PÊŞNÎYARÊN LAHEYÊ
Dİ HEQÊ MAFÊN PERWERDEYÎ YÊN HÛRGELÊN NETEWÎ
DE
Û NÎŞEYÊN AGAHDARÎYÊ
PÊŞGOTİN
Rêxistina Parastin û Hevkarîyê li Ewrûpa (RPHE)
di biryarên xwe yên Helsînkî ya Tîrmeha sala 1992
de nîşan da ku, rola Komîserîya Bilind ya Hûrgelên
Netewî bibe haletek ku bikaribe di demeke herî zûtirîn
de pêşî li dijayetîyan bigre. Ev biryara hanê,
bi taybetî ji ber tesîra rewşa Yugoslavyaya
berê bû, ku tirs hebû li cîyên dinê yê Ewrûpê jî
tiştên hanê dubare bibin, bi taybetî li wan
welatên ku teze derbazî demokrasîyê dibin, û zirarê
bidine doza aşitî û serfirazîyê ku Serokên
Dewlet û Hukumetan ji bo Ewrûpayeke Nû dabûne pêşîya
xwe di Çirîya Paşîn a sala 1990 di Senedê Parîsê
de.
Di Çileyê Paşîn sala 1993 de birêz Max van
der Stoel cara pêşîn wek Komîserê Bilind ê
Hûrgelên Netewî (KBHN) yê RPHE dest bi karê xwe
kir. Birêz van der Stoel, di saya tecrubeya xwe
ya mezin wek Endamê Berê yê Parlamenê, Wezîrê Derva
yê Hollandê, Nûnerê Daîmî yê Hollandê li Milletên
Yekbûyî û parêzgerekî mafên mirovî bi salan, bala
xwe da ser gelek dijayetîyên di navbera hûrgelan
û hukumetên merkezî de li Ewrûpa, ku gor raya wî,
dikaribûn germ bin. KBHN, bi karanîna rê olaxên
dîplomatîk, bi karên dehan welatan mijûl bû, ku
di nav wan de Albanîya, Xirwatîstan, Estonya, Macarîstan,
Kazakîstan, Kirgizîstan, Latvîya, Makedonya ya Komara
Yugoslavya ya Berê, Romanya, Slovakîya û Ukrayîna
jî hebûn. Xebata wî berê li ser rewşên hûrgelên
etnîk yên han kom bû ku, endamên wan di nava dewletekê
de piranî, di nava yê dinê de hindikahî bûn û bona
vê yekê, bala hukumetên herdu dewletan jî dikişandin
ser xwe û ger nebin sedemê şer û pevçûnan jî,
di navbera wan de dijayetîyek peyda dikirin. Bi
rastî jî, pirî caran dijayetîyên hanê şikil
dane dîroka Ewrûpê.
Helwesta KBHN li himber dijayetîyên hûrgelên netewî,
helwesteke serbixwe, bêteref û hevkar e. Ji ber
ku KBHN ne dezgeyeke teftîşî ye, ew gor standardên
navnetewî kar dike ku her dewletekê bî çarçuveya
wê û şîretên wê re razî bûye. Bi vê wesîlê,
gelek mihîm e ku em bînîn bîra xwe, berpirsîyarîyên
ku wan dewletên endamê RPHE girtine ser xwe, bi
taybetî Dokumentê Kopenhagê ya sala 1990 ya Konferansa
li ser Dîmena Mirovî, Beşa IV, ku berpirsîyarîyên
wan di heqê hûrgelên netewî de yek bi yek bi nav
dike. Dîsa, tiştekî gelek mihîm ku divê neyê
ji bîrkirin, hemû dewletên endamê RPHE bi berpirsîyarîyên
Milletên Yekbûyî jî girêdayî ne di heqê mafên mirovî
de, ku mafên hûrgelan jî di nav de ye; dîsa piranîya
dewletên endamê RPHE tabîyê pîvanên (standardên)
Konseya Ewrûpê ne.
KBHN, piştî xebateke baş ya çar salan,
li gelek welatan ku lê mijûlbû, karibû hin pirs
û nakokîyan nas bike ku bala wê kişandibûn
û xwe dubare dikirin. Perwerdeya hûrgelan, bi taybetî
perwerdeya zimanê hûrgelan di vî warî de gelek mihîm
bû, ji ber ku, çawa KBHN jî dîyar dike, “Gelek eşkere
ye ku perwerdegarî haletekî gelek giranbuha ye ji
bo parastin û xurtkirina kesayetîya wan mirovan
ku mensûbê hûrgelekî ne” Ji ber vê yekê, RPHN, di
payîza 1995 de daxwaz kir ku Wakfa Pêvendî ya Nav-Etnîkî
bi komeke pisporên gelek naskirî di warê navnetewî
de bişêwire û guh bide pêşnîyarên wan
ji bo heqên perwerdeyî yên hûrgelan di welatên RPHE
de bi şiklekî minasiw bi cî bên.
