PÊŞNÎYARÊN OSLO
Dİ HEQÊ MAFÊN
ZİMANÎ YÊN HÛRGELÊN NETEWÎ DE
Û NÎŞEYÊ AGAHDARÎYÊ
Sibat 1998
Rêxistina Parastin û Hevkarîyê li Ewrûpa (RPHE)
di biryarên xwe yên Helsînkî ya Tîrmeha sala 1992
de nîşan da ku, rola Komîserîya Bilind ya Hûrgelên
Netewî bibe haletek ku bikaribe di demeke herî zûtirîn
de pêşî li dijayetîyan bigre. Ev biryara hanê,
bi taybetî ji ber tesîra rewşa Yugoslavyaya
berê bû, ku tirs hebû li cîyên dinê yê Ewrûpa jî
tiştên hanê dubare bibin, bi taybetî li wan
welatên ku teze derbazî demokrasîyê dibin, û zirarê
bidine doza aşitî û serfirazîyê ku Serokên
Dewlet û Hukumetan ji bo Ewrûpayeke Nû dabûne pêşîya
xwe di Çirîya Paşîn a sala 1990 di Senedê Parîsê
de.
Di Çileyê Paşîn sala 1993 de birêz Max van
der Stoel cara pêşîn wek Komîserê Bilind ê
Hûrgelên Netewî (KBHN) yê RPHE dest bi karê xwe
kir. Birêz van der Stoel, di saya tecrubeya xwe
ya mezin wek Endamê Berê yê Parlamenê, Wezîrê Derva
yê Hollandê, Nûnerê Daîmî yê Hollandê li Mılletên
Yekbûyî û parêzgerekî mafên mirovî bi salan, bala
xwe da ser gelek dijayetîyên di navbera hûrgelan
û hukumetên merkezî de li Ewrûpa, ku gor raya wî,
dikaribûn germ bin. KBHN, bi karanîna rê olaxên
dîplomatîk, bi welatan jêrê re mijûl bû: Albanîya,
Xirwatîstan, Estonya, Macarîstan, Kazakîstan, Kirgizîstan,
Latvîya, Makedonya ya Komara Yugoslavya ya Berê,
Romanya, Slovakîya û Ukrayîna jî hebûn. Xebata wî
berê li ser rewşên hûrgelên etnîk yên han kom
bû ku, endamên wan di nava dewletekê de piranî,
di nava yê dinê (bi piranî dewletên cîran) de hindikahî
bûn û bona vê yekê, bala hukumetên herdu dewletan
jî dikişandin ser xwe û ger nebin sedemê şer
û pevçûnan jî, di navbera wan de dijayetîyek peyda
dikirin. Bi rastî jî, pirî caran dijayetîyên hanê
şikil dane dîroka Ewrûpê.
Helwesta KBHN li himber dijayetîyên hûrgelên netewî,
helwesteke serbixwe, bêteref û hevkar e. Ji ber
ku KBHN ne dezgeyeke teftîşî ye, ew gor pîvanên
(standardên) navnetewî kar dike ku her dewletekî
bî çarçuveya wê û şîretên wê re razî bûye.
Bi vê wesîlê, gelek mihîm e ku em bînîn bîra xwe,
berpirsîyarîyên ku wan dewletên endamê RPHE girtine
ser xwe, bi taybetî Dokumentê Kopenhagê ya sala
1990 ya Konferansa li ser Dîmena Mirovî, Beşa
IV, ku berpirsîyarîyên wan di heqê hûrgelên netewî
de yek bi yek bi nav dike. Dîsa, tiştekî gelek
mihîm e ku divê neyê ji bîrkirin, hemû dewletên
endamê RPHE bi berpirsîyarîyên Milletên Yekbûyî
jî girêdayî ne di heqê mafên mirovî de, ku mafên
hûrgelan jî di nav de ye; dîsa piranîya dewletên
endamê RPHE tabîyê pîvanên Konseya Ewrûpê ne.
KBHN, piştî xebateke baş ya pênc salan,
li gelek welatan ku lê mijûlbû, karibû hin pirs
û nakokîyan nas bike ku bala wê kişandibûn
û xwe dubare dikirin. Mafên zimanî yên hûrgelên
netewî, ango mafê wan kesên ku mensûbê hûrgelên
netewî ne, karanîna zimanê xwe di warê pêvendîyên
şexsî (prîvat) û civakî de, pirseke hanê ye.
Sazîyên mafên mirovî yên navnetewî, bi gelek wesîleyan
behsa vî mafî dikin. Bi alîyekê, ziman tiştekî
şexsî ye ku bi nasnama mirovan re girêdayî
ye. Li alîyê dinê, ziman haletekî hanê ye ku rêxistina
civakî bê wê nabe û di gelek waran de mafê giştî
tê de heye. Şik tune ku, karên dewletê bi gelek
alîyan de bi karanîna ziman çêdibe. Li dewleteke
demokratîk ku hurmeta mafên mirovî dike, hemahengîya
pirrengîya heyî, bi vî awayî dibe esasekî mihîm
ji bo sîyaset û hiqûqê. Dema di vî warî de balanseke
minasiw nebe, hingê rê vedibe ji bo dijayetîyên
etnîkî.
Ji ber vê yekê, KBHN, di havîna 1996 de daxwaz
kir ku Wakfa Pêvendîyên Nav– Etnîkî bi komeke piçûk
yên pisporan re bişêwire ku di warê navnetewî
de naskirî ne û guh bide pêşnîyarên wan ji
bo mafên zimanî yên wan kesên ku mensûbê hûrgelên
netewî ne, û lê binêre ew maf di welatên RPHE de
bi şiklekî minasiw bi cî bên. Berî vê jî, daxwazeke
usa ya KBHN hatibû cî û bi alîyê Pêşnîyarên
Laheyê di Heqê Mafên Perwerdeyî yên Hûrgelên Netewî
û Nîşeyên Agahdarîyê de hûr hûr heatibûn kolandin.
Lê belê, Pêşnîyarên Laheyê ku li ser karanîna
ziman yan jî zimanên hûrgelên netewî di warê perwerdeyî
de bûn, ev babet li der lêkolînên pisporan hiştibûn.
Wakfa Pêvendîyên Nav-Etnîkî -ku rêxistineke sîwîl
e û di 1993 de avabûye ji bo alîkarîya KBHN bike
di hin karên taybetî de- kesên pispor li ser babetên
cuda cuda civandin û raya wan girt, ku ji van civînan
du heb li Oslo, yek jî li Laheyê çêbûn. Yek ji wan
civîna hiqûqnasan bû li ser hiqûqa navnetewî, yên
dinê civîna zimanzanan, ya parêzger û lêkolînerên
sîyasî, ku pispor bûn di heqê rewş û hewcedarîyên
hûrgelan de. Pisporên ku di van civînan de beşdar
bûn ev in:
Professor Gudmunder Alfredson, Midûrê Înstîtûya
Raoul Wallenberg (Swêd); Professor Asbjørn Eide,
Doktorê bi Qidem, Înstîtûya Mafên Mirovî ya Norwecê
(Norwec); Ms. Engelita Kamenska, Lêgerînerê Sereke,
Navenda Mafên Mirovî û İlmên Etnîkî (Latvîya);
Mr. Dónal Ó Riagáin, Sekriterê Giştî, Daîra
Zimanên ku Kêm bi Kartên (Irlandiya); Ms. Beate
Slydal, Şêwirdar, Foruma Norwecê ji bo Azadîya
Bîr û bawerî (Norwec); Dr. Miquel Strubell, Midûr,
Înstîtûya Katalanan ya Sosyolînguîstîks, Hukumeta
Katalonya (Spanya); Professor György Szepe, Beşa
Îlmên Zimanan, Zankoya Janus Pannonius (Hungarî);
Professor Patrîck Thornberry, Beşa Hiqûqê,
Zankoya Keele (Qeyzerîya Yekgirtû); Dr. Fernand
de Varennes, Midûrê Navenda Asya-Pasîfîk ya Mafên
Mirovî û Pêşîlêgirtina Pevçûnên Etnîk (Australya);
Professor Bruno de Witte, Beşa Hiqûqê, Zankoya
Maastrichtê (Holande); Mr. Jean Marie Voehrlîng,
Înstîtuya de droit local alsacien-mosellan (Franse).
Qasî ku pîvanên mafên hûrgelan yên heyî beşekî
mafên mirovî ne, di van civînên şêwrê de pisporan
berî her tiştî bala xwe dane ser pirsa hanê,
gelo, dewlet çiqas berpirsîyarîya xwe bi cî bînin
di warê mafên mirovî de bi awayekî giştî, bi
taybetî jî, wekhevî û azadîya ji neheqî û cudakarî,
azadîya bîr û bawerî, azadîya civîn û komelayetî,
her usa jî heq û azadîyên wan kesan ku mensûbê hûrgelan
in?
Di van civînan de her usa jî hat xuyakirin ku,
armanca dawî ya hemû mafên mirovî, pêşvebirina
kesayetîya mirov e bi şiklekî fireh û azad
li ser esasê wekhevîyê. Di dawîyê de hat pêşnîyarkirin
ku civaka sîwîl divê vekirî be, bi hereket û guhartin
be, ango bikaribe herkesî nêzî hev bike, tevî kesên
ku mensûbê hûrgelên netewî ne. Her usa, ku karanîna
ziman haletê bingehîn e ji bo dan û stendinê, ango
dîmena civakî ya bingehîn ya tecrubeya mirovan jî
hat xuyakirin.
Li dawî Pêşnîyarên Oslo di heqê Mafên Zimanî
yên Hûrgelên Netewî de, hewl dide naveroka mafên
zimanî ya hûrgelan zelal bike, bi şiklekî giştî,
ew çawa bi kar bên di çarçuveya ku KBHN pê mijûl
dibe. Tevî wê jî, pîvan (standard) usa bên şirovekirin
ku, ewê bikaribin di jîyanê de bi hemahengî bi kar
bên. Pîşnîyar di bin sernivîsên hûrik de dabeş
dibin, ku her yek ji wan bi pirseke li ser ziman
re radibe, ku di pratîkê de derdikeve pêş.
Di heqê van pêşnîyaran de îzahateke berfireh
di “Nîşeya Agahdarîyê” ya dinê de heye, ku
li piştî pêşnîyaran cî digre û tê de pîvanên
navnetewî di heqê vê pirsê de jî hatine nîşandan.
