Nûçe

Beyana HAK-PARê ji bo Hilbijartina Herêmî:

WERIN EM DEST BIDIN HEV. QEDERA XWE BIGUHURIN!

JI BO AZADÎ, ASITÎ, DEMOKRATÎ Û GUHARTIN HAK-PAR!

JI BO BAJAR Û GUNDÊN NÛJEN, PAQIJ Û DELAL HAK-PAR!Pirsa Kurd

Pirsa sereke pirsa Kurd e. Ev pirs ji dema borî maye û ji ber ku gor dadî çareser ne bûye, roj bi roj girantir bûye û heya îro hatiye. Bedêla vê pirsê ji bo civakê gelek giran e.

Ev pirs hîn di dema Dewleta Osmanî da dest pê kir û maf û azadîyên Gelê Kurd ne hatine naskirin. Kîngê Dewleta Osmanî pistî Serê Pêsîn ê Mezin têkçû û beyanîyan axa wê dagir kirin, Kurdan jî li gel Tirkan ber xwe dan û welat parastin. Lê pistî ku Komara Tirkîyê ava bû heq û azadîyên Kurdan ne hate nasîn, sîyaseta nasnekirin û tunekirina Kurdan û qedexekirina çand û zimanê Kurdî dest pê kir. Ev sîyaset bi darê zorê bi rêva çû. Ji ber vê Kurd êsiyan, ber xwe dan, gelek ser û gengesî çêbûn û ji ber vê herdu gelan jî zirareke mezin dîtin.

Li vê dawîyê jî, ew serê 30 salî bû sedema mirina 50 hezar mirov, her usa herêma Kurdan ser û bin bû, bi mîlyonan mirovê me ji welatê xwe koç kirin. Digel vê, welatê me di rîya pêsveçûn û demokratîyê da sunda ma.

Pistî ewqas tecrube, zirar û zîyan êdî rêvebir û berpirsîyarên Dewleta Tirk jî dibînin ku bi rîya vê sîyaseta sas, bi rîya zor û zulmê pirsa Kurd çareser nabe û êdî li rê-olaxên astîyane digerin.

Em wek HAK-PAR ta ji destpêkê li gel sîyaseteke astîyane ne. Em dixwazin sîleh bêdeng bin, ser û pevçûn ji jîyana civakê derkeve û pirsa kurd bi metodên astîyane çareser be. Bi raya me ev yek dibe.

Van salên dawî Dewleta Tirk ji bo naskirina Kurdan hin gavên erênî avêtin. Rê dan pirsa Kurd bi serbestî bê qisekirin. Kitêb, rojname û kovarên Kurdî, kesetên muzîka Kurdî êdî serbest in. TRT-Ses bi Kurdî wesanê dike û di hin zanîngehan da besa ziman û edebiyata Kurdî vebûn. Evana gavên bas in, lê ji bo çareserîya pirsa Kurd têr nakin.

Ji bo çareserîyeke rêk û pêk, divê gavên mezintir bêne avêtin. Helbet çareserî divê gor dadî be û ew jî li ser esasê wekhevîyê dibe. Bona vê jî divê ev aqlîyeta berê ku hebûna Kurdan nas ne dikir û dixwast civakeke yekrengî ava bike, divê ev sîyaset bê terkkirin û sazûmaneke federal bê avakirin.

Di hemû welatên pêsketî û medenî da ku pirrengî ne, ango li wir bi alî ziman, çand, bîr û bawerî da gelên cuda cuda dijîn, sazûmana siyasî federal e.

Federalî ne parçebûn e, lê bi siklekî astîyane bi hevra jîyan e.

Bona vê yekê em wek HAK-PAR federasyonê diparêzin. Federalî wekhevî ye. Kurd di sazûmaneke han da dikarin hemû maf û azadîyên xwe bistînin.

Li vî welatî partîya ku federalî dixwaze tenê HAK-PAR e.

Divê Tirkîye bi destûreke teze sazûmaneke ne merkezi, sazûmaneke federalî hilbijêre. Li dinyayê Dewletên Yekbûyî yê Amerîka (DYA), Rusya, Elmanya , Hindîstan, Çîn, Qeneda, Swîs, Belçîk û Spanya jî di nav da, li gelek welatan ev sazûman heye.

Divê Kurdî jî digel Tirkî bibe zimanê fermî. Li welatekî dikare ji yekî zêdedir zimanên fermî hebin, gor pirrengiya civaka wî welatî bi alî etnîkî û çandî. Li dinyayê gelek dewletên bi vî rengî hene, wek Swîs, Belçîk, Qeneda, Federasyona Rusya, Hindîstan, Komara Efrîqa Basûr.