Wakfa Pêvendî yên Grûbên Etnîk -ku rêxistineke
sîwîl e û di 1993 de avabûye ji bo alîkarîya KBHN
bike, di hin karên taybetî de- kesên pispor li ser
babetên cuda cuda civandin û raya wan girt, ku ji
van civînan du heb li Laheyê çêbûn. Yek ji wan civîna
hiqûqnasan bû li ser hiqûqa navnetewî, ya dinê jî
civîna zimanzan û mamosteyên perwerdegarî bû ku
li ser rewş û hewcedarîyên hûrgelan pispor
bûn. Pisporên hanê di wan civînan de beşdar
bûn:
A.G. Boyd Robertson, Mamosteyê Sereke yê Zimanê
Galî li Zankoya Strathclyde, Qeyzerîya Yekgirtû
(United Kingdom); Dr. Pieter van Dijk, Endamê Şûrayê
Dewletê (Holand); Dr. Asbjørn Eide, Midûrê Înstîtûya
Mafên Mirovî ya Norwecê (Norwec); Professor Rein
Müllerson, Mamosteyê Hiqûqa Navnetewî li Kings Kolejê
(Qeyzerîya Yekgirtû); Professor Allan Rosas, Zankoya
Akademî ya Åbo (Finlandê); Dr. Tove Skutnabb-Kangas,
Doçend, Beşa Çand û Zimanan, Zankoya Roskilde
(Danimark); Professor György Szépe, Beşa Îlmên
Zimanan, Zankoya Janus Pannonius (Hungarî); Professor
Patrick Thornberry, Beşa Hiqûqê, Zankoya Keele
(Qeyzerîya Yekgirtû); Mr. Jenne van der Velde, Şêwirdarê
Sereke ji bo Bernameya Perwerdegarî, Înstîtûya Netewî
ji bo Pêşvebirina Bernameya Perwerdegarî (Holland).
Qasî ku pîvanên mafên hûrgelan yên heyî beşekî
mafên mirovî ne, di van civînên şêwrê de pisporan
berî her tiştî bala xwe dane ser pirsa hanê,
gelo, dewlet çiqas berpirsîyarîya xwe bi cî bînin
di warê mafên mirovî de bi awayekî giştî, bi
taybetî jî, di warê azadîya ji neheqî û cudakarî?
Di van civînan de her usa jî hat xuyakirin ku, armanca
dawî ya hemû mafên mirovî, pêşvebirina kesayetîya
mirov e bi şiklekî fireh û azad li ser esasê
wekhevîyê. Di dawîyê de hat pêşnîyarkirin ku
civaka sîwîl divê vekirî be, bi hereket û guhartin
be, ango bikaribe herkesî nêzî hev bike, tevî kesên
ku mensûbê hûrgelên netewî ne.
Pêşnîyarên dawî di heqê Mafên Perwerdeyî
yên Hûrgelên Netewî de, hewl dide naveroka mafên
perwerdeyî ya hûrgelan zelal bike, bi şiklekî
giştî, ew çawa bi kar bên di çarçuveya ku KBHN
pê mijûl dibe. Tevî wê jî, pîvan (standard) usa
bên şirovekirin ku, ewê bikaribin di jîyanê
de bi hemahengî bi kar bên. Pêşnîyar di bin
heşt sernivîsên hûrik de dabeş dibin,
ku her yek ji wan bi pirsekê re radibe, ku di pratîkê
de derdikeve pêş.
PÊŞNÎYARÊN
LAHEYÊ
Dİ HEQÊ MAFÊN
MİROVÎ YÊN HÛRGELÊN NETEWÎ DE
Ruhê hacetên navnetewî
1) Heqê parastina şexsîyeta xwe ji bo wan
kesan ku mensûbê hûrgelekî netewî ne, bi şiklekî
rastî û temam, tenê bi naskirin û hînbûna zimanê
dayik bi şiklekî baş û bi rîya perwerdebûnê
dibe. Her usa, kesên ku mensûbê hûrgelên netewî
ne, berpirsîyarîya wan jî heye ku, tevî civaka netewî
ya fireh bin bi rîya naskirin û hînbûna zimanê dewletê.
2) Hemû dewlet, dema hukm û hacetên navnetewî
bi kar tînin, ku dibe ew gor mafê hûrgelên netewî
bin, divê tim gor esasên bingehîn yên wekhevîyê
hereket bikin û tu car tefrîqê nekin.
3) Divê tu car ji bîr neçe ku, ev soz û peymanên
navnetewî yên hanê, tenê pîvanên navnetewî yê herî
kêm nîşan didin. Şirovekirina wan bi şiklekî
teng dijî ruhê van soz û peymanan e.
Gav û çavkanîyên aborî
4) Divê dewlet bi şiklekî çalak û alîkar
bi mafên perwerdeyî yên hûrgelan mijûl bin. Li kîderê
hewce be, divê dewlet ji bona bi cîanîna mafên perwerdeyî
yên hûrgelan gavên taybetî bavêjin, bi aktîfî û
bi hemû îmkanên xwe bixebitin, bi serê xwe û bi
alîkarîya û hevkarîya navnetewî, bi taybetî di warê
aborî û teknîkî de.
Nemerkezîtî (ademî merkezîtî) û parvekirin
5) Divê dewlet, şert û mercên baş çêbikin
ji bo hûrgelên netewî da ku ew bikaribin sazîyan
ava bikin, sazîyên hanê ku endamên wan temsîl bikin,
her usa jî di warê hazirkirin û rêvebirina sîyaset
û bernameyên perwerdeya hûrgelan de bi şiklekî
baş pardar bin.
6) Divê dewlet di warê aborî de alîkarîya îdareyên
herêmî û mehelî bikin bi şiklekî minasiw ji
bo perwerdekırına hûrgelan, da ku bi vî
awayî ew her usa jî bikaribin di pêvajoya çêkirina
sîyaseta herêmî û mehelî de beşdar bin.