Ji vê yekê armanc ev e ku, her pêşnîyar bi
tevî paragrafa taybetî ya Nîşeya Agahdarîyê
re bê xwendin, ku wê eleqeder dike.
Hêvî ji vê xebatê ev e ku, ev şîret û pêşnîyar
bibin çavkanîyeke baş ji bo pêşvebirina
sîyaset û hiqûqa dewletan di warê bî cîanîna mafên
zimanî yê wan kesan ku mensûbê hûrgelên netewî ne,
bi taybetî di warê civakî de.
Herçiqas ev Pêşnîyar li ser karanîna ziman
in bi alîyê kesên ku mensûbê hûrgelên netewî ne,
lê ew her usa jî dikarin ji bo hûrgelên cuda jî
bi kar bên. Armanca van Pêşnîyarên ku li jêrê
hatine rêzkirin zelalkirin û xurtkirina mafan e.
Armanca wan tucar ne tengkirina mafên mirovî ya
kesan û grûban e.
PÊŞNÎYARÊN OSLO Dİ
HEQÊ MAFÊN ZİMANÎ
YÊN HÛRGELÊN NETEWÎ
DE
NAV
1) Kesên ku mensûbê hûrgelên Netewî ne, xwedî
maf in ku navên xwe yên şexsî bi zimanê xwe
kar bînin gor adetên xwe û sîstema zimanê xwe. Divê
ev heq bi şiklekî fermî bê qebûlkirin û daîreyên
resmî jî gor wê bikin.
2) wek vê, sazîyên nefermî wek komeleyên çandî
û şîrketên kar ku bi destê mensûbên hûrgelên
netewî hatine avakirin, dikarin ji vî heqî îstîfade
bikin ji bo karanîna navê xwe.
3) Li herêmên ku mensûbên hûrgelên netewî bi giranî
lê dijîn û kîngê ji alîyê wan daxwazeke ku têrê
dike hebe, divê miqamên resmî tevdîran bistînin
ji bo nîşandana navên herêmî, yên kûçe û kolanan
û nîşanên dinê yên topografîk bi zimanê hûrgelê.
DÎN
4) Herkesek di karê dînê xwe û di îbadeta xwe
de, bi serê xwe yan jî tevî kesên dinê bi şiklekî
cemahîrî, divê bikaribe zimanê xwe bi kar bîne.
5) Ji bo seremonî û emelên dînî ku her usa jî
rewşa medenî eleqeder dikin û tesîrê li ser
jîyana yasayî dikin, dewlet dikare daxwaz bike ku
wesîqe û dokumentên hanê bi zimanê, yan jî bi zimanên
resmî yên dewletê jî bêne çêkirin. Dewlet dikare
daxwaz bike ku qeydên ku rewşa medenî eleqeder
dikin her usa jî bi zimanê yan jî bi zimanên fermî
bêne parastin bi destê miqamên dînî.
JÎYANA CEMAHÎRÎ û RÊXİSTİNÊN MEDENÎ
(NGOs)
6) Hemû kes, mensûbên hûrgelên netewî jî di nav
de, xwedî maf in ku rêxistin, komele û înstîtûyên
medenî ava bikin û karê wan bi rêve bibin. Ev sazî
kîjan zimanî, yan jî zimanan bixwazin divê bikaribin
bi kar bînin. Dewlet, ji ber zimanê wan divê dijî
wan sazîyan cudakarî neke û mafê wan teng neke di
warê alîkarîgirtinê de ji butçeya dewletê, ji çavkanîyên
navnetewî û ji sektora şexsî
7) Ger dewlet bi xurtî, tevî tiştên dinê,
alîkarîya kar û xebatên civakî, çandî û werzîşî
dike, divê li ser esasê edaletê parekê jî veqetîne
ji bo wan kar û xebatên bi vî cureyî ku bi alîyê
mensûbên hûrgelên netewî têne kirin. Alîkarîya dewletê
ya diravî ji bo kar û xebatên ku di zimanê wan kesên
mensûbê hûrgelên netewî de û di van waran de pêk
tên, divê bi şiklekî necudakar bêne garantîkirin.
MEDYA
8) Kesên ku mensûbê hûrgelên netewî ne, xwedî
maf in ku medyaya bi zimanê xwe yê hûrgelî ava bikin
û rêve bibin. Nîzama dewletê ji bo medyayê divê
li ser esasekî makûl û necudakar be û mafên hûrgelan
teng neke.
9) Ew kesên ku mensûbê hûrgelên netewî ne, divê
ji bo weşana bi zimanê wan jî waxt bê amadekirin
di medyaya han de ku bi destê dewletê fînanse dibe.
Dirêjî û qalîteya zeman ku ji bo weşana bi
zimanê hûrgel tê veqetandin di dereca netewî, herêmî
û mehelî de, divê gor hejmar û giranîya nifûsa hûrgela
netewî û rewş û hewcedarîya wê be.
10) Çi di medyaya dewletê çi di ya şexsî
de, serbestîya amadekirina bernameyên bi ziman yan
jî zimanên hûrgelan divê bêne parastin. Buroyên
medya dewletê ku bernameyên wê bi alîyê naverok
û kar bi rêve dibin, divê serbixwe bin, di wan buroyan
de mensûbên hûrgelên netewî jî kar bikin.
11) Weşana medyaya ku ji der welat tê kirin,
divê neyê astengkirin. Hebûna medyayeke han nabe
sebep ku zemanê weşanê yê ku di medyaya dewletê
de ji bo hûrgelê hatîye veqetandin bê tengkirin.
JÎYANA ABORÎ
12) Hemû kes, kesên ku mensûbê hûrgelên netewî
ne jî di nav de, xudan maf in ku di warê aborî de
sazîyên şexsî ava bikin û rêve bibin bi ziman
-yan jî zimanên- ku ew bixwazin. Dewlet dikare tevî
vê, karanîna ziman –yan jî zimanên- fermî yê dewletê
jî bixwaze, kîngê mafê giştî yê qanûnî hewce
bike, wekî parastina mafên karkeran, yan miştêrîyan,
yan jî dan û stendinên di navbera şîrket û
dewletê de.
MİQAMÊN ÎDARÎ Û XİZMETÊN CIVAKÎ
13) li herêm û mehelên ku mensûbên hûrgelên netewî
bi hejmareke mihîm hebin û dema daxwaz bikin, mafê
wan heye ku dokument û belgeyên sazîyên resmî yên
wan herêman û mehelan him bi zimanê -yan jî zimanên-
resmî, him jî bi zimanê hûrgelê bin. Her usa jî,
divê sazîyên herêmî yan jî mehelî divê qeydên hanê
bi zimanê hûrgelê jî çêbikin.
14) Mensûbên hûrgelên netewî, divê xudan firsend
bin, bikaribin bi miqamên îdarî re bi zimanê xwe
bidin û bistînin, bi taybetî bi miqamên herêmî û
mehelî re, ku li wir xudan hejmareke baş bin
û vê daxwazê nîşan bidin. Her usa, miqamên
îdarî jî divê, li kîderê firsend hebe, xizmetên
xwe bi zimanê hûrgela netewî jî bi kar bînin. Bona
vê yekê divê bernameyên perwerdeyî pêk bînin, xwe
ji bo vî karî hazir bikin.
15) Li herêm û mehelên ku mensûbên hûrgelên netewî
têra xwe heye, divê dewlet tevdîran bistîne da ku
kesên têne hilbijartin ji bo sazîyên îdarî li van
harêm û mehelan, bikaribin zimanê hûrgelên netewî
jî bi kar bînin di dema xizmetên van sazîyan de.
SAZÎYÊN NETEWÎ YÊN SERBİXWE
16) Dewletên ku li wir mensûbên hûrgelên netewî
dijîn, divê îmkanê bidin wan ku, dema ew kes gihan
wê qeneetê ku mafên wan ên zimanî zirar dîtîye,
bikaribin, tevî miqamên hiqûqî yên minasiw, serî
li sazîyên netewî yên serbixwe xin, wek kesên ombûdsman
yan komîsyonên mafên mirovî.
MİQAMÊN HİQÛQÎ
17) Tevî ew kesên ku mensûbê hûrgelên netewî ne,
heqê hemû kesan heye ku dema hatine girtin, yan
binçav bûn, yan jî bi şiklekî din bi curmekî
hatin gunekarkirin, divê di zûtirîn dem de, sebebê
vê yekê ji wan re bê eşkerekirin bi zimanê
ku ew jê fêmdikin û dikarin bi vî zimanî û ger hewce
be bi alîkarîya tercumanekî û bi şiklekî bê
pere, berî mehkemê, dema mehkemê û di dereca temyîzê
de xwe biparêzin.
18) Li herêm û mehelên ku mensûbên hûrgelên netewî
bi hejmarekî têr lê dijîn û ger daxwaz hebe, heqê
mensûbên van hûrgelan heye ku di dema pêvajoya hiqûqî
de ji bo eşkerekirina merema xwe zimanê xwe
bi kar bînin û ger hewce be bi alîkarîya tercumanekî.
19) Li herêm û mehelên ku mensûbên hûrgelên netewî
bi hejmarekî têr lê dijîn û ger daxwaz hebe, divê
dewlet li ser vê yekê baş bisekine û rê û îmkanan
peyda bike, da ku pêvajoya hiqûqî ku tesîra xwe
li ser kesên hanê dike, bi temamî bi zimanê hûrgelê
pêk bê.
MEHRÛMBÛN Jİ AZADÎYÊ
20) Midûr û personelê din yê sazîyeke cezayî (girtîgeh,
hepisxane), divê bikaribin ziman –yan jî zimanên-
piranîya girtî û mehkûman, yan jî zimanekî ku piranîya
wan jê fêm dike, qise bikin. Bona vê yekê divê ji
bo personel qurs, yan jî bernameyên perwerdeyî bi
cî bên. Kîngê hewce be, divê tercumanek bê karanîn.
21) Kesên girtî ku mensûbê hûrgela netewî ne,
heqê wan heye ku di dan û stendinê de, çi bi yên
hundur re, çi bi kesên dinê re, kîjan zimanî dixwazin
wê bi kar bînin. Miqamên resmî jî divê, çiqas îmkan
hebe, tevdîran bistînin ku girtî û mehkûm bikaribin
zimanê xwe him di warê axaftinê de, him jî di nameyên
şexsî de bi kar bînin, gor sînorên ku bi qanûnê
hatine danîn. Her usa jî, kesên girtî yan jî mehkûm,
çiqas îmkan hebe, divê di girtîgeh yan jî hepisxaneyeke
nêzî cîyê rûniştgeha wan bêne cîkirin.
