PÊŞNÎYARÊN
LUNDÊ
Li ser Beşdarîya Hûrgelên Netewî
di jîyana Civakî de bi Şiklekî Xurt
û Nîşeyên Agahdarîyê
Wakfa Pêvendîyên Nav-Etnîkî
Îlon 1999
ISBN 90 – 7598905 – 9
Ev rîsale bi
destê Wakfa Pêvendîyên Nav-Etnîkî çap bûye. Bi
kerema xwe bi serbestî kopî û belav bike, ger
tu hewce dibînî. Lê çavkanî divê bê nîşandan.
NAVEROK
Pêşgotin
Pêşnîyarên Lundê
I. Esasên Giştî
II. Beşdarbûn di Karê Biryargirtinê de
A. Tanzîmên di Dereca Hukumeta Merkezî de
B. Hilbijartin
C. Tanzîmên di Dereca Herêmî û Mehelî de
D. Sazîyên Şîret û Şêwirdarîyê
III. Xwemuxtarî
A. Tanzîmên Ne-Erdî (non-territorial)
B. Tanzîmên Erdî (territorial)
IV. Temînat (Garantî)
A. Parêzgerîyên Qanûna Esasî û Yasayî
B. Çareserî
Agahdarîyên Nîşeyî ji bo Pêşnîyarên
Lundê...
I. Esasên Giştî
II. Di Biryargirtinê de Beşdarî
A. Tanzîmên di Dereca Hukumeta Merkezî de
B. Hilbijartin
C. Tanzîmên di dereca Herêmî û Mehelî de
D. Sazîyên Şîret û Şêwirdarî
III. Xwemuxtarî
A. Tanzîmên Ne-Erdî
B. Tanzîmên Erdî
IV. Temînat
A. Temînatên Qanûna Esasî û Yasayî
B. Çareserî
PÊŞGOTİN
Rêxistina Parastin û Hevkarîyê li Ewrûpa (RPHE)
di biryarên xwe yên Helsinki ya Tîrmeha sala 1992
de miqamê Komîserîya Bilind ya Hûrgelên Netewî saz
kir wek haletek ku bikaribe, çiqas ji dest bê, di
demeke herî zûtirîn de pêşî li dijayetîyan
bigre. Ev biryara hanê, bi taybetî ji ber tesîra
rewşa Yugoslavyaya berê bû, ku tirs hebû li
cîyên dinê yê Ewrûpa jî tiştên hanê dubare
bibin, bi taybetî li wan welatên ku teze derbazî
demokrasîyê dibin, û zirarê bidine doza aşitî
û serfirazîyê, çawa Serokên Dewlet û Hukumetan di
Senedê Parîsê jî bo Ewrûpayeke Nû–Çirîya Paşîn
1990 de fikirîbûn.
Di Çileyê Paşîn sala 1993 de birêz Max van
der Stoel cara pêşîn wek Komîserê Bilind ê
Hûrgelên Netewî (KBHN) yê RPHE dest bi karê xwe
kir. Birêz van der Stoel, di saya tecrubeya xwe
ya mezin wek Endamê Berê yê Parlamenê, Wezîrê Derva
yê Hollandê, Nûnerê Daîmî yê Hollandê li Milletên
Yekbûyî û parêzgerekî mafên mirovî bi salan, bala
xwe da ser gelek dijayetîyên di navbera hûrgelan
û hukumetên merkezî li Ewrûpa, ku gor raya wî, dikaribûn
germ bin. KBHN, bi karanîna rê olaxên dîplomatîk,
bi karên dehan welatan mijûl bû, ku di nav wan de
Albanîya, Xirwatîstan, Estonya, Macarîstan, Kazakîstan,
Kirgizîstan, Latvîya, Makedonya ya Komara Yugoslavya
ya Berê, Romanya, Slovakîya û Ukrayîna jî hebûn.
Xebata wî berê li ser rewşên hûrgelên etnîk
yên han kom bû ku, endamên wan di nava dewletekê
de piranî, di nava yê dinê de hindikahî bûn û bona
vê yekê, bala hukumetên herdu dewletan jî dikişandin
ser xwe û ger nebin sedemê şer û pevçûnan jî,
di navbera wan de dijayetîyek peyda dikirin. Bi
rastî jî, pirî caran dijayetîyên hanê şikil
dane dîroka Ewrûpê.
Helwesta KBHN li himber dijayetîyên hûrgelên netewî,
helwesteke serbixwe, bêteref û hevkar e. Ji ber
ku KBHN ne dezgeyeke teftîşî ye, ew gor pîvanên
(standardên) navnetewî kar dike ku her dewletekî
bî çarçuveya wê û şîretên wê re razî bûye.
Bi vê wesîlê, gelek mihîm e ku em bînîn bîra xwe,
berpirsîyarîyên ku wan dewletên endamê RPHE girtine
ser xwe, bi taybetî Dokumentê Kopenhagê ya sala
1990 ya Konferansa li ser Dîmena Mirovî, Beşa
IV, ku pîvanên di heqê hûrgelên netewî de yek bi
yek bi nav dike. Dîsa, hemû dewletên endamê RPHE
bi berpirsîyarîyên Milletên Yekbûyî jî girêdayî
ne di heqê mafên mirovî de, ku mafên hûrgelan jî
di nav de ye; dîsa piranîya dewletên endamê RPHE
tabîyê pîvanên Konseya Ewrûpê ne.
KBHN, piştî xebateke baş ya şeş
salan, li gelek welatan ku lê mijûlbû, karibû hin
pirs û nakokîyan nas bike ku bala wê kişandibûn
û xwe ducar dikirin. Di nava van de pirsên perwerdeyî
ya hûrgelan û yên karanîna zimanên hûrgelan hebûn,
ku gelek mihîm in, bi taybetî ji bo parastin û pêşvebirina
nasnama mensûbên hûrgelên netewî. Ji bo ku ev mafên
hûrgelan bikaribin di welatên RPHE de bi şiklekî
minasiw bi cî bên, KBHN ji Wakfa Pêvendîyên Nav-Etnîkî
–rêxistineke medenî ye ku di sala 1993 de ava bûye
da ku kar û xebatên posporî bike ji bo piştgirîya
KBHN- daxwaz kir ku du grûbên pisporên serbixwe
û naskirî yên di warê navnetewî de bicivîne ku li
ser babetê xwe hûr hûr kar bikin û pêşnîyaran
hazirkin: Pêşnîyarên Laheyê di Heqê Mafên
Perwerdeyî yê Hûrgelên Netewî (1996) û Pêşnîyarên
Osloyê di Heqê Mafên Zimanî yê Hûrgelên Netewî
(1998). Ev Herdu komê pêşnîyaran jî li dawîyê
bûn wek çavkanî ji bo rastkirên sîyaset û hiqûqê
li gelek Dewletan. Ev pêşnîyar dikarin bi gelek
zimanan bi kar bên, bê berpirsîyarîya Wakfa Pêvendîyên
Nav-Etnîkî.
Babeteke dinê ku di gelek rewşan de derdikeve
pêş û KBHN pê mijûl dibe ev e: hûrgelên netewî
di rêvebirina karê dewletan de bi şiklekî baş
çawa beşdar bin? Ji bo gihîştina bîr û
rayeke miştêrek li ser vê pirsê ji dîtin û
tecrubeyên Dewletên ku di RPHE de beşdar in
û ji bo ku rê bidin ev dewlet tecrubeyên xwe bi
hevre parve bikin, KBHN û Buroya RPHE ji bo Sazîyên
Demokratîk û Mafên Mirovî konferansek civandin ku
hemû Dewletên RPHE û sazîyên navnetewî yên eleqeder
bi navê “Îdare û Beşdarî: Yekxistina Pirrengî”,
ku di Konfederasyona Swîsrê de, li Locarno, ji 18
heya 10ê Çirîya Pêşîn 1988 civîya. Di Beyana
Serok de ku li dawîya konferansê derket, babetên
civînê bi kurtahî hatin eşkerekirin û daxwazî
hat kirin ji bo “kar û xebatên berbiçav-piştî
vê, her usa jî hewcedarîya zêdetir ji bo lêkolîn
li ser hin naverok û mekanîzmayên îdareya baş,
tevî pardarîya hûrgelên netewî bi şiklekî baş,
ber bi yekxistina pirrengîyê di nava Dewletê de.”
Li dawî, KBHN ji Wakfa Pêvendîyên Nav-Etnîkî xwest
ku, tevî Înstîtûya Raoul Wallenberg ya Mafên Mrovî
û Hiqûqa Humanîter, grûbekî posporên serbixwe û
di warê navnetewî de naskirî bicivîne ji bo ku li
ser pêşnîyaran lêkolîn bike û alternatîfan
nîşan de, gor pîvanên navnetewî.
Li dawîya vê înîsîyatîfa jorê, Pêşnîyarên
Lundê li ser Beşdarîya Hûrgelên Netewî di Jîyana
Civakî de bi Şiklekî Xurt - derket holê,
bi navê Bajarê Swedî ku pisporan civîna xwe ya dawî
lê kirin û pêşnîyar temam kirin. Di navbera
pisporan de hiqûqnasên pispor hebûn di vê warê hiqûqa
navnetewî de, alimên sîyasî hebûn ku di warê dar
û dezgeyên qanûna esasî û sîstema hilbijartinê de
pispor bûn û civaknas hebûn ku di warê pirsên hûrgelan
de pispor bûn. Bi taybetî, di bin Seroktîya Midûrê
Enstîtûya Raoul Wallenberg, Professor Gudmundur
Alfredsson de pispor ev kes bûn:
Professor Gudmundur Alfredsson (Îzlandî), Midûrê
Înstîtûta Raoul Wallenberg ya Mafên Mirovî û Hiqûqa
Humanîter, Zankoya Lund; Pofessor Vernon Bogdanor
(Brîtî), Professorê Îdareyê, Zankoya Oxfordê; Professor
Vojin Dimitrijevi (Yugoslavî), Midûrê Navenda Belgradê
ji bo Mafên Mirovî; Dr. Asbjørn Eide (Nowecî), Doktorê
bi Qidem li Înstîtûya Mafên Mirovî ya Norwêcê; Professor
Yash Ghai (Kenyayî), Sir YK Pao Professorê Hiqûqa
Giştî (Amme), Zankoya Honkongê; Professor Hurst
Hannum (Amêrîkanî), Professorê Hiqûqa Navnetewî,
Fletcher School ya Hiqûq û Dîplomasîyê, Zankoya
Tuftsê; Mr. Peter Harris (Afrîka Başûr), Berpirsîyarê
Pêşîn ya Înstîtûya Navnetewî ji bo Demokrasî
û Alîkarîya Hilbijartinê; Dr Hans Joachim Heintze
(Alman), Midûrê Înstîtûya ya Friedenssicherungbrecht
und Humanitäres Völkerrecht, Zankoya Ruhr-Bochum;
Professor Ruth Lapidoth (Îsraîlî), Professorê Hiqûqa
Navnetewî û Serokê Komîteya Akademîk ya Înstîtûya
ji bo Lêkolînên Ewrûpa, Zankoya Îbranî ya Qudsê;
Professor Reîn Müllerson (Estonî), Serokê Hiqûqa
Navnetewî, King´s College, Zankoya Londonê; Dr.
