Teksta dadgehîkirina pêsevan Qazî Mihemed û Sedr û Seyfî Qazî

Di Festîvala Komara Kurdistanê da, ku ji aliyê Wezareta Rosenbîrî ve li Hewlêra paytext hati bû amade kirinê, brosorek (namîlke) piçûk di nava mêvanan da hat belav kirin. Ku ji aliyê Bedredîn Salîh ve bi zaraveyê soranî û pîtên erebî hatiye nivîsîn, Samî Ergosî jî vegerandiye kurmancî û bi pîtên latînî.
Namîlke li ser dadigeh kirina Qaziyan bû û têda helwest û mêraniya hersê qazî hatibûn destnisan kirinê.
Me bastir zanî, Kurdên me yên Bakur jî, ji vê namîlke û helwesta mêraniya qaziyan haydar be. Ji bona vê yêkê me teksta namîlkeyê ji Samî Ergosî xwast û ew jî ne kir yek û du, daye me, ku ciyê rêz û spas e.
Em li jêrê kurmanciya namilkeyê belav dikin.
Dema Nû-Hewlêr
**
Pêsgotin..
Dema ko di tîrmeha 2000-ê de, le Selahedînê hevalê min Bedredîn Salih ji niska ve
ket odeya min ya Kurdistan TV û di destê wî de ev nivîsa li jêr hebû, beriya ko li
nivîsê binêrim, min qed bawer nedikir ko ezê rojekê ji rojan vê nivîsê bibînim û
zanibim ka pêsevanê kurd, serkomarê Kurdistanê Qazî Mihemed û hevalên wî li
Mehabadê çawa hatine dadgehîkirin û di wê dadgehîkirinê de çi derbas bûye. Dema
ko min dest bi xwendina wê kir, bi awakî welê ketim bin bandora wê, te digo qey ez
bi xwe di rûnistina dadgehîkirinê de amade me, bawer dikim ev yek dê ji bo we jî
tistekî pir balkês be.
Bedredîn ev nivîs ji pirtûkek farsî bi awayekî ji Îranê bi dest xistibû û wergerandibû
ser soraniyê, wî ji min xwest ko soraniya wê bikim kurmanciya bi tîpên latînî û bi
herdu awayan jî em wek pirtûkek biwesînin. Bi rastî jî gelek û gelek karên min hebûn
û ez pir mijûl bûm, lê belê ev nivîs tistek welê bû ko qed nedikaribûm bêjim na,
lewra jî bê yek û du min qebûl kir û di nava çend rojan de min kire kurmancî.
Helbet ji ber gelek sedemên ko kurd pê dizanin, çi qasî ji destê wan hatibe,
dagîrkerên Kurdistanê nehistiye ko kurd dîroka xwe zanibin û hertim jî her tistê
kurdan yê dîrokî ketibe destê wan, winda kirine û rê nedane ko haya ti kesî ji wan çê
be, hinek dokumentarên weke vê nivîsê jî ko hene, di refên tarî û nepenî de
vesartine û çi qasî ji wan bêt, dê rê nedin bikevin destê kurdan, lê belê dimîne ka kî
û kengê û li kû, kurdek, yan dilsozekî kurdan derfetê bibîne û tistên weha ji tarîtiya
wan cihan derxe û roniyê bibînin. Bi hêviya ko paserojê ev derfet mezin û zê de
bibin.
Belê, di vê nivîsê de besdarekî rûnistina dadgehîkirina pêsevan Qazî Mihemed û
hevalên wî Sedr û Seyfî Qazî, hemû gotin û bûyerên dadgehîkirinê rekord kirine û wê
demê ji bo hin aliyên taybet yên Sah û lesker û hukûmeta Îranê çap kiriye, lê belê
pistre ev yek wek esekerekirina nepeniyên leskerî û weke gefek li ser ewlekariyê
hatiye qebûlkirin, di cihekî taybet yê nepenî de hatiye vesartin û arsîvkirin. Îro pistî
derbasbûna ew qas salan, va derdikeve ber ronahiyê û yek ji bûyerên herî balkês ji
kurdan re radixe ber çavan. Bi hêviya ko di paserojek nêzîk de, emê karibin
berhemên din yên weha pêskêsî xwendevanê kurd bikin.
Samî Ergosî
Selahedîn
Hezîran – 2005
Teksta dadgehîkirina pêsevan Qazî Mihemed û Sedr û Seyfî Qazî
Di derbarê dadgehîkirina pêsevan Qazî Mihemed û Sedr û Seyfî Qazî de, pir hatiye
gotin û nivîsandin, diyar e ko ev nivîs du grûp in, grûpa yekê ew kes in yên ko
xwestine dîrokê vajî bikin û li gor berjwendiyên dijminên kurdan, tîtal û gotin û tistên
dûrî wan zatan nivîsandine û hewl daye wê dîrokê vajî bikin, lê belê xuya ye berê
rojê jî bi bêjingê nayê girtin, belgeya me jî dilsozî û evîna gelê kurd ya ji bo qaziyan
û rêça pîroza wan e.
Grûpa duyê ya wan nivîsan jî, ew rêzdar in yên ko ji dilsoziya xwe sevbêr mane ji bo
ko qul û valahiyên vesartî yên karesatê, ango rûxiyana Komara Kurdistan û
bidarvekirina pêsevanê wê eskere bikin. Ya ko niha li ber destê we ye, teksta wê
nivîsê ye, ya bi xameya efser Kiyomers Salih, yê nûçegihanê kovara artêsa
sahensahiya Îranê hatiye nivîsandin ko welê diyar e bi xwe besdarî dadgehîkirinê
bûye. Teksta vê dadgehîkirinê wek wêjenameke taybet çap kiriye û pir bi nepenî li
efserên mezin û cihê bawera Sah û payebilindên hukûmetê parve kiriye.
Ev hejmara taybet ko bi navê Tac Kiyanî’ hatiye nivîsandin û li Stad’ Bingeha
Navendiya Fermandariya Artêsê hatiye arsîvkirin, me wergirtiye û wergerandiye
kurdî.
Girîngiya vê belgenameyê ew e ko efser Kiyomers Salih wek nûçegihanekî aktîv û
jêhatî bi xwe besdarî dadgehîkirina pêsevan Qazî Mihemed û Sedr û Seyfî Qazî bûye,
navhatî ji ber ko xwarziyê serlesker Fereydûn Cem, yê mêrê Sems ya xweha Sah
bû, lewra cihê bawerî û pistrastiya Sah bû, her ji ber vê yekê jî hemû nameyên
nepenî yên Sahê Îranê li ber destê efser Kiyomers Salih bûne, ji bo ko her di nava
heyamekê de, hinek ji wan di belavoka taybetî de ji berpirsiyarên leskerî re bêne
çapkirin, yan pistî ko têne organîzekirin, bisînin Namexaneya Nepenî ya Artêsa Îranê.
Welê diyar e ko ev name ji bo bawerîçêkirin û dilgermiya efserên artêsa Îranê bû,
herweha heta niha jî name, yan rojnameyên çap dibin, dawiya salê tevan didin hev û
ji bal Arsîvxaneya Serokatiyê ve têne çapkirin û parastin.
Ev ya li ber destê we jî, wek me li jor jî gotî, teksta wê nivîsê ye ya ko ji teksta
dadgehîkirina qaziyan hatiye wergirtin û di wê wêjenameyê de hatiye çapkirin.
Bedredîn Salih
10’ê tebax 2000
Efser Kiyomers Salih dinivîsîne:
Pistî qediyana dadgehîkirina qaziyan û bidarvekirina wan, min ew bûyer tev, bê kêm
û zêde di mehnameya Mahnameyê de wesand û nûçeyên girîng jî min di
wêjenameya Tac Kiyanî de çap kirin, lê belê beriya ko bikeve ber destan û belav
bibe, ez bangî dadgeha artêsê hatime kirin, li wê derê gote min: Tu bi sûça
eskerekirina nepeniyên dadgehîkirina qaziyan tûmetbar î û pileya efseriyê ji min
kisand, salekê jî cezayê girtinê li min hate birîn, ji ber vê yekê jî hem wesandina
Mahnameyê rawestiya û hem jî ev nûçe nehatin belavkirin.
Pistî azadbûna ji girtîgehê, sala 1947-ê Kiyomers ev agahdarî di hejmara 57-ê ya
Mahname ya xwe de wesandine, herweha beriya vê yekê jî sala 1946-ê di hejmara
66-ê ya Mahnameyê de dinivîsîne:
Pistî qediyana cenga cîhanî ya duyemîn û vegera leskerê rûs û îngilîzan ji bo welatên xwe, artêsa Îranê kete livîn û tevgerê. Her ev nûçegihan di hejmarên 44 ‘ 64’ê yên Mahnameyê de, bûyerên salên 1943 ‘ 1946’ê yên Kurdistan û Azerbêcanê jî vedigêre û pistre li ser komara Kurdistan û Azerbêcanê bi dûr û dirêjî nûçe û mijarên hûr û girîng wesandine ko hinek ji wan hatine arsîvkirin û hinên din jî çap bûne.
Di piraniya hejmarên Mahnameyê de, wefadarî û dilsoziya serokhozê dîbokrî, Elî
Yar Esed û serokesîrê Mames Qerenî Axa Esayer û Resîd Begê Herkî û Hesen Têlo û
Quqyas Mamedî û Nûrî Begê Begzade û Mihemedemîn Çepê Herkî û Hemzeyê Qadirê
Mames û yên din, ji sahê Îranê û Derbara wî re, yan wesandine, yan jî di
Namexaneya Artêsê de hatine arsîvkirin. Ya ji tevan entîketir, têkiliya Omer Xanê
Sikak ya bi Derbarê re ye ko Omer Xan di dema fermandariya xwe ya hêzên leskerê
komara Kurdistanê de li Seqizê û derdorên wê, nêzî (17) name ji bo pistrastkirina
Derbara Sah ji dilsoziya xwe ji bo Sahê Îranê sandine û di nameyan de xwe mîna
serbazê Derbara Sahê Îranê qebûl kiriye û amadeyiya xwe ji bo pêkanîna erk û
fermanên Derbara Sah nîsan daye. Herweha ev name jî niha di Namexaneya Artêsa
Îranê de, parastî ne.
Tê zanîn axayê dîbokrî, Elî Yar di namekê ji wan nameyên xwe de, bi têr û ferehî û
bê kêmanî, agahdariyên li ser çawaniya çûyîna xwe ya bi Qazî Mihemed re ji bo
bakûrê Azerbêcana Rûsya û civînên wan, ji Sahê Îranê re sandine.
