsûd û bi teybetî jî nanê silikî hevîrê wî nanî ruhn tîrbû, dixistin berosikê bi çemçikê yan jî bi tasa avê berdidan ser sêlê, agir dixistin binê sêlê ji bo ku sêl germ bibe. Lê berî ku hevîrê xwe berdidan ser sêlê, pêsî hinik bez yan jî dûyê pez di ser sêlê didan û talîyê jî hevîrê xwe di ser sêlê pehn dikirin, gelek nanê silikî dihate pijandin. Pistî ku nanê silikî hemû çêdibû nanê xwe dixistin leganê û hinik jê jî li ber sifrê dadanîn, pistre rûn di qijandin û pistre dims-mot berdidan ser nanê silikî, de bixun, nuhsîcan be û bi desta meriv dixwar ew xwarina xwes.
Lê divê ku ez vê jî bêjim, serê sala nû li gor hicrî bîst roj ji çilê hisk derbas bibe, di meha yekê sêzdehê (13 ) wê de dihate pîroz kirin.
Qirdikê-yanî kalê serê salê xortên gund ji panzdeh heta hijdeh salî girûbek xwe deh panzdeh heban ava dikirin, heger gund mezin bûna du girûb ava dikirin, êvara serê salê saet der dora pênc-sesa qirdikê xwe û jina wî amedeyên wan dikirin.
Qirdik-kalik cilên-kincên kalan lêdikirin, ser çavê wî qirdikî ya tenîya binê berosê di ser çavê wî didan, yan jî hirî ya mîha ji qirdikre rîha wî û simbêlê wî çêdikirin û gopalek dixistin destê wî. Jina qirdik jî cilê pîreka li xortikî dikirin, çarî li serî dikirin pêsmalk, fistan kiras û dismal li serê jina qirdik dikirin û ew jî dibû jina kalê serê salê. Xortên dinê jî yekî dudi hekîb didan ser milê xwe û xortê dinê jî hemû diketin parastina qirdik û jina wî.
Pistî xwarinên êvara serê salê, îca gelek tis mistên sêranî û tistên hisk kevanîya malê tanî oda rûnistinê ji bo xwarinê ew jî ev bûn;
nanê kulîçe, pastêq, benî, cûreyên mewîja mewîjên kerkûs, mewîjên zeyîtî, mewîjên qirfok û mewîjên resik, mencûlk, hejîrên hiskirî, gûz, bihîv, taew, berrû, tirîyê sitû, bîhok, helawa dimsê, nokên qelandî, dendikên sebesa û petêxa û kundura û hinarên zivistanê, tanîn ser sifrê. Sopa êzinga jî dadidan, malbat li der û dora wê xwe germ dikirin
Sibeha serê salê zarokên gund îca li gesta xweye serê salê digerîyan, wextên ku diçûn ma zarokan jî weha digotin,’ serê salê binê sals xwedê kurikî bide kevanîya malê’, pere, benî, bastêq, gûz, bihîv û hejîrên hisk didan zarokan. Bi pist nivrove keç û xortên gund cilên xwesik li xwe dikirin govend digerandin, stran davêtin ber hevdû heta ber êvarê direqisîn gunehên xwe diwesandin.
Pistî ku li nav gund digerîyan li gesta xwe qirdik û jina wî û girûba xortan. Diçûn ber devê derîyê kê ring ring li derîyê gundîya dixistin, wextê ku derî vedikirin gundîya, hinik xortan digotin ji xwedîyê malê re, ‘serê salê binê salê xwedê kurekî bide kevanîya malê’. Xwedîyên malê jî digotin, hûn ser ser ser çavan hatine, xwedê emrê we dirêj bike hûn gelek sax bin, çi ji xwedîyê malê di hat dida wan, îca perebe, gost be, pastêq, benî be, gûz hejîr be, çi ji wan bê didin wan.
Derbna di navbêna qirdik û xwedîyên mala de ser û pevçûn deriket, ew jî weke heneka, hinik gundî dest davêjtin jina qirdik-kalê serê salê û qirdik jî dibû mesela namûsê, li ser namûsa xwe û jina xwe dixeyî dî qirdik.
Pistî ku karê xortan û qirdik-kalê serê salê xelas dibû, ew mala ku qirdik amadekirîyên xwe pêk anîbûn xortan, xort dihatin wê malê, ew pere û gost û savar-bigur û alavên ku dane ser hevdû, hinik gost û savar di nav hevdû de dikelandin û li wê malê dixwar in, tistê mayî jî ji xwere difrostin û wan ew pere û perên din li hevdû payê dikirin xortan. Bi vî hawayî gundîyan serê sala xweye nû ku sêzdehê meha yekê pîroz dikirin.
***
Bi vê minasebeta serê sala nû, sersala hemû dost û hevrêyên xwe û hemû Kurdan pîroz dikim. Dibêjim, bila sala 2013 an bibe sala demoqrasîyê, asitîyê û weke hevîyê. Bese ser û pefçûn, di ser û pefçûnê de feyda gelê bindest tune, tenê feyda kulmik sermeyadar û yê ne xêrxwaz heye.2012.12.25