Sarlotta Pufflerova (Slovakî), Midûr, Wakfa Himwelatî
û Hûrgelî/Grûbê Mafên Hûrgelî; Professor Steven
Ratner (Amerîkanî), Profesorê Hiqûqa Navnetewî,
Zankoya Texasê; Dr. Andrew Reynolds (Brîtî), Asîstanê
Îdereyê, Zankoya Notre Dame; Mr. Miquel Strubell
(Spanî û Brîtî) , Midûrê Înstîtûya Civak û Zimanên
Katalanan, Generalitat de Catalunya; Professor Markku
Suksî (Fînî), Profesorê Hiqûqa Giştî (Amme),
Åbo Akademî Zanko; Professor Danilo Türk (Sloven),
Professorê Hiqûqa Navnetewî, Zankoya Ljubljana;
Dr. Fernand de Varennes (Kanadî), Mamosteyê bi Qidem
ya Hiqûqê û Midûrê Navenda Asya-Pasîfîk ji bo Mafên
Mirovan û Pêşîlêgirtina Pevçûnên Etnîk, Zankoya
Murdoch; Professor Roman Wieruszewski (Polonî),
Midûrê Navenda Mafên Mirovî ya Poznan, Akademîya
Zanyarî ya Polonîyê.
Qasî ku pîvanên mafên hûrgelan
yên heyî beşekî mafên mirovî ne, di van civînên
şêwrê de pisporan berî her tiştî bala
xwe dane ser pirsa hanê, gelo, dewlet çiqas berpirsîyarîya
xwe bi cî bînin di warê mafên mirovî de bi awayekî
giştî, bi taybetî jî, di warê azadîya ji neheqî
û cudakarî? Di van civînan de her usa jî hate nîşandan
ku, armanca dawî ya hemû mafên mirovî, pêşvebirina
kesayetîya mirov e bi şiklekî fireh û azad
li ser esasê wekhevîyê. Di dawîyê de hat pêşnîyarkirin
ku civaka medeni (sîwîl) divê vekirî be, bi hereket
û guhartin be, ango bikaribe herkesî nêzî hev bike,
tevî kesên ku mensûbê hûrgelên netewî ne. Tevî vê
jî, qasî ku armanca îdareyeke demokratîk û baş
xizmeta maf û hewcedarîyên hemû xelkê welat e, ji
hemû hukûmetan hate xwestin ku, hewl bidin da ku
îmkanên herî baş hazir bikin ji bo beşdarîya
kesan di biryardana karên civakî de, ew kesên ku
tesîra biryaran li wan dibe.
Meqseda Pêşnîyarên Lundê, wekî pêşnîyarên
Lahey û Osloyê yên berî wê, ew bû ku, ji bo dewletan
girtina tevdîrên taybetî teşwîq û hêsantir
bike ji bona sarkirina dijayetîyan di warê pirsên
hûrgelên netewî de û bî vî awayî xizmeta armanca
KBHN bike ji bo pêşîlêgirtina şer û pevçûnan.
Pêşnîyarên Lundê li ser Beşdarîya Hûrgelên
Netewî di Jîyana Civakî de bi Şiklekî Xurt,
hewl dide naveroka mafên mirovî û pîvanên dinê bi
awayekî giştî, bi zimanekî nîsbeten vekirî
zelaltir bike û pêşva bibe, di warê cêbecêkirina
wan di rewşên hanê de ku KBHN pê mijûl dibe.
Ev pîvan hatine şirovekirin bi taybetî ji bo
hemahengî di cêbecêkirina wan de li dewletên vekirî
û demokratîk. Pêşnîyarên ku ji 24 heban pêk
hatine, di bin çar binenavan de dabeş bûne,
wek grûbên esasên giştî , beşdarbûn di
biryargirtinê de, xwemuxtarî, û garantîyên ji bo
rê û olaxên beşdarbûna di jîyana civakî de
bi şiklekî xurt. Pêşnîyarên Lundê bi alîyê
naverok li ser du xetên bingehîn rêz dibin: Beşdarbûn
bi awayekî giştî di îdarekirina Dewletê de,
û xwemuxtarî di karên taybetî yên herêmî yan jî
hundurî de. Tanzîmên gelek cuda cuda jî dibin û
hene. Di çend pêşnîyaran de alternatîf jî hatine
nîşandan. Hemû pêşnîyar divê bêne şirovekirin
bi şiklekî hemaheng bi Esasên Giştî yê
Beşa 1 re. Di heqê her pêşnîyarekê de
îzaheteke berfireh li dawîyê, di “Nîşeya Agahdarîyê”
de cî digre, ku tê de pîvanên navnetewî di heqê
vê pirsê de wek çavkanî hatine nîşandan.
PÊŞNÎYARÊN
LUNDÊ Lİ SER BEŞDARÎYA HÛRGELÊN NETEWÎ
Dİ JÎYANA CİVAKÎ
DE Bİ ŞİKLEKÎ XURT
I. ESASÊN GİŞTÎ
1) Beşdarîya hûrgelên netewî di jîyana civakî
de bi şiklekî xurt, gelek ferz e ji bo civakeke
aşitîxwaz û demokrat. Tecrubeyên li Ewrûpa
û li cîyên dinê nîşan dide ku, ji bo pêşvebirina
beşdarîyeke hanê, hukumet gelek caran hewce
dibînin ji bo hurgelên netewî dezgeyên taybetî serrast
bikin. Armanca van Pêşnîyaran ev e ku cîgirtina
hûrgelan di nava dewletê de bê hêsankirin û hûrgel
bibin xwedî îmkan da ku bikaribin nasnama xwe û
husûsîyetên xwe biparêzin, bi vî awayî îdara yekitîya
dewletê baştir be.
2) Ev pêşnîyar li ser esas û qeydeyên bingehîn
ya hiqûqa navnetewî hatine danîn, wek hûrmet ji
heysîyet û şerefa mirovan re, mafên wekhev
û necudakarî, wek ew tesîrê li ser mafên hûrgelên
netewî dikin, beşdarbûna wan di jîyana civakî
de û îstîfade kirin ji mafên sîyasî. Berpirsîyarîyeke
dewletan ev e ku ji mafên mirovî yên di warê navnetewî
de hatine naskirin û ji hukumranîya hiqûqê re hurmet
bikin, ku rê dide pêşveçûna civaka medenî bi
her awayî, di şertên toleransê, aşitîyê
û serfirazîyê de.
3) Kîngê sazîyên taybetî hatin avakirin ji bo
îmkana beşdarîya hûrgelan di jîyana civakî
de bi şiklekî xurt, ku bi rîya van sazîyan
wê bikaribin selahîyetê û berpirsîyarî bi kar bînin,
divê ew ji mafên mirovî yên wan hemû kesan re, ku
tesîr li wan dike, hurmet bikin.
4) Mirov (kes), tevî nasnama wan wek mensûbên
hûrgelê netewî, xwe bi gelek cureyên dinê didine
naskirin. Ev kes xwe çawa dibîne, wek endamê hûrgelê,
yan piranîyê, yan tiştekî din, biryar ya wî
ye û divê bi zorê li ser wî nasname neyê ferzkirin.
Her usa jî, divê tu kes ji bo biryara xwe ya di
vî warî de, ji bo tercîha xwe û yan jî reda xwe
tu zirarê nebîne.
5) Gor van Pêşnîyaran kîngê sazî û rê-olaxên
xebatê pêk bên, esas û pêvajo, ev herdu jî gelek
mihîm in. Miqamên îdarî û hûrgel divê bidin ser
rîya pêvajoyeke şêwrê ya fireh, vekirî û bi
berpirsîyarî, da ku bikaribin ji bo bawerîyê rewşeke
baş pêk bînin. Divê Dewlet medyaya civakî teşwîq
bike ji bo kar û xebata naskirin û fêmkirina ji
çanda hevdu , weşanên xwe gor dilê hûrgelan
be û bala wan bikişîne.
II. BEŞDARÎ Dİ BİRYARGİRTİNÊ
DE
A. Tanzîmên di Dereca Hukumeta Merkezî de
Divê dewlet firsendan hazir bikin, ger hewce be
bi rîya dezgeyên taybetî, ji bo hûrgelan, da ku
ew xwedî dengekî xurt bin di dereca Hukumeta Merkezî
de. Ev, gor hal û merc, tevdîrên hanê ne:
* Temsîla taybetî ji bo hûrgelên netewî, wek nimûne,
bi rîya veqetandina çend kursîyan di meclîseke yan
jî du meclîsên Parlamenê, yan jî komîteyên parlamenê
de; û bi şiklên dinê ku îmkan dide temsîla
wan di warê pêvajoya yasaçêkirinê de;
* Bi şiklekî fermî yan jî ne fermî li hevkirin,
ji bo veqetandina cî ji bo mensûbên hûrgelên netewî
di hukumetê de (wek wezîr), kursîyên li mehkemên
bilind yan li Mehkema Qanûna Esasî, yan jî li mehkemên
dereca jêrê û miqamên bi rîya tayînê li sazîyên
şêwrê û li sazîyên dinê yên dereca bilind;
* Mekanîzmayên hanê bêne serrastkirin li wezaretên
eleqeder, ku xizmeta hûrgelan bikin, bî rîya, wek
nimûne, personelê ku bi karê hûrgelan mijûl dibe;
* Gavên taybetî ji bo beşdarîya hûrgelan
di xizmetên dewletê de, wek pêkanîna xizmetên civakî
di zimanê hûrgela netewî de.
B. Hilbijartin
7) Tecrubeyên li Ewrûpê û li cîyên dinê nîşan
dide ku pêvajoya hilbijartinê gelek mihîm e ji bo
hêsankirina beşdarîya hûrgelan di warê sîyasî
de. Divê dewlet mafê mensûbên hûrgelên netewî garantî
bikin bi şiklekî bêcudakarî, di beşdarîya
rêvebirina karên civakî de, mafê dengdanê û endametî
ji bo xizmetê jî di nav de.
8) Diristkirina damezirandin û kar û xebata partîyên
sîyasî, divê gor esasê hiqûqa navnetewî ya azadîya
rêxistinî (komelayetî) be. Ev esas, her usa jî rê
dide azadîya avakirina partîyên sîyasî li ser bingehê
nasnamên civakî, wek yên hanê ku ne ji bo mafên
grûbeke taybetî ne.
9) Divê sîstema hilbijartinê temsîl û tesîra hûrgelan
hêsantir bike.
* Li cî û herêmên ku hûrgel lê kombûne, yan bi
giranî ne, divê bi şiklekî baş rê û îmkan
bide temsîla wan.
* Sîstema temsîla nîsbî, ango kîngê para partîyeke
sîyasî di hemû dengên netewî de çi ye, para wê ya
di kursîyên meclîsên yasayî de jî bi wê nîsbetê
be, dikare alîkarîya temsîla hûrgelan bike.