Derfet niye ko em di vê kurtenivîsê de li ser naveroka wan hemû nameyan rawestin,
lê belê di warê bandora naveroka nameyan de, ev nameyên Elî Yar dirba herî mezin
bû ko bi Komarê ket. Di derbarê rêjeya nameyan de jî, Omerxanê Sikak pirtirîn
hejmara nameyan ji Derbarê re nivîsandine.
Di cih de pistî derketina leskerê rûsî ji Kurdistanê, Omer Xan bi lez namek ji Sah re
nivîsandiye û tê de ji Sah xwestiye ko çi qasî zû ye artêsa Îranê bigîje Kurdistanê û
nivîsandiye: Va ye ez bi xwe tevî hemû hoza Sikak, wek serbazên Sahê Îranê amade
me fermanên we pêk bînim. Her ji bo ko Derbara Sahensa ji dilsozî û berfermaniya
xwe pistrast bike, herdu kurên xwe yên bi navê Qadir û Lezgîn jî sandin cem
Sahensah li Tehranê, ji bo di dema hatina artêsa Îranê de ji bo Kurdistanê û bi
taybetî jî ji bo bajarê Mehabadê, rênîsandêriya artêsê bikin û bibin çavsaxên wê.
Ji bilî Omer Xan, serokhoz û esîrên din yên kurd jî ji bo pistrastî û rênîsandêriya
artêsê û selimandina dûvelaniya xwe ya ji Derbarê re, kur û bira û kesên dilsozên
xwe, sandibûn Tehranê.
Efser Kiyomers Salih dinivîsîne:
Di roja 7’ê meha Çileyê de, hin yekîneyên leskerî yên Îranê ko tê de tobxane û tîrûbar û hin tank (Hin tankên kevnên jikarketî) hebûn, ji Tehranê ber bi Tewrêzê ve dabûn rê û sê rojan pistre, ango di 10’ê mehê de li derdorên bajarê Tewrêzê bi cih bûbûn, lê belê her bi bihîstina vê nûçeyê, hemu mezinên hukûmeta Azerbêcanê ber bi Rûsyayê ve reviya bûn û ji welat derketibûn, artêsa Îranê jî ji bo ko pistrast bibe, heta roja pistre, ango 11’ê mehê, xwe ji ketina bajarê Tewrêzê, da alî.
Li vir efser Kiyomers Salih dinivîsîne:
Dema ko bajarê Tewrêzê hate girtin, ez ji bo derxistina hejamereke nû ya Mahnameyê vegeriyabûm Tehranê. Rojên pistre biryara çûyîna ber bi Kurdistanê ve, ji artêsê re derket, her ji bona vê yekê, yekîneyên leskerî yên ko her ji serdema komara Kurdistanê ve li Sine û Kamyaran û Dîwandere, heta nêzî Seqizê bi cih bûbûn û carna jî bi leskerê Komara
Kurdistanê re rastî pevçûnan dihatin, ji wan re biryara çûyîna ber bi Mehabadê ve
derket.
Leskerê Tehranê bi hin yekîneyên leskerê Îranê re li Tewrêzê, ji bo ko bigîje hêzên
me li jor navê wan anî, ji riya Qezwînê ber bi Kurdistanê ve da rê. Ev lesker di roja
19’ê meha Çileyê de giha Mehabadê û pir bi lez efserên taybet ketin pey Qazî
Mihemed û Seyfî û Sedr. Artêsa Îranê li padgana piçûka Mehabadê danî û li wir bi cih
bû, her wê sevê bi bêtelê pêwendî bi Tehranê re danî û daxwaza çawaniya
yeklakirina çarenûsa qaziyan kir, yên qazî jî di leskergehê de girtî bûn. Pir bi lez
bersîv ji Tehranê hat ko komîteya dadgeha meydanî ava bûye û va ye ji bo
dadgehîkirina wan, ber bi Mehabadê ve tê.
Roja 26’ê çileyê komîteya dadgehê bi serokatiya kolonel Xulam Husên Ezîmî û
dadger kolonel Hesen Kofaniyan û dadyarê sergurd Caferê Saniî û di bin çavdêriya
kolonel Emîr Hoseng Xilitber de gihistin Mehabadê û civîna dadgehîkirina qaziyan
dest pê kir.
Efser Kiyomers dibêje:
Ez jî di hemû rûnistin û civînên dadgehîkirina wan de amade bûm, rûnistinên dadgehê hin seetan berdewam bûn, pirsiyar û sûç ji bal dadger kolonel Hesen Kofaniyan ve dihatine berçavkirin, dikarim bêjim pirsiyar rona û zelal nebûn. Behra bêtira sûçan ji bal qaziyan ve dihatin retkirin û qaziyan pir bi wêrekî daxwaza anîna belgeyan dikir, lê belê ji ber ko berê her li Tehranê sûçên wan hatibûn diyarkirin û her li wir jî biryara dawî hatibû girtin, biryar jî nebû ko ti belge ji wan sûçan re bêne berçavkirin, lewra rûnistina dadgehê wek rêzbendiyekê, pistî hin seetan qediya û pistî nîv seetê jî biryara bidarvekirina qaziyan hate pejirandin. Di rastiyê de, ev biryar li Tehranê hatibû girtin û her wê sevê jî biryar gihand qaziyan.
Sûçên Qazî Mihemed yên ko bi tûmeta wan biryara cezayê bidarvekirinê lê hate
birîn, ev in:
1- Bazirganiya petrolê bi dewleta Rûsya re, bi rêjeya %51 ji dewleta Rûsya û %49 ji
komara Kurdistanê re, bê razîbûna deweta navendî.
2- Guhertin û destkariya nexseya welatê Îranê û cidakirina pênc parêzgehên Ormiye,
Kirmansa, Sine, Tewrêz û Îlamê.
3- Çêkirin û hildana ala ji komara Kurdistanê re, bi arma çakuç û das li ser awayê ala
Rûsya.
4- Lêxistina sikeya pereyan ji hukûmeta Kurdistanê re li ser awayê Rûpiyeya rûsî û bi
wêneyê Qazî Mihemed.
5- Çêkirina nexseya Kurdistana mezin ya her çar perçeyên Kurdistana Îran, Iraq,
Tirkiyê û Sûrya.
6- Anîna biyaniyan ji bo Îranê û danîna beseke axa Îranê li ber destê wan, wek
mînak, Mela Mistefayê Barzanî.
7- Xwarina gef û lafan li Sahinsahê Îranê û dewleta Îranê û ragihandina ser û
handana xelkê Kurdistanê li dijî Sahensa Aryamêhr.
8- Çêkirina peymanan bi hukûmeta Rûsya re li dijî hukûmeta Îranê û alîkariya hêzên
dagîrkerên rûsî li tevaya axa Îranê.
9- Ragihandina serxwebûna hukûmeta Kurdistanê û dagîrkirina beseke mezin ya axa
Îranê li ser navê axa Kurdistanê.
10- Sandina kesan û hatin-çûyîna derveyî welat û seredana Rûsya û rûnistin û civînên
bi Baqrof yê serkomarê Azerbêcana Rûsya re.
11- Çêkirina peyman û bondên bazirganî bi biyanî û neyarên Îranê re, bê pirsa
Tehranê.
12- Girtin û kustina karmendên hukûmetê û rûxandina xaniyan û sewitandina malên
wan, bi taybetî jî karmendên ne kurd.
Nivîskar û nûçegihanê Mahnameyê di berdewama vegêrana xwe de dinivîsîne:
Qazî Mihemed pir bi tundî, bi tinê sê nebin, hemû sûçên din ret dikirin, sê sûçên ko
ret nekirin, ev in:
1- Çûyîna Bakuya Azerbêcanê û hevdîtina bi Cafer Baqrof re.
2- Hebûna ala, lê belê ne weke mîna ko ew dibêjin çakuç û dasên li ser awayê ala
Rûsya li ser bû.
3- Hatina Mela Mistefayê Barzanî, ew jî ne kesê ew anî be, lê belê ew bi xwe hatiye,
ji ber ew kurd e û Kurdistan mala her kurdekî ye, mafê her kurdekî heye ko li her
busteke axa xwe ya ew bixwaze bijî, ji ber maf yê xwediyê malê ye.
Sûçên Seyfî Qazî, yan jî Mihemed Husên Xanê Qazî, Wezîrê Ceng û Cîgirê Serokomar
Qazî Mihemed:
1- Çûyîna derveyî welat, Baku paytexta Azerbêcana Rûsya.
2- Çêkirina têkiliyan û civîna bi Pîsewerî yê Serokomarê Azerbêcana Îranê re li
Tewrêzê û civîn û çêkirina peymanan bi herdu serokomarên Azrebêcana Rûsya û
Azerbêcana Îranê re, ango bi Pîsewerî û Baqrof re ko peymaneke sêkuçkeyî ya
leskerî bûye.
3- Wergirtina wezareta ceng ya Komara Kurdistanê li dijî hukûmeta Îranê.
Sûçên Sedrî Qazî ko wek nûnerê gera 14’ê ya Meclisa Sûraya Millî ya Îranê
(Parlemênt) ji bal xelkê kurd ve li Mehabadê û derdorên wê hatibû hilbijartin:
1- Nivîsandina helbesteke bi cos û germ ji Mela Mistefayê Barzanî re û bixêranîna wî
ya bi wê helbestê û pêgotina wî ya wek sembola pîroza gelê kurd.
2- Alîkariya Qazî Mihemed û wezîrên Komara Kurdistan û hukûmeta wê û danîna
rêwcihên hukûmetdariyê û avakirina karûbûrên hukûmetdariyê li Mehabadê.
3- Nivîsandina namekê ji Qazî Mihemed re ko tê de dibêje: Xwe bigirin heta alîkariya
derve digîje we.
4- Handana xelkê li dijî hukûmeta Îranê û pistrastkirina berpirsiyarên Komara
Kurdistanê li Mehabadê ko êdî dewleta Îranê nikare bi komara Kurdistanê re ser bike.
Di derbarê hûrkariyên pêkhatina dadgehîkirinê de jî, Kiyomers Salih dinivîsîne:
Rûnistina dadgehê bi qasî çar seetan berdewam bû û grûpa dadgehê pistî nîv seeta
pirsîn û lihevguhertina dîtin û nêrînan, biryara bidarvekirina wan girt û bi riya bêtelê
pêwendî bi fermandariya artêsê, ko wî çaxî Spehbed Ersedê Homayonî serokê
fermandariyê bû, û general Acûdanî Sa li Derbarê û kolonel Fethulla Mînbasyan re kir
û ji wê derê ve biryara vegera Tehranê girt.