7) Divê dewlet gavan bavêje û tevdîran bistîne
ji bo ku dê û bavan teşwîq bike, ku ew jî di
çarçuva herêmî de bi sazîya perwerdegarî mijûl bin,
çi dixwazin hilbijêrin, perwerdeyî bi zimanê hûrgelan
jî di nav de.
Sazîyên gelêrî û şexsî
8) Gor hiqûqa navnetewî, wek hemû kesan, kesên
ku endamê hûrgelên netewî ne jî xwedî heq in û dikarin
sazîyên xwe yên taybetî yên perwerdeyî ava û îdare
bikin bi hemahengî bi hiqûqa wî welatî re. Mektebên
ku xwendinê bi zimanê hûrgelan dikin jî ji wan sazîyan
in.
9) Dema ji bo kesên mensûbê hûrgelên netewî, heqê
avakirin û îdarekirina sazîyên perwerdeyî hatibe
dayîn, divê dewlet ji bo avakirin û îdarekirina
wan sazîyan daxwazên bê mane neke, astengên yasayî
û îdarî dernexe pêşîya vî heqî.
10) Sazîyên perwerdeyî yên şexsî bi zimanê
hûrgelan, xwedî maf in ku di warê aborî de ji xwe
re îmkanan peyda bikin; divê budça dewletê, çavkanîyên
aborî yên navnetewî û sermîyanê şexsî ji wan
re tu astengî dernexe û cudakarîyê neke.
Perwerdeya hûrgelan di dibistana pêşîn
û yên navçe de
11) Di perwerdebûnê (xwendinê) de sala pêşîn
ya herî esasî ye ji bo pêşveçûna zarokan. Gor
lêkolînên li ser karê perwerdeyî, divê xwendin û
hînbûna berî mektebê û ya li hêlîna zarokan (kîndergartinê)
bi zimanê zarok be, eva ya herî baş e. Çiqas
ji destê dewletê tê, divê îmkanan hazir bike da
ku dê û bav jî ji vê yekê îstîfade bikin.
12) lêkolînên zanistî her usa jî nîşan didin
ku, di dibistanên pêşîn de ya baştir ev
e ku bernama perwerdeyî (ya dersan) bi zimanê hûrgelê
be. Zimanê hûrgelê wek dersekî bê xwendin bi şiklekî
rêkûpêk. Her usa, zimanê dewletê ya resmî jî divê
wek dersekî bê xwendin, ger îmkan hebe bi destê
mamosteyên ku herdu zimanan jî dizanin û di warê
çand û zimanê zarokan de xwedî agahdarîyeke baş
in. Ber bi dawîya vê pêvajoyê, divê bi rîya zimanê
dewletê hin tiştên pratîk, ango ne nezerî jî
bêne hînkirin. Çiqas ji destê dewletê tê, divê îmkanan
hazir bike da ku dê û bav jî ji vê yekê îstîfade
bikin.
13) Di mektebên navçe de beşekî mihîm yê
xwendinê (bernameya dersan) divê bi rîya zimanê
hûrgelan be. Zimanê Hûrgelan divê wek dersekî û
bi şiklekî rêkûpêk bê hînkirin. Her usa, zimanê
dewletê jî divê wek dersekî û bi şiklekî rêkûpêk
bê hînkirin, ger îmkan hebe bi destê mamosteyên
ku herdu zimanan jî dizanin û di heqê çand û zimanê
zarokan de xwedî agahdarîyeke baş in. Di vê
pêvajoyê de divê dersên bi zimanê dewletê derece
derece bên zêdekirin. Berhemên lêkolînan nîşan
didin ku ew zêdekirin çiqas hêdî be ji bo zarok
ewqas baş e.
14) Rêvebirina perwerdegariyê bi zimanê hûrgel
di mektebên pêşîn û navçe de, zêdetir tabîyê
hebûna wan mamosteyan e ku di hemû warên zimanê
dayik de hatine perwerdekirin. Bona vê yekê, ji
ber ku hazirkirina firsendên baş ji bo perwerdegarîya
zimanê hûrgelan wek bar û berpirsîyarîyek e li ser
milê wan, divê dewlet îmkanên baş pêk bînin
ji bo perwerdekirina mamosteyan, jê re rê-olaxan
vekin û vî karî hêsantir bikin.
Perwerdeya Hûrgelan di mektebên mesleg û hûneran
de
15) Divê li mektebên mesleg û huneran de jî firsenda
perwerdegarîya bi zimanê hûrgelan hebe di hin dersên
taybetî de, kîngê mensûbên hûrgela netewî daxwaz
bikin, lazimîya wê bidin xuyakirin û hejmara wan
jî têrê bike.
16) Bernameya dersê li wan mektebên mesleg û huneran
ku di warê perwerdeyî de zimanê dayik bi kar tînin,
divê usa bê tertîpkirin ku, dema ev bername bi kar
hatin û gihan dawîyê, divê telebe bikaribin kar
û hunera xwe bi herdu zimanan, ango him bi zimanê
hûrgelê him jî bi zimanê dewletê bi kar bîne.
Perwerdeya hûrgelan di dereca sêwem de
17) Kesên ku mensûbê hûrgelan in, divê bikaribin
xwendina dereca sêwem (xwendina bilind) jî bikin
bi zimanê dayik, kîngê ew bixwazin û hewce bibînin
û kîngê hejmara wan têrê bike. Perwerdegarîya bi
zimanê hûrgelan di mektebên dereca sisêyan de divê
bi rîya qanûnê vebe ji bo hûrgelên netewî. Bona
vê yekê, tiştên ku hewce ye divê pêk bên, îmkan
vebe di nava dezgeyê perwerdegarî de, da ku hewcedarîyên
hûrgelên netewî di vî warî de bên cêbecêkirin. Mensûbên
hûrgelên netewî bi xwe jî dikarin li rê-olaxan bigerin,
hewl bidin ku sazîyên xwe yên perwerdeyî yên dereca
bilind ava bikin.
