Nivîsar

Tabîat-Xûyê Meriva Dibin Çermê Wande ye

Guhertina tabîatê-xûyê meriva û sîyaseta ku hatîye damzrandin zû bi zû nayê guhertin, wexta ku ew meriv yan jî wana û ew sîyaset ne rasteqîn be, ew kes bimre der û dor ji wî/wê û wan tabîatê wanî xerab xelas dibin, ji xûyê qenc yan xerab jê xelas bibin.

Ezê di vê nivîsa xwe de, qala tabîat-xûyê me kurdan bikim; ez bawer im dîrokeke me kurda gelek kevnar heye, meriv dikare bêje ji wextê ku beser, mirovatî li ser xaka vê cîhanê xuliqîye û bi teybetî jî li ser xaka navbêna çemên Dîcle û Firatê ev gelê Kurd hatîye xuliqandin. Li ser vê xakê genim û zadên ku meriv xwe pê jiyana xwe bimesîne û pê bijî hatîye pêkanîn.

Dîrokek me kurdan heye gelek bi xir û cir hatîye dûmandin. Gelek serhildan ji hêla gelê kurd çêbûne, ji bo azadîya xaka bav û kalan, lê têkçûne û bi serneketin, çima?. Ez baverim ji me hemûçka eyan û ronî ye, bê çima soresên kurdan çima bi ser neketine.

Lîsekek-senaryok di vê demê de tê kirin, di rojhilatanavîn de, pistî ku dibêjin ‘bihara erebî’ vê bihara erebî welatê sûrî jî nesîbê xwe jêgirtîye xuyanî dibe. Lê pasperdê kî heye? Kî tune ne dîyar e. Lê bav û kalên me dibêjin, ‘ seva res ji êvar de xuyanî ye’, pasperdê di raya min de, Ingilîsî, Fransî û bi teybetî jî Emerîqî ne û di nav vê plan û projê de jî Îsraîl, Tirk û bi teybetî jî basûrê Kurdistan jî hene, ev yek. Ya dudan jî di projeya bo pistgirîya desthiledarîya Esed da, Rûs, Çîn, Siûdî, hikmê Nûrî Malikî û hinik rêxistinên Kurdan ku ew jî apocî ne, ji ber ku apocî û desthiledarîya Esad naxwazin here, dostên hevdû bi salan in…

Îca peymana HEWLÊRÊ di bawerîya min de peymanek pîroz e; lê xûyên-tabîatên hinik partîyên ku xwedêgiravî wê Kurdistanê azad bikin, nayê guhertin. Di peymana HEWLÊRa paytext de, hemû rêxistinên kurdên sûrî hatin cem hev, PYD jî di nav de. Hemûyan li ser çend xala li hev kirin, lê wextê ji civînê çûn dîsa ‘aynî tas û aynî hemam’ weke xwe kirin PYDê, ji ber ku PYD û serokê wê dibêje, pêvendîyên me apocitîyan re ‘ne organik e, ideolojik girêdana me heye’. Ev tê wê manê ku ji serî de serê dijî hikmê Esad bi ser nakeve, ji ber ku nok û nîskên wan di nav hevdû de nin, dostê bi salan e, ana jî hikmê sûrî ji wan re kampa amade kirine. Lê bi ser hertistî ve jî divê ku PYD xwedî li peymana Hewlêrê bi serpirestîya serokê herêma Kurdistanê kekê Mesûd Barzanî, xwedî derkeve, heger xwe bide vîyalî û wîyalî, h-xûyên xweyê îdeolojîya apocitîyê bimesînin, wê çaxê bawerî ji hevdû diskê.