NÎŞEYÊ
AGAHDARÎYÊ
Jİ BO
PÊŞNÎYARÊN OSLO
Dİ HEQÊ MAFÊN ZİMANÎ YÊN HÛRGELÊN NETEWÎ
DE
PÊŞGOTİN
Benda 1ê ya Daxuyanîya Cîhanî ya Mafên Mirovî
dibêje ku hemû mirov bi xwedî şeref û rûmet
têne dinyayê, ku bingeha esasî ye ji bo hemû mafên
mirovî. Benda 1 ya Daxuyanîyê usa dibêje: „Hemû
mirov azad têne dinyayê û di şeref û heqên
xwe de wekhev in...“ Girîngîya vê bendê divê ji
bîran neçe. Ev, ne ku tenê bi awayekî giştî
behsa mafên mirovî dike, lê her usa jî bingehek
e ji bo mafên zimanî yên wan kesan ku mensûbê hûrgelên
netewî ne. Ji ber ku mirov di şeref û mafan
de wekhev in, divê ji nasnama hemû kesan re hurmet
bê nîşandan. Ziman beşeke bingehîn e ji
nasnameya mirovan. Bona vê yekê, ji heysîyet û şerefa
mirovan re hurmet, her ûsa jî, ji nasnameya wan
û ji zimanê wan re hurmetê şert dibîne.
Di vê behsê de, Peymana Navnetewî li ser Mafên
Medenî û Sîyasî gelek mihîm e. Benda 2 ya Peymanê
ji Dewletan dixwaze ku ew çi lazim e bikin, da ku
mafên mirovî ji bo hemû kesên ku li ser erda wan
dijîn û tabîyê hiqûqa wan in bi cî bên û bi wan
re hurmet bê nîşandan, „di tu warî de ferqî
û cudakarî nebe, her usa di warê....ziman de...“
Benda 19 ya Peymanê azadîya eşkerekirina bîr
û bawerî garantî dike. Ev bend ne ku tenê heqê eşkerekirina
bîr û bawerî û girtina malûmat û bîr û bawerîyên
her cureyî –çi ji hundur çi ji dervayî welat- dide
mirovan, her usa jî di warê medya û ziman de jî
vî heqî garantî dike, gor daxwaza kesan. Ji bo dan
û stendina înformasyonê jî gelek caran divê xelk
bê ba hev. Di vê çarçuvê de, Benda 21 û 22 ya Peymanê
mafê azadîya çêkirina civîn û sazîyan garantî dikin.
Wekî vê, li Ewrûpa, azadîya eşkerekirina
bîr û bawerî di Benda 10an ya Peymana Ewrûpa ji
bo Parastina Mafên Mirovî û Azadîyên Bingehîn de
hatîye garantîkirin, tevî Benda 14 ya vê Peymanê,
ku dibêje, „divê di tu warî de...di ziman de...
tu cudakarî nebe.“ Tevî van herdu çavkanîyan, ango
Daxuyanîya Cîhanî ya Mafên Mirovî û Peymana Ewrûpê
ji bo Parastina Mafên Mirovî û Azadîyên Bingehîn,
Daxuyanîya Konseya Ewrûpê li ser Azadîya Bîr û Ray
û Înformasyonê de dide xuyakirin ku „Azadîya bîr
û bawerî û înformasyonê şertekî mihîm e ji
bo pêşveçûna herkesekî di warê civakî, aborî,
çandî û sîyasî de, her usa jî ji bo pêşveçûneke
hemahengî ya grûbên civakî, çandî, netewî û civakên
navnetewî“. Di vê babetê de, azadîyên ji bo civînên
aştîxwazane û komelayetî di Benda 11 ya Peymana
Ewrûpê ji bo Parastina Mafên Mirovî û Azadîyên Bingehîn
de hatine garantîkirin, ku ev jî mihîm e.
Di çarçuveya Rêxistina ji bo Parastin û Hevkarîya
Ewrûpê (RPHE) de, ev fikrên bingehîn li ser azadîyên
eşkerekirina bîr û bawerî, civîn û komelayetî
di paragrafên 9.1-9.3 yên Dokumentê Civîna Kopenhagê
ya Konferansa li ser Dîmena Mirovî de hatine rêzkirin.
Di Senedê Parîsê ji bo Ewrûpayeke Nû de, Serokê
Dewlet û Hukumetan yên dewletên endam yên RPHE,
„beyan dikin ku ...azadîya eşkerekirina bîr
û bawerî, azadîya komelayetî û civînên aşitîxwazane...
bê cudakarî, heqê hemû kesan e.“
Benda 27 ya Peymana Navnetewî li ser Mafên Medenî
û Sîyasî şertekî mihîm yê din e ku rasterast
li ser mafên zimanî yên hûrgelên netewî ye. Di vî
bendî de tê gotin ku: „Ew kesên ku mensûbê... hûrgelekê
ne, divê, tevî kesên dinê yên grûbê xwe, ji mafên
xwe bêpar nemînin û bikaribin... zimanê xwe bi kar
bînin.“
Wekî vê, Benda 2 (1) ya Daxuyanîya Millêten Yekbûyî
li ser Mafên wan Kesan ku Mensûbê Hûrgelên Netewî
yan jî Etnîk, Dînî û Zımanî ne, dibêje, ew
kesên ku mensûbê hûrgelên netewî ne, heqê wan e
„karanîna zimanê xwe, di warê şexsî (prîvat)
û civakî de, bi azadî û bê midaxale û bê cudakarî.“
Benda 10 (1) ya Peymana Çarçuve ya Konseya Ewrûpê
ji bo Parastina Hûrgelên Netewî dibêje, divê Dewlet
mafê wan kesan nasbike ku mensûbê hûrgelên netewî
ne û divê ew „bikaribin zimanê xwe yê hûrgelî di
warê pêvendîyên şexsî û civakî de, di warê
axaftin û nivîsandinê de bi serbestî û bê midaxale
bi kar bînin.“
Herçiqas di belgeyên sazîyên hanê de behsa karanîna
zimanê hûrgelan di warê şexsî û civakî de têne
kirin, van sazîyan warên „civakî“ ji warên „şexsî“
sedî sed cuda nekirine. Bi rastî jî ewana dikarin
tevîhev bin. Ev tişt dikare bibe, wek nimûne,
kîngê şexsan wek ferdekî yan jî tevî kêsên
dinê, ango wek cemahîr, hewl dan ku medya yan jî
mektebên xwe yên taybetî (prîvat) ava bikin. Ev
karê hanê dikare wek înîsîyatîfeke şexsî dest
pê bike û piştre bibe babetê eleqederîyeke
qanûnî yê civakî. Eleqeyeke hanê dikare rê bide
ji bo nîzameke civakî.
Dema behsa karanîna zimanên hûrgelan di warên
„civakî û şexsî de“ bi destê wan kesan ku mensûbê
hûrgelan in dibe, helbet karê perwerdeyî ne li dervayî
vê kar û mijûlîyê ye. Li ser babetên perwerdeyî
, qasî ku zimanên hûrgelan eleqeder dikin, di Pêşnîyarên
Laheyê di Heqê Mafên Perwerdeyî yên Hûrgelên Netewî
de hûr hûr hatîye sekinîn. Ew Pêşnîyar ji bo
maf û daxwaza Komîsyona Bilind ya Hûrgelên Netewî
ya RPHE û bi destê Wakfa Pêvendîyên Nav-Eknîkî û
bi rîya şêwrê hatine hazirkirin, bi tevî pisporên
ku him di warê mafên mirovî yên navnetewî, him jî
di warê perwerdegarîyê de hatine naskirin. Pêşnîyarên
Laheyê hatine kemilandin û pêşvebirin, da ku
dîtinên sazîyên navnetewî di warê mafên mensûbên
hûrgelên netewî de zelal be, ku ev yek, ji bo pêşvebirina
kesayetîya (nasnameya) mensûbên hûrgelên netewî
gelek mihîm e.
Sazîyên mafên mirovî yên navnetewî, wek şertekî
mihîm dibînin û dibêjin ku, mafên mirovî cîhanî
ne, ango ji bo herkesî ne û divê bê cudakarî bi
kar bên û herkesek li ser esasê wekhevîyê ji wan
feyde bistîne. Piranîya mafên mirovî helbet ne mitlaq
in. Dezgeyên di vî warî de hin hal û rewşên
taybetî nîşan dane, ku heqê dewletan heye ji
van mafan re sînoran daynin. Hiqûqa navnetewî ya
mafên mirovî ji van sînorkirinan re mecal daye,
wek ji bo parastina jîyana mirovan ji bûyerên xeternak,
yan hal û mercên ku ji bo maf û azadîyên kesên dinê
xeter bin, yan jî hal û mercên ku ehlaqa civakî
(umûmî), sihheta civakî, aramîya netewî û refaha
giştî di civaka demokratîk de bikin xeterê.
Lê divê di yasayên mafên mirovî de ev qeyd û şertên
azadîyan bi şiklekî teng bêne şirovekirin.
Ew kesên ku mensûbê hûrgelên netewî ne, mafê wan
ê karanîna zimanê –yan jî zimanên- xwe di warên
şexsî û civakî de, ku di çarçuveya Pêşnîyarên
Osloyê di Heqê Mafên Zimanî yên Hûrgelên Netewî
de hûr hûr hatîye rêzkirin, lê beşdarîya civaka
fireh jî baskê dinê ye û divê tim li ber çavan be.
