SIYASETMEDARÊ KURD CELÎL GADANI JÎYANA XWE WINDA KIR

Rayedar û bîrewerê Kurdistana Rojhilat, Celîl Gadanî jiyana xwe winda kir. Celîl Gadanî, nêzîkî heftiyekê bû li nexwesxaneyeke basûrê Kurdistanê tedawî didît. Gadanî bi gilêya Covid-!9 rakiribun nexwesxanê. Heyf û mixabin ku Celîl Gadanî îro koça dawî kir.
Celîl Gadanî sala 1934 li bajarê Mihabadê hatibu dinyayê. Gadanî, di sala 1948’ande bi endametîya Hizba Demokrata Kurdistanê dest bi sîyasetê kiribu. Celil Gadanî di dema Sahê îranê de, bi 13 salan hatibû zindanîkirin.
Celil Gadanî di girtîgehê de dest bi dersên zimanê Ferensî kiribû. Diplomayê vê bransê ji Zanîngeha Tehranê wergirtibû.
Pistî serese Xumeynî a di sala 1979 an de, Celîl Gadanî wek endamê rêvberîya partiye hat hilbijartin
Gadani, sala 2006’an ji HDKI cuda bu.Pistre di çend çalakîyên sîyasî de cih girt. Desteyek ji HDKî veqetîyan, rêxistinek nû êkirin. Demek Gadani bi wan hevalan re xebîtî, pasî jiwira jî veqetîya wek sexseke welatperwer jîyana xwe domanda. Vê dawîyê bu endamê cavdêr a yekîtîya hêzên demokrat.
Celil Gadani hemu jîyana xwe fedayê doza Kurd û Kurdistanê kiribu. Min di salaê 1983/84’an de Celil Gadanî nas kir. Ew pesmergeyek çeleng, zanayek bas, rewsenbîrek bijare û rayedarek jêhatî bu. Celîl Gadanî,heta dawîya jîyana xwe ji xebat û çalakîyên sîyasî dûr neket.
Bila serê malbatê sax be.
Serê hezkirî, dost û heval û hevrêyan sax be.
Bila serê Miletê Kurd sax be.
Celil Gadanî ruhsad û mekan cennet be.
Latif EPÖZDEMIR
Serokê Gistîyê Partîya Maf û Azadîyan /HAK-PAR
Dengê Kurdistan