* Hin cureyên dengdanên bi tercîh, ku xwedîyê
dengan bikaribin di lîsta hilbijartinê de berendaman
bikine rêzê, ev jî dikare temsîla hûrgelan hêsantir
bike û pêvendîyên nav grûban baştir bike.
* Ji bo temsîla li parlamenê, şêmûgên nizm
di alî hejmar de jî, dikare zêdetir îmkanan bide
hûrgelên netewî di warê îdarî de.
10) Divê sînorên cografîk yên mintiqeyên hilbijartinan,
temsîla li ser esasê wekhevîyê ji bo hûrgelên netewî
hêsantir bikin.
C. Tanzîmên di dereca Herêmî û Mehelî de
11) Divê dewlet tevdîran bistînin ji bo beşdarîya
hûrgelên netewî di dereca herêmî û mehelî de baştir
bikin, çawa ku li jorê di dereca hukumeta merkezî
de hate gotin (parafrafên 6-10). Miqamên herêmî
û mehelî, divê bi alîyê sazî (struktur) û usûlên
biryargirtinê gelek vekirî bin û misaît bin, da
ku rê û îmkan bidin beşdarîya hûrgelan.
D. Sazîyên Şîret û Şêwirdarî
12) Divê dewlet di çarçuveya sazîyên minasiw de
sazîyên şîret û şêwirdarîyê ava bikin
ji bo ku wek qenalên dan û stendinê (dîyalogê) kar
bikin di navbera miqamên îdarî û hûrgelên netewî
de. Ev sazîyên hanê her usa jî dikarin hin lîcneyên
taybetî dirist bikin ji bo mijûlîya bi pirsên wek
mal, erd, perwerdeyî, ziman û çand. Şikl û
pêkhatina van sazîyan divê gor meqsed û armanca
wan be û bi şiklekî xurt bi maf û daxwazên
hûrgelan re mijûl be, bi wan re bide û bistîne.
13) Divê ev sazî û dezge bikaribin pirsan bi cîhetên
biryargirtinê re minaqeşe bikin, pêşnîyaran
hazir bikin, teklîfên yasayî û yên cureyên dinê
bikin, çavnêrîya guhartinan bikin û dîtin û daxwazên
xwe bêjin ji bo biryarên îdarî ku rasterast, yan
jî bi şiklekî din tesîra xwe li ser hûrgelan
dike. Divê miqamên îdarî û hukum, li ser tevdîrên
yasayî û îdarî ku hûrgelan eleqeder dikin, her tim
bi van sazîyan re bişêwirin, da ku bikaribin
pirsên hûrgelan çareser bikin û bawerîyê xurt bikin.
III. XWEMUXTARÎ
14) Beşdarîya hûrgelên netewî di jîyana civakî
de, dikare ji bo xwemuxtarî tanzîmên ne-erdî, yan
yên erdî, yan jî şiklekî ji herduyan pêkhatî
hewce bibîne. Divê Dewlet bi şiklekî makûl
îmkanên diravî ji bo tanzîmên han veqetînin.
15) Ji bo serketina tanzîmên han, divê miqamên
hukumetê û hurgel, hewcedarîya biryarên merkezî
û yekreng bibînin li hin herêman ji bo îdareya miştêrek,
li hin herêmên dinê jî feydeya pirrengîyê.
* Karên ku bi piranî bi destê hukumetên merkezî
têne kirin, parastina welat, karên derva, koçberî
û gumruk, sîyaseta aborî bi şiklekî giştî
(makroekonomîk), û karên pereyî (monetarî) ne.
* Karên dinê, yên wek li jêrê hatine rêzkirin,
dikarin bi destê hûrgelan yan îdareyên herêmî bi
rêve biçin, yan jî bi miqamên merkezî re bêne parvekirin.
*Kar û xizmet dikarin bi şiklekî ne-sîmetrîk
bêne parvakirin, gor rewşa hûrgelan di çarçuva
eynî dewletê de.
16) Sazîyên xwemuxtarî, çi yên ne-erdî û çi yên
erdî, divê li ser esasên demokratîk bêne avakirin
da ku bikaribin bi rastî daxwaz û dîtinin xelkê
eleqeder nîşandin.
A. Tanzîmên ne-erdî
17) Şiklên îdarî yên ne-erdî baş in
ji bo parastin û pêşvebirina nasname û çanda
hûrgelên netewî.
18) Pirsên ku gelek hessas in ji bo diristkirinê
di vî warî de ev in: perwerdeyî, çand, karanîna
zimanê hûrgelê, ol (dîn) û babetên dinê yên gelek
mihîm di warê nasname û adet usûlê jîyanê ya hûrgelên
netewî de.
* Heqê kesan û grûban e ku navê xwe di zimanê
hûrgelê de hilbijêrin û kar bînin û ew nav di warê
resmî de bêne naskirin.
* Berpirsîyarîya miqamên resmî divê li ber çavan
bê girtin ji bo danîna pîvanên perwerdeyî, sazîyên
hûrgelî, ku dikare bernameyên xwendinê hewce bibîne
ji bo hînkirina zimanên hûrgelan û ji bo çand, yan
jî herduyan.
* Hûrgel dikarin nîşanên (sîmbolên) xwe yên
taybetî û yên çanda xwe bi kar bînin.
B. Tanzîmên erdî
19) Di hemû demokrasîyan de karên îdarî têne diristkirin
di dereceyên erdî yên cuda de. Tecrubeyên li Ewrûpa
û li cîyên dinê nîşan dide ku, derbazkirina
hin kar û xizmetên yasayî û îcrayî ji merkezê ber
bi herêman tiştekî baş e, tevî ne-merkezîkirina
karên îdarî yên hukumeta merkezî û dabeşkirina
van karan di navbera daîreyên herêmî û mehelî. Li
gor esasê alîkarîkirinê, divê Dewlet neqilkirina
hukum ya bi vî cureyî, hin karên taybetî ya xwemuxtarî
ji di nav de, bi dil û daxwaz bike, bi taybetî li
cîyên ku bi vî awayî îmkanên hûrgelan zêdetir dibe
û dikarin pirsên xwe bi destê xwe çareser bikin.
20) Îdareyên minasiw yên mehelî, herêmî û xwemuxtar
(otonom), ku gor şertên taybetî yên dîrokî
û cografî yên hûrgelên netewî ne, dikarin kar û
xebatên gelek baş bikin ji bo çareserkirina
pirsên van hûrgelan.
* Hin kar û xizmetên ku îdareyên hanê, di dereca
pêşîn de yan bi giranî girtine ser xwe û di
heqê de hatine ev in: perwerdeyî, çand, karanîna
zimanê hûrgel, parastina dorber, plankirina kar
û xizmetên herêmî, dewlemendîyên tabîyî yên ser
erdê û bin erdê, pêşveçûna aborî, karên polêzê
herêmî (ewlekarîya herêmî), karên mal û xanî, xweşî
û xizmetên civakî yên dinê.
* Hin kar û xizmetên ku miqamên merkezî û herêmî
parva dikin ev in: danîna beş û salmeyan, îdareya
edaletê, turîzm û neqlîye.
21) Miqamên mehelî, herêmî û xwemuxtar divê ji
mafên mirovî yên hemû kesan re hurmet bikin, tevî
mafên hûrgelan ku tabîyê hiqûqa wan in.
IV. TEMÎNAT
A. Temînatên Qanûna Esasî û Yasayî
22) Nîzama xwemuxtarî divê bi rîya qanûnê bê danîn
û wek usûl divê nebe babetê guhartinê bi rîya qanûn
çêkirinê. Pêşvebirina beşdarîya hûrgelan
di biryargirtinê de dikare bi rîya qanûnê yan jî
bi rêyên din yên minasiw be.
* Nîzamên ku bi rîya hukmên qanûna esasî hatine
çêkirin, helbet, ji bo rastkirin û guhartinê jî
hewceyî rizaya dereca bilind in ya parlamenê yan
jî raya gelêrî.
* Guhartinên di nîzama xwemuxtarî de ku bi rîya
qanûnê hatîye danîn, pirî caran, rizaya nîsbeteke
mezin ya piranîyê di parlamenê de û rizaya sazîyên
xwemuxtar, yan ya sazîyên ku hûrgelan temsîl dikin,
yan jî rizaya herduyan dixwaze.
* Bi şiklekî perîyodîk ji ber çav derbazkirina
nîzama xwemuxtarî û beşdarîya hûrgelan di biryargirtinê
de, dikare firsendên baş bide ji bo biryarên
hin guhartinên hewce di ronahîya tecrubeyên heyî
û şertên teze de.
23) Divê meriv li ser îmkana diristkirdinên (nîzamên)
miweqqet, yan gav bi gav jî bifikire, ku rê dide
ji bo tecrubekirin û pêşvebirina şiklên
(formên) teze ji bo beşdarîyê. Ev diristkirdinên
han dikarin bi rîya yasayî (qanûnçêkirinê) yan bi
rê olaxên nefermî, ji bo middetekî bin, bikarin
bêne dirêjkirin, bêne guhartin, yan jî bighêne dawî
gor serketin û serneketinên wan.
B. Çareserî
24) Ji bo beşdarîya hûrgelên netewî di jîyana
civakî de bi şiklekî xurt, divê rê-olaxên (kanalên)
şêwrê pêk bên, ji bo pêşî li dijayetîyan
bê girtin û li çareserîya nakokîyan bê gerîn, her
usa jî, ger hewce be li îmkanê dezgeyên ji bo vî
karî, yan jî yên alternatîf bê gerîn. Wek rê-olaxên
hanê:
* çareserîya dadî (adlî) ji bo nakokîyan, wek
ji ber çav derbazkirina karên yasayî û îdarî bi
destê sazîyên dadî (adlî), ku divê Dewlet xwedîyê
sazîyên adlî yên serbixwe û bêteref be û mirov bikaribin
bi rehetî serî lêxin; û
* tevî dezgeyên din ji bo çareserîya nakokîyan,
wek bi hevre rûniştin, delîl komkirin, li hev
anîn (navbervanî), bi rîya hakem çareserkirin, ombudsmanek
ji bo hûrgelên netewî, û komîsyonên taybetî, ku
dikarin wek navend û dezgeyên ji bo çareserîya êş
û pirsgirêkan bi kar bên di warê karên îdarî de.
NÎŞEYÊN
AGAHDARÎYÊ Jİ BO
PÊŞNÎYARÊN LUNDÊ
Lİ SER BEŞDARÎYA HÛRGELÊN NETEWÎ Dİ
JÎYANA CİVAKÎ DE Bİ ŞİKLEKÎ
XURT
I. ESASÊN GİŞTÎ
1) Him Peymana Milletên Yekbûyî (ji nuha
pê de „Peymana MY“) him jî belgeyên (dokument) bingehîn
yên KPHE / RPHE, herdu jî ji bo parastin û xurtkirina
aşitî û ewleyîyê di warê navnetewî de, bi rîya
pêşvebirina pêvendîyên hevaltî û hevkarîyê
di navbera Dewletên serbixwe wekî hev de, ku hurmeta
mafên mirovî dikin, mafên mensûbên hûrgelên netewî
jî di nav de. Bi rastî jî, dîrok nîşan dide
ku dema ji mafên mirovî re hurmet nebe, mafên hûrgelan
jî di nav de, ev yek dikare aramîyê di nava Dewletê
de xirab bike û tesîreke xirab jî li ser pêvendîyên
dewletan bike û bi vî awayî aşitî û ewleyîya
navnetewî bike xeterê.