Armanca van Pêşnîyaran ne îzolekirin e, ew
bi alîyekê ve mafên mensûbên hûrgelên netewî teşwîq
dikin, nasname, çand û zimanê wan diparêzin û pêşve
dibin, bi alîyê din jî rê vedikin ku ew li ser esasê
wekhevîyê bibin endamê civaka fireh, ango di navbera
herdu alîyan de balansek çêbe. Bona vê yekê, dema
di warê ziman –yan jî zimanên- dewletê yên fermî
de zanîneke baş nebe, ev nêzikbûn çênabe. Daxwaza
ji bo perwerdeya hanê di Bendên 13 û 14 ya Peymana
Navnetewî li ser Mafên Aborî, Civakî û Çandî de
û di Bendên 28 û 29 ya Peymana li ser Mafên Zarokan
de -ku mafê perwerdeyî hewce dibîne û ji dewletê
diwaze ku xwendina îcbarî bi cî bîne- heye. Her
usa jî, Benda 14 (3) ya Peymana Çarçuve ji bo Parastina
Hûrgelên Netewî şert dibîne ku, xwendina bi
zimanê hûrgelê „bê hukmê pêşîn, divê bê temamkirin
bi hînbûna zimanê resmî yê dewletê, yan jî bi xwendina
bi vî zimanî.“
NAV
1) Benda 11(1) ya Peymana Çarçuve ji bo Parastina
Hûrgelên Netewî şert dibîne, ku heqê mensûbên
Hûrgelên netewî ye, dikarin navê xwe yê pêşîn,
navê malbatê û paşnavê xwe bi zimanê xwe bi
kar bînin. Ev maf, ku bi cîanîna wê gelek mihîm
e ji bo nasnameya wan ê kesayetî, divê gor şert
û mercên taybetî yê her dewletê de bi kar bê. Wek
nimûne, Miqamên resmî dema elîfbeya ziman -yan jî
zimanên- resmî bi kar bînin ji bo nîvîsandina navên
wan kesan ku mensûbê hûrgelên netewî ne, divê xwedî
sedemên makûl bin, ango ev nivîsandin gor fonetîka,
ango dengên zimanê hûrgelê bin. Lê divê ev yek gor
sîstema ziman û adetên hûrgela netewî bi cî bê.
Ango ev heqekî gelek bingehîn e û him bi zimanê
kesan him jî bi nasnama wan re bi xurtî girêdayî
ye. Kesên ku bi destê miqamên resmî mecbûr mane
ku navên xwe yên eslî yan jî malbatî (yên dê û bavan)
berdin, yan jî, ku navê wan bê rizaya wan hatibe
guhartin, heqê wan e ku ew nav li wan bên vegerandin,
bê mesref û bedêlekê.
2) Nav ji bo nasnameya miştêrek jî gelek
mihîm in, bi taybetî ji bo wan kesên ku mensûbê
hûrgeleke netewî ne û bi hevra „wek cemahîr“ hereket
dikin. Benda 2(1) ya Daxuyanîya MY li ser Mafên
wan Kesên ku Mensûbên Hûrgelên Netewî yan jî Etnîk,
Dînî û Zimanî ne, dibêje ew kesên ku mensûbê hûrgelên
netewî ne, heqê wan heye „zimanê xwe di warê şexsî
û civakî de bi serbestî kar bînin, bê midaxale û
bê tu cureyê cudakarî. Benda 10(1) ya Peymana Çûrçuve
ji bo Parastina Hûrgelên Netewî şert dibîne
ku Dewlet mafên mensûbên hûrgelên netewî nas bike
ji bo ku ew „zimanê xwe yê hûrgelî di warê şexsî
û civakî de, bi devkî û nivîskî û bi serbestî û
bê midaxale bi kar bînin. Benda 27 ya Peymana Navnetewî
li ser Mafên Medenî û Sîyasî beyan dike û dibêje:
„kesên ku mensûbê... hûrgelan in divê ji heqê axaftina
zimanê xwe... bi endamên dinê yên grûbê xwe re bêpar
nemînin.“ Çawa mafê kesan heye ku zimanê xwe di
warên civakî de tevî kesên dinê, ango bi şiklekî
cemahîrî û bê midaxele û bê cudakarî bi kar bîne,
yek ji nîşana vê ya xurt ev e ku, sazî, komele
û rêxistinên yasayî (legal) û şîrketên kar,
ku bi destê mensûbên hûrgelên netewî hatine avakirin
û têne îdarekirin, dikarin gor daxwaza xwe, navekî
ji zimanê hûrgelê bi kar bînin. Navê han ê miştêrek
divê bi alîyê miqamên resmî bêne naskirin û gor
adet û sîstema zimanê wê grûbê (cemahîrê) bi kar
bê.
3) Benda 11(3) ya Peymana Çarçuve dibêje ku, „li
herêmên ku hûrgelên netewî, wek adet-usûl (ji berê
de) û bi hejmareke têrî xwe lê dijîn, divê hemû
teref bi vî şiklî bikin... Nîşanên navên
adetî yên herêmî, navên kolan û kûçeyan, û nîşanên
dinê yên topografîk ji bo umûm, her usa jî divê
bi zimanê hûrgelê be, ger di vî warî de têr daxwaz
hebe. Qebûlnekirin û nasnekirina navên dîrokî yên
bi vî şiklî, wek hewldaneke ji bo guhartina
dîrokê û helandina (assîmîlekirina) hûrgelan e ku
xetereke ciddî ye ji bo nasnama wan kesên ku mensûbê
hûrgelan in.
DÎN
4) Benda 27 ya Peymana Navnetewî li ser Mafên
Medenî û Sîyasî dibêje: „Li wan dewletên ku hûrgelên
etnîk, dînî û zimanî hene, kesên ku mensûbê wan
hûrgelan in, tevî kesên dinê ku mensûbê wê grûbê
ne... divê ji mafên eşkerekirin û îbadeta dînê
xwe bêpar nebin û bikaribin zimanê xwe bi kar bînin.“
Benda 3(1) ya Daxuyanîya MY li ser Mafên Kesan
ku Mensûbê Hûrgelên Netewî yan jî Etnîk, Dînî û
Zimanî ne, şert dibîne û dibêje: „Kêsên ku
mensûbê hûrgelan in, dikarin heqên xwe... bi şiklekî
ferdî, her usa jî, tevî kesên dinê yên grûba xwe
bi şiklekî cemahîrî, bê cudakarî bi kar bînin.“
Bawerîya dînî û îbadeta wê „bi şiklekî cemahîrî“
gelek mihîm e ji bo gelek kesên ku mensûbê hûrgelên
netewî ne. Bi vê wesîlê divê bê gotin ku, serbestîya
dînî ji bo herkesekî hatîye garantîkirin di Benda
18(1) ya Peymana Navnetewî li ser Mafên Medenî û
Sîyasî û Benda 9(1) ya Peymana Ewrûpê ji bo Parastina
Mafên Mirovî û Azadîyên Bingehîn. Tevî vê jî, azadîya
eşkerekirina dînê xwe û bawerîyên xwe, îbadeta
umûmî jî di nav de, di gelek alîyan de hatîye sînorkirin
ku di binê van bendan de yek bi yek hatine rêzkirin.
Ev sînorên hanê divê bi qanûnê bêne nîşandan
û ji bo parastina emnîyeta giştî, nîzam, sihhet,
ehlaq û ji bo parastina heq û azadîyên bingehîn
yên kesên dinê bin. Divê ev sînor makul bin û gor
armancê bin, û divê dewlet wan, ji bo pêpeskirina
heq û azadîyên manevî, zimanî û çandî yên hûrgelan
wek mane bi kar neyne.
Ji bo hûrgelan îbadeta dînî, pirî caran, bi taybetî,
bi parastina nasnama çandî û zimanî ve girêdayî
ye. Heqê karanîna zimanê hûrgelê di îbadeta umûmî
de tiştekî tebîyî ye, wek heqê avakirina sazîyên
dînî, heya bi cîanîna îbadeta umûmî bi xwe. Bona
vê yekê, divê miqamên resmî çi li pêş îbadeta
giştî (umûmî) çi jî bi zimanê ku di îbadeta
giştî de bi kar bê -ew dikare zimanê hûrgelê
be, dikare zimaneke ayînî be ku bi alîyê cemahîrê
bi kar bê- tu astengên bê mane jê re dernexe.
5) Kiryarên dînî wek merasîmên zewacê, yên binaxkirinê
(di halê mirinê de) jî kiryarên legal û medenî ne
û divê wek mafên medenî bêne qebûlkirin li welatên
hanê. Di rewşên hanê de divê mafê giştî
(umûmî) li ber çavan bê girtin. Karên îdarî divê
mafên mirovî paymal nekin û miqamên resmî tu astengên
zimanî li ser cemahîrên dînî ferz nekin. Ev yek
divê, di warê karên îdarî yên cemahîrên dînî de
jî li ber çavan bê girtin, ku hin caran bi hiqûqa
medenî re têkilî hev dibe. Ango, dewlet dikare ji
cemahîrên dînî bixwaze ku ew kiryarên xwe yên medenî
bi ziman –yan jî zimanên- dewletê yên resmî jî qeyd
û tescîl bikin, da ku Dewlet jî bikaribe kar û teftîşa
xwe ya îdarî bike.
JÎYANA CEMAHÎRÎ û RÊXİSTİNÊN MEDENÎ
(NGOs)
6) Jîyana miştêrek ya kesên ku mensûbê hûrgelên
netewî ne, kiryarên wan „wek cemahîrî“, çawa sazîyên
navnetewî dibêjin, xwe di gelek kar û xebatan de
û di warê mijûlîyan de xuya dikin. Ji vana, yên
ku bi rîya rêxistinên medenî, komeleyan û sazîyên
dinê pêk tên ne hindik in. Hebûna van sazî û rêxistinan
ji bo parastin û pêşvebirina nasnameya wan
gelek mihîm e û her usa jî hatîye tecrubekirin
ku, tesîreke baş dike li ser pêşvebirina
civaka medenî û qîmet û hêjayîyên demokrasîyê.