Heman sevê ji riya Miyanduwawê ve vegeriyane Tehranê û helbesta ko Ebulqasim
Sedrî Qazî jî pê hatibû sûçbarkirin, her bi kurdî di hejmara 66’ê ya Mahname Muselsil 153’ê de hatiye wesandin, lê belê tê de tevliheviya hin peyvan û sasiyên çapê jî hene, ji ber efser Kiyomers kurdî nedizanibû û welê diyar e yê ko tayp jî kiriye, wî jî kurdî nedizanibû ko bikaribin fonetîka helbestê bi basî binivîsînin û çap bikin.
Divê balê bikisînim ser wê yekê jî ko her di heman kovara wêjenameya Tac Kiyanî
de, pir nivîsên hêja li dor Komara Kurdistan û tevger û çalakiyên hunerî û edebî yên
wî çaxî yên Mehabadê hatine wesandin. Ev jî teksta wê helbestê ye ko bû benda
yekemîna sûçbarbûn û bidararvekirina Sedrî Qazî:
Ya Xwa be xêr bêy helloy berzefirrî Barzanekem
Remzî pîrozî gel û nîstîmanekem
Barzanî dujminskên î, sêrî jiyanekem
Pêt le ser çaw û qezat le mall û giyanekem
Bêy to gel û nîstîmanim bê xêw û dîl e
Jêr çepokî dujmin û zerd û mat û zelîl e
Dillî dujmin le tirsî hellmetit dête lerze
Niye dujmin berengarit lem kurey erze
Be to nasra gel û nîstîmanî kurdewarî
Etoy berz û barîz le her laye diyar î
Bêy to ye ke dujmin be ser nîstîmanda zall e
Bêy to gel wek melî zamar û bê perr û ball e
To merdî meydan û neberd û rolley
Warîsî pîrozî îrsî Barzan û tolley
Be mêjû xawen nîstîman û gel û xêw î
Be berzît bazî Barzan û lûtkey kêw î
Lay dujmin barîz û nawbangî be nawan
Be bîstinî dujmin çirkemîze degrê le tawan
Be Barzanim denazim, eqdesî rûy zemîn e
Bêsey sêr û awekey mayey jîn e
Le to fêr bûn be derdî bêbesan asnayî
Be to bû sewî bextresan rewsenayî
Bê to ye em nîstîmane deken bes bes û dabes
Bem bes û pirrs û perêsane bû bêbes
Her to bo nîstîman xemxor û pirr misûr î
Feramosit nekird le katî xurbet û dûrî
To bo gel û nîstîman mujde û hem firîstey
Besarethênerî em herd û sar û destey
Gelim bê to hetîw û perêsan û werrez bû
Melî bê perr û ball û giriftarî qefes bû
Be to gesawe ruxsarî pirr çirç û çirûkim
Be to rizgar û jiyawe gelî mehtûk û sûkim
Kurd im û lew xake bûme, bew awe jiyawim
Bo azadî gel û rizgarî nîstîmanim nemawim
Min be rût û qûtî û pêxwas û bêkirasî
Le mallî xoma dujmin be serbarim denasî
Meqdemî xêrit laybird xemî zorim le ser san
Be to sarêj bû tenî pirr zarim û hallî perêsan
Zamî derdî kurdanim pirr jan û le mêj e
Dermanî derdî muzmîn dûr û dirêj e
Serwer Mustefa ye, bo Muhemmed, pîstîwan e û bira ye
Ya reb sûilewer key ew dû çira ye
Ya reb be fezl û feyzî xot û nûrî îman
Muweffeq ke Muhemmed, hem Mustefa ra bi xatirî Qur’an
Fexrî gel Mustefa û Barzan mayey sanazî
Fîdate giyan û ser û mallî Sedrî Qazî
Ewey Barzan wa nenasê bê hosî bê zeman e
Kerr û gêj û wêj û heywan û nezan e
Ewey nahezî Barzan e, cas û xofiros e yanî
Gewad bab e, zollekurd e û daykî zanî
Pistî derbazbûna nêzî sê mehan di ser dadgehîkirina qaziyan re, li fermandariya
artêsa Îranê grûpek ji bo dubare dadgehîkirina qaziyan ji kesên jêrin hate
destnîsankirin:
1- Kolonel Reza Nîko Zade (Dadger)
2- Kolonel Receb Eta (Serokê Dadgeha Pêdaçûnê)
3- Efser Husên Sulih Co
4- Efser Nebewî, wek parêzer ji qaziyan re hatibû destnîsan kirin.
Li vir nûçegihan Kiyomers dinivîsîne: Tevî ko tawanbaran (qaziyan) bi hûrî parastin û
retkirina wan sûçan di 114 rûpelan û di rûnistina yekê de dabû dadgeha pêdaçûnê û
daxwaza selimandina sûçan jî kiribû, lê belê daxwaza wan ji bo heyama sê mehan li
Dadgeha Meydaniya Fermandariya Artêsê hatibû histin û çawa jî li Mehabadê hatibû
girtin û morkirin, welê bi heman awayî mabû û ti kesek ne amade bû, ne veke û ne jî
bixwîne.
Herweha jî dema hatina grûpa dadgehê ji Tehranê ji bo Mehabadê, tenê ev daxwaza
xweparastina qaziyan jî bi xwe re neanîn ji bo ko bi kêmanî di dema dubare
dadgehîkirina wan de, ji wan re bibêjin ko em vê xweparastinê qebûl jî nakin. Tevî ko
yên sûçdar pir ji nivîsara ji bo xweparastinê û selimandina bêsûçiya xwe
amadekiribûn, pistrast bûn jî, lê belê welê diyar bû ko biryara sûçbarkirina wan her li
Tehranê hatibû girtin û erêkirin jî.
Di berdewama nivîsa xwe de, Kiyomers dinivîsîne:
Grûpa pêdaçûnê û dubare dadgehîkirina qaziyan ji bal fermandariya leskerî ve hate destnîsankirin û ji Sahê Îranê re jî hatine nasandin. Sahensa hin sîret û raspêrî dabûn wan ko çê nabe bi ti awayî di dadgehê de ti guman û sawîrên wan hebin û berdewam bi riya bêtelê pêwendiya wan ya bi fermandariya artêsê re hebe.
Em, grûpa diyarkiriya dadgehê di 25.3.1947’ê de, me ji Tehranê ber bi Tewrêzê û ji
wir jî ber bi Miyanduwawê û Mehabadê ve da rê, di 28.3.1947’ê de, em gihistin cihê
xwe û sevekê me li padgana Mehabadê bêhna xwe da. Spêdê dadgehê dest pê kir,
despêkê Qazî Mihemed anî û dest bi lêpirsîna wî hate kirin û sûçên wî heman ew 12
maddeyên berê bûn yên ko ji bal Dadgeha Leskeriya Meydanî ve berbirûyî wî hatibûn
kirin, Qazî Mihemed jî tinê sê nebin, tevên din bi tundî ret kirin.
Qazî Mihemed dubare ji bo selimandina sûçan, daxwaza belgeyan kir. Di hemû dema
xwendina sûçan û xweparastinê de, Qazî Mihemed pir aram û tena bû, pir bi rêz û
hêminî bersîva pirsiyaran dida.
Ji ber ko Qazî pir li ser retkirina sûçan radiwestiya, dadger bi ser Qazî de qêriya û pir
bi xeyidîn pê re peyivî, Qazî Mihemed jî bi xeyidîn karvedana xwe nîsan da û bi
zimanê farsî ji dadger re got: Suma hem xurdeyê dîgiran ra nesxwar mîkunîd. Ango:
Hun jî dîsa heman xwarina xelkê dicûn.
Herweha jî jê re got: Suma eger dîn nedarîd û xudara hem nemîsnasîd, îman bi hîsab
û kîtabê axîret nedarîd, laeqel zerreî cewanmerd basîd!. Ango: Ko ne dînê we hebe û
ne jî hun Xwedê binasin û baweriya we ya bi hîsab û kîtaba axîretê jî nebe, qe nebe
bila hinekî mirovantiya we hebe.
Jê re got: We ev hemû derew û buxtan çawa ji min re çêkirine?! eger hun rast
dibêjin, belgekê bînin!.
Ji ber ev gotin bi farsî sivikahiyeke mezin e, lewra qaziyê dadger pir xeyidî û bi
mistan li serê xwe xist û bi farsî ji Qazî Mihemed re got: Kurdan seg sifet?!. Ango:
Kurdên kûçik sîfet.
Lêbelê xeyidîn û gefên dadger bandorek li Qazî nekir, belkî berevajî, hîn bêtir
berbirûyî dadger bû û jê re got: Kûçik û bêseref û bêrûmet hun in, ko ne ji xwe û ne
ji xelkê û ne jî ji qanûnê re sînorekî nabînin, axir hey bêseref, tu her dikarî biryarekê
ko wî bêserefê din girtiye, pêk bînî, ji vê pê ve ti sasiyên din ji destê te nayên, min ji
zû de û bi singê fereh xwe ji vê yekê re amade kiriye, ko ez bêsûç im û di riya
azadiya gelê xwe de tême kustin, ez vê yekê weke dilovaniyek ji cem Xwedê ji xwe
re qebûl dikim, ez bi vê merg û mirina merd sanazî dikim.
Pistî qediyana gotinên xwe, Qazî Mihemed biryar girt ko êdî ti gotinekê neke û
bersîva ti pirsiyareke qazî jî nede, sond xwar ko bersîvê nede û got: Ev namerd her
çi sasiyekê dike, bila bike.
Dadger jî ji bo ko Qazî Mihemed hinekî aram bibe û belkî ji biryara xwe jî posman
bibe, dema bêhnvedana dadgehê ragihand û pistî bêhnvedanê pir hewl da ko bersîva
pirsiyarên dadger kolonel Nîkozad bide, lê belê Qazî Mihemed got: Niha biryar ew e
ko ez bême bidarvekirin, ev jî ji bo wê soz û peymanê ye, ya ko min daye gelê xwe,
min biryar girtiye bi gelê xwe re, ji gelê xwe re bijîm û jê re bimirim jî, niha ezê çawa
amade bim soz û sondeke ko min xwariye biskênim, ji ber wê hemû bêserefiya
kolonel ko xwe kiriye dadger, eger kesekî din ji min bipirse, eger na, ez ne amade
me bersîva wî bidim.
Dema ko xuya bû Qazî Mihemed ne amade ye bipeyive, grûpa dadgehê di nava xwe
de kete sêwirê, neçar ma biryar girt di dewsa kolonel Nîkozad de, kolonel Receb
Etayî ko serokê dadgehê bû, bû dadgerê dadgehê.