Ger em bi esasê VII ya deh-emirê Senedê Dawî
ya Helsinki 1975 dest pê bikin, Dewletên beşdarê
RPHE bi xurtî li ser pêvendîya bingehîn sekinîn,
di navbera hurmeta mafên meşrû yên mensûbên
hûrgelên netewî û parastina aşitî û îstîkrarê.
Ev pêvendî hatîye ducarkirin di wan belgeyên bingehîn
de ku piştre derketine, wek ya 1983 Belgeya
Dawî ya Madridê (Esasê 15), ya 1989 Belgeya
Dawî ya Viyanê (Esasên 18-19), û ya 1990 Senedê
Parisê ji bo Ewrûpayeke Nû, tevî wan jî belgeyên
civînên bilind (yên serokwezîr û serokkomaran) ku
piştre derketin, wek ya 1992 Dokumentê Helsinki
(Parafraf 4, Paragraf 24) û ya 1996 Dokumentê
Lizbonê (Beş I, Daxuyanîya Lizbonê li
ser Modêleke Miştêrek û Minasiw ya Ewleyîyê
ji bo Ewrûpê ji bo Sedsala Bîst û Yek, Paragraf
2). Di dereca Yekitîya Milletan de, pêvendîya parastin
û pêşvebirina mafên hûrgelan û parastina aşitî
û îstîkrarê hatîye nîşandan, wek nimûne, di
destpêka Daxuyanîya MY li ser Mafên Kesan ku
Mensûbê Hûrgelên Netewî yan Etnîk, Dînî û Zimanî
ne-1992 (Ji nuha pê de „Daxuyanîya MY li ser
Hûrgelan“). Tevî vê jî, piştî qebûlkirina Senedê
Parisê ji bo Ewrûpayeke Nû, hemû Dewletên beşdarî
RPHE soz dan ku îdareyeke demokratîk pêk bînin.
Ji bo mensûbên hûrgelên netewî, ji bo îstîfadekirina
ji mafên mirovî bi hemû îmkanan û li ser esasê wekhevîyê,
hewce ye ku ew di pêvajoyên biryargirtinê de, bi
taybetî ew biryarên ku tesîra xwe li wan dikin,
bi şiklekî baş cî bigrin. Herçiqas pêvajoyên
demokratîk û rewş bi awayekî baş gor dil
û daxwazên hûrgelan be, tecrube her usa jî nîşan
dide ku, divê pirî caran tevdîrên taybetî bêne girtin
ji bo hêsankirina beşdarîya hûrgelan bi şiklekî
baş di biryargirtinê de. Ev pîvanên navnetewî
yên jêrê, ji Dewletan dixwaze ku di rewşên
usa de karên usa bikin: gor paragrafa 35 ya 1990
Dokumentê Civîna Kopenhagê li ser Dîmena Mirovî
(ji nuha pê de „Dokumentê Kopenhagê“), Dewletên
beşdarî RPHE „ji mafê mensûbên hûrgelên netewî
re dê hurmet bikin, ji bo beşdarîya wan di
karên cîvakî de bi şiklekî baş, karên
ji bo parastin û pêşvebirina nasnama wan hurgelan
jî di nav de“; gor Benda 2, paragraf 2 û 3 ya 1992
Daxuyanîya MY li ser Hûrgelan, “heqê mensûbên
hûrgelan heye ku di jîyana civakî de bi şiklekî
xurt cî bigrin” û “heqê wan heye ku di biryarên
di dereca netewî, li kîderê minasiw be, di dereca
herêmî de bi şiklekî xurt beşdar bin,
biryarên ku hûrgela wan eleqeder dike, yan ji bo
wan herêman e ku ew lê dijîn”; û gor Benda 15 ya
1994 Peymana Çarçuve ji bo Parastina Hûrgelên
Netewî (ji nuha pê de “Peymana Çarçuve”) ya
Konseya Ewrûpê, Dewletên Teref “dê çi lazim e bikin
ji bo beşdarîya mensûbên hûrgelên netewî bi
şiklekî baş, di jîyana çandî, civakî û
aborî û karên civakî de, yên ku bi taybetî tesîrê
li wan dikin.”
Hazirkirina îmkanan ji bo beşdarîyeke xurt,
divê beşdarîyeke bi dil û daxwaz bihesibîne.
Bi rastî jî, fikra bingehîn ya yekparebûna (entegrasyona)
civakî û sîyasî ji pêvajo û berhemên asîmîlasyona
bi rîya zorê gelek cudatir e, çawa di benda 5 ya
Peymana Çarçuve de tê gotin. Kar û xebatên
ji bo mafên meşrû yên mensûbên hûrgelên netewî,
tenê bi rîya pêvajoyên bi dilxwazî dikare bibe pêvajoyeke
aşitixwaz û berhemên herî baş bide di
sîyaset –û hiqûqa- civakî de. Pêvajoyên beşdarîyê
yên usa fireh, daxwazên hemû gel bi cî tînin û bi
vî awayî xizmeta armanca îdareyeke baş dikin
–bi rêsandina hemû mafan di nava qumaşê jîyana
civakî de û li dawîyê xurtkirina yekitîya Dewletê.
Pîvanên navnetewî ku behsa beşdarîya hûrgelan
dikin di jîyana civakî de bi şiklekî xurt,
bi giranî li ser rastîya hanê disekinin û dibêjin
ku, ew tu heqî qebûl nakin ku rê bide kar û xebatên
dijî armanc û esasên Milletên Yekbûyî, RPHE yan
jî Konseya Ewrûpê, hukumranîya wekhev, yekitîya
erdî û serxwebûna sîyasî ya Dewletan jî di nav de
(binêr paragraf 37 ya Dokumentê Kopenhagê,
Benda 8(4) ya Daxuyanîya MY li ser Hûrgelan,
û destpêka Peymana Çarçuve).
2) Gor ruh û maneyê paragrafa 25 ya Beşa
VI ya Dokumentê Helsinki -1992, ev pêşnîyar
li ser bingehê wadên hanê ava bûn, qasî ku wan teklîfî
Dewletên beşdarî RPHE kirin: „caddeyên firehtir
ji bo cêbecêkirina wadên wan ên KPHE, yên di heqê
parastin û hazirkirina rê-olaxên ji bo pêşvebirina
nasnama etnîkî, çandî, zimanî û dînî ya hûrgelên
netewî“.
Benda 1(3) ya Peymana MY dibêje ku yek
ji armancên rêxistinê ev e: „Pêkanîna hevkarîya
navnetewî ji bo çareserîya pirsgirêkên bi cureyê
aborî, civakî, çandî yan jî mirovperwerî (humanîter),
û pêşvebirin û teşwîqkirina ji bo hurmeta
mafên mirovî û azadîyên bingehîn ji bo herkesî,
bê cudakarîyên gor nijad, cins, ziman yan jî dîn“
–ku zêdetir hatîye zelalkirin di Benda 55(c) wek
„hurmet û cêbêcêkirina mafên mirovî û azadîyên bingehîn
ji bo herkesî, bê cudakarîyên gor nijad, cins, ziman
yan jî dîn.“ Peyman li ser bingehê pêvendîya
xurt di navbera hurmetkirin ji bo mafên mirovî û
aşitî û ewleyîya navnetewî, û qîmeta esasî
ya şeref û rûmeta mirovan ku behsa xwe zêdetir
hatîye kirin di Benda 1 ya Daxuyanîya Cîhanî
ya Mafên Mirovan–1948 û di destpêka Peymana
Navnetewî li ser Mafên Medenî û Sîyasî–1966,
Peymana Navnetewî li ser Mafên Aborî, Civakî
û Çandî–1966, û Peymana Navnetewî li ser
Nehiştina Hemû Cureyên Cudakarîya Nijadî
–1965. Hemû mirov xwedîyê şeref û rûmet in
bi şiklekî wekhev û tevî mafên wekhev yên ku
dev jê nayê berdan.
Ev gotina pêşî ya di heqê şeref û rûmeta
wekhev û tevî mafên ku dev jê nayê berdan, esasê
ne-cudakarîyê ye, wekî hema hema bi alîyê hemû sazîyên
mafên mirovî yên navnetewî hatîye gotin, ku di nav
de wek balkêş Benda 2 ya Daxuyanîya Cîhanî
ya Mafên Mirovan, Benda 2 û 26 ya Peymana
Navnetewî li ser Mafên Medenî û Sîyasî, û Benda
2 ya Peymana Navnetewî li ser Mafên Aborî, Civakî
û Çandî heye. Benda 1 ya Peymana Navnetewî
li ser Nehiştina Hemû Cureyên Cudakarîya Nijadî
zelal dike ku ev hukum cudakarîyê qedexe dike li
ser bingehê „nesil, yan gor çavkanîya netewî û etnîkî“
jî. Benda 14 ya Peymana Ewrûpê ji bo Parastina
Mafên Mirovî û Azadîyên Bingehîn–1950 (ji nuha
pê de „Peymana Ewrûpê ya Mafên Mirovî) jî bi şiklekî
gelek vekirî dibêje ku, esasê ne-cudakarîyê di warê
„eslê netewî û civakî, (yan) mensûbîya bi hûrgeleke
netewî“ de jî derbaz dibe, kîngê maf û azadîyên
di vê peymanê de hatine garantîkirin eleqeder bike.
Bi rastî jî, qanûnên esasî yên piranîya Dewletên
beşdarî RPHE cî didin van wad û esasan.
Qasî ku mensûbên hûrgelên netewî xwedî heqê beşdarîyê
ne di jîyana civakî de, ew ji vê mafê bi şiklekî
bê-cudakarî îstîfade dikin, çawa di paragraf 31
ya Dokumentê Kopenhagê, Benda 4 ya Peymana
Çarçuve, û di Benda 4(1) ya Daxuyanîya MY
li ser Hûrgelan. Tevî vê jî, gor Benda 4(2)
ya Peymana Çarçuve, wekhevîya şeref
û rûmetê gor esasê ne-cudakarîyê dibe digihîne „wekhevîyeke
bi her awayî rêkûpêk di navbera kesên mensûbê hûrgeleke
netewî û yê dinê de ku mensûbê piranîyê ne“. Ji
bo vê yekê, divê Dewlet „li kîderê hewce be, tevdîran
bistînin ... di hemû warên ...jîyana ... sîyasî“
ji ber ku „divê ew şertên taybetî yên mensûbên
hûrgelên netewî baş li ber çavan bigrin.“
Di pêşnîyaran de pêvendîya ku di navbera
hurmet ji bo mafên mirovî û pêşvebirina civaka
medenî (sîwîl) de hatîye danîn, tê mana hewcedarîya
„demokrasîyeke sîyasî ya têkûz“ ku, gor Destpêka
Peymana Ewrûpê li ser Mafên Mirovî, edalet
û aşitîya li dinyayê bi xurtî eleqeder dike.
