XIDIR MAK JÎYANA XWE JI DEST DA

Miletê Kurd ewladeke xweyê gernas wenda kir. Kedkarê çanda Kurdî,dilsozê rêya azadîya Kurdistanê, tekoserê bê westan Xidir MAK heyf û mixabin ku jîyana xwe ji dest da. Kek Xidir li Almanyayê bu. Demeke dirêj bu ku tedawîya wî berdewam bu. Xidir MAK ji penca pêcesêrê xelas nebu, nekarî zêdetir li ber xwe bide, jiyana xwe kuta kir.
Kek Xidir hevaleke gelek zîrek û dilovan bu. Li ser reqs û folklora Kurdî sareza bu. Di gelek çalakîyan de sergovend bu, serkêsê sadumanî û sevên pîrozbahîyan bu. Di 12’ê Êlûnê de ji hevwelatîyê hatibu derxistin.
Ji Dêrsîmê destpêkiribu jîyana wî û li Almanyayê kuta bu. Folklora Kurdî ma sêwî, govendgerê reqsa Kurd Xidir MAK jîyana xwe ji dest da. Bêguman her mirinek zûye. Lê Kek Xidir zede zede zû bu. Heyfa giran.
KOMKAR û HAK-PAR spasdarê te ne hêja kek Xidir. Te em gelek xemgîn kir, lê bawerke tuyê neyî jibîr kirin. Di her sahî û govend û reqsên Kurda de emê her tim te yad bikin, dilovanî û dilsozîya te bibîr bînin. Ruh sad be, rihet razê. Hevrêyên te doza te a pîroz nivco nahêlin, emê doza azadîyê ta serketinê bi dil û can bidomînin.
Serê malbatê, hezkiryan, dost û heval û hogir û hevkaran sax be.
Bila serê miletê Kurd sax be. 28.04.2020
NIVSÎGEHA RAGEYANDIN Û ÇAPEMENÎYÊ A PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN – HAK-PAR
Dengê Kurdistan