Benda 21 û 22 ya Peymana Navnetewî li ser Mafên
Medenî û Sîyasî û Benda 11 ya Peymana Ewrûpê ji
bo Parastina Mafên Mirovî û Azadîyên Bingehîn heqê
kesan garantî dikin di warê civînên aşitîxwaz
û azadîya rêxistinî de. Heqê kesan ji bo kar û xebat
bi şiklekî „cemahîrî“ tevî endamên grûb yên
dinê –heqê wan ji bo avakirin û îdarekirina rêxistin,
komale û sazîyên wan ên medenî- yek ji nîşana
civakeke vekirî û demokratîk e. Dîsa Benda 27 ya
vê Peymanê dibêje: „Kesên ku mensûbê... hûrgelan
in, tevî kesên dinê ku endamê grûb in, bi şiklekî
cemahîrî, divê ji heqê... karanîna zimanê xwe bêpar
nemînin.“ Ango wek qeyde, divê miqamên resmî têkilî
karê hundur yên van sazîyên ku „bi cemahîrî xebat
dikin“ nebin, ne jî divê qeyd û şertan ji bo
wan daynin, ji wan qeyd û şertan pêve, ku bi
alîyê hiqûqa navnetewî hatine danîn. Wekî vê, Benda
17(2) ya Peymana Çarçuve ji bo Parastina Hûrgelên
Netewî jî, ji Dewletan dixwaze ku ew „têkilî mafên
mensûbên hûrgelên netewî nebin, di warê beşdarîya
kar û xebatên rêxistinên medenî de, çi di warê netewî
çi di warê navnetewî de.“
Benda 2(1) ya Peymana Navnetewî li ser Mafên Medenî
û Sîyasî wek şertekî dibîne û dibêje, her Dewlet
berpirsîyar e û divê tevdîran bistîne da ku „ew
hemû kesên ku li ser erdê wê dewletê dijîn û tabîyê
hiqûqa wê ne, dikarin ji hemû mafên ku di vê peymanê
de hatine naskirin îstîfade bikin, li ser esasê
wekhevîyê û bê ferqî, her usa jî di warê ziman de.“
Gor vê esasê, divê Dewlet di warê ziman de tu ferqî
daneyne navbera rêxistinên medenî (NGO´yan) û tu
daxwazên bê mane neke ji wan. Digel vê yekê, miqamên
resmî dikarin ji rêxistin, komele û sazîyên hanê
bixwazin ku ew gor daxwazên hiqûqa hundur ya li
ser bingehê mafên rewa yên umûmî- bikin, karanîna
zimanê –yan jî zimanên- resmî yê Dewletê jî di nav
de.
Bi alîyê çavkanîyên aborî, paragrafa 32.2 ya Dokumentê
Kopenhagê dibêje, kesên ku mensûbê hûrgelên netewî
ne, heqê wan heye ku „sazî, rêxistin û komeleyên
xwe yên perwerdeyî, çandî û dînî ava bikin û bi
rêve bibin, bikaribin ji bo wan li çavkanîyên aborî
yên bidil bigerin, pêvendîyên dinê daynin, her usa
jî alîkarîya dewletê bixwazin, gor hiqûqa netewî.“
Tevî vê, divê Dewlet rê li ber van sazîyan negre,
ango ew bikaribin alîkarîya diravî bixwazin ji butça
dewletê, û ji çavkanîyên navnetewî, her usa jî ji
sektora şexsî.
7) Di nav wan çalakîyên medenî ku mesrefê wan
li ser dewletê ye, yên civakî, çandî û werzîşî
hene. Ji bo ku di warê alîkarîyê de esasên wekhevîyê
û bêcudakarîyê pêk bên, divê miqamên resmî fondeke
minasiw daynin ji bo çalakîyên bi vî cureyî yên
di zimanên hûrgelên netewî de ku di nav sînorên
wê dewletê de dijîn. Bi vê wesîlê, benda 2(1) ya
Peymana Navnetewî li ser Mafên Medenî û Sîyasî dibêje,
ne ku tenê divê di navbera kesan de li gor zimanê
wan tu ferqî nebe, lê her usa jî di benda 2(2) de
wek şert datîne û dibêje: Divê dewlet „çi lazim
e bikin... ji bo wan mafên ku di vê Peymanê de cî
digrin çi guhartinên yasayî hewce ye, divê bi cî
bînin“. Tevê vê jî, Benda 2(2) ya Peymana Navnetewî
li ser Nehiştina Cudakarîya Nijadî (ku hewl
dide ji bo nehiştina ferqên her cureyî, lidervahiştin,
tengkirina maf û azadîyan, yan jî helwesteke cudakar
gor esl, nijad, reng, yan jî gor mensûbîya netewî
û etnîkî) wek şertekî nîşan dide û dibêje:
„Dewletên teref, kîngê şertên xwe hebin, divê
di warê civakî, aborî, çandî û di warên dinê de
gavên berbiçav bavêjin ji bo pêşvebirin û parastina
grûbên taybetî yên nijadî, yan jî kesên ku mensûbê
wan in, bi şiklekî minasiw, da ku bikaribin
ji maf û azadîyên bingehîn li ser esasê wekhevîyê
û bi şiklekî temam para xwe bistînin...“ ji
ber ku ziman pirî caran, rengê esasî yê etnîsîteyê
pêk tîne, ewên ku bi van peymanan têne parastin,
cemahîrên zimanê hûrgelan jî divê ji van „gavên
taybetî û berbiçav“ feyde bistînin.
Di dereca Ewrûpê de, paragrafa 31 ya Dokumentê
Kopenhagê şert datîne û dibêje: „Divê Dewlet
li kîderê hewce be li wir gavên taybetî bavêjin,
da ku îmkanan bidine mensûbên hûrgelên netewî, ku
ew bikaribin, wek welatîyên dinê li ser esasê wekhevîyê
ji maf û azadîyên bingehîn îstîfade bikin“. Paragrafa
2 ya Benda 4an ya Peymana Çarçuve ji bo Parastina
Hûrgelên Netewî, Dewletên teref îcbar dike û dibêje:
„Li kîderê hewce be, divê çi lazim e bikin, da ku
di hemû warên jîyana aborî, civakî û çandî de wekhevîyeke
temam û bi netîce pêk bînin di navbera mensûbên
hûrgelên netewî û piranîyê de“; paragraf 3 ya eynî
bendê pê de diçe û dibêje: “Gavên ku gor paragraf
2 hatine avêtin divê wek kiryarên cudakarî neyêne
fêmkirin.” Her usa jî, Benda 7(2) ya Senedê Ewrûpê
ji bo Zimanên Herêmî û Hûrgelî şert datîne
û dibêje: “Armanca avêtina gavên taybetî ji bo zimanên
herêmî û hûrgelî pêkanîna wekhevîyê ye di navbera
wan kesan ku van zimanan bı kar tînin û hemû
civakê de, ango armanc ne pêkanîna cudakarîyê ye
dijî wan kesan ku zimanê piranîyê bi kar tînin.”
Bi vê wesîlê, miqamên resmî divê bi şiklekî
heqnas ji butça dewletê parekê veqetînin ji bo çalakîyên
mensûbên hûrgelên netewî, tevî çalakîyên dinê, ji
bo yên di warên civakî, çandî û werzîşî de.
Alîkarîya han dikare bî rîya pereyên ku dewletê
ji bo van karan veqetandîye, bi destê sazîyên civakî
bo xêrê û azadhiştin ji beş û salmeyan
bibe.
MEDYA
8) Benda 19 ya Peymana Navnetewî li ser Mafên
Medenî û Sîyasî, ku heq û azadîya bîr û bawerî,
her usa jî eşkerekirina wan garantî dike, nîşaneke
gelek bingehîn e ji bo rol û cîyê medyayê di civakeke
demokratîk de. Benda 19(1) dibêje: “herkes di bîr
û rayên xwe de azad e û jê re têkilî nabe”, Benda
l9(2) pê de diçe û azadîya “lêgerîn, dan û stendina
malûmat (înformasyon) û fikrên her cureyî”garantî
dike, “çi li hundur çi li dervayî sînoran, çi bi
devkî, çi bi nivîskî yan jî çapkirî, bi şiklê
hunerî, yan jî bi rîya medyaya ku ew bixwaze.” Benda
10 ya Peymana Ewrûpê ji bo Parastina Mafên Mrovî
û Azadîyên Bingehîn, heq û azadîya ramanî (eşkerekirina
bîr û bawerîyan) bi eynî şiklî garantî dike.
Dewletên endamê Konseya Ewrûpê vê yekê di Benda
1 ya Daxuyanîya li ser Azadîya Ramanî û Înformasyonê
de ducar dikin û piştgirîya xwe “ji bo prensîbên
azadîya ramanî û înformasyonê re, ku bingehek e
ji bo civaka demokrat û pirdengî” bi xurtî nîşan
didin. Di vê çarçuvê de, Dewlet dîsa di vê Peymanê
de eşkere dikin ku, “di warê înformasyonê û
medyayê de, ew dixwazin medyayeke pirrengî û pirdengî,
serbixwe û xwemuxtar hebe û bîr û rayên cuda cuda
bikaribin tê de xwe nîşandin”.
Benda 9 (1) ya Peymana Çarçuve ji bo Parastina
Hûrgelên Netewî bi awayekî zelal dibêje, kesên ku
mensûbê hûrgelên netewî ne “di bîr û bawerîyan xwe
de seberst in û dikarin fikr û malûmatan bi zimanê
hûrgelê bidin û bistînin, bê midaxeleya miqamên
resmî, çi ji hundur çi ji der welat...” Ev bendê
hanê pê de diçe û dibêje: “divê Dewlet di warê yasayî
de çi lazim e bikin, da ku mensûbên hûrgelên netewî
di warê medyayê de nebin hedefê tu cudakarîyê.“
Benda 9(3) ya Peymana Çarçuve ji bo dewletan şert
datîne ku ew “asteng dernexin li pêş mensûbên
hûrgelên netewî di warê avakirin û rêvebirina medyaya
nivîskî (çapemenî).” Ev bend her usa jî dibêje,
“di warê weşana yasayî (legal) bi rîya radyo
û têlevîzyonê de, divê dewlet çi lazim e bikin,
da ku mensûbên hûrgelên netewî bikaribin di vî warî
de jî medyaya xwe ava bikin û kar bînin.” Her usa
jî, medya yek ji wan sazîyan e ku di paragrafa 32.2
ya Dokumentê Kopenhagê de ji bo mafên mensûbê hûrgelên
netewî wek lazimîyek hatîye bi navkirin: “Ew dikarin
sazî, rêxistin û komeleyên xwe yên perwerdeyî, çandî
û dînî ava bikin û bi rêve bibin...” Herçiqas navê
medyayê bi şiklekî taybetî li vir ne hatîye
gotin jî, medya di parastin û pêşvebirina ziman,
çand û nasnamê de xwedî roleke gelek mihîm e.
Herçiqas tiştekî eyan e û mensûbên hûrgelên
netewî xwedî heq in ku dikarin medyaya xwe ya taybetî
ava bikin, lê her usa tiştekî normal e ku di
vî warî de di hiqûqa navnetewî de hin qeyd û şert
hatine danîn û dewlet jî dikare hin daxwazên makûl
bike ji bo îdarekirina medyayê. Benda 9(2) ya Peymana
Çarçuve vî tiştî gelek zelal dike, dibêje,
azadîya eşkerekirina bîr û rayan (azadîya ramanî)
ku di benda 9(1) ya Peymanê de tê behskirin, “terefan
ji îzîngirtinê (lîsans) azad nake, gor qeyd û şertên
weşana radyo û têlevîzyonê yan jî şîrketên
sînemê, li ser esasê bêcudakarî û gor şertên
objektîfî.” Ev şert û daxwazên îdarekirinê
divê makûl û hewce bin û vî heqî winda nekin.