Dewletên Beşdarî RPHE ev hewcedarîya îdareya
demokratîk, hurmeta mafên mirovî jî di nav de, ku
bingehê serfirazîyê ye, di Senedê Parisê ji bo
Ewrûpayeke Nû de bi xurtî beyan kirin.
3) Dema ku sazîyên taybetî bêne avakirin ji bo
cêbêcêkirina beşdarîya hûrgelên netewî di jîyana
civakî de bi şiklekî xurt, ev yek divê bi kîsî
mafên kesên dinê nebe. Divê mafên mirovî her waxt
hurmetê bibînin, ev sazîyên hanê ku selahîyeta xwe
ji dewletê distînin, ew jî di vî warî de berpirsîyar
in. Gor paragrafa 33 ya Dokumentê Kopenhagê,
Kîngê Dewletên beşdar tevdîrên ferz girtin
ji bo parastina nasnameya kesên ku mensûbê hûrgelên
netewî ne, „Her tevdîreke hanê divê hemaheng be
bi esasên wekhevî û ne-cudakarîyê re, bi alîyê mafên
hemû welatîyên Dewletên beşdar.“ Dokumentê
Kopenhagê, pêde diçe û di paragrafê 38 de wad
dike ku „Dewletên Beşdar yên RPHE, divê di
kar û xebatên xwe yên ji bo parastin û pêşvebirina
mafên mensûbên hûrgelên netewî de, ji wadên xwe
re bi her awayî hurmet bikin, gor peymanên mafên
mirovî yên heyî û sazîyên navnetewî yên dinê di
vî warî de.“ Peymana Çarçuve jî di Benda
20 de usa dibêje: „Di karanîna van maf û azadîyên
ku ji esasên di çarçuva vê peymanê de cîgirtine
dertên, her kesê ku mensûbê hûrgeleke netewî ye
divê ji yasayên netewî û mafên kesên dinê re hurmet
bike, bi taybetî ji mafê wan kesan re ku mensûbê
piranîyê, yan jî mensûbê hûrgelên netewî yên dinê
ne.“ Ev yek bi taybetî di rewşên wek „hûrgelên
di nava hûrgelan de“ derbaz dibe, bi taybetî di
hal û mercên herêmî (erdî) de (binêr pêşnîyarên
16 û 21 li jêrê). Di çarçuva vê yekê de, her usa,
hurmet ji bo mafên mirovî yên jinan re jî cî digre,
ku di nav de azadî ji cudakarî heye bi pêvendîya
„jîyana sîyasî û civakî ya welat“ wekî di benda
7 ya Peymana li ser Nehiştina Hemû Cureyên
Cudakarîyê Dijî Jinan“ hatîye gotin.
4) Esasê hilbijartina nasnama xwe ji bo mensûbên
hûrgelên netewî, li ser bingehê çend wadên mihîm
avabûye. Paragrafa 32 ya Dokumentê Kopenhagê
dibêje ku „Bûna mensubê hûrgelekê, pirsa hilbijartineke
ferdî ye û ji bo hilbijartineke hanê divê tu zirar
pêk neyê.“ Benda 3(1) ya Peymana Çarçuve
jî eynî tiştî dibêje û şert dibîne ku
„Her kesê ku mensûbê hûrgela netewî ye, heqê xwe
heye ku bi serbestî hilbijêre, gelo ew wek mensûbê
hûrgelê miamele bibîne yan na, û divê ji vê hilbijartinê
tu zirar pêk neyê yan jî karanîna mafê ku bi vê
hilbijartinê ve girêdayî ye.“ Benda 3(2) ya di Daxuyanîya
MY li ser Hûrgelan de jî menekî usa heye û dibêje:
„ji bo her kesê ku mensûbê hûrgelekê ye, heqê xwe
heye ku mafên xwe yên di vê Daxûyanîyê de cîgirtî
bi kar bîne, yan neyne, divê ji bo vê yekê tu zirarê
nebîne.“
Azadîya kesekî ji bo hilbijartina nasnama xwe,
wek hurmeta xwemuxtarî û azadîya ferdî ye û hewce
ye. Mirovek dikare bibe xwedîyê çend nasnameyan
ku ne tenê jîyana şexsî eleqeder dikin, her
usa jî jîyana civakî. Bi rastî jî, di civakên vekirî
de bi pirbûna hereketan, kesan û bîr û bawerîyan,
gelek kes xwedî çend nasnameyan in ku bi hev re
dibin, ne dijî hev in, qat bi qat in (bi şiklekî
hîyerarşîk yan jî ne-hîyerarşîk), gelek
cure û rengê yekitîyan nîşan didin. Helbet,
nasname ne tenê li ser bingehê etnîkî çêbûne, ne
jî bi yekreng in di nav grûbekî de; ew dikarin bi
alîyê gelek kesên bi reng û dereceyên cuda cuda
bêne girtin. Bi tabîyê pirsên taybetî di vî warî
de, nasnameyên curbecur dikarin pir yan hindik derkevin
pêşîyê, ango balkêş bin. Bi kurtahî, eynî
mirov ji ber gelek sebeban dikare xwe bi gelek cureyan
bi nav bike, gor xuyakirina nasname û rêza wê yan
jî wî. Wek nimûne, Li hin dewletan kesek dikare
zimanekî miayyen hilbijêre ji bo tijîkirina formên
beş û salmeyan, lê dikare xwe cuda bi nav bike
di civaka herêmî de ji bo sebebeke din.
5) Di çarçuva demokrasîyê de, pêvajoya biryargirtinê
mihîm e, qasî biryara ku hatîye girtin. Ji ber ku
îdareya baş ne tenê bi destê xelkê ye, lê her
usa jî ji bo xelkê ye, ew kesên eleqeder jî divê
tim beşdarî vê pêvajoyê bin, divê ev pêvajo
vekirî û zelal be ji bo herkesî ji bo dîtin, bîr
û ray, û berpirsîyar be li himber wan kesên ku tesîrê
li wan dike. Tenê pêvajoyên han dikarin bala xelkê
bikişînin û bawerîya wan xurt bikin. Di çarçuveya
pêvajoyên berfireh de tiştên wek şêwrê,
anketan, referandumê, bi hevre rûniştin (dan
û stendin) û heya rizaya taybetî ya wan kesên ku
tesîra xwe rasterast li wan dibe, cî digrin. Biryarên
ku berhemê pêvajoyên han in, dikarin bên qebûlkirin
bi dil û daxwaza xelkê. Di rewşên hanê de ku
raya miqamên resmî û yê xelkê ji hev bi şiklekî
esasî cuda be, îdareya baş dikare ji terefê
sisêyan xizmetê bixwaze, wek alîkarî ji bo serrastkirina
rewşa hanê bi şiklekî baş.
Bi taybetî di heqê Hûrgelên netewî de, paragraf
33 ya Dokumentê Kopenhagê ji Dewletên beşdarî
RPHE dixwaze ku tevdîran bistînin ji bo “parastina
nasnama etnîk, çandî, zimanî û dînî ya hûrgelên
netewî li ser erdê wan û hazirkirina îmkanan ji
bo pêşvebirina nasnama hanê (...) piştî
şêwrên hewce, pêvendî danîn bi rêxistin û komeleyên
wan hûrgelan re jî di nav de”. Di Beşa VI,
paragraf 26, ya Dokumentê Helsinki de, Dewletên
beşdarî RPHE soz dan ku “bi pirsên hûrgelên
netewî bi şiklekî baştir mijûl bin, bi
rê-olaxên aşitîxwaz û bi rîya dîyalogê di navbera
hemû terefên eleqeder de li ser bingehê esas û wadên
RPHE”. Di heqê “hemû terefên eleqeder”de, paragraf
30 ya Dokumentê Kopenhagê “rola mihîm ya
rêxistinên medenî (sîwîl-ne resmî) –partîyên sîyasî,
sendîka, rêxistinên mafên mirovî û grûbên dînî jî
di nav de– di xurtkirina toleransê, pirrengîya çandî
û çareserîya pirsên hûrgelên netewî de” bi qîmet
nîşan dide.
Pêvajoyên berfireh hewcedarîya toleransê ne. Rewşeke
civakî û sîyasî bi hurmeta hevdu û wekhevî, hewcedarî
temînata qanûnî û her usa jî hînbûnê ye wek ehlaqeke
civakî ku bibe malê hemû xelkê welat. Di vî warî
de medya xwedî roleke taybetî ye. Benda 6(1) ya
Peymana Çarçuve şert dibîne ku “Hemû
teref ruhê toleransê û dîyaloga navçandî dê xurt
bikin û tevdîrên baş bistînin ji bo pêşvebirina
hurmeta hevdu û helwesteke baş û hevkarî di
navbera kesên ku li ser erdê wan dijîn, bêyî ku
li nasnama etnîk, çandî, zimanî û dînî ya wan kesan
binêrin, bi taybetî di warê perwerdegarî, çand û
medya de.” Bi taybetî, Dewlet divê karanîna nav
û leqebên xirab û nizmkirinê di warê civakî de bide
sekinandin û gavan bavêje ji bo pêşîlêgirtina
gotinên usa xirab. Ya herî baş ew e ku, nûnerên
wê grûbê ku ji tiştên hanê zirarê dibîne, di
girtina van tevdîran de beşdar bin ji bo çareserîya
pirsgirêkên hanê.
II. BEŞDARÎ Dİ BİRYARGİRTİNÊ
DE
A. Tanzîmên di Dereca Hukumeta Merkezî de
6) Paragrafa 1 ya Beşa III ya Rapora Civîna
RPHE (Genewrê) ya Pisporan li ser Hûrgelên Netewî,
ku li ser bingehê Paragrafa 35 ya Dokumentê Kopenhagê
çêbûye, dibêje ku „kîngê di welatan de pirsên ku
hûrgelên netewî eleqeder dikin hatine gengeşîkirin,
divê ew îmkan bibînin ku tê de bi xwe jî, bi şiklekî
xurt cî bigrin... (û) da ku beşdarîya demokratîk
(ya bi vî awayî) ya wan kesên ku mensûbê hûrgelên
netewî ne, yan jî nûnerên wan di dezgeyên biryargirtinê
yan yên şêwrê de, regezekî (unsûrekî) gelek
mihîm e di warê beşdarîya karên civakî de bi
şiklekî xurt.“ Di Paragrafa 24 ya Beşa
VI ya Dokumentê Helsinki de Dewletên beşdarî
RPHE wad dikin ku „Di vî warî de kar û xebata xwe
xurt bikin, da ku mensubên hûrgelên netewî bikaribin
bi serbestî, bi serê xwe yan jî bi tevî yên dinê
wek cemahîrî, mafên mirovî û azadîyên xwe yên bingehîn
–mafê beşdarîyê bi awayekî xurt, bi hemahengî
bi pêvajoyên demokratîk yên biryargirtinan yên her
Dewletî jî di nav de– di jîyana sîyasî, aborî, civakî
û çandî ya welatên xwe de, tevî beşdarîyeke
demokratîk di dezgeyên biryargirtinê û şêwrê
de, di dereca netewî, herêmî û mehelî de, her usa,
bi rîya partîyên sîyasî, komele û sazîyan.“
Karê beşdarîyê bi du maneyan e, him firsenda
alîkarîyeke daîmî ye ji pêvajoya biryargirtinê re,
him jî bi mana tesîr û berhemên van alîkarîyan e.