18) Di vê dema dawî de, hûrgelên netewî li kîderê
sazîyên xwe yên perwerdeyî yên bilind ava kirine
û bi rêve birine, divê ew wek nimûne bêne naskirin
ji bo hazirîyên pêşîyê.
Pêşvebirina bernama perwerdegarîyê
19) Ji ber giringî û qîmeta ku sazîyên navnetewî
didine perwerdegarîya pirçandî û derxistina ronahîyê
dîrok, çand û adetên hûrgelan, divê sazîyên dewletê
yên perwerdekirinê çi lazime bikin, da ku di bernameya
perwerdegarî de hînkirina dîrok, çand û adetên hûrgelên
netewî jî cî bigrin. Teşwîqkirina endamên piranîyê
ji bo hînbûna zimanê hûrgelên netewî ku di nav sînorê
wê dewletê de dijîn, alîkarîya xurtkirina toleransê
û pirçandiyê dike di wê dewletê de.
20) Naveroka bernameya perwerdegarî ya ku di heqê
hûrgelan de ye, divê bê dewlemendkirin, bi beşdarîyeke
aktîf ya wan kes û sazîyan ku temsîla hûrgelên hanê
dikin.
21) Divê dewlet alîkarîyê bike ku navendên ji
bo pêşvebirin û xurtkirina bernama perwerdegarîyê
ya bi zimanên hûrgelan, bi rehetî ava bibin.
NÎŞEYÊ
RONKİRİNÊ
Jİ BO
PÊŞNÎYARÊN LAHEYÊ
Dİ HEQÊ MAFÊN PERWERDEYÎ YÊN HÛRGELÊN NETEWÎ
DE
Agahdarîya giştî
Daxuyanîya Cîhanî ya Mafên Mirovî ya 1948, di
vî warî de bingehek danî, ji ber ku ew haceta navnetewî
ya pêşîn bû ku perwerdegarî wek mafekî mirovî
nîşan da.
Benda 26 ya vê Daxuyanîyê nîşan dide ku xwendina
pêşîn îcbarî ye. Ew, ji bo dewletan wek berpirsîyarîyekê
nîşan dide û ji wan dixwaze ku îmkan bidine
her kesekî, ku ew ji xwendina teknîkî û pîşeyî
îstîfade bikin, her usa jî rîya xwendina bilind
ji wan re vekirî be, gor heslet û hunerên wan. Ew,
her usa jî nîşan dide ku, divê armanca perwerdegarî
pêşvebirina şexsîyeta mirovan be bi her
awayî û xurtkirina hurmetê ji bo mafên mirovî û
azadîyên bingehîn be. Benda 26 pê de diçe û dibêje,
perwerdegarî di nava milletan, grûbên dînî û nijadî
de hevdu fêmkirinê, toleransê (hurmeta hevdu) û
hevaltîyê dê xurt bike û xizmeta parastina aşitîyê
bike. Ew, her usa jî eşkere dike û dibêje,
ji bo dê û bavan mafekî gelek bingehîn e ku ew bi
xwe hilbijêrin, zarokê wan çi cure xwendinê bike.
Şertên benda 26 di hiqûqa peymanê de li gelek
cîyan bi xurtî têne ducarkirin, her usa jî di benda
13 ya Peymana Mafên Aborî, Civakî û Çandî de bi
firehî cî digrin.
Benda 26 di vê pirsê de rêçeke bi her awayî zelal
datîne pêş ji bo hacetên navnetewî yên dinê,
ku piştre derketin holê û mafê perwerdeyî xurttir
kirin, pê hûr hûr mijûl bûn, him bi şiklekî
giştî him jî bi alîyê hûrgelan bi taybetî.
· Benda 27 ya Peymana Navnetewî ya
Mafên Medenî û Sîyasî.
· Benda 30 ya Peymana Mafên Zarokan.
Ev bendên jorê mafê Hûrgelan garantî dikin, ku
ew dikarin zimanê xwe di civakê de tevî hemû endamên
wê civakê bi kar bînin. Ev bendên jêrê jî, di alî
xwe de, garantî didine hûrgelên netewî ku ew dikarin
zimanê xwe hîn bin û di zimanê xwe de bixwînin.
· Benda 5 ya Peymana UNESCO Dijî
Cudakarîyê di warê Perwerdegarî de.
· Paragrafa 34 ya Dokumentê Civîna
Kopenhagê ya Konferansa li ser Dîmena Mirovî ya
KPHE (Konferansa Parastin û Hevkarîyê ya Ewrûpê).
· Benda 4 ya Daxuyanîya MY (Milletên
Yekbûyî) li ser Mafên Kesan ku Endamê Hûrgelên Etnîkî,
Dînî û Zimanî ne.
· Benda 14 ya Peymana Bingehîn ji
bo Parastina Hûrgelên Netewî.