Pirsiyar dubare ji ya yekemîn ve dest pê kir, Qazî Mihemed jî tev pirsiyarên ko berê
ret kiribûn, dîsa jî ret kirin. Di bersîva wê pirsiyarê de ka çima bê axaftina bi
hukûmeta navendî re bondên bazirganiya petrolê bi Rûsya re mor kirine? Qazî
Mihemed keniya û got:
Kîjan petrol, kîjan bîr û kompanyaya petrolê li ber destê me bûye ji bo ko em bazirganiyê pê bikin?, seyr e!, eger hun dixwazin bi narewayî sûç û tawanan bidin pal me, sûç û tawanên welê ji me re çêkin ko bi kêmanî hinekî beraqil bin. Heye ko hun ava vî çemê di Mehabadê re derbaz bide, bi petrol bihesibînin, bi rastî jî we pir bi nezanî û bêserûberî ev sûç ji me re çêkirine, ko ti bingehekî ji wan jî nîne.
Herweha di bersîva wê pirsiyarê de ko Qazî Mihemed rê daye, yan jî daxwaz kiriye ko
biyaniyên mîna Mela Mistefa têkevin axa Îranê, Qazî Mihemed dîsa mîna sê mehan
berê bersîva vê pirsiyarê jî da û got:
Mela Mistefa li Kurdistanê ne biyanî bû, Kurdistan mala her kurdekî ye, kes wa lê nekiribû ko ew bête vê derê, rewsê wa kiribû ko ew bêt, ango ji beseke mala xwe hatiye beseke din ya mala xwe û wesselam
Ca kolonel Etayî yek bi yek dîsa pirsiyar dikirin û Qazî Mihemed jî her wek berê,
dubare sûç ret dikirin. Wê demê kolonel Nîkozad ko dadger bû û Qazî Mihemed pir bi
tundî li hemberî wî derketibû, mîna mar xwe dixwar, perçek qumas ko rengê wî sor,
spî û kesk bû û çakuç û dasek li ser hatibû nîgarkirin, ji çanteya xwe derxist û ji Qazî
Mihemed re got:
Ma qey ev ne hemû hukûmet û ala û teskîlata we ye?!
Kolonel tifî ala kir û xiste bin lingê xwe û pê lê kir!!
Qazî Mihemed li hember vî karê kolonel got:
Pêsiyê ev qed ne ala Kurdistanê ye, ji ber li ser ala me çakuç û das nîne, ya din jî ev reftara we nîsana kêmaqilî û bêrûmetiya te ye, pistrast bin destê we nagîje ala Kurdistanê ko hun wî bêhurmet bikin, rojek jî tê li ser vî xaniyê ko tê de têm dadgehîkirin, dê ew ala bête hildan û li ser biheje. Min ala Kurdistanê raspariye Mela Mistefayê Barzanî û li ser milê xwe, ji vî çiyayî ji bo çiyayê han, ji vî bajarî ji bo bajarê han, û ji vî welatî ji bo welatê han dibe, heta rojekê li ser hemû bilindahiyên Kurdistanê tête hildan û diheje, pistrast bin ew roj dê bêt.
Ca kolonel ji Qazî Mihemed daxwaz kir ko tevî pirs ji derveyî rojeva dadgehê ye jî, lê
belê eger ko çê bibe ji wan re qala hin xweserî û reftara Mela Mistefa Barzanî bike?!
Çi wek bawerî û dîtinên wî, û çi jî wek reftar û sinca Barzanî bi xwe, lê belê bê
demargirjî.
Qazî Mihemed got:
Dev ji Mela Mistefa Barzanî berde, te bi xwe jî got, Mela Mistefa kesekî biyanî ye û ev ji derveyî rojeva dadgehê ye.
Lê belê kolonel dîsa daxwaz jê kir..
Qazî Mihemed got: Eger ko bi dirustî ji te re qala Mela Mistefa bikim, heye ko bibêjî alîdarî û evîn û demargirjiya kurdan ez girtime.
Kolonel Eta jê re sond xwar ko ew ji rastgoyiya wî bawer dike.
Wî jê re got:
Her di vê dadgehê de, ji min re xuya bûye ko her tistê te gotiye û dibêjî, te ji kûrahiya dilê xwe û bi bawer gotiye.
Ca Qazî Mihemed got:
Ez nikarim ji we re qala hemû xweseriyên Barzanî bikim, hun jî qed nikarin Barzanî bi dirustî binasin, eger ko ez jî bêjim, hun qed napejirînin ko dujminê xwe bi van hemû kar û xweseriyên bas û bedew binasin û yekî weha di rêza dujminatiya we de be.
Dadger daxwaz kir ko li gor agahdariyên xwe, Mela Mistefa ji wan re bide nasandin,
her tistê di derbarê wî de dizane, bibêje.
Qazî Mihemed dîsa tekez kir û got:
Ne ez û ne jî kesek din nikare Barzanî weke ko çawa heye, ji we re bide nasandin, dixwazim em dev ji vê yekê berdin.
Lê belê dîsa jê xwest ko ji wan re bibêje. Qazî Mihemed jî got:
Bas e, lê belê ez bi tenê dikarim di hin hevokan de bêjim, çi zelamînî û keramet û serafet û mirovantî û egîdî û merdî û sexawet û mêrînî û netirsiya kesên mezinên di dîrokê de heye, tev li cem Mela Mistefa hene, bawerî û rastî û pakî û dilsoziya ji Xwedê û ol û xelkê hejar û
damayê gel re, yên di despêka Îslamê de hebûne, ev hemû li cem Barzanî hene. Mîna ko Sadî dibêje: Her ançê hemê darend, û bê tenha dared. Ango: Yê ko li cem teva bi hev re heye, hemû bi tinê li cem wî hene. Ca hun dixwazin bawer bikin û bila li we xwes bêt, dixwazin jî bila li we nexwes bêt.
Tevên ko li dadgehê bûn, ji vê pesna Qazî Mihemed hêbetî man. Qazî Mihemed dixuyî
ko ev hemû gotin ji kûrahiya dilê xwe û bi bawer digotin û ti sawîr û guman nebûn ko
pesna dida Mela Mistefa, ne ji bo xatirê sabûna Mela Mistefa û ne jî ji ber xatirê
grûpa dadgehê bû.
Etayî jê pirsî:
Ev hemû xeyidîna we ya ji cenabê kolonel Nîkozad çima bû?! Ji ber me
bihîstiye ko li vî welatî mîna te hêmin, aram û liserxwe nîne?!.
Qazî Mihemed got:
Ez wî mafî nadim ti kesî ko sivikahiyê bi gelê min bike, niha ji bona gelê min cezayê bidarvekirinê li min hatiye birîn, niha ez ji bo xatirê çi amade bim sivikahiya her xwêrî û nemerdekî qebûl bikim û min bi tinê bersîva wî daye, ne bêtir, ev karê Xwedê ye ko divê xwêrî û bêserûlingek bêt sivikahiyê bi gelê kurd bike, ne ji hêjayî û lêzaniya wî ye. Ca ez çi dixwazim ko her bêhurmetiyekê qebûl bikim?! Her wek helbestvanê fars Sadî dibêje: Her an kes dest ez can bisûyed, her ançi der dil dared bigûyed. Ango: Her kesê ko dev ji canê xwe berde, divê ko her tistê di dilê wî de ye, bibêje. Eger ko ez ne wek bênezaketî dibînim, hê jî di dilê min de tistê ko min bigota pir e, niha tistê ko min ji Xwedê hêvî dikir, Xwedê ew daye min, ango merg û sehîdbûna ji bona ol û gelê xwe û hêvîxwaz im ko ez bi rûkî sor biçim bargehê Xwedayê mezin û dilovan.
Dawiya dadgehîkirinê sûçek din jî da pal Qazî ko xudêgiravî ev malika helbestê:
Hemê serbiser post bi dusmen dehîm, ez an bê kê xudra bi kusten dehîm.
Ango: Em hemû pista xwe bidin dujmin, ji wê bastir e ko em yekî xwe bidin kustin. Ji
hejmareke efser û kadroyên Komarê re xwendiye û wan jî kiriye paroleya xwe. Lê
belê Qazî Mihemed got:
Cara pêsî ye ez vê helbestê dibihîzim.
Pistre dadger bi xwe got: Na na, Sedrî Qazî (Ebulqasim Sedrî Qazî) ev helbest gotiye
û Qazî Mihemed helbestek din ji hêza çekdara Komara Kurdistanê re gotiye û tê de
dibêje: Artês û hukûmeta Îranê wek malika helbesta: Pîremerdî zinezh mînalîd,
pîrezen sendeliyis hem mîmalîd. Ango: Kalek ji kul û derdê xwe dinaliya, pîreka
wî jî kursiya wî dimalî.
Efser Kiyomers Salih pistî karkinarbûnê, di jêrnivîsa kovareke din de dinivîsîne:
Dema ko ez nûçegihanê Mehnameya artêsê bûm, ez wek nûçegihan tevlî piraniya
dadgehên meydanî û leskerî û bedewî bû me, lê belê min qed ti carî kesekî bi qasî
Qazî Mihemed bi cerg û wêrek nediye, di dema dadgehîkirinê de qed netirsiya bû û
pir bi bêminetî dipeyivî û bersîva pirsiyaran dida, weke ko di rêwresmên cejn û
sahiyekê de rûnistibe, welê bû.
Her di derbarê dadgehîkirina cara duyemîn ya Qazî Mihemed de, Kiyomers Salih di
Mahnameya xwe de dinivîsîne ko wî hemû serpêhatî û bûyerên dadgehîkirinê, wek ko
çawa bûne nivîsandine û welê diyar e her bi sedema vê yekê jî bû, dawiyê bi sûça
eskerekirina nepeniyên leskerî û dijî ewlekariyê, Mehnameya wî nehatiye
belavkirin û efser Kiyomers jî daye dadgehê.
Efser Kiyomers herweha jî berdewam dibe û dinivîsîne:
Dema ko kolonel Nîkozad sivikahî bi Qazî Mihemed û gelê kurd kir û Qazî Mihemed jî pir bi tundî bersîva wî da, Qazî Mihemed got:
Pêsiyên me, pir ji me bastir hun dinasîbûn, Xwedê li wî helbestvanî xwes bibe yê ko dibêje: .
Efser Kiyomers Salih dibêje:
Helbestek pir bi mane û bilind û germ bû, ko bi farsî xwend û rih û rîsalên ecem û sîeyan derdixist. Min dixwest wê helbestê binivîsînim û bizanibim ka helbesta kê ye, lê belê dem dema dadgehîkirinê bû, min nedikaribû dîsa helbestê pê bidim dubarekirin. Qazî Mihemed pistî xwendina helbestê got: Hun weha nîsanî me dane û ji me re nasandine, hezar rehmet li wan bin.