Li Iraqê Kurdî ji sala 1958 vir da zimanê fermî yê duwemîn e. Dîsa Iraqê di sala 2005 da bi destûra teze sazûmana federal qebûl kir û Herêma Kurdistanê jî bû herêmeke federal û xwedî parlamen û hukumeta xwe ye.

Divê li Tirkîyê di destûra teze da mafê perwerde bi zimanê dayikê cî bigre. Divê zarok û xort bikaribin ji dibistanê heya zanîngehê bi zimanê xwe bixwînin û xelk bikaribe zimanê xwe di hemû warên jîyanê da bi kar bîne. Usa nebe, mirov nikare behsa azadîya zimanekî bike.

Mafê perwerde bi zimanê dayikê her usa jî bo azadîya ziman û çanda xelkên dinê wek Ereb, Laz û Çerkez jî hewce ye, ku li hin cîyan bi hejmareke bas hene.

Pistî ku li vî welatî hebûna Kurdan hate naskirin, bi taybetî van demên dawî, sîyasetmedar gelek caran behsa biratiya Kurd û Tirkan dikin. Lê gotinên han zikê kesî têr nakin û pirsan çareser nakin. Biratiya rastî li ser esasê wekhevîyê dibe. Divê herdu alî qasî hev xwedî heq bin.

HAK-PAR biratiyeke han dixwaze.

Em dengê we hemû himwelatîyan dixwazin, ku razî ne pirsa Kurd bi vî siklî, ango li ser esasê dadî û wekhevî çareser be û yên ku azadî û asitî dixwazin.

Pirsa Elewîyan, azadîya bîr û bawerî

Pirsa Elewîyan jî yek ji pirsên mezin yê welatê me ye. Li Tirkîyê û Kurdistanê qasî 15-20 mîlyon Elewî dijîn. Elewîyan di demên borî da gelek neheqî û zulm dîtin, gelek caran nasnameyên xwe vesartin.

Di vê dema dawî da zexta li ser Elewîyan piçek sist bû. Êdî wek berê nasnama xwe venasêrin, komelên wan hene û cemxaneyan ava dikin, cemên xwe eskere çêdikin. Lê hîn jî hemû daxwazên wan ên rewa bi cî nehatine. Cemxane bi siklekî fermî nehatine naskirin. Dersa olî jî dîsa îcbarî ye.

Digel Elewîyan, li ser ol û baweriyên dinê wek Xirîstîyan, Mûsewî û Kurdên Êzdî jî neheqî, cudayetî bi gelek awayan berdewam e.

Bona ku ew neheqî nemîne, divê li vî welatî laîqîyeke rastî pêk bê. Ev welat tucar nebû laîq. Heya ku sazîyeke wek Serokatîya Karên Dîyanetê hebe, ku gor Îslama Sunnî-Hanefî kar dike û heya ku dersa olî ji bo hemû himwelatîyan îcbarî be, mirov nikare behsa laîqîyê bike.

Divê Serokatîya Karên Dîyanetê bê guhartin, ji saziyeke fermî bê derxistin, ango bibe sazîyeke xweser, yan jî wakf û dîsa xizmeta olî bike ji bo Misilmanên Sunnî. Her usa dersa olî îcbarî nebe ji bo herkesî. Divê hemû ol û bawermendîyên cuda gor xwe wakf û sazîyên hanê ava bikin ji bo xizmeta olî.

Ji bo laîqîyeke rastî divê dewleta Tirkîyê destê xwe ji warê olî vekisîne, tu zextê li tu ol û bawerîyê neke, her usa tu olî ji ser ên dinê ra negre.

Em wek HAK-PAR laîqîyeke bi vî rengî, ango yeke rasteqîn, her usa jî azadîya bîr û bawerî ji bo herkesî dixwazin. Bona vê yekê em dengê hemû himwelatîyan dixwazin ku li gel azadîya bîr û bawerî ne û di vî warî da jî dijî her texlît cudayî û neheqî ne.

Endametiya YE û demokratîyeke pêsketî û pirrengî gor standardên Ewrûpa

Em wek HAK-PAR dixwazin Tirkîye bibe endamê Yekitîya Ewrûpa. Bona vê yekê Tirkîye divê reformên ku lazim e bê kirin, rojkî berê bi cî bîne.