9) Feyde stendin ji medyaya ku bi destê dewletê
fînanse dibe, bi pirsa azadîya ramanî re bi xurtî
girêdayî ye. Benda 9(1) ya Peymana Çarçuve şert
datîne û dibêje, azadîya eşkerekirina malûmat
û fikran di zimanê hûrgel de bê têkilîya miqamên
resmî, beşek e ji azadîya bîr û ray ji bo mensûbên
hûrgelên netewî. Û pê de diçe û dibêje, “divê dijî
mensûbên hûrgelan cudakarî nebe di warê medyayê
de.” Benda 9(4) ya Peymana Çarçuve şert datîne
û dibêje, “divê Dewletên teref çi lazim e bikin
da ku mensûbên hûrgelên netewî bikaribin ji medyayê
îstîfade bikin.” Ev yek her usa jî heq dide mensûbên
hûrgelên netewî, ger ew xwedî hejmareke mihîm bin,
divê ji bo wan waxtekî minasiw bê veqetandin ji
bo weşana di radyo û têlevîzyona dewletê de;
dirêjîya waxta weşanê ji bo hûrgelê divê gor
giranîya hejmara wê be.
Lê dema mirov di heqê middetê weşanê de ji
bo hûrgelekê biryarê bide, pir û hindikîya hejmar
û giranîya wê hûrgelê li herêmê, bi tena xwe têrê
nake. Ji bo cemahîrên piçûk, divê mirov bifikire
li ser zemanekî minasiw û îmkanan ku têrê bike,
ne usa cemahîreke piçûk nikare ji medyayê feyde
bistîne.
Tevî vê jî, qalîteya middetê ku ji bo bernamên
hûrgelan hatiye veqetandin, pirseke han e ku divê
mirov bi şiklekî makûl û bêcudakarî pê re rabe.
Ev beşa zeman ku ji bo bernameya zimanê hûrgelê
hatîye veqetandin divê bi wî şiklî bi kar bê
ku mensûbên wê hûrgelê ji wan bernameyan hez bikin.
Bona vê yekê, divê miqamên resmî îmkan bidinê ku
ev bername di waxtekî baş de bêne weşandin.
10) Di welatekî vekirî û demokratîk de divê miqamên
resmî naveroka bernameyên medyayê sansûr nekin bi
şiklekî bê mane. Azadîya eşkerekirina
bîr û ray di benda 19(1) ya Peymana Navnetewî li
ser Mafên Medenî û Sîyasî û Benda 10(1) ya Peymana
Ewrûpê ji bo Parastina Mafên Mirovî û Azadîyên Bingehîn
de hatîye garantîkirin ku di vî warî de mihîm e.
Sînorên ku bi destê miqamên resmî bêne danîn, divê
gor Benda 19(3) ya Peymanê be ku şert datîne
û dibêje, ev sînor “tenê dikarin bi alîyê qanûnê
bêne danîn û di şertên hanê de: a) Ji bo hurmeta
heq û şeref-heysîyetên dinê, b) Ji bo parastina
ewleyîya netewî û nîzama civakî yan jî sihhet û
ehlaqa civakî.” Benda 10(2) ya Peymana Ewrûpê ji
bo parastina mafên Mirovî û Azadîyên Bingehîn, hema
hema eynî sînoran li cî dibîne ji bo têkilîya miqamên
resmî di warê azadîya ramanî de.
Divê mekanîzmayeke usa bê danîn ku bernameyên
medyaya dewletê yên ku bi destê hûrgelên netewî
yan jî bo wan têne hazirkirin, gor dil û daxwaza
mensûbên wê cemahîrê bin û di alî wan de wek serbixwe
bêne dîtin. Di vê çarçuvê de, beşdarbûna mensûbên
hûrgelên netewî (gor hunera wan ê şexsî) di
pêvajoya hazirkirina bernameyan de bawerî hasil
dike ku serbixweyîya medyayê bê parastin û ewê bikaribe
hewcedarîyên cemahîrê bi cî bîne.
Gor esasê wekhevî û necudakarîyê, divê sazîyên
dewletê bi wî şiklî bin ku, xizmeta çi cure
xelkê dikin rengê wê jî bidin. Eva ji bo medyaya
resmî jî derbaz dibe. Benda 15 ya Peymana Çarçuve
Dewletan berpirsîyar dike û dibêje, divê ew “çi
lazim e bikin, da ku mensûbên hûrgelên netewî bi
şiklekî çalak cî bigrin di jîyana çandî, civakî
û aborî de û di karên dewletê de, bi taybetî yên
ku tesîra xwe li wan dikin.” Benda 2 ya Peymana
Navnetewî ya Rêxistina Kar, No. 111 di Heqê Cudakarî
di Werê Kar û Mesleg de gelek eşkere ji dewletan
dixwaze ku ew “sîyaseteke netewî bi rêve bibin ji
bo... wekhevîya firsendan pêk bînin û bi adilî miamele
bikin di warê kar û mesleg de, rê nedin tu cureyê
cudakarîyê.” Xebitandina mensûbên hûrgelên netewî
di medyayê de bi şiklekî necudakarî, temsîlkarî
û bêterefîya medyayê nîşan dide.
11) Kîngê em gor ruhê Benda 19(2) ya Peymana Navnetewî
li ser Mafên Medenî û Sîyasî û Benda 9(1) ya Peymana
Çarçuve ji bo Parastina Mafên Hûrgelan û gor esasên
necudakarî lê binêrin, ji bo hûrgelên netewî, bûna
xwedî bernameyên xwe bi zimanê xwe di saya weşanên
dewleteke dinê yan jî “dewleteke xism û eqrebe”
de, nayê wê manê ku, middetê ji bo bernameya bi
zimanê wan hatîye veqetandin dikare bê kurtkirin
di nava sînorê dewleta ku ew lê dijîn.
Girtin û gihana malûmatan û şebekêyê medyayê
ji dervayî welat, beşekî esasî ye ji heqê înformasyonê,
bi taybetî gor teknîka pêşveçûyî di vî zemanî
de. Bona vê yekê, wek nimûne, kîngê mesela lîsansa
kablê bê pêşîyê û bi alîyê hûrgela netewî daxwaz
bê kirin ji bo van îstasyonan, heqê dewletê tune
ku vê daxwazê red bike û lîsansa wan îstasyonên
radyo û têlevîzyonê nede ku ji “dewleteke eqrebe”
weşanê dikin. Ev heq ne ku tenê ji bo medyaya
bi kabl derbaz dibe, her usa jî ji bo şebekeyên
elektronîk yên înformasyonê di zimanê hûrgelê de
jî derbaz dibin.
Wek babeteke giştî, dewletên endam yên Konseya
Ewrûpê di Benda III(c) ya Daxuyanîya li ser Azadîya
Ramanî û Înformasyonê de biryar dan li ser “pêşvebirina
hat û çûna înformasyonê bi serbestî, bi vî awayî
alîkarîya têgihîştina navnetewî, zanîneke baştir
ya qeneet û toreyan, hurmet ji bo pirrengîya bîr
û bawerîyan û dewlemendkirina çandên hevdu”.
JÎYANA ABORÎ
12) Sazîyên netewî li ser mafên mensûbên hûrgelên
netewî di warê kar û barên aborî de kêm sekinî ne.
Lê belê, sazîyên navnetewî behsa mafê mensûbên hûrgelên
netewî dikin ji bo karanîna zimanê xwe di warê umûmî
(fermî) û şexsî de, bi serbestî û bê tu cudakarî,
devkî û nivîskî, bi serê xwe û tevî kesên dinê.
Benda 19(2) ya Peymana Navnetewî li ser Mafên Medenî
û Sîyasî û Benda 10(1) ya Peymana Ewrûpê ji bo Parastina
Mafên Mirovî û Azadîyên Bingehîn, azadîya bîr û
ray (ramanî) garantî dike, ne tenê ji bo dan û stendina
fikr û bîr û bawerîyan bi kesên dinê re (ango di
warê komînîkasyonê de), lê her usa jî, ji bo ziman
wek haletekî di warê dan û stendinê de. Ev heq,
tevî heqê wekhevîyê û necudakarîyê, heqê mensûbên
hûrgelên netewî îfade dike ji bo rêvebirina kar
û meslegê xwe, bi zimanê ku ew hildibijêrin. Ji
ber girîngîya dan û stendina mirovên muteşebbîs
bi miştêrîyên xwe re bi rehetî û ji bo ku bikaribin
karên xwe di şertên baş de teqîb bikin,
di hilbijartin û karanîna ziman de divê tu astengîya
bê mane ji wan re neyê derxistin.
Benda 11(2) ya Peymana Çarçuve şert datîne
û dibêje “hemû kesên ku mensûbê hûrgela netewî ne,
heqê wan heye ku zimanê xwe yê hûrgelî di tabela,
nivîs û di malûmatên dinê yên bi rengê şexsî
de bi kar bînin ku ji umûmê re vekirî ye.“ Di Peymana
Çarçuve de ev gotina “bi rêngê şexsî” wan hemû
tiştên nefermî îfade dike. Bona vê yekê, divê
Dewlet di warê hilbijartina ziman de ji bo rêvebirina
kar û barên şîrketên şexsî, tu qeyd û
şertan daneyne.
