Xewa Giran
Ez derket im ji malê, min berê xwe da newala gundê xwe. Newalek bi zinar û beroj, bi av û çem gelek kûr, bi kevir , bi kas û mas, kevirik ji ber lingê meriv bi semite wê meriv bixindire heta devê newalê, meriv di rîya pezre sîvîleka rîya pezre hêdî hêdî berê xwe da sivan û min hêdî berê xwe da ezmana ewrek res û tarî, bû gir gira tava, meha biharê bû, çend sivanên gund li vîyalî û wîyalî newalê bûn, navê yekî jêre digotin; Ekremê Sofî Xelef bû, yêdnê jî Berhîmê kurê Xelo bû.
Her yekî ji sivana kulavên wan li wan bû, li bilûra xwe di xistin, pezê wan jî li ber dengên bilûrê diçerîyan, derbna jî dengê se-kûçikê wan dihat û direyan, wexta ku dengên ewra dihat kûçik jî direyan, xuyanî bû kûçikan tistek xeter hebû dng ji wan dihatin. Ji ber ku wexta kûçikên pez, yan jî yên mala êvaran û kûçikên pez diryeyan xwedîyê wan dizanîbûn ku xeter hene ku ev kûçik direyîn.
Min bangî wan sivana kir, loo looo sivano! Baranê dest pêkir ez çibikim, sivanekî bersîva min da, nêzî te li pêsîya te sikeftek heye hebikî bilezîne ku tu bighê yê baran li teneyê. Min piçikî lezand deqak du deqa ez gîham sikeftê û ez ketim hindurê sikeftê. Çawa ez ketim sikeftê di hindurê sikeftê de, bû pir pira kevoka û bilaçemkan, min biçikî-hebikî sawgirt. Lê baranê dest pêkir çawa tê baran, weke tu devê kun-meskê vekî weha tê.
Êvare çelesirîye, lê tu li derve dinerî res tarî bûye û gir-gira tavaye, xur-xura baranêye, derbna jî nav baranêre teriz-teyrok jî tên. Lê çiqas bi wirde diçe, berbi mixurb de diçe, sev tarî dibe. Min ji xwere got, heger ez îsev di vê sikeftê de bimînim ez biqefilim, neqefilm jî, gelek bicemidim, ezê sermê bigrim. Ka ez çawa xwe ji vir xelas bikim, ez jî nizan im. Ez bi xwe, bi xwe fikirîm, mi got, ez piçikî derkevim ber derîyî sikeftê, ka ez bang wan sivana bikim.
Ez derketim ber derîyê sikeftê û min bangî sivana kir. Sivano, sivanon! Hûn li kune? Sev kete erdê êdî ez tu kesî jî nabîn im, baran jî weha tê, weha tê neûzûbilah ji erd û ezman baran tê.
Min çend derban deng li sivana kir, lê tu kesî bersîva min nedan. Ji ber ku hîngî baran tê û gir gira ewraye dengê min naçe, sivanên ber pez. Min ji xwere got, welah ez îsev li vir bimîn im, wê ji min re nebas be, dibe ku li vê çolê, li vê newala xalê, ne kes û ne kûs dibe ku gur jî hebin û tebayên dinê ku merivan dixwin hebin.
Îca dîsa min bang kir birano! Gelî sivanon ma dengê min nayê we, bi derbgê hêlî-bilind bi dengê hisk min dengê xwe derxist, baran jî hebîkî kêm kiribû. Weleh dengek hat, birako ma tu çi dibêjî, tu kîye?
Ma tu insî yan cinsî. Wexta ku deng hat min biçikî kêfa min hat. Min got ez insim mirov im, ne cin im. Sivan jî gote tu çi ji me dixwazî birako! Min got, min rîya xwe sas kirîye û ana ez di vê sikeftê demim, ez îsev li vir bimîn im, ezê nexwesbikevim. Sivan got, kîjan sikefte birako! Sikeft sê deryê wê hene, derîk li qible dinere, derîk jê jî li rojhilat dinere û derik jê jî li bakur dinere. Ji ber ku sivan wêderê hemû nasdike, ji min re gote birako, tu li wir bisekine ezê bêm ba te.
Nabê ew kesê hana razaye û ketîye xewik kûr û giran, li ser pistê gabûs ketîye ser wî û nikare xwe bi vîyalî û wîyalî de nikare xwe bi qulipîne, ketîye xewik pir nexwes û kes jî li ba wî tune ku pê bi hise wî ji xewê wî rake.
Lê derbikê bi xwe hisîya ku di nava xwêdanê de maye hindik maye ku bi fetise dixewê de. Ji nav livîna rabû ser xwe û li dora xwe nerî kesek li dora wî tune, ew tenê li odaye xewê razanêye, ji xwere gote ox ox, ev çi xewn bû, neyê serê tu kesî, bas bû ku ev xewn bû, ne rast e. Evjî bila weha be, ma meriv wê qala kê bike.