Antolojiya Sairên Kurd

Xebata A. Balî Han bi navê Helbestvanên Kurd yên Sedsala 20an ku di 5 bergan pêktê, di nav wesanên Rê de derket.
Wesanên Rê
Xwendekarên Hêja!
Mamoste A. Balî Han cara yekem di destpêka salên 1980 yî de bi navê “Berevoka Helbestvanên Kurd” ji 110 rûpelan berhemek li Frankfurtê daye wesandin. Pasê li sala 1992 an li Stenbolê qasî 456 rûpelan bi navê “Antolojiya Helbestvanên Kurd” carek dîn ew berhem hate wesandin. Bi navê “Helbestvanên Kurd Yên Sedsala 20 an” çapkirinek dîn di nav wesanên rê de hate wesandin. Bi kurtahî ew karê sîh salî zêdetir berdewam kirî bi 5 bergan (cilt) dawî lê hat…
Di naveroka ew 5 bergan de, di destpêka wêjeya Kurd ya bi nivîskî destpêkirî, ji sedsala 9 an heya roja îro em tê de dijîn, ji 409 sairên Kurd bi wêneyan, ew di vî karî de cihê xwe digirin. Berhem 2126 rûpelan pêk hatiye. Bê guman di wêjeya Kurdî de, ewqas sair cara yekem e, ku têne cem hev. Ew karê hêja jî, di wêjeya Kurdî de bûyê para nivîskar Mamoste A. Balî. Ji xeynî vê berhemê hefdeh berhemên nivîskar yên dîn çapbûyîn hene…
Wesanên rê di amadekirin û çapkirina berhemê de rastî gelek çetinahiyan hat. Lê di dawî de berhemek wusa tevî pirtûkxaneya Kurdî bû. Bi wê jî em pê kêfxwes in.Ligel silav û rêz
Dengê Kurdistan