Li cîhana xwe digerim
Bê dengiyê dixwazim
bê dengiyê!
cîhekî aram û bê pêjin
ne pêjina memik hejandina dansoza
ne
jî awazên
evînî
ewên dilê min
di
tixtîxênin
weke sema girtina derwêşan
min
hildiperikin
bê dengiyê dixwazim
bê dengiyê
rêzdarino
ji gurgura bajaran dûr
bê wêneyên xapînok
bê hevalên virek
û
bê yarên
evînfiroş
ku ev rev bê
ji şaristaniyê
bila
navê min
bikina revok
di
ramanê de bê
jî
bi
yara xwe
re
bipeyîvim
roniya evîna wê
bide
min
werê
dil
bikeve
mejî
ronîka
dilê min î
birîndar ê
weke kevoka serjêkirî
18
01.2001
Kamran simo
|