Nûreddîn
Basut
wê di dilê gelê kurd û þerê
azadîyê da herdem bijî!
Milletê kurd rêberekî xwe yê hêja
Nûreddîn Basût
winda kir
Rêvebirê rojnama Dema Nû û endamê Komîta Serokatiya HAK-PARê,
Nûreddîn Basût di "qezayeke trafîkê"da jîyana xwe
winda kir.
Nûreddîn roja 5ê Adarê li Îstembolê di qezayeke
trafîkê da jîyana xwe windakir.Derheq wefata Basût da Bultena
Partiya Sosyalist a Kurdistanê da sekreterê giþti Kemal
Burkay di beyana xwe da weha dibêje:"Dîbêjin bi
erebeyekê ji Îstembolê diçû ber bi Gebzeyê, di rê da qontrola
dîreksîyonê windakir û ereba wî kete binê qamyonekê. Qontrola
erebê çawa û çima windakir, gelo li piþt vê qezayê dezgeyek
heye yan tune, mixabin di derheqa vê yekê da zêde agahdarî li
ba me tune. Lê piþtî qezayên ku bi dû hev tên ser hevalên me,
bibê nebê þik jê çê dibe.."
Mirina Nûreddîn Basût ya bêwext di nav malbata wî da dost û
hevalên wî û tevaya gelê kurd da bû cîyê xem û berketineke mezin.
Nûreddîn Basût ji sala 1975an heta roja mirinê nav tevgera
azdiya miletê kurd da hertim di rêza pêþîn da cî girtîye. Hebs,
zîndan, îþkence berxwedan û xebata bê sekin... Jîyaneke kurt
lê bi þan û þeref derbas kir. Ewladeki mezin ê miletê kurd rêberekî
me yê hêja bû Nûreddîn... Ew îro fîzîkî nav me da nîne, lê mêrxasî,
camêrî, zanîna wî wê ji gelê me re wek nimûnaneyeke rêberîyê
hertim bimîne. Wî di tarixa miletê me yê mazlûm da cîyekî bi
þeref girtîye. Ewê herdem dilê gelê kurd û têkoþîna azadîyê
da bijî.
Bila serê gelê kurd sax be!