Tirkîyê heya nuha, di cîanîna reforman da tim dereng ma, giran mesiya, li maneyan gerî, lê ji bo derengketina endametîyê welatên Yekitîya Ewrûpa (YE) gunekar kir. Him cîanîna Sertên Kopenhagê, him jî reformên dinê ji bo endametîya YE, ji bo demokratî, zelalî, pêsveçûna Tirkîyê jî giranbuha ye.

Em demokratîyeke himçax û pirrengî dixwazin gor standardên Ewrûpa. Divê hemû astengên li pês azadîyên bîr û bawerî, rêxistinî û çapemenî bêne paqijkirin. Divê gor Sertên Venedîgê hemû partî û komeleyên ku metodên zorê bi kar naynin û red dikin bila serbest bin.

Divê Qanûna Partîyên Sîyasî, Qanûna Hilbijartinê, ya Cezayê bên guhartin û bibin demokratîk, divê Qanûna Dijî Terorê (TMK) bê rakirin.

Divê sedê hilbijartinê bi temamî bê rakirin, hemû partî gor dengên ku girtibin bikaribin di Parlamenê da bên temsîlkirin, her usa jî alikarî ji xezîna dewletê bistînin.

Divê li ser kar û barên ku tesîreke mezin dikin li ser jîyana himwelatîyan, ji bo kar û biryarên han raya gel bê pirsîn, ango referandûm çêbe, gor hewcedariyê li temamiya welat yan jî li herêman. Ango em dixwazin himwelatî bi vî awayî bibin xwedî gotin û biryar.

Destûreke nu, medenî û demokratîk

Em wek HAK-PAR destûreke (makezagon, yan jî zagona bingehîn) teze, medenî û demokratîk dixwazin. Destûreke usa ku bibe bingeh ji bo çareserîya hemû pirsên sereke ku iro welat rû bi rû ye, wek pirsa Kurd û pirsa Elewîyan, her usa jî bibe bingeh ji bo demokratîyeke pêsketî.

Divê destûra teze van sê esasan jî bihewîne: Nasnameyeke teze ji bo himwelatîyê, ku hemû kes û hemû gelên vî welatî xwe tê da bibînin; sîstemeke nemerkezî ya sîyasî û îdarî, ku rê bide xwemuxtari, yan jî federalîya herêman; perwerde bi zimanê dayîkê.

Destûra nu, di gel van hersê esasan, divê maf û azadîyên bingehîn ên dinê jî gor standardên Yekitîya Ewrûpa bihewîne.

Mafê jinan û dawîanîna zordestîya dijî jinan

Li welatê me di warê sîyasî û civakî da besdarîya jinan hîn ne di dereca YE da ye, lê gelek sunda ye. Em wek HAK-PAR dixwazin gor Peymana Pêsîlêgirtina Hemû Cudayîyên Dijî Jinan (CEDAW) ku Rêxistina Milletên Yekbûyî qebûl kiriye, ji bo besdarîya jinan di hemû warên civakî û sîyasî da asteng li pês wan nebin.

Li welatê me zor û zexta li ser jinan mixabin hîn jî berdewam e. Her roj 3-4 jin bi destê merivên wan, mêr, bira û hevalên wan têne kustin.

Em wek HAK-PAR dixwazin çi lazim e bê kirin, da ku pêsî li zor û zexta dijî jinan bê girtin û jin bikaribin di kar û xebatên di warê sîyasî û civakî da zêdetir besdar bin.

Emê ji bo parastina jinan ji zor û zextê têr cîyan avakin û tevdîrên ewleyî bistînin, her usa jî di warê aborî û civakî da pistgirîya jinan bikin, da ku ew bikaribin li ser pîyê xwe bisekinin.

Di vî warî da perwerdekirina zarok û mezinan jî gelek mihîm e, da ku ew ji hin bîr û bewerîyên kevn û pûç xilas bin. Divê ev babet di naverokê dersan da cî bigre û xirabîya dijî jinan bê nîsandan.

Emê sîstema perwerdeyê ji pesn û senaya ser û kustinan, ji bîr û bawerîyên nijadperest û sovîn paqij bikin. Emê di zarok û xortan da mêyla mirovhizî û dostayetîyê xurt bikin li himber mirov û gelên din.

Ev serê ku bi salan e dajo û tê di jîyana civakê da mêyla zor û zextê gelek xurt kir, ku ev yek di zordestîya dijî jin û zarokan da jî gelek caran xwe nîsan dide. Civak bi mirovên han tije ye ku li benda ser û pevçûnê ne.

Emê wek HAK-PAR pirsên heyî bi rê olaxên astîyane û gor esasên dadî û wekhevî çareser bikin û bi vî awayî welat bigihînin asitîyê, ser û pevçûnê ji jîyana civakê derînin. Em doza vî karî dikin.

