Nûçe

Têkoser û fedekarekî tevgera Rîya Azadî Xidir MAK wefatkir

Xebatkar û têkoserê rûmet bilind, welatparêzê hezkirî Xidir Mak li bajarê Kolnê çavên xwe li jîyanê girt û çû ser dilovanîyê. Mirina Xidir Mak, di heval hogirên wî û kurdên Almanyayê de, bû xemgînîyeke mezin. Ew kesekî xebatkar û dilsoz bû. Bi dehên sala di nav PSK, KOMKAR de bi fedekarîyeke mezin, ji bo azadîya gel û welatê xwe bê westan xebitî.

Xidir Mak, di salên dawîn de, keda xwe xist nav her xebat û çalakîyeke pistgirîya ji bo HAK-PARê. Ew herweha endamekî heyeta mutevelî ya Weqfa rîya Azadî bû.

Cenazeyê Xidir Mak wê li bajarê wî Dêrsimê bê vesartin.

Dengê Kurdistan

Back to top button