Tevî vê jî, Dewlet dikare bixwaze ku ziman –yan
jî zimanên- fermî yên Dewletê di van cure kar û
barên aborî de bi kar bên, bi taybetî yên ku tesîra
xwe li ser mafên kesên dinê dikin û ticaret û dan
û stendina wan bi miqamên resmî re bin. Ev yek,
ji Benda 19(3) ya Peymana Navnetewî li ser Mafên
Medenî û Sîyasî û Benda 10(2) ya Peymana Ewrûpê
ji bo Parastina Mafên Mirovî û Azadîyên Bingehîn
jî tê fêmkirin ku, di vî warî de hin sînorên caîz
danîne. Dema behsa van hin sînorên caîz tê kirin,
ku di bendên jorê de cî digrin, divê bê zanîn ku
ew ji bo naveroka dan û stendinê (komînîkasyonê)
derbaz dibin, lê ne ji bo zimanê ku wek halet bi
kar tê. Lê belê, parastina heq û azadîyên kesên
dinê û daxwazên sînorkirî yên îdareyên resmî, dikare
baş heq bide van talîmatên taybetî, ji bo ku
ziman –yan jî zimanên- resmî yê dewletê jî tevî
zimanê din bi kar bê. Ev yek dikare gor şert
û mercan, di warên kar û xebatên sihhî û ewlekarîyê,
parastina miştêrîyan, pêvendîyên karker û kardaran,
beş û salmeyan, raporên fînansê, sîgortaya
sihhî û bêkarîyê û çûn hatinê ya Dewletê de bi cî
bên. Li ser bingeha mafê giştî ya makul, Dewlet
dikare bixwaze, tevî zimanê ku bi kar tên, zimanê
–yan jî zimanên- dewletê yên resmî jî di wan karên
aborî de, wek îşaretên umûmî û etîketan de
bi kar bên, çawa di paragrafa 60 ya Rapora Agahdarîyê
ya Peymana Çarçuve ji bo Parastina Hûrgelên Netewî
de hatîye tarifkirin. Bi kurtahî, divê Dewlet tu
car ne karibe karanîna zimanekî qedexe bike, lê
bikaribe li ser mafê giştî yê makûl, tevî wan
zimanan, karanîna zimanê –yan jî zimanên- dewletê
yên resmî jî bixwaze.
Bi mantiqê mafê giştî yê makûl, hewcedarî
–yan jî hewcedarîyên- karanîna ziman, ku dikare
bi destê dewletê bê tanzîmkirin, divê bi nîsbet
be bi mafê giştî ku tê parastin. Nîsbeta hewcedarîyekê
xuya dibe bi heya dereca ew çiqas zarûrî ye. Tevî
vê jî, wek nimûne, di mafê giştî yên kargehên
sihhet û ewlekarîyê de, Dewlet dikare ji karxaneyên
şexsî bixwaze ku ew îşaretên ewleyî bi
zimanê –yan jî zimanên- resmî yên dewletê jî daynin,
digel ziman –yan jî zimanên- dinê ku bi alîyê şîrketê
hatine hilbijartin û têne karanîn. Wekî vê, ji bo
mafê îdareya umûmî ya dirist di warê beş û
salmeyan de, Dewlet dikare bixwaze ku formên îdarî
bi zimanê –yan jî zimanên- resmî yê Dewletê bin,
da ku kîngê miqamên resmî li hesaban binêrin, divê
qeyd her usa jî bi ziman –yan jî zimanên- resmî
yê Dewletê bin; ev gotina dawî nayê wê manê ku şîrketa
şexsî hemû qeydên xwe bi ziman –yan jî zimanên-
dewletê bi cî bîne, lê tenê ew tiştên ku li
ser şîrketa şexsî wek ferzên wergerandinê
ne. Ev yek bi şiklekî bê teref, ji bo kargehên
mensûbên hûrgelên netewî jî derbaz dibe, ku ziman
–yan jî zimanên- xwe di warê dan û stendinê de bi
miqamên îdarî re bi kar tînin, çawa di Benda 10(2)
ya Peymana Çarçuve ji bo Parastina Hûrgelên Netewî
de hatîye nîşandan.
MİQAMÊN ÎDARÎ û XİZMETÊN DEWLETÊ
13/14/15) Dewletên Endam ên RPHE biryar dan ku
tevdîran bistînin ji bo bî cîanîna rewşeke
baş, ku ne tenê rê bide parastina nasnama mensûbên
hûrgelên netewî (tevî zimanê wan) lê her usa jî
ji bo pêşveçûna wan. Wek netîce, van Dewletan
soz dan ku “ji mafên mensûbên hûrgelên netewî re
hurmet bikin di warê beşdarbûna wan di karên
civakî de bi şiklekî xurt” çawa di paragrafa
35 ya Dokumentê Kopenhagê de hatîye nîşandan.
Benda 10(2) ya Peymana Çarçuve ji bo Parastina Hûrgelên
Netewî bi şiklekî zelal ji Dewletan dixwaze
ku ew “tevdîran bistînin, da ku hûrgelên netewî
bikaribin zimanê xwe bi dan û stendina bi miqamên
îdarî re bi kar bînin.” Paragrafê 35 ya Dokumentê
Kopenhagê, her usa jî behsa îmkana avakirina rewşeke
baş dike ku rê bide beşdarîya hûrgelên
netewî di karên civakî de, bi zimanê xwe, bi rîya
avakirina “îdareyên xas yên herêmî yan jî xwemuxtar,
gorî şertên dîrokî û herêmî yên hûrgelan, bi
şiklekî hemahengî bi sîyaseta dewletên eleqeder.”
Benda 15 ya Peymana Çarçuve dewletan îcbar dike
ku ew “çi lazim e bikin, da ku mensûbên hûrgelên
netewî bikaribin di jîyana çandî, civakî û aborî
de û di karên civakî de, yên ku taybetî tesîrê li
wan dikin, bi xurtî beşdar bin.” Ev şertên
hanê miqamên îdarî bepirsîyar dikin ku îmkan bidine
mensûbên hûrgelên netewî, da ku ew bikaribin bi
miqamên herêmî re bi zimanê xwe bidin û bistînin,
her usa jî, belgên medenî û testîqnameyan bi zimanê
xwe bistînin. Ev şert her usa jî, li ser esasên
wekhevî û ne cudakarî, beşdarî û têkilîyeke
baş hewce dibînin, usa ku zimanê hûrgelê di
jîyana sîyasî ya herêmî de û di navbera welatîyan
û miqamên îdarî de, xizmetên îdarî ji di nav de,
wek haletekî komînîkasyonê bi her awayî temam bi
kar bê.
Temsîla grûbên etnîkî bi alîyê sazî û ajansên
îdarî yên ku ji bo xizmeta gel in, hebûna civakeke
pirrengî, vekirî, û necudakar nîşan dide. Ji
bo rakirina tesîra cudakarîya berê, yan jî ya heyî
di sîstemê de, Benda 2 ya Peymana Navnetewî ya Rêxistina
Kar No 111 di Heqê Cudakarî di Werê Kar û Mesleg
de ji Dewletan dixwaze ku ew “sîyaseteke netewî
bi rêve bibin ji bo... wekhevîya firsendan pêk bînin
û bi adilî miamele bikin di warê kar û mesleg de,
rê nedin tu cureyê cudakarîyê.”
Tiştekî makûl e ku ji wan hukumetan -ewên
ku esasên li jorê rêzkirî qebûl kirine- bê xwestin
ku ew, dema bi hazirkirin û rêvebirina bername û
kar-xebatên ji bo xizmeta gel mijûl dibin, daxwazên
mensûbên nûrgelên netewî, bi taybetî li ser esasê
hejmarekî makûl, bidin ber çavan. Li kîderê daxwaz
hat nîşandan û hejmar jî têrê kir, edalet ev
e ku, mensûbên hûrgelên netewî çawa ku beş
û salmeyên xwe didin, divê xizmetan jî bi zimanê
xwe bistînin. Ev yek bi taybetî di warê xweşî
û xizmetên civakî de hewce ye, ku tesîra xwe yakcar
û bi şiklekî bingehîn li ser jîyana mirovan
dike.
Ji miqamên îdarî tê xwestin ku ew bi mensûbên
hûrgelên netewî re , gor esasên wekhevî û ne cudakarîyê,
bi şiklekî baş û heqnas bidin û bistînin.
Divê dewlet rastîyên demografîk (rewş û rengê
nifûsê) qebûl bikin li herêmên ku tabîyê hiqûqa
wan in. Berî her tiştî jî, divê dewlet ji berpirsîyarîya
xwe nerevin bi rîya guhartina reng û rewşê
nifûsa herêman. Bi taybetî Benda 16 ya Peymana Çarçuve,
ji dewletan dixwaze û şert datîne ku ew, bi
tevdîrên kêyfî nîsbeta nifûsê neguhurin li herêmên
ku hûrgelên netewî lê dijîn, bi nîyet û armanca
ku mafên hûrgelan kêm bikin. Îstimlaka kêyfî, derxistina
ji mal û erd, sirgûn kirin, her usa jî guhirandina
sînorên îdarî bi şiklekî kêyfî û hijmartinên
bi hîle, ji wan tevdîrên hanê ne.
SAZÎYÊN NETEWÎ YÊN SERBİXWE
16) Mafên mirovî bi rastî bi cî tên ji bo xwedî
heq, kîngê miqamên resmî yên Dewletê mekanîzmayekê
ava bikin ji bo mafên ku bi peymanên navnetewî û
daxuyanîyan, yan jî bi hiqûqa netewî hatine garantîkirin
û wan bi xurtî bi cî bînin û biparêzin. Sazîyên
netewî yên serbixwe pêvajoya hiqûqî temam dikin
û pirî caran mirov dikarin gelek bi rehetî, di demeke
kurt de û bi mesrefeke kêm serî lê bidin.
Cudakarî, wekî di Peymana Nehiştina Cudakarîya
Nijadî de hatîye behskirin, rasterast gor krîterê
nijad ne hatîye bi navkirin. Benda 1(1) ya Peymanê
şert datîne û dibêje ku mefhûmê cudakarîya
nijadî mana “her cure cudakarî, redkirin (dervahiştin),
dubendî kirin li ser esasê nijad, reng, malbat,
koka bi alîyê etnîkî û netewî ye, ku armanc yan
jî tesîra vî tiştî bêqîmetkirin yan jî xirabkirina
rûmet, zewq yan jî hereket, pêvendîyên li ser wekhevî,
ya mafên mirovî û azadîyên bingehîn e di warê sîyasî,
aborî , civakî, çandî yan jî di warê dinê ya jîyana
civakî de.” Benda 6 ya Peymanê dide xuyakirin û
dibêje: “Dewletên teref divê herkesê ku tabîyê hiqûqa
wan e baş biparêzin û tevdîran bistînin bi
rîya mehkemeyên netewî û sazîyên dinê yên dewletê,
dijî her cureyê cudakarîyê ku mafên mirovî û ûzadîyên
bingehîn paymal dikin û dijî vê Peymanê ne...” Bi
vê wesîlê, avakirina sazîyên netewî yên serbixwe
bi destê Dewletan, ku dikarin wek dezgeyên telafî
û rastkirinê kar bikin, wek sazîyên ombudsman û
komîsyonên mafên mirovî, pîvanê pirdengî û demokratbûna
dewletan in. Digel vê, Konseya Ewrûpê, biryara Milletên
Yekbûyî ya 48/134 ya 20 Sibatê 1993 wek çavkanî
nîşan dide û bi Pêşnîyarên Lîcneya Wezîran,
No. R(97)14 ya 30 Îlon 1997, avakirina “Sazîyên
Mafên Mirovî yên Netewî, bi taybetî komîsyonên mafên
mirovî -ku di warê endametî de pirreng in- û ombudsman
û sazîyên bi vî cureyî,” teşwîq dike. Dezgeyên
hanê ji bo rastkirinê divê bi alîyê mensûbên hûrgelên
netewî jî bikaribin bêne karanîn, ku dibêjin mafên
wan ên zimanî û mafên dinê têne paymalkirin.