Ji bo îdareyeke baş, pirî caran biryarên bi
dengê piranîyê têrê nakin. Di çerxa dewletê de gelek
şiklên ne-navendî (ademî merkezî) dikarin bi
şiklekî baştir eleqe û berpirsîyarîya
wan kesên eleqeder bi pêvajoya biryargirtinê re
çêbikin, him di dereca Dewletê de him jî di dereceyên
bin Dewletê de. Ev yek dikare pêk bê bi gelek rê
û olaxan di dewleteke unîter (yekpare) de yan jî
di sîstemên federalî û konfederalî de. Temsîla hûrgelan
di dezgeyên biryargirtinê de, dikare bi rîya kursîyên
tahsîskirî (bi rîya kotayan, terfî û bi tevdîrên
dinê) bibe, tevî vê jî, di nava şiklên dinê
yê beşdarîyê de temînkirina endametîyên di
licneyên eleqeder de heye, bi heqê dengdanê yan
jî bê wê. Temsîlkirin di dezgeyên îcrayî, dadî,
îdarî û di yên dinê de jî, dikarê bi rê-olaxên wekî
van bibe, yan bi şiklekî resmî, yan jî gor
adet-usûl. Ji bo cêbecêkirina daxwaz û hewcedarîyên
hûrgelan, dezgeyên taybetî jî dikarin avabin. Ji
bo karanîna hemû mafên hûrgelan îmkanên baş
divên û bo wê jî divê gavên taybetî bêne avêtin
di warê xizmetên civakî de, ku di nav de, temînkirina
„girtina xizmetên civakî de wekhevî“ jî heye, çawa
Benda 5(c) ya Peymana Navnetewî li ser Nehiştina
Hemû Cureyên Cudakarîya Nijadî de hatîye beyankirin.
B. Hilbijartin
7) Hukumeta temsîlî bi rîya hilbijartinên serbest,
pak û perîyodîk nîşana demokrasîya hemdem e.
Armanca bingehîn, bi gotinên Benda 21(3) ya Daxuyanîya
Cîhanî ya Mafên Mirovî ev e ku „Îradeya gel
dê bibe bingehê desthilatîya hukumetê“. Ev pîvana
bingehîn di peymanên cîhanî û Ewrûpî de hatine beyankirin,
wek Benda 25 ya Peymana Navnetewî li ser Mafên
Medenî û Sîyasî û Benda 3 ya Protokola I wek
pêvika (îlaweya) Peymana Ewrûpê li ser Mafên
Mirovî. Ji bo Dewletên beşdarî RPHE, Paragraf
5 û 6 ya Dokumentê Kopenhagê dibêje ku „di
navbera wan regezên edaletê de, ku ji bo nîşana
şeref û mafên wekhev û dev jê nayên berdan,
yên hemû mirovan, bi her awayî gelek hewce ne“,
„îradeya gel, ku bi rîya hilbijartinên perîyodîk
û rast, serbest û pak hatîye nîşandan, bingehê
desthilatî û meşrûyî ya hemû hukumetan e“.
Kîngê dewlet dilfireh bin û helwestekî han bigrin
ku bikaribin van berpirsîyarîyên xwe cêbecê bikin,
divê ew karên xwe bêcudakarî bi cî bînin û xurtkirina
temsîlkarîyê, çiqas ji dest bê, ji xwe re bikin
armanc. Bi rastî jî, di dereca Milletên Yekbûyî
de, Lîcna Mafên Mirovî di Paragraf 12 ya Tefsîra
Giştî 25 de li ser Benda 25 (Celseya 57emîn
1996) îzah kir ku „Azadîya bîr û ray (ramanî), civîn
çêkirin û rêxistinî şertên zarûrî ne ji bo
karanîna mafên dengdanê bi şiklekî baş
û divê bi her awayî bêne parastin. (...) Malûmat
û materyal ji bo dengdanê divê di zimanê hûrgelan
de jî hebin û bi kar bên.“ Tevî vê jî, Paragraf
5 ya Tefsîra Giştî 25 zelal dike ku
„Îdareya karên civakî (...) mefhûmeke fireh e ku
eleqeya xwe bi karanîna hêza sîyasî heye, bi taybetî
karanîna hêzên yasayî (qanûn çêkirinê), îcrayî û
îdarî. Ev hemû rewşên îdareya giştî, û
çêkirin û rêvebirina sîyasetê di warê navnetewî,
netewî, herêmî û mehelî de îhtîwa dike.“
Ji ber ku tu sîstema hilbijartinê ne bêteref e
bi alîyê dîtîn û mafên cuda cuda, Dewlet divê sîstemeke
usa qebûl bikin ku rê bide hukumeteke herî minasiw
di warê temsîlkirinê de, di rewşa wan yê taybetî
de. Ev yek bi taybetî ji bo mensûbên hûrgelên netewî
mihîm e, ku ew wekî din bi şiklekî adil temsîl
nabin.
8) Wek prensîp, demokrasî divê têkilî karê xelkê
nebin wek ew di warê sîyasî de çawa xwe rêz dikin–
heya wê derecê ku ew rê-olaxên aşitîxwaz bin
û ji mafên kesên dinê re hurmet bikin. Ji xwe, ev
pirsa azadîya rêxistinî ye, çawa di gelek sazîyên
navnetewî de hatîye beyankirin, wek Benda 20 ya
Daxuyanîya Cîhanî ya Mafên Mirovî; Benda
22 ya Peymana Navnetewî li ser Mafên Medenî û
Sîyasî; Benda 11 ya Peymana Evrûpê li li
ser Mafên Mirovî; û paragrafa 6 ya Dokumentê
Kopenhagê. Azadîya rêxistinî her usa jî ji bo
mensûbên hûrgelên netewî hatîye garantîkirin, bi
paragrafa 32.6 ya Dokumentê Kopenhagê û Benda
7 ya Peymana Çarçuve. Bi taybetî paragrafa
24 ya Beşa VI ya Dokumentê Helsinki
ji Dewletên Beşdarî RPHE dixwaze ku “îmkan
bidine mensûbên hûrgelên netewî da ku ew bikaribin,
bi serê xwe yan jî bi kesên dinê re wek cemahîrî,
mafên xwe yên mirovî û azadîyên bingehîn bi serbestî
kar bînin, tevî heqê beşdarîyê bir her awayî,
(...) di jîyana sîyasî (...) ya welatên xwe (...)
bi rîya partîyên sîyasî û komeleyan.”
Kîngê hurmeteke rêkûpêk ji mafên wekhev re û ne-cudakarîyê
re, daxwaz û hewcedarîya avakirina partîyên sîyasî
li ser bingehên pêvendîyên etnîkî kêm kir yan jî
nehişt, hingê, di hin rewşan de partîyên
usa cemahîrî dikarin tenê xizmeta temsîleke baş
ya mafên taybetî û ya beşdarîyeke xurt bikin.
Helbet, partî dikarin li ser bingehên dinê sazbin,
wek nimûne, ji bo mafên herêmî. Ya baş ev e
ku, partî vekirî bin û bi pirsên etnîkî yên teng
jî mijûl bin; bi vî awayî partîyên sereke divê hewl
bidin mensûbên hûrgelan bikişînin nav refên
xwe, da ku daxwaz û hewcedarîya partîyên etnîkî
daxinin. Bona vê yekê, sîstema hilbijartinê dikare
mihîm be. Her çi be jî, divê tu partîyê sîyasî yan
jî tu rêxistin nijadperestîyê teşwîq neke,
ku bi Benda 20 ya Peymana Navnetewî li ser mafên
Medenî û Sîyasî û Benda 4 ya Peyman li ser
Nehiştina Hemû Cureyên Cudakarîya Nijadî
qedexe kirîye.
9) Sîstema hilbijartinê dikare rê bide him hilbijartina
parlamenê him jî dezge û sazîyên dinê, tevî hin
memûran. Herçiqas mintiqeyên hilbijartinê ji bo
yek kesî bin, ev yek dikare ji bo temsîla hûrgelan
baş be, gor diristkirina mintiqeyên hilbijartinê
û giranîya nifûsa hûrgelan li wan cîyan, temsîla
nîsbî dikare vê yekê ji bo hûrgelan garantî bike.
Di Dewletên beşdarî RPHE de gelek cureyên temsîla
nîsbî bi kar tên, di nav wan de evên jêrê hene:
„dengê bi tercîh“, gor vê usûlê xwedî deng dikarin
berendaman rêz bikin gor daxwaza xwe; „sîstemên
lîsteya vekirî” , gor vê usûlê xwedî deng dikarin
berendamekî tercîh bikin di lîsteya partîyê de,
yan jî dengê xwe bidin partîyê; “panachage”,
gor vê usûlê xwedî deng dikarin dengê xwe bidin
ji yekî zêdetir berendaman û ji partîyên cuda cuda;
û “cumulation”, gor vê usûlê xwedî deng dikarin
ji yekî zêdetir deng bidin berendamê ku ew tercîh
dikin. Divê baraj (set) pir bilind nebin da ku nebin
asteng li pêş temsîla hûrgelan.
10) Di nîşankirina sînorên mintiqeyên hilbijartinê
de, divê daxwaz û mafên hûrgelên netewî li ber çavan
bê girtin bi dîtineke usa ku ew bikaribin di dezgeyên
biryargirtinê de bên temsîlkirin. Fikra edaletê
tê wê manê ku bi rê û usûlê hilbijartî li tu kesî
neheqî nebe û hemû maf û daxwaz eleqeyekî baş
bibînin. Ya herî baş, sînor bi destê dezgeyeke
serbixwe û bêteref bêne nîşankirin, da ku tevî
pirsên dinê, ji mafên hûrgelan re hurmet bibe. Dewletên
beşdarî RPHE ev yek pirî caran cêbecê kirine,
bi rê olaxên muteber, lîcneyên hilbijartinê yên
profesyonel.
Her çi be jî, divê Dewlet, sînorên mintiqeyên
hilbijartinê neguhurin, yan bi şiklekî din
nîsbetên nifûsa li mintiqeyê neguhurin, ji bo nîyeta
sivikkirina yan jî dervahiştina hûrgelan di
warê temsîlê de. Benda 16 ya Peymana Çarçuve,
ev yek bi şiklekî zelal qedexe kirîye, digel
vê, Benda 5 ya Senedê Ewrûpa ya Xumuxtarîya Herêmî
şert datîne û dibêje ku “Divê di sînorên îdareyên
herêmî de guhartin çênebin, berî şêwirînê bi
cemahîrên herêmî yên eleqeder, dibe ku bi rîya referandûmê
li cîyê ku qanûn dest dide” (binêr pêşnîyar
19 di heqê tanzîmên erdî de).
