Tevlihevîya Misrê ber bi serekî navxweyî diçe

Li gelek deverên Misrê, seva çûyî û vê sibehê di pevçûn û serên giran de jimareke mezin mirov hatin kustin. Bi sed hezaran kes besdarî xwepêsandanên girseyî bûn, him ji bo û him jî li dijî daxistina Muhemmed Mursî ji ser postê serokwezîtîyê. Rewseke gelekî tirsnak ji bo serê navxweyî yê mezin peyda bûye.
Li gor hin nûçeyên erebî, îro di pevçûnên serê sibê de, bi kêmanî 120 kes hatine kustin û 4500 brîndar kirin. BBC jî radigihîne ku ji 100î bêtir kustî hene.
Li bajarê duwemîn ê here mezin Aleksandrîya herî kêm heft kes hatine kustin û bi sedan birîndar kirin.
Yek ji pênc kustiyan lawikekî 14 salî ye,ku bi kêrkirinê hatiye kustin. Li gor dazana El-Ahram esker êrisî xwepêsandana alîgirên Mursi kiriye. Êvara înê wezîrê karê navxweyî yê Misrê Muhammed Îbrahîm gotibû ku ew ê xwepêsandana Biratiya Muslumanan li Qahîrê ji hev belav bikin.
Li gor çavdêrên ajansên nûçeyan xetera gesbûna serekî navxweyî her diçe zêdetir dibe.
Dengê Kurdistan