Kolonel Eta dîsa ji Qazî pirsiyar kir:
Ji dema ko Mela Mistefa ji vê derê çûye, çi pêwendiyên we pê re hebûne, eger hebûne, kîjan rojê û çawa bûye?.
Qazî Mihemed got:
Heta Barzanî gihistibû derdorên Sino û Nexedê jî, pêwendiyên me
bi hev re hebûn, lê belê ji dema ko ew dûr ketiye, ti pêwendiyên me nemane û haya
min jê nîne.
Dîsa jê pirsî:
Erê hun dikarin bibêjin ka dema pêwendiya we bi Mela Mistefa re hebû, Mela Mistefa çi raspariye we? çi nexseyên wî yên ji bo rizgarkirina te hebûn?!
Di bersîvê de Qazî Mihemed got:
Mela Mistefa Barzanî pir hewl da ko ez pê re biçim, heta hê neketibûm girtîgehê, ji min re got ko ez dilê xwe bi bêsûçiya xwe xwes nekim. Mela Mistefa wêneyê rastîneyê we eceman ji min re kisand û ez têgihandim ka hun çawa û çi û kî ne!.
Kolonel Eta jê pirsî:
Hun dikarin ji me re bêjin ka wêneyê me yê wî ji te re kisandibû, çi û çawa bû?
Qazî Mihemed got:
Bi rastî jî wî ji her kesî bastir hun nasîne. Mela Mistefa ji min re got ko ti gel û milet ne wek eceman in, dema ko desthilata eceman hebe, kesên ji wan bêdilovanî, bêwijdan û zalimtir nîne, lê belê eger bindest bûn, kes wek wan nikare xwe mezlûm bike û bikeve hêvîkirinê, di dema hêzê de her çi yê ji destê wan tê dikin, di dema bê desthilatiyê de jî bi her çi awayî rizgar bibin, dikin û dibêjin, ca tu li benda wê yekê nemîne ko te ti sûç nekirine û ecem dê li te biborin.
Dîsan kolonel Eta jê pirsî:
Tu ne posman î ko tu pê re neçû yî?!.
Qazî Mihemed bersîv da û got:
Eger ko Xwedayê mezin vî awayê mirina min weke xwehîlakkirin qebûl neke, na ez ne posman im, ji ber min soz dabû gelê kurd ko ez bi wan re bijîm û ji bona wan bimirim. Min dizanîbû eger ko ez biçûma û neketama destê we, pistrast im we dê pir kes ji xelkê Mehabadê û gelê kurd ji tolhildana min bikusta, ca lewra yekem, sam e ko ez bêsûç tême kustin, û duyem jî, li soza xwe xwedî derketim û hêvîxwaz im rûsorê dinya û qiyametê û yê cem Xwedê û gelê xwe bim.
Pirsiyar:
Erê dema ko tu di girtîgehê de bû yî, ti nexse û plan, yan tistên din yên Barzanî yên li derveyî Mehabdê ji bo rizgarkirina te hebûn?.
Qazî Mihemed got:
Belê, Barzanî xeber da min ko her seveke ez bibêjim, ew dikare hejmareke mezin ya pêsmergeyên xwe bisîne û têkevin padganê û bi her awayî be min ji girtîgehê rizgar bikin, Mela Mistefa pir dixwest ko ez li girtîgehê nemînim û neyêm kustin.
Pirsiyar:
Lê wî çima ev yek nekir?
Bersîv:
Min bi xwe nexwest!
Pirsiyar:
Çima, tu çima ne amade bû yî rizgar bibî?!
Qazî Mihemed bersîv da:
Ji ber hin sedeman.
Kolonel Etayî pirsiyar kir:
Sedem çi bûn?
Qazî Mihemed got:
Di serî de, ji ber wan soz û peymanan bû yên ko min gotin, duyem jî ji bo wê yekê bû ko xwîna bêtir neyête rêtin, bi taybetî ji bona mana min, ez bêtir perîsanê kust û kustarê bûm.
Kolonel Eta got:
Bi rastî jî tu perîsanê xwe, yan barzaniyan, yan jî tu perîsanê serbazên me bû yî?!
Qazî Mihemed got:
Na wella ez ne perîsanê xwe û ne jî yê serbazên we bûm, belkî ez perîsanê kurdan û xortên barzaniyan bûm, eger na, min ev yek ji xwe re daniye û min dizanîbû ezê her bême kustin û ev hêviya min e jî.
Kolonel Etayî:
Tu dikarî ji me re bêjî ka çima ev qas perêsanê barzaniyan î?!
Qazî Mihemed:
Ji ber hin sedeman!!
Kolonel Eta:
Ew sedem çi ne?!
Qazî Mihemed:
Ji ber Mela Mistefa û barzanî hêviya paseroja gelê kurd in û min jî ala Kurdistanê raspariye wan, ewê vê alayê biparêzin, heta roja wî têt, ala Kurdistanê li cem wan e, ne yê ko kolonel Nîkozad tif lê kir û xiste bin lingê xwe, hêviya min ji Xwedê ew e ko rojek bêt ew ala bi destê bikare û bihêzê Barzanî li ser vî xaniyê ko niha ez tê de têm dadgehîkirin û herweha jî li tev bilindahiyên Kurdistanê bête hildan.
Kolonel Eta:
Pirsiyara dawî, erê bi rastî jî tu bi xwe neçûyî, yan Mela Mistefa tu bi xwe re nebirî û nedixwest tu bi wî re biçî?!
Qazî Mihemed:
Welê diyar e hun ji gotinên ez dibêjim bawer nakin?!
Kolonel Eta: Na, dixwazim tu ji min re rastiyê bibêjî?
Qazî Mihemed:
Ji te re dibêjim, tu jî sivikahiyê nekî, yanî çi rastiyê ji te re bibêjim, ev tê çi maneyê?!.. Na, ezê kû ve biçim, vira axa Kurdistanê ye, bav û kalên min li vira jiyane, xwe ne ez Pîsewerî yê jinsîfet im ko welat û gelê xwe bihêlim û birevim?!..
Kolonel Eta, ji tirsa ne wek ko Qazî Mihemed dubare bixeyide û mîna Nîkozad wî jî
riswa bike, zû daxwaza lêborînê kir û sond xwar ko niyaza wî ne sivikahîkirin bû, lê
belê axaftinek bû û hate gotin.
Qazî Mihemed:
Eger ko min axaftinek gotibe û li we xwes hatibe, mebesta min ne ew bûye ko dilê we xwes bikim, min bi tinê rastî gotiye.
Kolonel Eta:
Bi rastî jî ez dixwazim tu bersîva vê pirsiyara min bidî, ko tu ev qas hogirê gel û welatê xwe yî, çima û çawa bû te rê da biyaniyan têkevin vî welatî û bibin serbazên gelê te?!
Qazî Mihemed:
Hun ev qas vê gotinê dubare dikin, welê diyar e merema we hêzên rûs û îngilîzan e?
Serheg Eta:
Na, merema min Mela Mistefa Barzanî ye!
Qazî Mihemed bi ken got:
Demek e min bersîva vê pirsiyara we daye, dubarekirina wê ne gerek e, min ji we re got ko ne min û ne jî biyaniyan û ne jî kurdan, Barzanî ne aniye, Mela Mistefa kurd e û Kurdistan mala her kurdekî ye. Mela Mistefa weke mirovek ji beseke mala xwe, hatiye beseke din, mafê her kesî jî heye ko li her cih û kuncekê milk û mala xwe bijî û ev mafê wî ye, bas bas bizanin min bi xwe nexwest biçim, eger na çendîn otomobîl li ber destê min bûn, her dema ko min bixwesta, min dikaribû ji axa Îranê derkevim, min pir jî bas encama vî karê xwe dizanî, min hun pir bas dinasîn, her weke ko Barzanî jî digot, di dema zelîliyê de, kes nikare mîna we bikeve hêvîkirinê û mezlûmiyeta xwe nîsan bide, lê belê di dema desthilatdariyê de, ti kesên ji eceman zalimtir û bêdilovanîtir û serhisktir û dilrestir nîne.
Bi vî awayî dadgehîkirina Qazî Mihemed qediya. Ca dora Mihemed Husên Xanê Seyfî
Qazî hat û pir bi heybet û aram û bi wêrekî kete hundir û te digot qey ev ne dadgeh
e jî.
Kolonel Nîkozad dîsa kete cihê xwe yê fermî û rûyê xwe da Seyfî Qazî û dest bi
pirsiyran kir. Pirsiyar:
Tu çawa bûye wezîrê ceng û te çima ev berpirsiyariya pembeyî wergirt û merema te ji vî karî çi bû?!
Seyfî Qazî:
Min bi sanazî ev erk wergirt û merema min xizmeta gelê min bû û tistek din na.
Nîkozad:
Merema te xizmet bû, yan jî te dixwest bi riya berpirsiyariyê diravan bidî hev û pê bijî?
Seyfî Qazî bi ken:
Kolonel, meger tu bi xwe jî min nanasî, ji bilî ko min ev yek ji bona
diravan nekiriye, min bi qasî 2 milyon tumenan jî ji gel û komara Kurdistanê re
mezaxtiye ko dirav û malê min yê taybetî û kesane bû. Kolonel welê diyar e ji bilî ko
tu tistekî di derbarê min de nizanî, tu herweha tistekî ew qas di derbarê sinq û tîtalên
dadgehê de jî nizanî!
Li vir, ji ber kolonel hê jî ji gotinên Qazî Mihemed xeyidî û dilpir bû û hest bi skestin û
dorandinê dikir, dixwest behanan ji Seyfî Qazî re derxe û xwe bixeyidîne, lê belê
Seyfî Qazî hosdarî dayê û jê re got:
Me êdî dev ji jiyan û mala xwe berdaye û eger tu yek misqal bêedebî û cesaretê bikî, ez ne wek Qazî me ko her bi gotin û sixêfan dev ji te berdim. Mista xwe kire girê û nîsanî kolonel da û got:
Ezê bi vê mistê, ser û guh û dev û diranên te biskênim, ma qey ji mirinê pê ve ko hêviya me ye, tistek din heye?! we ji me re milyonek derew û buxtan û gotinên kirêt û tistên din, tistên din yên bêmane çêkirine, ca hun dixwazin ko sasî û namaqûliyên bêtir jî bikin!. Ti bingehekî derew û buxtanên ko we ji me re çêkirine nîne, lê belê ez li vir didim xuyakirin ko ez wan hemû derew û buxtanan bi sanazî li ser xwe qebûl dikim û êdî ez ne amade me
bersîva we bidim.
