Nûçe

Serîf Altintas hat definkirin

Mihemed Eren/Nîseybîn

Servaneke din ya azadiyê jî ji nav me koç kir.

Endam û birêvebirê Partiya Maf û Azadiyan-HAK-PARê û dildar û tekoserê gelê xwe çû ser dilovaniya xwe.

Serîf Altintas ku do ( 24.05.2013) li Enqerê di encama zexta xwînê ya ku binind de, jiyana xwe ji dest da, anîn Bajarokê Niseybînê û li vir hat definkirin.

Di merasîna definkirinê de Serokê Gistî Yê HAK-PARê Kemal Burkay, Cigirê Serokên Gistî Bayram Bozyel, Hasan Dagtekîn, Resit Delî, Fehmi Demîr, Alaatin Aras, Arif Sevinç û Dervos Korkmaz, ji lijneya serokatiyê Necati bayram û Celal Yildiz, serokê Amedê Vasif Kahraman, yê Nîseybînê yê Niseybînê û hêjmareke mezin endam, dost, heval û hogirên wî, malbat û xizmên wî besdar bûn.

Di merasima definkirinê de Serokê gistî yê HAK-PARê Kemal Burkay, axaftineke kurt kir, kar û xebat, dilsozî û tekoseriya wî bilind wesfand.

Burkay, balkisand ser tekosîna wî ya bê rawestan ya him li nav welat, him li dervayê welat ya dûr û dirêj.

Serîf, hêj di dema ciwaniya xwe de di nav refên Riya Azadî de dest bi tekosîna rizgarî azadiya gelê xwe kir

Di salên 1990-an de pistgiriya kovar û rojnameyên wek Kovara Dengê, rojnameyên azadî, Dengê azadî, Ronahî, Hevî, Roja Teze, Dema Nû kir.

Di partiyên wek HEP, DEP, DDP, BDP û HAK-PARê de cî girt û pistgirî da wan.

Di piraniya Sendîqayên karmendan de cî girt û xizmetên berbiçav bi cîh anî.

Ciyê sînê li Niseybînê dom dike.

Dengê Kurdistan

Back to top button