Nûçe

Dewletên Kurd di dema Îslamê da

Axaftina Kemal Burkay di konferansa ser dîrokê da ku di 10’ê Sibatê li Stokholmê hat çêkirin

Xwîsk û birayên delal,

Îro babeta me dîroka Kurd e. Li ser dîroka Kurd cara pêsîn e ku di konferanseke han da qise dikim. Ji xwe konferansên me piranî li ser sîyasetê, carina jî li ser zman û edebîyatê ne; lê yên ser dîrokê ne bûne adet, yan jî gelek kêm in. Spas ji rêvebirên Federasyona Kurd ra ku civîneke han amade kirin û gazî me jî kirin.

Berî ku li ser babeta xwe bisekinim, dixwazim behsa bûyereke mihîm yên van rojên dawî bikim. Wekî hûn jî zanin, dîrokzanê Kurd ê namdar, Prof. Sekroyê Xudo çend roj berê li Moskowê çû heqîya xwe. Sekro Kurdekî jîr, dilgerm û zanayekî hêja bû li ser dîroka Kurd. Bi mirina wî me rewsenbîrekî bas winda kir. Lê kar û xebata wî û berhemên wî her bimînin. Neslên teze navê wî jî, wek yên dinê ku ji zman, edebîyat û dîroka Kurd ra xizmet kirine, wê bi hurmet bînin bîra xwe.

Dîsa ez bêm ser mijara îro. Belê, mijara me dîroka Kurd e. Gelo em Kurd dîroka xwe çiqas dizanin? Yan çiqas giranîyê didin dîroka xwe? Mixabin, Kurdên ku firsend ne dîtine ne çûne mekteban, bas perwerde ne bûne bila li wir bimîne, lê Kurdên ku xwendine, jîmnazyum û zenîngeh xilas kirine, heya gelek Kurdên ‘nivîskar’ û ‘rewsenbîr’ jî, mixabin dîroka xwe bas nizanin.

Ez çend caran rastî hevalên nivîskar û sîyasetmedar hatim ku, hayê wan ji dîroka Kurd tune. Du caran di înternetê da rastî nivîsên usa hatim ku, digotin ‘Kurdan dewlet çênekirine…’ Carê jî hevalekî huquqnas û sîyasetmedar dîsa usa nivîsandibû; digot ‘herçiqas me Kurdan tu dewlet çênekirîye jî em gelekî bas in, me xirabî ne kirîye…’

Bi rastî, ez li himber van gotinan sas û metel mam. Gelo çawa dibe, ma hayê van hevalan ji dîroka Kurd tune? Min ew kes rexne kirin û min li ser vê babetê nivîsand . Xuya ye hayê wan ji dîroka Kurd tunebû!

Lê herdu heval jî, li cîyê ku kêmasîya xwe bibînin û qebûl bikin, ji min aciz bûn û acizîya xwe bi nivîskî jî nîsan dan…

Belê, heya nivîskar û rewsenbîrên me jî qîmetê nadine dîroka xwe, xwe nawestînin ku vê dîrokê nas bikin, bas hîn bin.

Malûm e, Kurdistana Basûr jê derxe ‘ew jî vê dawîyê bû xwedî îmkanên bas- dibistan û zanîngehên me Kurdan tunin ku zmanê Kurdî, her usa jî dîroka Kurdî hînî me bikin. Wek nimûne, me Kurdên Bakûr di mektebên dewleta Tirk da xwend. Zman zmanê wan, dîrok, dîroka wan bû. Dîrokek ku li ser vir û derewan çêbûbû. Ji destpêka dîroka mirovetîyê digirtin her tist wek malê xwe nîsan didan. Wekî hemû nebe jî, piranîya dewletên dinyayê wan çêkiribûn!

Gor vê dîrokê Hîtîtên Anadolê Tirk bûn! Ûrartu Tirk bûn! Hûn Tirk bûn û hukimdarê wanê bi nav û deng Atîlla jî, yek ji wan Tirkên namdar bû! Dewleta Cengîz û Têmor Tirk bûn! Heya Silheddînê Eyûbî jî Tirkekî temam bû!