MİQAMÊN HİQÛQÎ
17/18) Hiqûqa Navnetewî ji miqamên resmî dixwaze
ku dema kes hatine girtin, hatin sûcdarkirin û mehkemekirin,
divê ew îddîayên di heqê wan de û hemû alîyên dewayê
ji wan re bê îzahkirin bi zimanê ku ew tê digihîjin.
Ger hewce be divê tercumanek ji bo wan bê karanîn,
bêyî ku ew kes mesrefê tercuman bidin. Ev tişt
yek ji hewcedarîyên pêvajoya hiqûqê ye ku di warê
navnetewî de li her derê derbaz dibe û pêvendîya
xwe bi mafên zimanî yên hûrgelên netewî yên bi vî
cureyî re tune. Serda jî, ev esasên hanê yên wekhevîyê
û necudakarîyê ne di warê hiqûqê de. Hurmet ji van
esasan re, bi taybetî di warê îtham û mehkemeyên
curmî de gelek mihîm in. Bona vê yekê, Benda 14(3)
ya Peymana Navnetewî li ser Mafên Medenî û Sîyasî
daxwaz dike ku, herkesê ku bi curmekî tê sûcdarkirin,
divê di zûtirîn dem de û hûr hûr bê haydarkirin
di heqê sebebê sûcdarkirinê de, bi zimanekî ku ew
jê fêm dike. Benda 6(3)(a) ya Peymana Ewrûpê ji
bo Parastina Mafên Mirovî û Azadîyên Bingehîn jî
eynî tiştî şert dibîne û hema hema bi
eynî gotinan dibêje. Tevî vê jî, Benda 5(2) ya Peymana
hanê eynî daxwazê ji bo halê girtinê jî dike. Her
usa, Benda 14(3) Peymana Navnetewî li ser Mafên
Medenî û Sîyasî dibêje ku heqê hemû kesan “bi temamî
wekî hev e”... di warê “(e) îfade girtin û danê,
şahidên dijî wî û yên ku ew ji bo parastina
xwe nîşan dide, di eynî şertan de (yek
miamele dibînin).” Bi vê wesîlê, Benda 14(3) ya
Peymana Navnetewî li ser Mafên Medenî û Sîyasî û
Benda 6(3) ya Peymana Ewrûpê ji bo Parastina Mafên
Mirovî û Azadîyên Bingehîn heqê herkesî garantî
dikin ji bo “alîkarî ji tercumanekî bigre bi şiklekî
bê mesref, eger ew kes nikare zimanê ku di mehkemê
de bi kar tê fêm bike û qise bike.” Herçiqas ev
garantîyên hanê bi şiklekî eşkere ji bo
karanîna ziman in bi taybetî di dewayên curmî de,
ew ji heq û garantîya bingehîn ya wekhevîyê li pêş
mehkemeyan dertên, çawa di Benda 14(1) ya Peymana
Navnetewî li Ser Mafên Medenî û Sîyasî de wek şertekî
hatîye danîn, da ku dewayên yasayî yên her cureyî,
çiqas îmkan hebe di şertên baş de û li
ser esasê wekhevîyê pêk bên. Ev şert, ku wekhevîyê
hewce dibîne ji bo hilbijartina ziman di pêvajoya
dadigehê de, her usa jî ji dewletan re rê nîşan
dide di pêşvebirina sîyaseta xwe de ji bo rêvebirina
hiqûqa xwe li ser esasê wekhevîyê bi şiklekî
baş.
Bi awayekî giştî, Benda 7(1) ya Senedê Ewrûpê
ji bo Zimanên Herêmî yan jî Hûrgelî beyan dike ku,
divê Dewlet sîyaset, yasa (qanûn) û pratîka xwe
li ser bingehê hedef û esasên hanê ava bikin, wek
“zimanên herêmî yan jî hûrgelî wek pirrengî û dewlemendîyeke
çanda welat qebûl bikin...” û “ji bo parastin û
pêşvebirina zimanên herêmî û hûrgelî kar û
xebateke berbiçav bikin.” Benda 7(4) ya Senedê Ewrûpê
dibêje: “Dewletên teref dema sîyaseta xwe di heqê
zimanên herêmî û hûrgelî de rast dikin,... divê
daxwaz û pêşnîyarên grûbên hanê jî, ku wan
zimanan qise dikin, bidine ber çavan.” Her usa jî,
Benda 15 ya Peymana Çarçuve, dewletan îcbar dike
ku ew “tevdîran bistînin û çi lazim e bikin, da
ku mensûbên hûrgelên netewî di jîyana çandî, civakî
û aborî û karên civakî de, yên ku bi taybetî wan
eleqeder dikin, bi şiklekî baş beşdar
bin. Dema mirov girîngîya pîvanên jorê bide ber
çavan, di civakên demokratîk de, ji bo bi cîhatina
edaletê bi şiklekî baş, rayeke makûl e
ku ji dewletê bê xwestin, çiqas îmkan hebe heya
wê derecê, ji mafê hûrgelên netewî re di warê karanîna
zimanê xwe di hemû qonaxên dewayên hiqûqê de (çi
cezayî, çi medenî û îdarî) hurmet bike û îmkan bide,
tevî ku hurmeta heqê kesên dinê jî bike û -dereca
temyîzê jî di nav de- yekitîya pêvajoyê biparêze.
19) Bi cîhatina edaletê ji bo feydekirina ji mafên
mirovî heya çi derecê mihîm e, ji bo kesan beşdarbûneke
rasterast û hêsan di vê pevajoyê de jî ewqas mihîm
e. Ji bo mensûbên hûrgelên netewî, karanîna zimanê
xwe di van pêvajoyan de, ji bo wan bî cîhatina edaletê
gelek hêsantir dike.
Li ser vê esasê, Benda 9 ya Senedê Ewrûpê ji bo
Zimanên Herêmî û Hûrgelî şert dibîne û dibêje
ku, heya çi derecê îmkan hebe û minasiw be, gor
daxwazên kesên eleqeder, divê hemû miameleyên hiqûqî
di zimanên herêmî û hûrgelî de pêk bên. Parlamentoya
Konsaya Ewrûpê di Benda 7(3) di biryara xwe ya 1201
de giha wê netîcê ku, “li herêmên ku hûrgelên netewî
bi hejmareke mihîm lê dijîn, li wir heqê mensûbên
hûrgelên netewî heye ku bikaribin zimanê xwe yê
dayik di pêvendîyên bi miqamên îdarî re bi kar bînin
li pêş mehkemeyan û miqamên yasayî de. Digel
vê jî, divê dewlet di warê hiqûqê de tevdîrên minasiw
bistîne û sîyaseteke baş bide pêşîya xwe
ji bo karên perwerdeyî.
MEHRÛMBÛN Jİ AZADÎYÊ
20) Qeyde 51, paragrafên 1 û 2 ya Pîvanên Qeydeyên
Kêmtirîn (asgarî) yên Milletên Yekbûyî ji bo Miamele
bi Girtîyan re, her usa jî Qeyde 60, Paragrafên
1 û 2 ya Qeydeyên Hepisxaneyên Ewrûpê yên Konseyên
Ewrûpê dibêje ku, mihîmîya mafê hepsîyan divê bê
fêmkirin bi alîyê îdara hepisxaneyan, her usa jî,
mihîmîya ji bo îdareya hepisxaneyan divê bê fêmkirin
bi alîyê girtî û mehkûman. Ev hukum ne tenê ji bo
mafên hûrgelan e. Lê belê, dema ku daxwazên xelkê
eleqeder û giranîya hejmarê wan û esasên wekhevîyê
û necudakarîyê li ber çavan bê girtin, hingê ev
hukmên hanê hîn zêdetir îcbarî dibin li herêm û
mehelên ku li wir mensûbên hûrgelên netewî bi hejmareke
baş dijîn.
21) Qeyde 37 ya Pîvanên Qeydeyên Kêmtirîn yên
Milletên Yekbûyî ji bo Miamele bi Girtîyan re, her
usa jî Benda 43(1) ya Qeydeyên Hepisxaneyên Ewrûpê
yên Konseyên Ewrûpê, dan û stendina girtîyan bi
malbatên xwe re, heval û kesên muhterem re, yan
jî nûnerên rêxistinên derve re heq dibînin. Bi alîyê
mihîmîya mafên mirovî yên hanê, wek azadîya bîr
û ray û heqê axaftina zimanê xwe di warên şexsî
û fermî de, miqamên hepisxaneyan mecbûr in van heq
û azadîyan re hurmet bikin, heya di hepisxaneyên
ji bo cezayên giran de, gor qeyd û çarçuveya ku
qanûnê danîye. Wek qeydeyekî, divê hepsî bikaribin
bi zimanê xwe him bi devkî, bi hepsîyên dinê û bi
zîyaretvanan re, him jî bi nivîskî di nameyên şexsî
de bi kar bînin. Lê belê, hin mafên mirovî û azadîyên
taybetî yê wan kesên ku ji ber curmekî hatine girtin,
dikare bi şiklekî makûl bê sînorkirin yan jî
bo middetekî bê sekinandin ji bo sedemên ewleyîya
civakî, gor çarçuveyên ku di sazîyên navnetewî de
hatine danîn. Wek pirseke pratîk, îstîfade ji mafên
zimanî ji bo hepsîyan dikare gelek hêsantir be,
bi cîkirina wan li herêmeke ku zimanê wan tê qisekirin.
–––––––––––––––––––––––––––––––––––––
LAHEY
LUND
|