Lê desthiledarîya tirkan û bi teybetî jî hikumeta Erdoxan tu dibêjî qey bavê vê dinyayê ne, hîn bi çavê bav û kalên xwe yên împeratorîya berî sed salî xwe dibînin. Serokwezîr û hikumeta wî hem xwe dikin demokrat û hem jî xwe dikin merivên mirovhiz. Lê di eslê xwe de ne weha ye, Erdoxan û hikumeta wî û ekîba wî canbazîyê dikin, ‘hem li nal dixin û hemjî li bizmar dixin’,’xwe ne ji mizgeftê dikin û ne jî, ji dêrê dikin’. Ev jî ne tu siyaset e. Bi vî awayî dixwazin dinyayê bixapînin. Ev dinya ne dinyaya berî sed salî ye, ev dinya dinyaya dema teknolojîyê, internetê û heq hiqûqê ye.

Berî hemû tistî divê desthiledarîya Erdoxan û hevalên wî ku jê jî tê, heger rastîyê dixwaze, heqê Kurdên nav xwe bide, demoqrasîyeke rasteqîn li welatê xwe de pêk bîne, guhertina zagona nûh de heqê gelê Kurd bi cîhbikin . Erdoxan pistî vê yekê dawazîya heq û hiqûqa mirovan li Sûrî, li Libya, Misrê, li Iraqê, hemû derên vê cîhana ku em li ser xaka wê dijîn. Yanî Erdoxan û ekîba xwe û desthiledarîya xwe li hêlikê qerawatê dixwe stuyê xwe, li hêla dinê jî cibe û tizbîhê dixe destê xwe, bi vî awayî sîyaset namese û ne li gor vê cîhana ku em tê de nin. Erdoxan ya bi rastî cibe li xweke, yan jî weke mirovê medenî qerwatê di stuyê xwexe.

ENKS- di 2011.10.2 de hate damzrandin, vê encûmena pîroz gelek derban xwest ku PYD jî di nav de cîh bistîne, lê hertim ji gelek kanîya av danî ku fitleh li xwedixistin. Lê dîsa xwedê bide camêr kurê camêra Serokê Herêma Basûrê Kurdistanê kekê Mesûd Barzanî dast avêt meselê û peymana Hewlêrê civandin û li ser çend xala li hev kirin. Sekreterê PDPK-S kekê Ebdilhemîd Derwês dibêje, divê ku peymana Hewlêrê têkeve jiyanê, serê birayetîyê divê ji nav Kurdan rabe, ev gotina kekê Evdulhemîd Derwês bi serê xwe ye û pîroz e.

Leskerên iraqê hatina wan ser xaka Kurdistanê bêyî ku ji desthiledarîya herêma Kurdistanê iznê bixwaze, serokwezîrê iraqê Nurî Malikî lesker sandina ser herêma Kurdistanê ne li gor destûra hikumeta federal ya iraqê ye, bê destûrî ye. Izna lesker divê ku parlamenta iraqê qebûl bike ku leskerê iraqê here nav xaka Kurdistanê yan xakek dinê ya welatek cîran. Lê meriv fehmdike ku Nûrî Malikî ji ber çi dike? Birayên Nûrî Malikîyên hikmê îslamîya Iran jêre dibêjin û divê tu wezîfa xwe pêkbînî, pistgirîya hikmê Esed bikî. Nûrî Malikî leskerê iraqê ku anîye ber tixûbê Sûrîyê yek jê ev e, wezîfa xwe pêk tîne.

Lê divê ku hemû Kurd vê dema ku em têde nin, ji gelê Kurd gelek demeke nazik û hesas û dîrokî ye, herdem demên weha ji meriv ra nayê, vê dema hana bi hawayeke zanabûn, bi aqlê selîm û hesabike kûr û fireh, sertên hindur û yên derve hemûçkî bihesibîne û bi vî karê vê demê ve rabe. Ya herî girîng jî di nav Kurdan de, hevkarî, enî û yekdengî hebe. Û peymana Hevlêrê bi Serokatîya Herêma Kurdistanê kekê Mesûd Barzanî pîroz e û divê ku ew payman jî di jiyanê keve. Em ji dev xûyên xwe û serhiskbûna xwe berdin, em bi a hev bikin, çi biçûk çi mezin be, kîjan rêxistin be. Azadîya welatê bav û kalên me di ser hertistên xwe yê sexsî re bigrin, ne ya sexsan…

Balkêş e ?
Close
Back to top button