Hewce ye ku ez bêjîm? Hîtît qewmeke Aryan bûn û tu eleqê wan bi Tirkan ra tune. Hurrî û Urartû jî Aryan bûn û li ser cografya Mezopotamya Bakûr û Kurdistanê hukim kirin. Dema ew hebûn, hîn navê Tirkan li dinyayê tunebû. Atîlla Macar bû, Cengîz Mogol bû û Têmor jî Teter…

Asya welatê bi dehan, belkî bi sedan xelkan e. Tirk yek ji wan in û yek ji wan irqên ‘zer’in, mîna Çînî, Korî, Japon, Mongol. Teter û hwd.. Her usa jî di dîrokê da gelek dereng derketin ortê..

Lê gor wan kitêb û mamosteyên Tirkan, em Kurd ji xwe tunebûn. Ne zmanê me hebû ne dîroka me! Helbet me tu dewlet jî çênekiribû! Di mekteban da serê zarokan, her usa jî serê me Kurdan bi van derewan tijî dikirin. Malbatên me jî piranî nezan bûn ku me hisyar bikin. Yê ku bizane jî ditirsîya ku dijî van derewan derkeve.

Ku em mezin bûn, di nav me da hin kes hêdî hêdî di derheqa van derewan da hisyar bûn. Bi taybetî di salên 1960 vir da Kurdên Bakûr jî komele ava kirin, wesan derxistin û di derheqa zman û dîroka Kurd da jî hat nivîsandin û kitêb derketin. Em pê hesîyan ku em Kurd yek ji wan xelkên berê ne ku di destpêka dîroka nivîskî da xwe nîsan daye. Me di dîrokê da, berî Îslamîyê û pistî Îslamîyê gelek dewlet çêkirine. Ew dewletên me ne bi derewan, lê bi rastî çêbûne!

Zmanê me jî, dîroka me jî gelek kevn û dewlemend e û divê em pê serbilind bin. Bona vê yekê jî divê zmanê xwe bas bi kar bînin û vê dîroka xwe nas bikin…

Neyarên me dema zmanê me û dîroka me vedisêrin, pîçûk dibînin, helbet armancek wan heye. Ew bi vî awayî dixwazin me bihelînin, wek millet winda bikin. Gelê ku zmanê xwe qels û winda be, dîroka xwe nasneke, nasnama xwe jî winda dike.

Dîrok jî wek zman, yek ji stûnên hebûna me ye.

Dîrok ne tenê dewlet çêkirin e, ne tenê ser û feth û nav û dengê hukumdaran e. Her usa jî bajarvanî ye, avadanî ye, berhemdarî ye di warê zanîn û hunerê da. Di bajarvanîya Mezopotamya, Anadol û îranê da me Kurdan roleke mezin lîstîye.

Îro êdî em bas dizanin ku, bav û kalên me ji hezaran sal berê li ser axa Kurdistanê jîyane. Lolo, Qasî, Gutî û Eleman, Subarîyan û Hurrîyan (Ku hemdemên Sumîr û Babîlîyan bûn) 4-5 hezar sal berê li ser axa Kurdistana îroyîn, Mezopotamya Bakûr û li Zagrosan, ji dor Gola Wanê heya Meletyê, ji Kerkûk heya Antakyê jîyan, nivîsên mixî û hîyeroglîfî bi kar anîn, qesr û qele û bajar ava kirin. Pistî wan Xaldî (Ûrartû), Mîdî û yên din tên.

Îro dîsa bas eskere bû ku di dinyayê da sorisa neolîtîk li ser axa Kurdistanê dest pê kirîye. Ango mirovan cara pêsîn 10-11 hezar sal berê li dor çemê Dîcle, li Rewandûzê û li hêla Dîyarbekrê pez û kûçik kedî kirine, ceh û genim çandine, xanî çêkirine û gund ava kirine…

Belê, îro wek berê nîn e. Êdî di derheqa dîroka Kurdan da gelek malûmatên zanistî, gelek sop û berhem hene û bi destê bîyanîyan û bi destê Kurdan gelek kitêb çap bûne. Em Kurd êdî dikarin dîroka xwe bas hîn bin û bi vê dîroka kevn û dewlemend serbilind bin.

Helbet ne tenê ji bo serbilindî, her usa jî divê em dîroka xwe bas bizanin ku ji sasî û kêmasîyên xwe dersan jî bistînin. Gelê ku dîroka xwe bas nezane, nikare dahatûya xwe jî bas rêz bike.

Xwendevanên delal, ez bêm ser babeta xwe ya vê konferansê. Bebeta min Dewletên Kurd in di dema Îslamê da.

Lê berî ku behsa van dewletan bikim, divê bi Kurtî behsa Kurdan û Kurdistanê bikim ya berî Îslamîyetê.