Ev hemû peyman û hacetên navnetewî mafê hûrgelên
netewî nîşan didin, dibêjin heqê wan e ku nasnama
xwe ya komekî (kollektîfî) biparêzin bi rîya zimanê
xwe yê dayik. Ew heq berî her tiştî bi rîya
perwerdegarî, ango bi rîya xwendinê dibe. Li alîyê
din, ew hacetên hanê nîşan didin ku, tevî parastina
nasnameya kollektîfî ya hûrgelên netewî bi rîya
zimanê dayik, berpirsîyarîya wan jî heye ku tevî
civaka netewî ya fireh bin û tê de beşdar bin.
Ev tevlêbûn (entegrasyon) zanîneke baş dixwaze
di warê herdu zimanan de jî, ango him ya civaka
hûrgelê, him jî ya Dewletê. Pêşvebirina hurmeta
hevdu (tolerans) û pirrengî jî beşeke girîng
e di vê guhartinê de.
Hacet û peymanên navnetewî ku behsa mafê perwerdeyî
bi zimanê hûrgelan dikin, bi awayekî giştî
li ser vê pirsê disekinin. Ew yek bi yek bi rêz
nakin ku perwerdegarî bi zimanê dayik ji bo hûrgelan
bi kîjan rê û olaxan û di kîjan sewîyê de wê pêk
bê. Gotinên wek “firsendên minasiw” ji bo hînbûna
zimanê hûrgelan yan jî xwendin û perwerdegarî di
zimanê wan de, çawa di benda 14 ya Peymana Bingehîn
ya Konseya Ewrûpê ji bo Parastina Hûrgelên Netewî
de hatîye gotin, divê tevî anasirên dinê li ber
çavan bê girtin. Di vê çarçuvê de, divê tevdîrên
baş bêne stendin ji bo parastin, xurtkirin
û pêşvebirina ziman û çand, çawa di benda 5
ya Peymana hanê (ya Konseya Ewrûpê) de hatîye nîşandan,
her usa jî, divê çi lazim e bê kirin ji bo parastina
nasnameya etnîkî, çandî, zimanî û dînî ya hûrgelên
netewî, çawa di paragrafa 33 ya Dokumentê Civîna
Kopenhagê ya Konferansa li ser Dîmena Mirovî ya
KPHE de hatîye nîşandan.
Divê ev tişt li dervayî rê-olaxên ku dewletan
nîşan dane, ango bi şiklekî kêyfî pêk
neyên. Ji dewletan tê xwestin ku bala xwe bidine
daxwaz û hewcedarîyên hûrgelên netewî û çi lazim
e bikin, dema civakên hanê (hûrgel) daxwazên xwe
tim nîşandin.
Hûrgelên netewî jî divê nîşandin ku daxwazên
wan li cî ne. Divê ew jî faktorên meşrû bidine
ber çavan, wek hejmara wan, nifûsa wan li herêma
(yan jî herêmên) hanê, her usa jî hêz û îmkanên
wan têrê bike ji bo alîkarîya berdewamîya van xizmetan.
Ruhê Hacetên Navnetewî
Bi derbazbûna waxt û zeman, di uslûbê mafên hûrgelan
de, ango şiklê cîgirtina wan di pîvanên (standardên)
navnetewî de jî guhertin çêbûye. Wek şiklê
han ê pasîf: “...Kesên ku mensûbê hûrgelan in, devê
bêpar nemînin ji mafên...” çawa di Peymana Navnetewî
ya Mafên Medenî û Sîyasî (1966) de hatîye gotin.
Yan jî bi şiklekî gelek misbet, xurt û aktîf:
“...Dewlet nasnameya etnîkî, çandî, zimanî û dînî
ya hûrgelên netewî dê biparêze...” çawa di Dokumentê
Civîna Kopenhagê ya Konferansa li ser Dîmena Mirovî
(KPHE) de cî girtîye. Ev guhartina ber bi pêş
jî nîşan dide ku şirovekirina van hukm
û hacetan bi şiklekî teng û kêm ne gor ruh
û sebebê hebûna wan e.
Digel vê jî, di vî warî de rê-olaxên ku bêne vekirin,
divê gor esasên bingehîn yê wekhevî û necudakarî
bin, çawa di benda 1 ya Peymana Milletên Yekbûyî
de û di benda 2 ya Daxuyanîya Cîhanî ya Mafên Mirovî
de hatîye nîşankirin, her usa jî di gelek peymanên
navnetewî de hatîye dubarekirin. Her usa jî divê
rewşên taybetî yên her dewletekî li ber çavan
bê girtin.
Gav û çavkanîyên aborî
Dewletên RPHE têne teşvîqkirin ku pirsa mafên
hûrgelan bi şiklekî aktîf mijûl bin, ango gor
rûhê benda 31 ya Dokumentê Kopenhagê ku wan teşwîq
dike, gavên taybetî bavêjin bona bi cîanîna wekhevîyeke
temam ji bo endamên hûrgelên netewî. Her usa, benda
33 ya Dokumentê Kopenhagê jî ji dewletan dixwaze
ku nasnameya etnîkî, çandî, zimanî û dînî ya hûrgelên
netewî -yên ku di nav sînorên wan de dijîn- biparêze
û ji bo pêşvebirina vê nasnamê tevdîran bistîne.
Carina li dewletên RPHE di warê diravî de tengasîyên
mezin çêdibin ku bi şiklekî yasayî dikarin
bibin asteng li pêş rêvebirina sîyaset û bernameyên
perwerdegarîyê ku bi kêrî hûrgelên netewî tên. Herçiqas
hin maf divê di zûtirîn zeman de bi cî bên, divê
dewlet hewl bidin ku, bikaribin vê xizmetê her pêşva
bibin, ji bona bi cîanîna mafên perwerdeyî ya hûrgelan
bi şiklekî temam, îmkanên xwe heya dawîyê bi
kar bînin, heya ji bona vê yekê li alîkarî û hevkarîya
navnetewî bigerin gor ruhê benda 2 ya Peymana Navnetewî
ji bo Mafên Aborî, Civakî û Çandî.
