Nivîsar

WELATEKÎ DIXWAZIM

Welatekî dixwazim
Ezman sîn, dar û ber kesk, zevî bila zer bin;
Divêm bila bibe meskenê kulîlk û çîvîkan.

Welatekî dixwazim
Ne êsa serî û ne jî hesreta dilan bila hebe ;
De bese lo, lê birakujî bila qet tunebe êdî.

Hesreta welatekî me ez
Ferqa neçar, dewlemend, ez û tu nemîne bila;
Rojên sar yên zivistanê da herkes bibe xwedîye mal û milk.

Welatekî xeyal dikim
Jîyan bila fena hezkirîya bi dil be;
Ger gilî û gazinc hebin jî bila ji mirinê be.

WELATÊK WAZENA

Yow welat xeyal kena ez
Azmîn sîn, dar û ber kuehe, yega wa zer bo;
Awi welat wa bibo meskên vilîk û teyron.

Yow welat wazena ez
Wa nîe dêj sarrî û nîe zî hesretê zerrî bibo;
Hin besa wa kistis merdiman qet çînîyeb ma het di.

Hesrêt yow welata ez
Wa fêrq neçar û zengîn, yê mino tu bîyer wedartis;
Rueja serdin yê zimiston di herkes bibo wayêr mal û milk

Welatêk xeyal kena ez
Cuyayis merdiman sê heskerdis zerre ra bo;
Eger gere ‘ gazinc bibo, wa semêd mêrga bo.

Cahît Sitki Taranci
Werger -açarnayis : Suphî

Helbestvan Cahît Sitki Taranci 04.10.1910 de li Dîyabekir’ê da hatîye dinyayê. Mekteba ewil di Dîyarbekir’ê xwendîye û di Stembol ‘ Kadiköy’ê da çar sal di Lîsa Fransa yê, Saint Joseph’ê da xwedîye. Pasê derbazê mekteba Mülkîyeyê bûye, lê xwendina xwe neqedandîye û çûye Parîs’ê. Li wir sala 1938 ‘ 1940 da xwendîye,lê gava bajêr ketîye destê nazîyan di serê cîhanê ya dûyemîn da vegerîyaye Tirkîyayê û karê wergerê kirîye. Sala 1954 de nexwes ketîye, ji bona derman kirinê birine bajarê Vîyana yê û li wir di nexwesxanê da di sala 1956 de wefat kirîye.

Berhemên wî evin:
Emrê min da bêdengî ( 1933 )
Sî û pênc sal ( 1946 )
Ji xeyalan rindtir ( 1952 )

Suphi Aydin

Balkêş e ?
Close
Back to top button