Min li jorê, piçek behsa dema antîk kir. Malûm e, Mîdî jî wek bav û kalên Kurdan têne qebûlkirin. Mîdî dora hezar salî BÊ (Berî Êsa) gihan rojavayê Îranê û Kurdîstana îro, di sala 612 da (BÊ) Nînova girtin, dewleta Asûr hilwesandin, di eynî demê da welatê Xaldîyan jî dagîr kirin, heya Çemê Xalîcê (Kizilirmak) çûn. Împaratorîya Îranê Mîdan avakir û pistra kete destê Farisan (Persan). Helbet Mîdî gelê pêsîn ne bûn li Kurdistanê, lê xuya ye bi gelên heyî ra (Xaldî û Naîrî) kelîyan.

Di dema sefera Ksenofonê Grêkî da, mintiqa Basûrê Gola Wanê, ango Kurdistana Merkezî wek Gordîene (Kurdîyene) dihate nasîn û li vir Kardûk dijîyan ku hema hema temamîya dîrokzanan dibêjin ew Kurd bûn.

Mîdan, pistî ku hukimdarî winda kirin jî di dîroka Îranê da rol û granîya wan tim hebû. Mîdya heya hatina Erebên Îslam hebûna xwe parast.

Hukumdarîya Persan bi destê Îskenderê Mezin hate ruxandin û Kurdistan demekê kete bin destê wan. Pistî Makedonîyan Romî hatine mintiqê. Li Îranê jî berê Part (Eskanî), pistra jî Sasanî hukum bi dest xistin. Di vê demê da Kurdîstan di navbera împaratorîya Îran û Romîyan da ma, parçe bû, bi sed salan bû warê ser û sewatê.

Pistî ku dînê Êsa (Xaçparêzî) derket, di hêla Sûrîyê, Anadolê û Kurdîstanê da jî belav bû. Li vê mintiqê bi taybetî mezheba Suryanî bû. Romî berê dijî Xaçparêzî bûn û cezayên mezin dane wan. Lê pistra ku Xaçparêzî qebûl kirin (di dema Konstantîn da, sedsala 4’an) hingê ev ol di hêla Kurdistanê da, cîyên ku di bin destê wan da bûn, wek Mêrdîn, Farqin, Dîyarbekir, bi taybetî di nav Ermenîyan da xurt bû..

Di sedsala 7. da jî Erebên Îslam Kurdistan û Îran fetih kirin.

Malûm e, Misilmanî pistî derketina xwe, bi rîya feth û ser ber bi çar alî zû belav bû. Hîn di sala 633 da (BÊ) ordîyên Ereb, ber bi bakûr û rojhilat çûn û serê Îranîyan kirin. Hingê Îran di bin hukumdarîya Sasanîyan da bû. Serê pêsîn ê mezin di navbera Ereb û Îranîyan da di sala 637 da li dora Dîclê, li Qadîsîyê çêbû û Îranî sikîyan, hukumdar Yezdegerdê III. xwe avête Mîdyayê. Pistî wê Ereban hêla Mûsilê dagîr kirin û ber bi bakûr û rojhilat çûn, Kurdistana Basûr ket bin destê wan.

Di navbera Ereban û Îranîyan da serê duduyan ê mezin di sala 642 da, di dema Xelîfe Omer da li nêzî Hemawendê çêbû û dîsa Ereb bi serketin. Dîrokzanê Ereb El Balazurî dibêje ku hêla Sehrezorê ber xwe da, lê fermandarê Ereb Utba di 643 da zora wan bir û dijî Kurdan ser kir, gelekî wan kust û ev mintiqe heta Azirbaycanê zeft kir.

Di sala 936 da Ereban li Yarmukê bi ordîya Bîzansê ra ketin ser û ew sikandin, Sûrîye bi dest xistin. Pistî wê heya sala 939 carina bi ser, carina bi hevhatin Cizîr, Nisêbin, Mêrdîn, Heskîf, Ruha, Farqîn, Amed (Dîyarbekir), Egîl, Bitlîs û Xelat bi dest xistin. Amedê li himber wan pênc meh ber xwe da.

Serê Kurdan û Ereban pistî wê jî nesekinî. Cî û cî Kurdan misilmantî bi zora sûr qebûl kirin, lê li hin cîyan jî bi Ereban ra li hev hatin. Razî bûn ku bes û bac bidine Ereban, alîkariya leskerê wan bikin, wan jî soz dan ku ji ol û adetên Kurdan ra hurmet bikin. Lê pistî ku leskerê Erep diçû, Kurd cardin vedigerîyan ser ola xwe yê berê, ku Zerdestî bûn.