Nemerkezîtî (ademî merkezîtî) û parvekirin
Benda 15 ya Peymana Bingehîn ji bo Parastina Hûrgelên
Netewî, paragraf 30 ya Dokumentê Civîna Kopenhagê
ya Konferansa lı ser Dîmena Mirovî ya KPHE
û benda 3 ya Daxuyanîya MY ku di heqê Mafên wan
Mirovên ku Mensûbê Hûrgelên Netewî, Etnîk, Dînî
û Zimanî ne, hemû jî beyan dikin û dibêjin, hewce
ye ku hûrgelên netewî di pêvajoyên biryargirtinê
de beşdar bin, bi taybetî di hal û rewşên
hanê de ku dikare tesîra xwe rasterast li wan bike.
Beşdarîyeke xurt di pêvajoya biryargirtinê
de, bi taybetî dema ew tesîra xwe li hûrgelan dike,
ji bo pêvajoya demokrasîyê şertekî mihîm e.
Paragrafa 35 ya Dokumentê Kopenhagê dibêje, beşdarîya
endamên hûrgelên netewî di karên civakî de –digel
kar û barên ji bo parastin û pêşvebirina nasnama
wan - bi şiklekî xurt gelek mihîm e. Bona vê
yekê, divê dewlet di pêvajoya perwerdegarî de (digel
pêvajoya pêşvebirina bernameyên perwerdegarîyê,
qasî ku hûrgelan eleqeder dike) têkilîya dê û bavan
di dereca navçe û herêman de, her usa jî beşdarîya
sazîyên ku temsîla hûrgelên netewî dikin, bi şiklekî
xurt hêsantir bikin.
Sazîyên gelêrî û şexsî
Benda 27 ya Peymana Navnetewî li ser Mafên Medenî
û Sîyasî, nîşan dide ku heqê hûrgelan e ku
zimenê xwe di civakê de bi kar bînin tevî endamên
dinê yê grûba xwe. Benda 13 ya Peymana Navnetewî
li ser Mafên Aborî, Civakî û Çandî, mafê dê û bavan
garantî dike û dibêje, heqê wan heye ku biryar bidin
zarokê wan biçe kîjan mektebê û ewê bikaribin hilbijêrin
mektebên dervayî yê dewletê. Ev bend her usa jî
garantî dike ku heqê kesan û sazîyan heye ku bikaribin
sazîyên perwerdegarîyê yên alternatîf ava û îdare
bikin, bes ew, qe nebe, gor pîvanên perwerdegarîyê
yên kêmtirîn (mînîmûm) bin ku bi alîyê dewletê hatine
danîn. Benda 13 ya Peymana Bingehîn ji bo Parastina
Hûrgelên Netewî behsa mafê hûrgelan ya avakirin
û rêvebirina sazîyên xwe yên perwerdegarîyê dike,
herçiqas dewlet ne mecbûr e mesrefê van sazîyan
bigre ser xwe. Paragrafa 32 ya Dokumentê Kopenhagê
dewletê îcbar nake ku mesrefê van sazîyan bide,
lê ew şertan datîne ku sazîyên hanê bikaribin
“alîkarîyê ji dewletê bixwazin gor yasayên netewî.”
Heqê hûrgelên netewî ji bo avakirin û rêvebirina
sazîyên xwe yên taybetî, yên perwerdeyî jî di nav
de, di hiqûqa navnetewî de baş cîyê xwe girtîye
û divê bi vî şiklî bê naskirin. Herçiqas heqê
dewletê heye ku çavê xwe li ser vê pêvajoyê be bi
alîyê îdarî û hertişt gor qanûnan bimeşe,
lê divê, bi daxwazên îdarî yên ne li cî û ne makûl,
di pratîkê de pêşî li vî heqî negre, ango nebe
asteng ku hûrgelên netewî bikaribin sazîyên xwe
yên perwerdeyi ava bikin.
Herçiqas dewlet bi şiklekî resmî ne mecbûr
in mesrefê van sazîyan bigrin ser xwe, lê divê nebin
asteng jî, ango ew sazî bikaribin li nav welat û
der welat li çavkanîyên diravî bigerin.
Perwerdeya hûrgelan di dibistana pêşîn
û yên navçe de
Hacet û peymanên navnetewî yên ku bi perwerdeya
zimanê hûrgelan mijûl dibin, beyan dikin ku hûrgel
ne tenê xwedî parastina nasnama xwe ne bi rîya karanîna
zimanê xwe, lê her usa jî heqê wan heye ku beşdarî
civaka netewî ya fireh bin û bibin parçeyek wê bi
rîya hînbûna zimanê dewletê.
Gor vê raya jorê, pirzimanî ji bo hûrgelên netewî
yên dewletên RPHE dikare bibe rê û haleteke pir
xurt ji bo gihîştina armancên sazîyên netewî
di warê parastina hûrgelên netewî de, her usa jî
bo entegrasyona wan. Pêşnîyarên di heqê mektebên
pêşîn û navçe usa hatine hesibandin ku rê vekin
ji bo pêşveçûna sîyaseta perwerdegarî bi zimanê
hûrgelan û alîkarîya hazirîya bernameyên xwendinê
bikin.
