Heyeta HAK-PARê li Hewlêr serdana ofîsa ENKSê kir

Roja çarsema (05-07-2017) di navbera Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) û Eniya Nistimaniya Kurdên Suriyê (ENKS) li paytexta Basûrê Kurdistanê Hewlêr ê Bi serokatiya Serokê Gistî yê HAK-PAR ê Refîk Karakoç û Serokê ENKS Îbrahîm Biro civînek pêk hat. Di civînê de, Ibrahim BIRO, liser rewsa Kurdistana Surîyê sekini û bi berfireh agadarîyên navçe bi Heyeta HAK-PARê re parve kir. Serokê HAK-PARê Refik Karakoç ji, di axaftina xwe de, li ser dîtin û sîyaseta HAK-PARê sekinî. Hevdîtina herdu heyetan nêzîkê saetek dewam kir. Di encama civinê de, daxuyaniyek hevbes ji bo raya gistî hate pêskes kirin.
DAXUYANIYA HEVBES YA ENKS Û HAK-PAR Ê
‘ENKS û HAK-PAR, rêz li biryara referandûma ku li Basurê Kurdistanê tê kirin digrin û radigênin ku, Refenrandûm mafekî rewayê mirovane ye, sedem vê yekê, encama referandumê, çi bibe jî, dibê ji aliyê hemû hêzên Kurdan ve, divê, rêz lê were girtin. Her wiha, divê, hêzên herêmê , xelkê welatên cîran , dewletên cîran û raya gistî ya navdewletî encama referandûmê bi aramî pêswazî bikin û ji bo bixwe xwe idarekirina Kurdan ango mafê tayîn kirina pêseroja xwe divê, bi xwesbînî û aramî pêswaz bikin.
HAK-PAR û ENkS bang li PYD’ê dikin ku, rê li wan partîyên siyasî, li Kurdistana Suriyê de, negrin û xebatên wanên welatperwerî , demokratîk û rewa bi hîç sêweyek asteng neke û qedexe neke. . Dîsan herdu alî, rewa nabînin ku, gencên Kurd, bê xwestina malbatên van, bi darê zorê, seferberê leskerîyê tên kirin; û pistre jî, wan zarokên gelê Kurd, li derveyê axa ku ne welatê Kurdane, bi kustin didin, bi tundî, sermezar dikin.
ENKS û HAK-PAR, bang li PYD ê dikin ku bila li ser peyman û lihevhatina DUHOK û HEWLÊR ê bimînin û ji bo pêkanîna rêvebiriyek nistimanî û Kurdistanî ku PYD jî, di navde bî, cehdek peyda bikin lewraye ev yek ji bo azadîya gelê Kurd sudmendtir û binirxtire.
HAK-PAR û ENKS, diyar dikin ku, ew tekosîna çekdarî ya bi destê PKK’ê ku li Bakûrê Kurdistanê tê kirin zerar û xesarek mezin digihîne gelê Kurd.
Bi vedana xendeq û barîkata, jîyana civakîya gelê Kurd têk diçe, Kurdistan kawil dibe, xera dibe, doza pîroz a azadîyê, dikeve nav kêse û alozîyên mezin. Her weha tekosîna bi vê cûrê, xizmeta hin aliyan dike û xesarê dide Kurdan. Divê PKK dest ji van çalakiyan berde. Sedem ku, li Turkîyê, pirsa Kurd bikeve ser rêya diyalog û astiyê, û astîyane were çareserkirin, û herdu alî doz dikin kû dan û stendinek astyane di nav dewlata Tirkya û alîyên siyasîyên Kurd li Turkîyê pêk were.
ENKS û HAK-PAR dawe dikin ku, li Suriyê û Turkiye , kesên Rewsenbîr, Niviskar, Rojnamevan, siyasetmedar, suçdarên hizir û ramanan, her wiha, parlamenter û rayedarê girtî û zindankîrî, bên azad kirin û ji bo bi serbestî siyaset bikin derfet û îmkan bên çekirin. Her dû alî beyan dikin ku, ew, li ser van xalan, hemfikir û yekdeng in;lewraye ku vê daxûyanîyê pêskesî raya gistî a Kurdistan û navçe dikin. ‘
ZIYARETA HEYETA HAK-PAR A BINGEHA LALES
Heyeta HAK-PARê pisti ku ji nivsîngeha ENKS vegerîya çu serdana Binkeyê Lales kir. Berpirsê binke Sêx Semo pêsewazîya sanda HAK-PARê kir. Sêx Semo di hevdîtinê de li ser rewsa jîyana Êzdîyan sekinî u rageyand ku’ dema dagirkirina DAIS de li Sengalê ses hezar jin û zarûkên Êzdîyan ji alîyê dirindeyên DAISI ve hatibun revandin. Ji wana sê hezar kes hatin rizgar kirin lê her niha jî mixabe kus ê hezarê din êxsîrin. Lewraye ku esaret ji bo her kesek çend zehmet be jibo m edu qat zehmettire, azadi û serxwebun ji bo her kesek çend bi qîmet be ji bom e du qatê wî bi qîmettir e. ‘Hevdîtin dinav hestên birayetî de kûta bu.
Dengê Kurdistan