Bi vî awayî dawî li dadgeha Seyfî Qazî jî hat. Ca dor giha Ebulqasim Sedrî Qazî û ew jî
anî ber dadger û yekem pirsiyara ko li wî kir ew bû:
Erê merema we ji wê nameyê çi bû ya ko we ji Qazî Mihemed re nivîsandibû û daxwaz kiribû ko heta alîkarî digîje wan, xwe bigirin?!.
Sedrî Qazî got:
Qed tistek welê çênebûye û ger welê ye, kerem bikin nîsan bidin!.
Ca dadger got:
Ew çi helbest e te ji Barzanî re nivîsandiye?
Sedrî Qazî got:
Belê min helbest nivîsandiye, min ji Barzanî hez kiriye û min jê re helbest nivîsandiye.
Dadger dubare jê pirsî:
Erê alîkariya te gotibû, berê jî hatibû kirin, yan ev cara yekemîn bû ko ji bal biyaniyan ve alîkarî bi we re bihata kirin?!!
Sedrî Qazî dîsa jî got:
Ez ret dikim ko tistekî weha çê nebûye.
Dadger got:
Hun çima li Tewrêzê bi Pîsewerî re civiyan û we gotûbêj bi Nemaz Elîyof yê fermandarê leskerî yê rûsî li Miyanuwawê re kiriye û hatin-çûyîna Alxander li Meraxê û kunsulê Rûsya li Ormiyê kiriye û we bi wan re rûnistin û civîn çê kirine?!
Ebulqasim got:
Ev pêwîstiyên rojê bûn.
Dadger got:
Ev kar sîxuriya ji rûsan re bû.
Lê belê Ebulqasim Sedrî Qazî ev dîtina wî ret kir û got:
Sîxurî ji kê re, çima çi li welatê me heye ko weke çawa heye rûsan nedîtibe, tistek, cihek heye ko rûs bi xwe neçûbin wir.
Ca dadger navê hin nameyên din jî anî ko xudêgiravî wî weha û weha nivîsandine.
Ebulqasim got:
Min her tistek ji her cihekî re nivîsandibe, min kopiyeke wê li cem xwe histiye, hêvî ye dosyaya me bisînin Tehranê, name û belgenameyên min tev li wir in, dê bastir zelal bibe ka min çi û ji kê re nivîsandiye.
Bi vî awayî dubare dadgehîkirina hersê qaziyan jî qediya, desteka dadgehê dubare
kete giftûgo û gengesê, bervajî dadgehîkirina din ya meydanî, ko di kêmtirî nîv seetê
de dawî li sêwira xwe anî bû û biryara xwe girtibû, vê carê biryar girtina grûpa dubare
dadgehîkirinê bêtirî 10 seetan berdewam bû, di wê heyamê de pêwendiya bêtelê di
nêvbera Mehabadê û Tehranê de berdewam bû, heta seet 12’ê nîva sevê biryar girt
û cezayê bidarvekirinê li hersê qaziyan birî û pir bi lez jî ev biryar gihande Tehranê.
Ti kesî ji Qazî Mihemed û Sedr û Seyfî Qazî û ji me jî, me ji biryara Tehranê fêm
nedikir, lê belê dema ko me didît reng û sîmayê fermandarê leskerî pir hatiye
guhertin û destên wî dilerizin û bi lez bi bêtelê mijûlî pêwendîkirina bi Tehranê re ye,
em pê hesiyan ko biryara herî giran di derheqa wan de hatiye girtin.
Biryar welê bû ko wê sevê bi tinê nîv seetê pêwendiya bêtelê bi Tehranê re hebe, lê
belê wê sevê welê diyar bû ko fermandariya artesê û Derbara Sah jî heta berê sibê li
benda encama dawiyê ya dadgehê mabûn.
Ya rast ew e ko dadgeha pêdaçûnê jî heman sûçên dadgeha meydaniya berê dubare
kirin û ji bo sûçan jî belgeyên pêwîst ne anîn, ti girîngî jî neda retkirina tawanbaran
(qaziyan) û biryara bidarvekirina hersêyan jî pejirand.
Êdî kar hate kirin ji bo ko cihekî nava bajar bibînin da ko li wir darê sêdarê hilêxin,
welê diyar bû fermandarê leskerî zûtir, beriya biryara dadegehê bête girtin jî, rojek
berê xaniyê ko li Çarçira ye û hin qatên wî hene, destnîsan kiribû, ango her ji serî
de cihê bidarvekirinê ji wan re destnîsan kiribû, fermandar got:
Me cihê pêwîst amade kiriye.
Di nava otomobîlan de, li benda destûra birêketinê bûn, lê belê ji Tehranê biryar
hatibû girtin ko xudêgiravî ji bo tirsandina xelkê kurd û ji bo ko pend û îbretan jê
bigirin, li meydana Çarçira ya nîva bajarê Mehabadê bêne bidarvekirin. Fermandarê
Mehabadê di dema hatina grûpa dadgehê de ji bo Mehabadê, xaniyê ko li meydana
Çarçira bû, ji rûnistvanên wê vala kiribû, xaniyê ko sê qatên wî hebûn, hersê qatên
wî bi behaneya ko bi sev dê efserên çavdêriya bajar lê bimînin ji rûnistvanan vala
kiribûn, sê deriyên xanî hebûn ko yek ji meydanê re û yê din ji derveyî meydanê re
dihate vekirin û yê sêyê jî ji hewseke piçûk ya xanî re vedibû.
Destûra birina Qazî Mihemed ya ber bi meydanê ve hate dayîn, dema ko otomobîl
gihiste ber deriyê xaniyê li meydana Çarçira, Qazî Mihemed pirsiyar kir:
Çima divê ez li vir peya bibim?!
Yê efser jê re got:
Rêwîtiya te dê ji vir ber bi Tehranê ve bête organîzekirin û hin pirsiyar mane ko dê li vir li te bêne kirin.
Qazî Mihemed ji otomomobîlê daket, dema ko kete nav wê qerebalixiyê, dît ko
dadger kolonel Nîkozad û melayekî kurdewarî û hin serbazên çekdar di odeyê de ne,
herweha maseke mezin û Qur’anek jî li ser maseyê heye, û serokê tendirustiyê ko nû
ji Tehranê hatibû Mehabadê, tev li wir in. Di wê odeyê û di cih de Qazî zanibû ko
çûyîna wan ya Tehranê derew e û ew bi xapandin aniye Çarçirayê.
Dadger Nîkozad dest bi xwendina cezayê dadgehê kir û ew têgihand ko her niha divê
ev ceza pêk bêt. Ji Qazî Mihemed re got:
Eger ko wesyeteke te heye, bibêje yan jî binivîsîne.
Qazî Mihemed pir bi gurcî û çelengî cihê xwe yê li pist maseyê girt û dest bi nivîsandina wesyetnamê kir, heta çend rûpel nivîsand, pistre welê dixuyî ko westiya ye, lewra ji meleyê Mehabadî re got:
Were ez dibêjim, tu binivîsîne.
Qazî Mihemed pir bi zelalî digot û pê dida nivîsandin. Got:
Binivîsîne bila filan erd û filan cih û filan der… ji bo mizgeftê û dibistanê û nexosaxanê be, da ko ji bo ji gelê kurd, nivsên paserojê mifa jê bigirin. Sîretên yekbûn û bihevrejiyanê û evînê li kurdan kir. Dema ko dawî li wesyetnameya wî hat, dest bi xwendina nimêjê kir. Ji
xwedê tobe û hêvî dixwest. Vê yekê nêzî du seet û nîvan dem derbaz kir, dadger ji
derbazbûna vê hemû dema dûr û dirêj xeyidî, ew ji bo vegera Tehranê bi lez bû.
Pistî ko Qazî Mihemed wesyetnameya xwe nivîsand û nimêj û hêvîkirina ji Xwedê
qedand, daxwaz kir ko rê bidin wesyet û sîretan ji xelkê kurd re binivîsîne. Dadger rê
dayê. Dawxaza xame û kaxezan kir, jê re anî, her ji bo ko dadger kolonel Nîkozad û
tevên li wir jî bibihîzin û fêm bikin, ji mele re got:
Were binivîsîne, ez çi ji te re dibêjim, tu her wê binivîsîne.
Mele got:
Qurban ez çi binivîsînim?, bila ez bizanim ka tistê tu dixwazî binivîsînim, dê
dadger riyê bide te?!.
Qazî Miheemd xeyidî û got:
Dadger kî ye ko rê bide, yan nede min ka ez dixwazim çi bêjim?!.
Li vir Kiyomers Salih dinivîsîne:
Qazî Mihemed ew tist bi farsî digotin û ji mele re digot, tu bi kurdî binivîsîne.
Mele got:
Qurban ez nizanim bi kurdî binivîsînim.
Qazî Mihemed xeyidî got:
Ev jî yeke din ji bextresiyên gelê kurd e.
Di berdewama vê mijarê de Kiyomers Salih dinivîsîne:
Ca Qazî Mihemed dubare bi xwe dest bi nivîsandina wesyetnameya xwe kir û bi awayê li jêr û bi destxetekî pir bedew nivîsand:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan.
Gelê min yê kur û birayên min yên hêja, birayên min yên parxwarî, gelê min yê zorlêkirî, va me ez di gavên herî dawî yên jiyana xwe de me, werin ji bo xatirê Xwedê êdî dujminatiya hev mekin û pista hev bigirin, li hember dujminê zordest û zalim derkevin, xwe belas mefirosin dujminan, dujmin her ew qas we dixwaze heta karê xwe bi we pêk tîne û qed bi we re dilovanî nake, di her derfetekê de be, qed li we nabore. Dujminên gelê kurd pir in, zordest û bêdilovanî ne, sembola serketina her gel û netewekê, hevgirtin û yekbûn e, pistgiya tev gel e. Her gelê ko yekîtî û tebayiya wî nebe, ewê hertim di bin destê dujmin de bimîne, ti tistê we gelê kurd ji gelên li ser rûyê vê erdê ne kêmtir e, belkî hun bi mêranî û egîdî û hêjatiya xwe, ji gelên ko rizgar bûne, li pêstir in jî. Gelên ko ji destê dujminên xwe yên zordest rizgar bûne, mîna we ne, lê belê yekîtiya yên xwe rizgar kiriye hebûye, bila hun jî mîna tev gelên li ser rûyê erdê, êdî bindest nebin, her bi yekbûn û hesûdî bi hev nebirinê û xwe nefirotina ji dujminan re, li dijî neteweya me, hun dikarin rizgar bibin.