Ev lec û berxwedanên Kurdan nêzî sê sedsal ajot û di vê demê da mirov dikare bêje Kurdistan kelîya. Li mintiqa Kurdistanê gelek serhildan çêbûn, wek serhildanên Babek, Daysam û ya Resikan (Zînc) ku Kurdan jî pistgirîya wan kir. Bîr û bawerîyên wek Xarîcî, Hurremî, Yêzdî li gelek cîyên Kurdistanê derketin ortê yan jî li wir xurt bûn.

Di sala 750 da Eba Mûslîmî Xorasanî ku bi eslê xwe Kurd bû, pêsengîya sorisekê kir dijî Emewîyan, zora Xelîfe Merwan bir û li Bexdayê xelîfetî teslîmî Abbasîyan kir.

Pistî Abbasîyan jî ser û pevçûnên Kurdan ne sekinî, heya destpêka sedsala 10. Hingê êdî Kurd westîyan, Misilmanî qebûl kirin û vêcar jî ew parastin dijî Xaçparêzan û yên dinê..

Her usa jî van serhildanên Kurdan hêza Xelîfeyên Ereb sist kir û li vir û wê Kurdan dewletên serbixwe yan jî nîv serbixwe çêkirin.

Tarîxa Kurd Serefname, devlet û mîrekîyên Kurdan dike sê bes: Besa yekem ew in ku devletên serbixwe avakirine û dîrokzan wan wek sultan û padsa bi nav dikin. Serefxan dibêje ewana pênc in:

1- Merwanî; Hukumdarên Cizîr û Dîyarbekirê ne;

2- Xanedanê Hasanweyh; hukumdarên Dînawer û Sehrezorê;

3- Lorên Mezin; hukumdarên Fedlawî;

4- Lorên Piçûk;

5- Eyyûbî; hukumdarên Misir û Samê…

Besê duvem her çiqas, wek sultan û padsayan dewleteke serbixwe çênekirine jî, carina bi navê xwe pere derxistine û xutbe dane xwendinê. (Hukumdarên Erdelan, Hekkarî, Îmadîye-Badînan, Cizîra Botan). Besê sêwem jî mîr û hukumdarên dinê ne. (Seref Xan di kitêba xwe, besa çaran da behsa Mîrekîya Bitlîsê dike.)

Dîrokzanê Kurd Mehmet Emîn Zekî jî di kitêba xwe ya ‘Tarîxa Kurd û Kurdistanê’ da tevî vana, hin dewletên Kurd ên dinê jî wek xanedanên serbixwe nîsan dide:

Seddadî;
Benî Înaz (mîladî 986-1116)
Sebankare (li Farsê, di sedsalên 11-14 da sê sedsal hukim kirîye);
Salarîyên Ezirbaycanê (mîladî 910-1030)
Mîrên Erdelanê (hîcrî 617-1284);
Zend ( hîcrî 1167-1202)
Mîrekîya Horasanê (hîcrî 643-785)
Brahuyîyên Belucîstanê (hîcrî 1172-1300)

Guhdarên delal, helbet, babet fireh e û waxt jî kêm e. Bona vê yekê ezê di nav van dewletan da behsa yên sereke bikim.

Dewleta Seddadî.

Her çiqas di Serefnamê da behsa Seddadîyan nabe jî, di çavkanîyên dinê da ev dewlet tê nîsan dan wek dewleteke mezin yê Kurd. Mirov dikare bêje dewleta Seddadî, di dema Îslamê da dewleta Kurd ya herî pêsîn e ku li besekî Bakûrê Kurdistanê û li Azirbaycan û Arranê ava bûye. Tevî Azirbaycanê, Ermenîstan û Gurcîstan jî di bin hukumdarîya wan da bûye (Tevî Tebrîz, Tiflîs, Qerebax û Nahcîwan).

Avakirê dewletê Benî Seddad e ji qebîla Rewadî. Gor gelek çavkanîyan, Eba Muslîmî Xorasanî û Sileheddînî Eyûbî jî ji vê qebîlê ne. Payîtextê wan ê pêsîn bajarê Dabîl (Dwîn) bû, nêzî Erîwanê. Pistra Gence kirin payîtextê xwe.

