Xiyaneta askere
Niha çavê temamiya cîhanê li Kurdistana Basûr e.
Tev dibêjin, Kurda ra mecaleke zêrîn vebûye ku xewna xwe ya dewrana bînne sêrî- dewleta xwe çêkin.
Xêrxwez bi rehm û erênî xwestekê serokê Heremê- welatparêzê mezin Mesûd BARZANÎ dinhêrin.
Dagerkir, xêrnexwez, hevsûd bi çavsorî, destê xwe danîne li ser dilê xwe, lêne biteqin
Dewletên xweyî gotin hesabê kar û zirara xwe dikin.
Mirov nikare gazina li wan bike, xelkin.
Kes kurda ra azadiyê, serxwebûnê, ji nîrê koletiya dewrana xilazbûnê nayne.
Azadiyê diyarî nadin.
Ala azadiyê bi xûna xwesmêr û shîda, bi bedel û dijweryan bilind dibe.
Tifaq û yekîtiya gel hîmê her altindaryan e.
Dilê mirov dêse, ku hinek hêzên Kurda, ‘ serok û rêvabir’ dijî serxwebûna Kurdistanê ne.
Ew ji ew hêzin ku ‘xwedêgravî’ ji bo azadiya Kurda-Kurdistanê bi sala serkariyê dimesînin.
Serê wan di bin pinceka dagerkir û neyarên kurda da, bi dilê wan diaxivin: ‘ Dema serxwebûn, dewletbûna Kurda nehatiye’.
Gelî birêzan ew demê kengê bê?
Kengê dawî xiyanetê bê?
Eger ev derfet ji destê Kurda çû, di rûyê wan da Kurd nebûn hêzeke hevgirtî û ji bo serxwebûna welatê xwe têkosîn nedan, navê wan hêzan, serokan, rêvabiran, oldaran wê bi tenya res dîroka Kurdistanê da bê nivîsar.
Û eger bext vê care jî Kurdara nekene, mafê wan nîne xiyanetê li gelê xwe bikin, dilê xelkê kurd biskênin, gumanê qels bikin, bawariya azadiya pêsîrojê bêhîvî bikin
Kê, li rojê wa dijî yekîtî û tifaqa gel in- xayînê askere ne.
Xiyaneta askere.
Nelet!
20.07.2014
Eskerê Boyik