Mafên Xebatkaran

Li welatê me mafên xebatkaran ji dereca Yekitîya Ewrûpa gelek sunda ye. Piranîya xebatkaran bê sendîka ne. Bi taybetî rewsa kerkerên ku di sîrketên taseron da kar dikin gelek xirab e. Her roj 3-4 karker di qezayên kar da jîyana xwe winda dikin.

Ew dezgeyên ku mafên karkeran diparêzin ne rêk û pêk in, qontroleke bas tune. Ji bo çareserîya vê pirsê divê rêvebirîya gel û welat ne li gel xwedî karxaneyan, lê li gel xebatkaran be.

Emê wek HAK-PAR kar û xebat bikin, da ku mafên karkeran weki welatên pêsketî û medenî bin. Emê tevdîrên bas bistînin ji bo xwesî û ewleyîya xebatkaran di cîgehên kar da. Em li gel xebatkaran in, em dostê bindest û jaran in.

Îdareyên herêmî

Em wek HAK-PAR soz didin we ku di warê îdareyên herêmî da kar û xebateke bas bikin.

Emê ji bo bajarên bi plan û dezge, paqij û jîyanxwes kar û xebat bikin.

Li vî welatî bajarên heyî bi kevir û betonê hatine dagirtin û weki merivan difetisînin. Çûn û hatina bajaran, ango trafîk bûye wek zulm û teda.

Emê rê nedine wan kesan ku plan û dezgeyê bajaran xirab bikin ji bo qezenceke bê hed û hidûd û ji bo dagirtina barê xwe bi çavsorî. Her usa jî emê kar û xebat bikin da ku xirabîyên berî me hatine kirin ji ortê rakin.

Emê delaliya bajaran û dewlemendiyên wan ên dîrokî biparêzin. Emê cî û warên hêsîn biparêzin û fireh bikin. Emê park û baxçeyan avakin, rêyên bo mes û seyranê çêkin, ji bo zarokan cigehên lîstikê, ji bo xort û mezinan cîgehên sporê çêkin. Emê bajaran bikin ciyên jîyanxwes.

Kûçe û kolan temarên xwînê ne ji bo bajaran. Mixabin îro, bi taybetî ew temarên bajarên mezin xitimî ne û bajar wek fetisî ne. Ji bo çûn û hatineke hêsan bajar hewcedarî avahîyên bingehî ne bi plan û dezge. Ji bo çareserîya vê pirsê divê li bajarên mezin û nîvmezin rêyên bin erdê, ango metro bêne avakirin û li ser erdê jî çûn-hatin bi xurtî bi siklê komikî, ango bi otoboz, trên û tramwayan be. Em wek HAK-PAR doza vî karî dikin.

Emê di çûn-hatina navbera bajaran da jî giranîyê bidine trênê.

Ji ber ku welatê me li ser xetên erdhêjanan e, emê rê nedine mal û avahîyên sist.

Emê li bajaran zêdetir navendên civakî û çandî, ‘malên himwelatîyan’ ava bikin ji bo hêsankirina kar û xebatên civakî û çandî. Da ku partî, komel û sazîyên çandî kîngê xwestin bê pere, yan jî bi bedêleke piçûk bikaribin li wir civînên xwe çêkin, yan jî kar û xebatên xwe yên çandî bikin.

Emê ji bo parastin û pêsvebirina ziman û çandên cuda yên gelên dinê jî bi destê sazîyên herêmî kar û xebat bikin û bibin alikarê wan.

Emê tevdîran bistînin, da ku ciwanan ji xirabîyên wek esrar û tistên hanê biparêzin. Emê bi destê encumenên saredarîyan û bajaran kar û xebat bikin, ji bo parastin û perwerdekirina zarok û ciwanên bêkes û hewcedarî alîkarîyê ne, cîgehan ava bikin, wan bidin xwendin û bikin xwedî kar.

Emê di warê xwesî, xwarin û hêwirandinê da alikarîya civakî ya wan kesan bikin ku jar, betal û hewcedar in. Emê ji bo vî karî sazîyan çêkin.

Ew qeyd û bendên ku dewleta Tirk ji bo Sertên Xwemuxtarî yê Îdareyên Herêmî ya Ewrûpa danîye, emê rakin.

