Nûçe

Xebatên HAK-PARê berdevam in

Batman-Mêrdin

Kar û xebatên HAK-PARê ji bo hilbijartina herêmî berdewam in. Serokê Gistî Kemal Burkay û hevalên xwe duh sibê (19ê Çileyê Pasîn), bi otoboza partiyê ji Amedê derbazî Batmanê bûn. Li wir tevî marsa Partiyê û bi anonsên Kurdî û Tirkî di nava bajêr da geriyan, beyana hilbijartinê û belavok belav kirin. Pistra derbazi navenda HAK-PARê bûn û li wir bi heval û mêvanan ra sohbet kirin.

Konwoya Partiyê pistra bi rîya Hesenkêfê, Gercûsê, Midyatê û Omerlî derbazî Mêrdînê bû. Li van hemû bajaran sîarên partiyê hatin eskerekirin û namzetên HAK-PARê hatin nasandin.

Heyetê sev li Mêrdînê ma û sibê bi otoboza partiyê û otomobîlan derbazî Cizîrê bû. Di vegerê da çû Nisêbînê û Qiziltepê. Li van hemû bajaran jî di nav bajêr da anons hate kirin, beyan û belavok hatin belavkirin, namzetên partiyê hatin nasandin. Êvarî heyet dîsa vegerî Mêrdînê.

Ev ger, kar û xebat bi ali welatiyan gelek bal kisand û li hemû cîyan jî xelkê me bi germayî pêsiwaziya heyeta HAK-PARê kir.

Heyeta HAK-PAR’ê sibe di alî Ruhayê da ger û xebata xwe dê bidomîne.

20ê Çileyê Pasîn- 2014

Buroya Çapemenî ya HAK-PARê

Dengê Kurdistan

Back to top button