Birayên min, êdî bi dujminan meyên mexapin, dujminên kurdan ji her reng û grûp û
netewekê bin, her dujmin in, bêdiolavanî ne, bê wijdan in û rehmê bi we nakin, dê we bi hevdu bidin kustin, dê we temah bikin û bi derew û xapan, dê we berengarî hev bikin. Ji dujminên gelê kurd tevan, dujminê ecem ji tevan zalimtir û mel’ûntir û Xwedênenastir û bêdilovanîtir e, destê xwe ji ti tawanan li dijî gelê kurd naparêze, bi dirêjahiya dîrokê bi gelê kurd re xerez û kîna wî ya kevnar hebûye û heye jî. Temasa bikin, binêrin tev zilamên we yên mezin, her ji Simayîl Axayê Sikak, heta Cewher Axayê birayê wî û Hemze Axayê Mengur û çend û çendîn zilamên din, ew hemû bi xapan aram kirin û xelk ji pist wan vekir, ca pir bi nemerdî ew kustin. Ew tev bi sond û Qur’anê xapandin ko xudêgiravî niyaza eceman ya xêrê bi wan re heye û dê qenciyê bi wan re bikin, lê belê her xwesbawer e û bi sond û sozên eceman hatiye xapandin û jê bawer kiriye. Heta niha bi dirêjiya dîrokê kes nedîtiye bi tinê carekê jî ecem li sond û sozên xwe xwedî derketibin û ehdên dane kurdan pêkbînin, hemû derew û xap bûn. Ca va ye ez wek birayekî we yê piçûk, di riya Xwedê de, ji bo xatirê Xwedê ji we re dibêjim, hev bigirin û ti carî pista hev ber medin, pistrast bin eger ko ecem hingiv bide we, diyar e jar xistiyê. Bi sond û sozên derewên eceman mexapin. Eger ko hezar carî jî dest li Qur’ana pîroz bixin û soz jî bidin we, bi tinê niyaza wan xapandina we ye, ji bo ko hîlekî li we bikin. Va me ez di demên dawî yên jiyana xwe de me, ji we re dibêjim û ji bo xatirê Xwedayê mezin, ez we sîret dikim ko ya ji destê min hat, bi ser û can û tekosîn, bi sîret û nîsandana riya rast, min ji we re xemsarî nekiriye, niha jî di vê dem û rewsê de, dîsa ji we re dibêjim ko êdî bi eceman mexapin û ji sond û destlêxistina wan ya li Quranê û ehd û peymanên wan bawer mekin, ji ber ko ne Xwedê dinasin û ne jî ji Xwedê û pêxember û roja qiyametê û hîsab û kîtaban bawer dikin. Li cem wan bi tinê ji ber ko hun kurd in, bila hun misilman jî bin, hun sûçdar û mehkûm in, hun ji wan re dujmin in, ser û mal û canê we ji wan re helal e û weke xeza qebûl dikin. Soza min ne ew bû ko ez biçim û we di destê van dujminên dilres de bihêlim, min pir caran jî raborî û zilamên me yên mezin dihizirandin, zilamên me yên ko eceman bi xap û sond û derew û hîleyan ew girtine û kustine, neçar bi derew û hîle ew xapandine, kustine. Ew tev li bîra min bûn û ti carî jî min ji eceman bawer nekiriye, lê belê beriya ko vegerin vir, çendîn caran gotin û raspêrî bi name û bi sandina kesên navdêrên kurd û fars, bi dayîna soz û ehdên yekcar zêde û mezin ko niyaza xêrê ya dewleta ecem û Sah bi xwe jî heye û ne amade ne ko bi tinê dilopeke xwînê jî li Kurdistanê birije, niha hun bi çavê serê xwe encama sozên wan dibînin, ger mezinên hoz û esîrên me îxanet nekira û xwe nefirotina hukûmeta ecem, weha nedihate serê me û we, û komara me jî.
Sîret û wesyeta min ew e, bila zarokên we bixwînin, ji ber ti tistê me ji yê gelên din
ne kêmtir e, bi tinê xwendin nebe, bixwînin ji bo ko hun ji karwanê gelan pas ve
nemînin û her xwendin çeka kujeka dujminan e. Pistrast bin û bizanin eger ko tebayî
û yekbûn û xwendina we bas be, hunê pir bas bi ser dujminê xwe de serbikevin jî. Çê
nabe bi kustina min û bi kustina bira û pismamên min, çavê we bitirse, heta hun digîjin hêvî û armancên xwe, divê hun hê jî pir kesên din yên mîna me, di vê riyê de gorî bikin.
Pistrast im pistî me pir kesên din jî her dê bi xap û durûtiyê ji holê bêne rakirin.
Pistrast im pir kesên ko dê pistî me jî bikevin xapên eceman, dê ji me zanatir û hêjatir jî bin, lê belê hêvîdar im kustina me ji dilsozên gelê kurd re bibe pend û îbret.
Wesyeteke din ya min ji we re ew e, daxwaz bikin her çiyê we ji bona serfiraziya gel
kir, alîkarê we gel be, pistrast im Xwedayê mezin dê we bi ser xîne û dê alîkariya we
bike. Heye ko hun bibêjin: Lê çima ez serneketim?! Di bersîvê de dibêjim: Bi Xwedê
kim, ez serketî me, çi nîmetek, çi serketinek ji wê yekê mezintir e ko va me ez niha
di riya gel û welatê xwe de, ser û mal û canê xwe didim, bawer bikin min pir ji dil
dixwest eger ko ez mirim bi mirinekê bimirim ko di hizûra Xwedê û resûlê Xwedê û
gel û welatê xwe de, rûsor bim, ji min re ev serketin e.
Xwestiviyên min, Kurdistan mala her kurdekî ye, her wek di malê de, endamên malê
her kesê ji her karekî dizane, wî karî dispêrin wî, êdî mafê ti kesî nîne ko hesûdiyê pê
bibe, Kurdistan jî her ew mal e, eger ko we zanî kesek li vê malê dikare karekî bike,
dev jê berdin bila bike. Êdî çê nabe hun keviran derxin ser riya wî û çê nabe dilê we ji
wê yekê biêse ko berpirsiyariyên mezin di destê yekî ji we de hene, eger ko karên
mezin ketin ser milê yekî û ew kar bi rê ve bir, welê diyar e jê dizane û
berpirsiyariyên wî yên mezin jî li hember wê erkê hene. Pistrast be birayê te yê kurd
her ji dujminê dilbikîn bastir e û eger ko berpirsiyariyên mezin li ser milê min
nebûna, niha ez di bin darê sêdarê de nedirawestiyam, lewra jî çê nabe hun bi hev re
temahkar bin.
Yên ko fermanên me pêk neanîn, ne her bi tinê pêkneanîna fermanan, lê belê tam
dujminatiya me dikir, ji ber ko me xwe wek xizmetkarê gelê xwe qebûl dikir, niha ew
di nava mal û zarokên xwe de, di nava xewa sirîn de ne, lê belê va ye li ser navê
xizmeta gel, di bin darê sêdarê de me û va ez demên dawî yên jiyana xwe bi vê
wesyetnamê derbaz dikim. Ca eger ko berpirsiyariyên mezin di stoyê min de nebûna,
ez jî dê niha di nava zarok û zêçiyên xwe de, di xewa sirîn de bûma. Ko ez niha ji bo
pistî çûyîna xwe jî, we sîret dikim, ew jî yek ji berpirsiyariyên di stoyê min de ye.
Pistrast im eger ko yekî din ji we jî berpirsiyariyên min bigirtana ser milê xwe, niha
ewê li sûna min di bin darê sêdarê de bûya.
Ji bo razîbûna Xwedê û li gor berpirsiyariya di stoyê xwe de, mîna kurdekî xizmetkarê
gel û di riya çakiyê de, min ev sîret li we kirin, ko hêvîdar im ji niha û pê ve pendan
jê wergirin û dirust guhdariya sîretên min bikin. Bi hêviya ko Xwedayê mezin we bi
ser dujminên we de, bi ser xîne:
1-Baweriya we bi Xwedê û tistê ji cem Xwedê têt û peristina Xwedê û pêxember
(Silavên Xwedê lê bin) hebe, di pêkanîna erkên olî de xurt bin.
2- Yekîtî û tebayiya di nava xwe de piparêzin, karê neqenc li hember hev mekin û
temah mebin, bi taybetî jî di berpirsiyariyê û xizmetê de.
3- Xwendin û zanist û pileya zaniyariya xwe pês ve bibin, ji bo dujmin kêmtir we
bixapîne.
Ji dujminan bawer mekin, bi taybetî jî dujminên ecem, ji ber ko bi çend awa û
riyan ecem dujminên we ne, dujminên gel û welat û ola we ne. Dîrokê selimandiye
ko berdewam li kurdan bi behane ne, bi kêmtirîn tawanê we dikujin û ji ti tawanan jî
di derheq kurdan de, destê xwe nagirin.
5- Ji bo hin rojên jiyana bêqîmeta vê dinê, xwe mefirosin dujminan, ji ber dujmin
dujmin e û ne cihê pêbawerbûnê ye.
6- Îxanetê li hev mekin, ne îxaneta siyasî û ne giyanî û malî û ne jî ya namûsî, ji ber
îxanetkar li cem Xwedê û mirovan jî sivik û sûçbar e, îxanet li yê îxanetkar vedigere.
7- Eger ko yekî ji we dikaribû karên xwe bê îxanet pêk bîne, pê re alîkarî bikin, ne ji
ber temahî û bexîliyê li dijî wî derbikevin, yan Xwedê neke li ser wî bibin sîxurên
biyaniyan.
8- Cihên ko min di wesyetnameyê de ji mizgeft û nexosxane û dibistanan re
nivîsandiye, hun tev daxwaz bikin da ko pêk bên û mifa jê bigirin.
9- Hun ji xebat û hewl û tekosînê ramewestin, ji bo ko mîna tev gelên din ji bin destê
dujminan rizgar bibin. Malê dinê ne tistik e, eger ko welatê we hebe, serbestiya we
hebe, wî çaxî her tistê we heye, hem mal, hem serwet, hem dewlet, hem rûmet û
hem jî dê nîstimanê we jî hebe.
10- Ez bawer nakim, heqê Xwedê nebe, ti heqên din yên ti kesî li ser min hebin, lê
belê eger ko kesekî welê dît ko kêm yan jî zêde tistikî wî li cem min e, min malekî pir
li pist xwe histiye, bila biçe ji warisên min bixwaze û bistîne.