Hin çavkanî destpêka vê dewletê 951 nîsan didin ku heya dawîya sedsala 12, ango 250 sal devam kirîye. Ji vê malbatê 14 kes sultanî kirine. Lê hîn di despêka sedsalê 10 da ew li vê heremê xwedî mîrayetî bûn û mîrê wan Yaqûp As Sadya bû (901-928) û bi navê xwe pere derxistibû. Gor van çavkanîyan dewleta Seddadî qasî sê sedsal hukum kirîye.

Bazîl Nîkîtîn dibêje piranîya nifûsê mintiqê Ermenî bû. Lê malûmatên dinê nîsan didin ku di wê demê da, bi taybetî mintiqa Azirbaycan û Aran da Kurd pir bûn. Ji xwe Tirk hîn ne hatibûn mintiqê û tu eleqeyê navê ‘Azirbaycan’ (Adirbaycan) bi Tirkan ra tune. Gor gelek çavkanîyên Grêkî, Ereb û Ermenî wê demê ev mintiqe warê esîrên Kurdan bû. Kurdan dijî êrîsên Ereban gelek ser kirin û bi wan ra peyman çêkirin ku ola xwe biparêzin û cejnên xwe jî bi serbestî bikin. Dîsa, di sala 944 da, Kurdan dijî êrîsa Ûris û Wîkîngan bajarê Barzayê (Barda) parastin.

Tirkên Oguz di destpêka sedsala 11 da hatin vê mintiqê, di sala 1054 da Tebrîz girtin, lê hukma Seddadîyan li mintiqeyên dinê berdewam kir. Di sala 1072 da hukumdarîya Seddadîyan bû du bes, payîtextê besekê Gence, ya dinê jî bajarê Anî bû. Di sala 1088 da hukumdarê Tirk Melîksah Gence zeft kir, lê besa Anî heya sala 1199 berdewam kir; hukumdarê dawî Kay Sultan bû.

Seddadîyan li vê herêmê gelek avadanîyên balkês çêkirin. Yek ji wan pira mezin li ser Erezê bû. Bajarê Anî, ku Mînorskî dibêje ‘Bajarê hezar û yek dêran e’, bas parastin, li wir mizgeftên xwesîk jî ava kirin. Dîroknivîserê bi nav û deng Îbn ul Esîr ji bo Genceyê dibêje ku ‘bajarê bajaran bû li welatê Arranê.’ Yakut Hamawî jî dibêje li vî bajarî gelek edîb, zana û mihendîz civîyabûn.

Dewleta Hasnawî (Hasanweyh)

Ev dewlet li Cîbalê, ango li ser axa Kurdîstana Rojhilat (Îran) di sala 959 (mîladî) ava bû. Avakirê vê dewletê Hasanweyhê Kurê Hûseyîn ji esîra Barzikanî (Barzinî) bû.

Hingê li Bexdayê Buheywî li ser hukim bûn. Hasanweyh, tevî Ruknuddewleyê hukumdarê Buheywî tevî sefera Horasanê bû, di vê seferê da nav û dengê xwe da bihîstin. Pistra pêvendîyên wan xirab bû, di nav wan da ser derket û Hasanweyhî ji bin sîya wan xilas bûn.

Ev dewlet her usa ji hemdemê dewleta Seddadî bû; Seddadîyan li bakûr, Hasnawîyan li basûr, li mintiqa Serezor, Dînawer heya Hemedan û Nîhawendê hukim kirin.

Pistî Mirina Hasanweyh kurê wî Bedr bû hukimdar (979). Di dema wî da dewleta Hasnawî xurttir bû, ber bi basûr û rojhilat firehtir bû; Ahvaz, Hûzîstan, Berûcerd û Esadabad jî kete nav sînorên wan. Bedir di sala 1015 da di serê Qela Koscîdê da hat kustin û kurê wî Tahir cîyê wî girt.

Pistî Tahir xanedana Hasnawî giha dawî û hukim kete destê Îyaran. Ew jî qebîleyeke din bûn ji eynî esîrê. Wana 130 sal li mintiqa Serezor û Kîrmansah hukim kirin. M. Emîn Zekî wan wek ‘Dewleta Înaz’ bi nav dike.