Raya me ew e ku pirsên herêmî beri hemûyan bi destê îdareyên herêmî çareser bin. Divê encumenên saredarî û bajaran wek parlamena herêmî kar bikin. Kar û xizmetên wek perwerde, xwesî, asayîsa herêmî divê bi destê îdara herêmî pêk bê. Mihafiz (walî), qeymeqam û midûrên emnî jî wek serokê saredarîyan bi destê gel bêne hilbijartin. Emê wek HAK-PAR ji bo avakirina sazûmaneke han kar bikin.

Parastina dorber û jîngehê

Ji bo bajar û gundên nûjen û bo jîyaneke xwes divê em dorber û jîngehê wek ronahîya çavê xwe biparêzin û rê nedin xirabkirina wê. Em wek HAK-PAR qîmeta vê yekê bas dizanin.

Divê em hêsinahîya gund û bajaran, ango daristanan, bax û baxçeyan, dar, gîya û kulîlkan, cure û cinsên heywanan bas biparêzin, dewlemendtir bikin. Divê avakirina bajaran û karxaneyên sinayî bi parastina jîngehê hemaheng be. Eger bedêlê avakirina bajaran û pêsveçûna sinayîyê qirêjkirina erdê, av û hewayê, qirêjkirina çem û gol û deryayan be, ji bajarvanî û sinayîyeke usa bê dar û dezge tu xêr nayê, ew mirovan bextewar nake û dinyayê û jîyanê mixabin xirab dike.

Parastina jîngehê parastina dahatûya me ye. Bi parastina dorber emê ji zarok û nebîyên xwe ra dinyayeke delal dihêlin.

Bona vê yekê divê em ji hêlîna zarokan dest pê bikin heya zanîngehê, di bernameyên perwerdê da cîyeke fireh bidin girîngîya parastina jîngehê. Da ku ciwanên me di vî warî da fama û zana bin.

Divê saredarî û encumenên bajaran di vî wari da giranî bidine perwerdekirina himwelatîyan.

HAK-PAR di sîyasetê da xwedî helwesteke nu ye.

Himwelatîyên delal,

Em wek HAK-PAR xwedî helwesteke teze ne di warê sîyasetê da: Dirist, zelal, bi prensîp, xwedî soz û qirar…

Ji we ra jî eyan e: Sîyaseta vî welatî ne gor aqil û prensiban dimese; lê ew ser û pevçûnek e ku li ser hukmên pêsîn, li ser hêrs û qehrê çê dibe. Ev cure sîyaset rê nade guftugoyeke medenî. Bi vî teherî mirov nikare rastîyê bibîne, hevdu fêm bike, li hev bê û pirsan çareser bike.

Lê em gor hukmên pêsîn, gor hêrs û qehrê namesin. Sîyaseta me gor aqil û prensîban e. Em dixwazin pirsên gel û welat ne bi darê zorê, ne bi ser û pevçûn, lê bi rê-olaxên astîyane çareser bikin.

Ev tecrubeya heya îro bas nîsan dide ku bi rîya ser û sewatê pirs çareser nabin. Em pirsên heyî bi rê-olaxên astîyane, bi guftugo, bi pistgirîya xelkê dikarin çareser bikin.

Em di sîyasetê da xwedî helwesteke teze ne û bi xelkê xwe bawer in.

Em dikarin dinyayeke azad, astîyane û delal bi hevra ava bikin.

Bona vê yekê em hewcedarî dengê we û pistgirîya we ne.

* * *

Himwelatîyen hêja,

Hemû kesên ku azadî, asitî, demokratî û guhartin dixwazin,

Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) bi daxwazên xwe, bi teherê sîyaseta xwe, bi cureyê kar û xebata xwe partîyeke cuda ye.

HAK-PAR partîya azadî û asitîyê ye.

HAK-PAR partîya demokrasî û guhartinê ye.

Ji bo çareserîya pirsa Kurd li ser esasê asitî û wekhevîyê HAK-PAR!

Ji bo perwerdeya gistî û bê bedêl bi zimanê dayikê HAK-PAR!

Ji bo çareserîya pirsa Elewîyan û azadîya bîr-bawerî HAK-PAR!

Ji bo demokrasîyeke rasteqîn HAK-PAR!

Ji bo mafên jin û xebatkaran, ji bo mafên civakî HAK-PAR!

Ji bo dahatûyeke azad ji zarok û ciwanên me ra HAK-PAR!

Ji bo bajar û gundên nûjen, paqij û delal HAK-PAR!

HAK-PAR Partîya we ye.

Werin em dest bidin hev qedera xwe biguhurin!

Werin em dahatûya xwe bi hevra avakin!

PARTIYA MAF Û AZADIYAN

Dengê Kurdistan

Back to top button