Heta ko hun hev negirin, hunê sernekevin, zilm û zorê li hev mekin, ji ber ko Xwedê
pir zû zaliman ji holê radike û nabûd dike. Ev soza Xwedê ya bê kêm û zêde ye,
zalim dirûxiyê û nabûd dibe, Xwedê toleya zilmê jî hil dide. Hêvîxwaz im van gotinan
têxin guhê xwe û Xwedê we bi ser dujminên we de bi ser bixe, weke Sadî kerem
kiriye: Muradê ma nesîhet bûd û gufîtm, hewalet ba Xuda kerdîm û reftîm.
Ango, mirada me sîret bûn û me kir, me hun rasparin Xwedê û em çûn.
Xizmetkarê gel û welat
Qazî Mihemed
Pistî ko Qazî Mihemed dawî li nivîsandina wesyetnameyê anî, ji dadger re got:
Dixwazî ji te re bixwînim?!
Dadger got:
Ne hewce ye.
Qazî Mihemed got:
Bas e, lê belê ji ber di ser’ê îslamê de bidarvekirin napesend e, ko
hunê min bikujin, min gullebaran bikin.
Lê belê dadger ev daxwaza wî qebûl nekir, ji ber biryara dadgehê xeniqandina bi werîsî bû.
Ca Qazî Mihemed got:
Ezê nimêjê bixwînim û destûratên beriya mirinê bikim. Rê dayê..
Beriya biçe ber werîsê sêdarê, rûyê xwe da Qîbleyê û herdu destên xwe bilind kirin û ji Xwedê hêvî kir û bi dengekî bilind got: Xwedêwo, tu sahid î ko min ji bo xizmeta gel ti xemsarî û kêmanî nekiriye. Xwedêwo, tu sahid î ko her tistê ji destê min hatibe, min di riya te de û ji bo razîkirina te kiriye. Xwedêwo, ji bo xatirê xwe, toleya mezlûman li dinê û li axîretê jî ji zaliman hilde, ko dizanim her welê ye jî. Ey Xwedayê ko haya te ji her tistî heye, tev gelên bindest û gelê kurd jî, ji bin destê van zaliman rizgar bike.
Pistre Kiyomers dibêje: Ev rêwresm û hêvîkirinên ji Xwedê, nêzî bîst deqîqeyan
berdewam bûn, herweha peyvên ko Qazî Mihemed bi kurdî digot, min wateya wan ya
bi farsî ji meleyê kurdê ko li wir bû, dipirsî.
Pistî van rêwresman, Qazî Mihemed bir ber werîsê sêdarê û bi dar ve kir. Bêtirî du
deqîqeyan dirêj nekir ko Qazî Mihemed canê xwe da. Seet jî bûbû çarî pistî nîva sevê.
Ca îsaretî kamyona ko Mihemed Hisên Seyfî Qazî yê wezîrê ceng yê Komara
Kurdistan tê de bû kir, da ko ew jî bête meydanê. Seyfî jî anîn wê odeyê, dema ko
dadger û mele û serokê tendirustiyê dît, di cih de zanibû ko karesat çi ye, lê belê qet
aloz nebû û nehate guhertin.
Dadger cezayê dadgehê xwend, jê re got ko ew dikare wesyetnameya xwe binivîsîne,
wî jî cihê xwe yê li pist maseyê girt û hemû wesyetnameya xwe di deh rûpelan de
nivîsand, heta wê demê jî, nêzîk bû berbeyan dihat. Gava ko ew ber bi meydanê ve
bir, bi zimanê kurdî dest bi hildana paroleyên soresgerî kir û bi mist û lingên xwe
kete lêxistina ser û guhên efser û serbazan. Li her serbazê dixist, radixist erdê,
qêriyên Seyfî Qazî, mîna qêriyên sêr bûn. Hemû xelkê Çarçira û dordorên wê, ji
xew siyar kir, bi lêxistina her kesekî re ko destê wî digihistê, weke sêr diqêriya,
digot: Bijî Qazî Mihemed, bijî kurd, bijî serxwebûna gelê kurd, em dimirin, lê belê
gelê kurd ti carî namire, hun xeyal dikin. Ji ber ko dengê Mihemed Hisên Xan Seyfî Qazî dengekî mezin bû û bi xwe jî pir bi heybet û netirs bû, heta ew gihande ber sêdarê, bi mist û lingan, hin kes li erdê xistibûn, pir kes ji dengê wî ji xew rabûn, lê belê ji ber ko her ji êvarê ve rewsa awarte û qedexeya hatin-çûyînê hatibû ragihandin, kes nediwêriyabû ji malê derbikeve.
Ew bi dar ve kir, lê belê pistî du deîqîqeyan werîsê sêdarê qetiya û bi erdê ket,
dubare ew rakir û hê jî diqêriya. Ca bir ber sêdara sêyemîn ya ko ji Sedrî Qazî re
hatibû amadekirin û dubare bi dar ve kir, wî çaxî seet bûbû pêncê sibê û dinya
yekcarî rona bûbû.
Dor giha Ebulqasim Sedrî Qazî, lê belê ji ber ko bêtirî seetekê di kamyonê de û çav li
rê mabû, gêj û hêr bûbû, herweha ji ber ko ew qasî ji cihê bidarvekirinê jî ne dûr bû,
hinekî fêm kiribû ka karesat çi ye!.
Dema ko ew daxist û xist odeyê de û dadger û mele û em dîtin, di cih de dest bi hêvîkirinê kir û got:
Axir ti sûçên min nîne, hêvî dikim min bisînin Tehranê ji bo ko karê min hîn bêtir zelal bibe.
Meleyaê Mehabdî jê re got:
Fihêtî ye, wa meke, ev qas hêvî meke, bi mêranî wek yên din be, cezayê dadgehê ye û divê bête pêkanîn, ca çima bi mêranî nemirî, merdane jiyayî û merdane jî bimire, tu çima dilê dujminan bi xwe xwes dikî?! Evana dujminkarane we bi dar ve dikin.
Van gotinên mele pir bandor lî wî kir, lewra jî rûnist û dest bi nivîsandina wesyetnameyê kir.
Tistê balkês ew e ko efser Kiyomers Salih qala naveroka wesyetnameyên Sedr û
Seyfî Qazî nekiriye, meger ko derfet ji dilsoz û hogirên dîroka kurd re çê bibe ko di
arsîvxaneya artêsa Îranê de, teksta wan wesyetnameyan jî bibînin û ji nû ve zindî
bikin.
Kiyomers Salih pistre dinivîsîne:
Dema ko dawî li wesyetnameya xwe anî, ber bi meydana bidarvekirinê ve bir, dema ko laseyên Qazî Mihemed û Seyfî Qazî dîtin, rewsa wî aloz bû û haya wî ji xwe nema, nidikaribû xwe li ser lingan bigire, naçar û her çawa be serbazan werîs xiste stoyê wî û ew jî bi dar ve kir û dawî li karesata bidarvekirina hersê serdarên kurd hat.
Pistî bidarvekirina wan, otomobîla ko em ji Tehranê anîbûn, amade bû, hinekî dûrtirî
meydana Çarçira rawestiya bû, beriya wê hingê tistên me di otomobîlê de hatibûn
barkirin, bi lez grûpa dubare dadgehîkirinê û ez û hin serbaz suwarî wê otobosê bûn û
me ber bi Miyanduwaw û Tewrêzê ve da rê, seet dehê sibê em gihistin Miyanduwawê.
Min qed bawer nedikir ko berpirsiyar û rêberên kurd ev qasî bi cerg û egîd in, heta
niha jî dengê Qazî Mihemed ko digot: Xwedêwo, toleya mezlûman ji zaliman hilde,
yan jî qêriya Seyfî Qazî ko hemû meydan û derdorên wê tijî kiribû û mist û pên li
efser û serbazan dixistin, li ber çavê min û di guhê min de ne.
Min karibû her ji dûr ve hin wêneyên wî bigirim, nediwêriyam nêzî wî bibim û pistî
bidarvekirina wan jî her ji dûr ve û bi hilêxistî min wêneyên wan girtin. Min welê didît
ko diayên Qazî Mihemd dê qebûl bibin, lê belê nizanim kengê û çawa jî.
Hemû ev nivîsa we li jor xwendî, di hejmara 61’ê ya Mahnameya artêsê ya 1325 (1946) de bi vî awayî hatiye nivîsandin û çapkirin jî. Divê behsa wê yekê jî bikim ko di
wesyetnameyê de pir paragraf û hevok hatine rakirin û pistrast im ev jî bi zanûbûn
hatiye kirin, bi taybetî jî di wê besê de ya ko sîretî gelê kurd dike, lê belê di wê
belavokê de ya ko bi navê Wêjename bi taybetî û bi awakî nepenî ji efserên artêsê û
cihên taybet re dihate çapkirin, tevî ko ew jî hatiye sansorkirin, lê belê kêmtirî cihekî
wê hatiye rakirin û dadgehîkirina hersê qaziyan bi dirustî tê de hatiye nivîsandin.
Di hejmareke pistre ya wê kovarê de efser Kiyomers Salih dibêje:
Bi behaneya ko li dijî ewlekariyê ye, rê nehate dayîn Wêjenameya min jî bête wesandin. Herweha di dawiya nivîsa xwe de dibêje:
Qazî Mihemed ji mele re got, sibe vê wesyetnameyê û sîretên min jî bide xelkê bajarê Mehabadê.
Qazî Mihemed sîretên xwe dane mele, lê belê pistî bidarvekirina Qaziyan, dadger nivîsa Qazî Mihemed ji meleyê kurd stand û da min û got:
Ev dê paserojê bibe fîtne, min jî welê di Wêjenameya xwe de wesand, lê belê pistre pistgirî nedan wesandina wê. Herweha divê wê yekê jî bibêjim ko wesyetnameya malbatî, wesyetname û raspêriyên destxetî yên Qazî Mihemed yên ji gelê kurd re, herdu jî di Namexaneya Artesa Îranê de, ango li (Bayeganî Nigarxenyî Milliyê Stadê Artês), tevî hemû
hejmarên Mahnameyê û Wêjenameya Tac Kiyanî jî hatine parastin.
Ji bilî vana, tev belgenameyên dadgehîkirina efser û mezinên serhildan û soresên
seranserî Îranê, wek mînak, hemû naveroka dadgehîkirina efserên Xurasanê û
Azerbêcanê û Qezwînê û Sîrazê û Tehranê û Esfehanê û dadgehîkirina efserên Tûde û
serhildana artêsa sahensahî û hêza esmanî û Eniya Gelêrî û alîdarên Dr.Museddeq û
Sureyya ya jina Sah û Erdesêrê kevne zavayê Sahê Îranê re, di wê Namexaneyê de,
wek xwe hatine parastin.
Çavkanî:
– Wêjename Tac Kiyanî, Wêjeya Fermandariya Artêsê.
– Kovara Mahnameya Artêsa Îranê.
Dengê Kurdistan