C. Tanzîmên di Dereca Herêmî û Mehelî de
11) Ev Pêşnîyar ji bo hemû dereceyên îdareya
binê desthilatîya merkezî (wek herêm, beşên
îdarî, mintiqe, wîlayet , beledîye, bajar, her îdareya
ku çi di dewleteke yekpare de ye, çi beşê dewleteke
federal e, herêmên xwemuxtar û desthilatîyên dinê
jî di nav de) derbaz dibin. Feydekirina ji hemû
mafên mirovî bi alîyê herkesî gor esasê wekhevîyê
û bi hemahengî, tê wê manê ku, heq û selahîyetên
ku di dereca hukumeta merkezî de hene, divê di dereca
binê wê de jî hebin. Helbet esasên ku ji bo diristkirina
sazîyên (strukturên) di dereca herêmî û mehelî de
bi kar tên, dikarin cuda bin ji yên ku di dereca
hukumeta merkezî de bi kar tên. Ev sazî her usa
jî dikarin bi şiklekî wekî hev nebin, lê pirrengî
bin gor daxwaz û hewcedarîyên cuda cuda.
D. Sazîyên Şîret û Şêwirdarî
12) Paragraf 24 ya Beşa VI ya Dokumentê
Helsinki ji Dewletên Beşdarî RPHE dixwaze
ku „rê û îmkan bidine mensûbên hûrgelên netewî,
da ku ew bikaribin bi tena xwe yan jî tevî kesên
dinê wek cemahîrî, mafên xwe yên mirovî û azadîyên
bingehîn, mafê beşdarîyeke baş di jîyana
(...) sîyasî ya welatê xwe de jî di nav de, bi serbestî
kar bînin, tevî beşdarîyeke demokratîk di (...)
sazîyên şêwrê di dereca netewî, herêmî û mintiqî
de“. Ev sazîyên hanê dikarin daîmî bin yan jî bo
karekî û middetekî, beşekî sazîyên yasayî (parlamenî)
yan îcrayî (hukmî) bin, yan bi serê xwe. Lîcneyên
(komîte) ku bi sazîyên parlamentarî re girêdayî
ne, wek maseyên gilower ji bo hûrgelan, di çend
Dewletên beşdarî RPHE de hene. Ev lîcne dikarin
di her derecekî hukumetê de, sazîyên xwemuxtarî
ji di nav de, kar û xebat bikin û dikin jî. Ji bo
berhemdarîya van sazîyan, divê nûnerên hûrgelan
û kesên dinê jî –yên ku dikarin wek pispor xizmetên
taybetî bikin–di nav de cî bigrin, di warê aborî
de xwedî hatineke minasiw bin û yasaçêkir bala xwe
baş bidine wan. Ev sazîyan han, digel şîret
û şêwirdarî, dikarin bibin sazîyeke bi kêrhatî
di navbera yasaçêkir û grûbên hûrgelî de. Ev, her
usa jî, dikarin çalakîyan pêk bînin di dereca hukumetê
de û di nav grûbên hûrgelî de. Sazîyên hanê, her
usa jî, dikarin hin karên taybetî bikin, wek di
warê cêbecêkirina bernameyan de, wek nimûne, di
warê perwerdeyî de. Tevî vê jî, girîngîya lîcneyên
ji bo armancên taybetî mezintir dibe ji bo hin hûrgelan,
dema ew jî tê de beşdar bin.
13) Îmkanên karanîna sazîyên hanê bi şiklekî
misbet, gor hal û rewş diguhure. Digel vê jî,
di her hal û kar de, ji bo îdareyeke baş, divê
di alî hukum de gavên baş bêne avêtin ji bo
dan û stendinê bi sazîyên şîret û şêwirdarî
re, kîngê hewce be bi wan re bişêwire û ji
wan kar bixwaze. Bi alîyê cîhetên hukum de, helwesteke
vekirî û berfireh li himber van sazîyan û endamên
wan, xizmeta biryarên baş dike û bawerîyê xurt
dike ji bo civaka firehtir.
III. XWEMUXTARÎ
14) „Xwemuxtarî“ tevdîreke usa ye ku civak bi
rîya wê qontrala kar û babetên hanê dike ku li civakê
tesîr dikin. Hilbijartina gotina „muxtarî“, sedî
sed nayê wê manê ku karê yasayî jî di nav de ye.
Tevî vê jî, ew dikare hukma îdarî, kar-rêvebirinê,
û hin selahîyetên taybetî yên yasayî û adlî jî bi
kar bîne. Dewlet dikare vê yekê bi rîya emanetkirin
yan jî neqilkirina selahîyetê, yan jî di halê federalî
de, bi dabeşkirina hêzên esasî bike ta ji destpêkê.
Di navbera Dewletên beşdarî RPHE de, dezgeyên
„xwemuxtarî“ bi şiklên wek heyeta temsîlî ya
otonomî, „xwemuxtarî“, û eyaletên xwemuxtar têne
xuyanê. Lê ev yek tu caran, gor şertên etknîkî
tanzîmên erdî îhtîwa nake.
Di benda 35 ya Dokumentê Kopenhagê de,
Dewletên beşdarî RPHE nîşan dane ku „kar
û xebatên ku hatine wadkirin ji bo parastin û pêkanîna
hal û mercên baş ji bo pêşvebirina nasnameya
etnîkî, çandî, zimanî û dînî ya hûrgelên netewî,
bi rîya avakirina –wek haleteke ku dikare xizmeta
vê armancê bike– îdareyên minasiw yên mintiqî yan
jî otonom in, gor şertên taybetî yên dîrokî
û cografî yên hûrgelên hanê û bi hemahengî bi sîyasetên
dewleta eleqeder.“Rapora Civîna KPHE (Cenewr)
ya Pisporan li ser Mafên Hûrgelan, li ser vê
esasê diçe û di paragraf 7 ya Beşa IV de dibêje
ku: „hin (Dewletên beşdar) bi rîya helwesteke
demokratîk û minasiw netîceyên misbet bi dest xistine,
bi rîya (...) îdareyên mehelî û xwemuxtar, her usa
jî xwemuxtarîya li ser esasê erdî (cografî), hebûna
sazîyên şêwrî, yasayî û îcrayî jî di nav de,
ku bi rîya hilbijartinên serbest û perîyodîk hatinê
çêkirin; xwe bi xwe îdarekirina hûrgelên netewî
di hin waran de, ku nasnama wan eleqeder dike û
di wan hal û rewşan de ku xwemuxtarîya li ser
esasê cografî têrê nake; şiklên îdarî yên nemerkezî
û mehelî; (...) alîkarîya pereyî û teknîkî ji bo
mensûbên hûrgelên netewî ku dixwazin mafên xwe yên
ji bo avakirin û parastina înstîtû, rêxistin û komeleyên
xwe yên perwerdeyî, çandî û dînî bi kar bînin (...)”.
Destpêka Senedê Ewrûpê ya xwemuxtarîya Herêmî
bi awayekî giştî, “esasên demokrasîyê û nemerkezîkirina
hukum” wek alîkarîyek ji bo “parastin û xurtkirina
xwemuxtarîya herêmî li gelek welatên Ewrûpê” nîşan
dide. Bi vê wesîleya dawî, Senedê Ewrûpê ya Xwemuxtarîya
Herêmî di Benda 9 de wek şert dibîne û
dibêje, ji bo ku hukm û îdareyên hanê bikaribin
karê xwe bikin, divê di warê aborî de ji wan re
alîkarîyeke minasiw bê kirin.
15) Heya wê derecê ku Dewlet berpirsîyarîyê hildide
ser milê xwe di hin warên taybetî de ku tesîra xwe
li hemû dewletê dike, divê ew rêvebirina wan karan
bi cî bîne bi destê miqamên merkezî yên dewletê.
Ev yek bi nimûne, karê parastina welat, ku ji bo
parastina yekitîya erdê dewletê şert e, sîyaseta
aborîya mezin (makroekonomî), ku gelek mihîm e ji
bo kar û xebata dewletê, heya wê derecê ku dewlet
wek haletekî pêkanîna wekhevîyê ye di navbera herêmên
şundamayî di warê aborî de; û karên adetî yên
dîplomasîyê. Herçiqas, tesîra karên dinê dikare
xurttir be di warê netewî de, lê ev kar jî divê
bi rêve biçe, qe nebe heya derecekî, bi destê hukumeta
merkezî. Îdareya di van waran de, her usa jî divê
bê parvekirin, bi taybetî tevî sazîyên herêmî û
grûbên hûrgelî (binêr pêşnîyarên 18-20). Ev
parvekirina desthilatîya îdarî, helbet divê gor
pîvanên mafên mirovî be û bi şiklekî pratîkî
û hemahengî bi rêve biçe.
Warek ku baş avabûye û hatîye parvekirin
yan li ser bingehê erdî yan ne erdî, yan jî ser
herduyan, û him ji bo dewletê bi awayekî giştî,
him jî ji bo grûbên hûrgel bi ehemmîyeteke mezin
tê nirxandin, perwerdeyî ye. Benda 5.1 ya Peymana
UNESCO dijî Cudakarî di warê Perwerdegarî de,
piçek bi teferruat îzah dike, gelo di vî warî de
ew parvekirin çawa bi serket: (...)
(b) Gelek mihîm e ku ji azadîya dê û bavan re
û, li kîderê dest bide, yên wasîyên qanûnî re, hurmet
bê kirin, da ku ew bikaribin berî her tiştî
ji bo zarokên xwe înstîtûyên cuda hilbijêrin, li
dervayî wan înstîtûyên ku miqamên resmî jê re xweditî
dikin, lê ew jî divê, bi dereca kêm (mînîmûm) be
jî gor pîvanên perwerdeyî bin, pîvanên ku bi destê
miqamên erbabê vî karî hatine danîn. Ya duwemîn
jî divê dê û bav bikaribin –gor adet usûlê ku di
wê dewletê de ji bo cêbecêkirina yasayan bi kar
tê– perwerdeya dînî û ehlaqî yê zarokên xwe gor
bawerîyên xwe pêk bînin; û tu kes û tu grûbê kesan
divê neyê mecbûrkirin ku xwendineke dînî bigrin
ne gor bawerîya wî yan jî wan;
(c) Hewce ye ku mafê hûrgelên netewî bê naskirin
ji bo karanîna kar û xebatên xwe yên perwerdeyî,
kar û xizmetên mektebên xwe jî di nav de, û gor
sîyaseta perwerdeyî ya her dewletekê, karanîn yan
jî xwendina zimanên xwe, wek şert hatîye danîn:
(î) ku ev heq bi şiklekî usa kar nayê ku nehêle
mensûbên van hûrgelan çand û zimanê civakê bi temamî
fêm nekin û di çalakîyên wê de beşdar nebin,
yan tiştên ku zirar didine hukumranîya netewî;
(îî) ku pîvanên perwerdeyî ne li jêrê pjvanên giştî
bin, yên ku bi alîyê miqamên erbabê vî karî hatîye
danîn yan jî qebûlkirin; û (îîî) çuna mektebên hanê
gor tercîhê ye.”