Ev metodê hanê pêşnîyara lêkolînên perwerdeyî
ye û şiroveyeke makûl e ji bo normên navnetewî.
Berhemdarîya vê metodê tabîyê gelek faktoran e.
Yek jê ew e, ev metod zimanê dayik ya hûrgelê ku
sist e heya çi derecê xurt dike bi karanîna wî zimanî
di warê xwendinê de. Faktora dinê, di temamîya vê
pêvajoyê de mamosteyên bi du ziman heya çi derecê
têne karanîn.
Dîsa faktoreke din ku divê li ber çav bê girtin
ev e: herdu ziman, ango yê hûrgelê û yê dewletê
heya çi derecê hatîne xwendin di 12 salên mektebê
de. Ya dawî jî, herdu ziman heya çi derecê hatine
karanîn ji bo perwerdekirina zarok di qonaxên cuda
cuda de.
Ev metod hewl dide ku firsendan çêbike ji bo xurtkirina
zimanê hûrgelê yê sist. Lê rayeke din jî heye ku
vê metodê mahkûm dike, ewê ku dixwaze xwendina bi
zimanê hûrgelê ji bo derbazbûna xwendina zimanê
dewletê kar bîne di demeke kurt de, her usa jî çiqas
jê bê, xwendina zimanê hûrgelê ewqas kêm bi kar
bîne.
Hin metod jî hene ku di mektebê de dersan bi tevayî
bi zimanê dewletê didin û zarokên hûrgelan dikin
sinifên zarokên piranîyê, bi vî awayî dixwazin zimanê
hûrgelan bi tevayî windakin, eva ne gor pîvanên
navnetewî ye. Çawa ku hin caran jî di hin mektebên
cudakirî de ders bi giranî bi zimanê hûrgelê bêne
xwendin di temamîya pêvajoya perwerdeyî de û zimanê
dewletê yan qet neyê xwendin, yan jî bi şiklekî
gelek kêm.
Perwerdeya Hûrgelan di mektebên mesleg û huneran
de
Ev heqê mensûbên hûrgelên netewî, ango hînbûna
zimanê dayik, yan jî xwedin bi zimanê dayik, çawa
di paragrafa 34 ya Dokumentê Kopenhagê de hatîye
beyankirin, her usa di mektebên mesleg û hûneran
de jî derbaz dibe, di hin xwendinên taybetî de.
Dewletên RPHE divê ji bona vê yekê jî rê û olaxan
hazir bikin li kîderê ew daxwaz bê kirin û hejmar
jî têrê bike.
Li alîyê dinê jî, divê îmkanên dewletê yên heyî
ji bo plankirin û qontrolkirina sîyasetên aborî
û perwerdeyî neyê kêmkirin. Ew kesên ku wan mektebên
kar û huneran -yên ku bi zimanê dayik dersê didin-
xilas dikin, dema bikaribin zimanê dewletê jî baş
bi kar bînin, ew ji bo wan awantajek e. Ew bi vî
awayî dikarin him li wê herêmê bixebitin ku xelkê
hûrgelê bi giranî lê dijî, him jî li her cîyê dinê
di nav sînorên wê dewletê de. Di demeke han de ku
welat derbazî bazara serbest dibe û hewl dide çûn-hatina
mal, xizmet û kar-xebat bi her awayî serbest be;
qeyd û şertên hanê ku vê hereketê teng dikin,
karê dewletê zehmettir dikin di warê avakirina firsendan
ji bo kar û xebatê û ji bo û pêşvebirina aborîya
welat. Bona vê yekê, perwerdeya hûrgelên netewî
bi zimanê dayik li mektebên mesleg û huneran, divê
her usa jî îmkanê bide xwendekarên hanê ku ew bikaribin
di warê zimanê dewletê de jî bi şiklekî minasiw
perwerde bin.
Perwerdeya hûrgelan di dereca sêwem de
Çawa di beşa jorê de jî hatibû gotin, mafê
hînbûna zimanê dayik, yan jî mafê perwerdebûnê bi
zimanê dayik, çawa di paragrafa 34´an ya Dokumentê
Kopenhagê de hatîye gotin, her usa, mafê perwerde
yê xwendina dereca sêwem (xwendina bilind) jî nîşan
dide bi zimanê dayik ji bo hûrgelên netewî. Di rewşeke
han de careke din, esasên wekhevîya firsendan û
ya necudakarîyê divê li ber çavan bê girtin, her
usa jî hewcedarîyên civakê û helbet hejmareke makûl.
Dema dewlet mesrefê van sazîyan negre ser xwe jî,
divê hûrgel di avakirina sazîyên xwe yên bilind
de azad bin û dewlet tu astengî dernexe pêşîya
wan.
Paragrafa 33 ya Dokumentê Kopenhagê ehemmîyeta
vê yekê nîşan dide û dibêje, berpirsîyarîya
dewletê ne tenê parastina nasnameya hûrgelan e,
her usa jî pêşvebirina wê ye. Gor vê bîr û
rayê, divê dewlet, li ser vê meselê bifikirin, îmkanan
hazir bikin ji bo perwerdeya dereca sêwem bi zimanê
dayik, li kîderê ev daxwaz hebe û hejmarê hûrgelê
jî têrê bike. Di vê çarçuvê de, divê xwendina bilind
bi zimanê dayik serbest be ji bo perwerdeya mamosteyan
jî.