16) Esasê îdareya demokratîk, çawa di Benda 21
ya Daxuyanîya Cîhanî ya Mafên Mirovî de,
di Benda 25 ya Peymana Navneteyî li ser Mafên
Medenî û Sîyasî de, di Benda 3 ya Protokola
I ya Peymana Ewrûpê li ser Mafên Mirovî de
û di pîvanên RPHE de hatîye zelalkirin, dikare di
hemû derecan de û ji bo hemû unsûrên îdarî bi kar
bên. Kîngê hewcedarî û daxwaz ji bo sazîyên xwemuxtarî
çêbû, ji bo îstîfade kirina ji heq û azadîyên xwe
li ser esasê wekhevîyê ji bo her kesekî, divê esasên
demokrasîyê di çarçuva van sazîyan de pêk bên.
A. Tanzîmên
Ne-Erdî
17) Ev beş behsa xwemuxtarîya ne-erdî dike
– pirî caran “otonomîya çandî” yan jî “şexsî”
tîne bîra me. – ku pirî caran dikare bi kêr bê,
kîngê grûbek bi alîyê cografî bela be. Dabeşbûna
desthilatê bi vî şiklî, kontrola hin kar û
babetên taybetî jî di nav de, dikare di dereca Dewletê
de, yan jî di çarçuva tanzîmên erdî de bibe. Di
hemû hal kar de, divê ji mafên mirovî yên kesên
dinê re hurmet bê nîşandan. Tevî vê jî, divê
ji bo tanzîmên han di warê aborî de îmkanên minasiw
bêne temînkirin, da ku ew bikaribin kar û xebatên
xwe yên civakî bi cî bînin û pêvajoyên berfireh
temam bikin. (binêr Pêşnîyar 5).
18) Eva ne lîsteyeke bi teferrûat e ji kar û xebatên
muhtemel. Pir tişt tabîyê hal û rewş e,
bi taybetî hewcedarî û daxwazên hûrgelê di nav de.
Di rewşên cuda cuda de, pirsên cuda cuda dikarin
hûrgelan zêdetir yan jî kêmtir eleqeder bikin, û
biryarên di vî warî de tesîrê dê li wan bikin bi
dereceyên cuda cuda. Hin war dikarin bêne parvekirin.
Warek taybetî ji bo hûrgelan balkêş, qontrola
li ser navên wan e, him ji bo sazîyên ku wan temsîl
dikin him jî bo kesan, çawa di Benda 11(1) ya Peymana
Çarçuve de wek şert hatîye danîn. Pêşnîyar,
di meseleyên dînî de dijî têkilîya hûkûmetê derdikeve,
ji dan û stendinê pêve bi wan kes û sazîyan re ku
temsîla miqamên dînî dikin (wek nimûne, tiştên
ku halê medenî yê kesan eleqeder dike). Qesda vê
pêşnîyarê her usa jî ne ev e ku sazîyên hûrgelan
medyayê qontrol bikin – herçiqas kesên ku mensûbê
hûrgelan in dikarin medyaya xwe avabikin û bi kar
bînin, çawa bi benda 9(3) ya Peymana Çarçuve hatîye
garantîkirin. Helbet, gelek rû û rengên çandê heye
ku heya warên wek refah, mal, zarok mezinkirin;
dewlet divê mafên hûrgelan di van waran de jî li
ber çavan bigre.
B. Tanzîmên
Erdî (cografî)
19) Di Dewletên Ewrûpê de meyleke giştî heye
ji bo neqilkirina hukum û karanîna esasê sazîyên
alîkar, ango biryar çiqas îmkan hebe bi hevre, û
bi destê wan kes û grûban bêne girtin, yên ku tesîr
li wan dibe. Benda 4(3) ya Senedê Ewrûpê ya Xwemuxtarîya
Herêmî van esasan usa nîşan dide: “Berpirsîyarîyên
gelî (umûmî) divê, bi tercîh, bi destê wan miqaman
bê girtin ku nêzî welatîyan in. Tirxankirina berpirsîyarî
ji miqameke din re, divê gor armanc û hewcedarîyan
û rewşa aborî be.” Xwemuxtarîya cografî dikare
alîkarîya parastina yekitîya Dewletan bike, tevî
ku, di dereca hukum de, gor giranîya nifûsa wan
li herêmê, roleke mezintir dide hûrgelan û bi vî
awayî dereca beşdarî û tevlêbûna hûrgelan xurt
dike. Federasyon jî dikare vê hedefê temam bike,
wek tanzîmên xwemuxtar yên taybetî di çarçuva Dewletên
yekpare û federasyonan. Her usa jî îdareyên pirreng
jî dibin. Çawa di Pêşnîyara 15 de hatibû nîşandan,
tanzîm ne şert e ku yek cure û yek şikil
bin di seranserî Dewletê de, lê dikarin, gor hewcedarî
û daxwazan cure cure bin.
20) Îdareyên xwemuxtar divê xwedî desthiletîyeke
(selahîyet) baş bin, da bikaribin di warê yasayî
(parlamenî), îcrayî û dadî de biryaran bistînin.
Di çarçuva dewletê de desthilatî dikare dabeş
be di navbera miqamên merkezî, herêmî û mintiqî
de û gor karên wan. Paragrafa 35 ya Dokumentê
Kopenhagê alternatîfên din nîşan dide,
dibêje “îdareyên xwemuxtar yan mintiqî yên minasiw
gor şertên taybetî yên dîrokî û cografî” çêdibin.
Ev jî zelal dike ku di nava dewletê de yêkşiklî
ne hewce ye. Tecrube nîşan dide ku, heya di
warê miqamên resmî de jî, ku wek adet usûl bi destê
hukumeta merkezî hatîye gerandin, hêz dikarin dabeş
bin, hêza dadî (him esas him jî usûl) ya dewirkirî
jî di nav de, û hêzên li ser aborîya adetî. Xelkê
ku tesîr lê dibe, bi derecekî kêmtirîn be jî, divê
bi şiklekî sîstematîk di rêvebirina vî karî
de beşdar be. Her usa jî, di dest hukumeta
merkezî de jî selahîyet bimîne ku bikare edalet
û wekhevîya firsendan di seranserî dewletê de pêk
bîne.
21) li cîyên ku hêz (karên yasayî, îcrayî û dadî)
li ser esasê cografî devir bûne ji bo beşdarîya
hûrgelan bi şiklekî xurt, ji bo cêbecêkirina
van karan, divê mesrefên îcbarî jî bêne dan ji bo
hûrgelên di wan herêman de. Miqamên îdarî û îcraî
divê berpirsîyar bin li himber hemû xelkê herêmê.
Paragrafa 5.2 ya Dokumentê Kopenhagê li ser
Dewletên beşdarî RPHE ferz dike ku di hemû
derecan de û ji bo hemû kesan “şiklekî îdereyê
pêk bînin ku temsîla xelkê bike, ku yên xwedî selahîyet
li himber meclîsa hilbijartî ya yasaçêkir yan jî
xelkên xwedî deng (yên ku hildibijêrin) berpirsîyar
be”.
IV. TEMÎNAT (GARANTÎ)
A. Temînatên Qanûna Esasî û Yasayî
22) Ev beş li ser babeta “ewlekirina”, ango
xurtkirina tanzîmên yasayî ye. Tanzîmên yasayî yên
gelek berfireh (bi teferruat) di hin hal û mercan
de dikarin kêrhatî bin, lê di hinan de çarçuveyek
têrê dike. Di hemû hal û mercan de, çawa di pêşnîyara
5 de hatîye gotin, divê tanzîm berhemê pêvajoyên
vekirî bin. Herçiqas, carê ku temam bû, îstîkrar
hewce ye ji bo temînkirina ewleyîya wan kesên ku
tesîra xwe li wan dike, bi taybetî mensûbên hûrgelên
netewî. Benda 2 û 4 ya Senedê Ewrûpê ya Xwemuxtarîya
Herêmî behsa tercîhekê dike ji bo tanzîmên qanûna
yasayî. Ji bo cêbecêkirina balanseke gor dil û daxwaz
di navbera îstîkrar û guhartinê de, waxt bi waxt
û di middetên miayyen de ji ber çav derbazkirinê
de feyde heye, da ku pêvajoya guhartina ber bi pêş
depolîtîze be (ji sîyasetê dûrkeve) û pêvajoya ji
ber çav derbazkirinê hewcadarî kêm gengeşî
be.
23) Ev Pêşnîyar ji Pêşnîyara 22 cudatir
e, qasî ku ew, li cîyê ku giranîyê bide gotina guhartinê
ji bo tanzîmên heyî, tecrubekirina sazûmanên nu
û nuperwer teşwîq dike. Miqamên berpirsîyar
dikarin di rewşên curbecur de helwestên curbecur
bigrin di navbera miqamên merkezî û yên ku temsîla
hûrgelan dikin. Li dawîyê li hev neyên jî, ji helwesteke
han dikare tecrubeyên baş çêbin ji bo pêvajoya
nuhbûn û bî cîanînê .
B) Çareserî
24) Di paragrafa 30 ya Dokumentê
Kopenhagê de, Dewletên Beşdarî RPHE “Qebûl
dikin ku, pirsên di heqê hûrgelên netewî de, dikarin
tenê di çarçuveyeke sîyasetên demokratîk de, li
ser esasê hukumranîya yasayî, tevî karkirina edaleteke
serbixwe, çareser bin.” Fikra çareserîyên xurt,
her usa jî di Benda 2(3) ya Peymana Navnetewî
li ser Mafên Medenî û Sîyasî de hatîye beyankirin,
tevî wê jî, “çareserîyeke adlî” di Benda 11 ya Senedê
Ewrûpê ya Xwemuxtarîya Herêmî de hatîye nîşandan.
Ji ber çav derbazkirina dadî (adlî), dikare bi
destê dadîgeha qanûna esasî, her usa jî, bi destê
miqamên mafên mirovî yên navnetewî yên eleqeder
bê kirin. Dezgeyên ne-adlî û sazîyên wek komîsyonên
netewî, kesên ombudsman, lîcneyên nav-etnîkî yan
jî yên eleqederî “nijad”, hwd., her usa dikarin
roleke baş bilîzin, çawa hatîye rêzkirin bi
alîyê paragrafa 27 ya Dokumentê Kopenhagê,
Benda 14(2) ya Peymana Navnetewî li ser Nehiştina
Hemû Şiklên Cudakarîya Nijadî, û di paragrafa
36 ya Daxuyanîya Vîyanê û Programên Kar û Xebatê
de hatîye qebûlkirin bi alîyê Konferansa Dinyayê
li ser Mafên Mirovî di sala 1993.
-------------------------------------------------
LAHEY
OSLO
|