Di pêkhatina vî karî de, divê tengasîyên malî
yên dewletan, bi taybetî yên ku teze derbazî bazara
serbest dibin, li ber çavan bê girtin. Hazirîya
xwendina derece sisêyan di zimanê hûrgelê de, ne
eynî tişt e bi avahîyên binî di eynî demê de.
Serda jî, cudakirina sazîyên perwerdeyî yên paralel
di dereca ûnîversîtê de, dikare hûrgelê îzole bike
ji piranîyê. Benda 26 ya Daxuyanîya Cîhanî ya Mafên
Mirovî beyan dike ku armanca perwerdegarîyê pêşvebirina
fêmkirina hevdu, tolerans û hevaltî ye di navbera
milletan, nijadan û grûbên dînî de. Divê ev yek,
her usa jî mesela entegrasyonê ji bîran neçe, û
pêşveçûna rewşenbîrî û çandî ya herdu
alîyan, ango him ya piranîyan him jî ya hûrgelan
ji hev îzole nebe.
Pêşvebirina bernama perwerdegarîyê
Ji Şerê Cîhanê yê Duwem vir de hejmara sazîyên
navnetewî ku li ser giranîya perwerdegarîyê sekinîn
her ku çû zêde bû. Gor van sazîyan tişkê ku
ji perwerdegarîyê tê xwestin ne tenê xwendineke
di warê akademîkî û teknîkî, lê her usa jî, divê
bi rîya wê bîr û bawerîyên di warê toleransê, pirdengî
û pirrengîyê, dijî nijadperestîyê û hemahengîya
navnetewî û ya nava civakan jî bêne xurtkirin. Ew
hewcedarîyên hanê, kar û barekî taybetî dikin ser
milê dewletan ku bi taybetî di nava sînorên wan
de hûrgelên netewî hene. Di van dewletan de, pirsa
hevrajîyanê û hemahengîyê di navbera grûbên etnîk
yên cuda de, her usa jî bo aramîya wan dewletan
di hundur xwe de gelek mihîm e. Ev hevrajîyan û
hemahengî, her usa jî, ji bo parastina aşitî
û aramîyê di wê herêmê de gelek hewce ye.
Benda 4. ya Daxuyanîya MY li ser Mafên wan Kesan
ku Mensûbê Hûrgelên Netewî, yan jî Etnîk, Dînî û
Zimanî ne, ji dewletan dixwaze ku “zanîna di heqê
dîrok, adet û tore, ziman û çanda hûrgelên heyî
di nav sînorên wan de xurt bike.” Benda 12 ya Peymana
Bingehîn ji bo Parastina Hûrgelên Netewî jî ji dewletan
dixwaze ku “zanîna di warê çand, dîrok, ziman û
dînê hûrgelên xwe yên netewî de xurt bikin.”
Paragraf 34 ya Dokumentê Civîna Kopenhagê ya Konferansa
li ser Dîmena Mirovî ya KPHE, hewcedarîya hanê beyan
dike û dibêje, di bernama perwerdegarîyê ya mekteban
de, divê dewlet “her usa jî dîrok û çanda hûrgelên
netewî li ber çavan bigrin.”
Ev daxwaz baş nîşan didin ku dewlet
mecbûr in, di bernama perwerdegarî ya mekteban de
cî bidin xwendina dîrok û toreyên hûrgelên netewî
ku di nav sînorên wan de dijîn. Divê dewlet vî karî
rasterast bi destê sazîyên xwe pêk bîne û li benda
daxwaz û beşdarîya hûrgelên hanê nesekine.
Ji ber ku helwesteke han ne li cî ye û xizmeta armancê
nake.
Benda 15 ya Peymana Bingehîn ji bo Parastina Hûrgelên
Netewî, paragrafa 30 ya Dokumentê Cıvîna Kopenhagê
ya Konferansa lı ser Dîmena Mirovî ya KPHE
û benda 3 ya Daxuyanîya Milletên Yekbûyî li ser
Mafên wan Kesan ku Mensubê Hûrgelên Netewî, yan
jî Etnîk, Dînî û Zimanî ne, hemû jî behsa ehemmîyeta
beşdarîya hûrgelên netewî dikin di pêvajoya
biryargirtinê de, bi taybetî kîngê babeta biryara
hanê tesîra xwe li ser wan dike.
Bona vê yekê, avakirina navendan ji bo pêşvebirina
bernama perwerdeyî di zimanê hûrgelan de, van herdu
pêvajoyan hêsantir dike û dereca profesyonelîyê
dide wan.
Gotinên dawî
Pirsa mafê perwerdeyî ya hûrgelan, babeteke gelek
hessas e li gelek dewletên ku endamê RPHE ne. Her
usa jî, pêvajoya perwerdeyî xudanê potensîyela hanê
ye ku dikare hurmeta hevdu û fêmkirina ji halê hevdu
xurt bike di navbera gelek civakan de li van dewletan.
Bi alîyekê ku ev babetekî gelek hessas e di roja
îro de û bi alîyê din, pîvanên ku bi destê gelek
sazîyên navnetewî di warê mafên mirovî de hatine
danîn bi awayekî ne ewqas zelal in, armanca ji wan
pêşnîyarên ku li ser hûr hûr hatine xebitîn,
hêsankirin û zelalkirina vê pirsê ye di warê mafên
hûrgelan da. Pêşnîyarên Laheyê ne pir fireh
in. Ew wek çarçuve hatine danîn ku alîkarîya dewletan
bikin di pêvajoya pêşvebirina sîyaseta perwerdeyî
ya hûrgelan de.
-----------------------------------------------------------------------
OSLO
LUND
|