Gor M. Emîn Zekî, Buheywîyên ku wê demê li Bexdayê hukim dikirin, ew jî bi eslê xwe Kurd bûn. Berê li Basûrê Behra Hazarê ciwar bûbûn. Di destpêka sedsala 10. da Navçe û Basûrê Îranê bi dest xistin û pistra jî li rojava Cîbal (Kurdîstan) û Fars girtin û pistî wê jî Bexda zeft kirin û dewleta Buîd (Buheywî) ava kirin, li Bexdayê sed Salî zêdetir hukim kirin (945-1055). Xelîfeyê Abbasî di bin sîya wan da û bê tesîr bû, wek seyxulîslam… Cîgerxwîn jî di ‘Tarîxa Kurdistan’ da dibêje ku ew Kurdên Dimbilî bûn.

Dewleta Merwanî

Xanedana Merwanîyên Kurd li dawîya sedsala 10 xwe nîsan da û li Farqîn (Silîwan) û Amedê (Dîyarbekir) hukim kirin. Di derheqa vê dewletê da di çavkanîyên Bîzansî û Ereban da gelek malûmat heye. Lê her usa jî dîroknivîserê Kurd Îbn’ul Ezraq, ku bi xwe jî ji Farqinê ye û di dema Merwanîyan da jîyaye, bi navê ‘Dîroka Amed û Meyafarqînê’ kitêbek taybetî ji bo Merwanîyan nivîsandîye.

Avakirê dewletê ji esîra Humeydî bi navê Bad (Baz) bû. Hin çavkanî dibêjin Badê kurê Dostik berê sivanek bû, hin kes li dora xwe kom kirin û herêma Hîzanê û derdora wê kir bin hukmê xwe. Di sala 985 da (mîladî) çû ser Farqinê û bajar bê ser teslîm bû. Pistî wê jî Nisêbîn û Cizîr zeft kir û hukimdarîya xwe êlan kir. Hingê di navbera wî û hakimên Bexdayê Buheywîyan da ser derket; lê Bad zora wan bir, pistra jî ajote ser Mûsilê. Li hev hatin û Çîyayên Tûr Abdîn bû sînorê herdu dewletan.

Bad pistra bi Hemdanîyan ra kete ser, di ser da hate kustin û brazîyê wî Ebû Alî Hasan bû hukimdar. Hemdanî sikestin û vekisîn Samê. Ebû Alî bakûrê Sûrîyê ji dest Bîzansîyan girt. Navê bavê Ebû Alî Hasan, Merwan bû. Bona vê yekê ji vê dewletê ra gotin Merwanî.

Di sala 993 da li hêla Xelat, Ercîs û Bargirîyê jî di navbera Merwanî û Bîzansîyan da ser çêbû, lê Bîzansî sikestin û bi sunda vekisîyan, di navbera herdu alîyan da peyman çêbû ku deh sal serê hevdu nekin. Bi vî awayî di welatê Merwanîyan da aramî çêbû.

Di sala 998 da li bajarê Amedê xelk dijî Ebû Alî rabû, ew kust û Ebû Tahîr Dîmne ji xwe ra kire mîr. Textê Merwanîyan jî ket destê birayê Ebû Alî, Saîdê bavê Mansûr. Amedê jî ev yek qebûl kir û xutbe bi navê Ebû Mansûr hate xwendin.

Mîrê Amedê Dîmne bajar 28 sal îdare kir. Xelk jê razîbû. Di dema wî da sûrên dîyarbekrê hatin bilindkirin û li alî rojhilat qesrek çêkir, ji qesrê heya çemê Dîclê rîya avê vekir. Bi Xelîfeyên Bexda û Misrê ra û bi Împaratorê Bîzansê ra pêvendîyên bas çêkir.

Ebû Mansur jî li Farqinê 13 salan hukim kir. Wî jî bi Xelîfe ra û hukimdarên derdorê ra pêvendîyên bas çêkîr, sûrên Farqîne xurt kirin. Lê Ebû Mansûr di sala 1011 da bi destê wezîrê xwe Sêro hat kustin. Birayê wî Ehmed zora Sêro bir û bû hukimdar.

Ehmed bîn Merwan 52 sal hukim kir. Di sala 1025 da Mîrê Amedê Dîmne hat kustin û mifteyê bajêr teslîmî Ehmed Bîn Merwan kirin. Dema wî bi asitî derbaz bû. Li Farqinê û derdorê gelek qesr, mizgeft, nexwesxane, kerwansaray, çarsî, hemam û baxçe ava kirin. Ji dûr va av anî bajêr. Li ser çemê Ambarê pira bîst derî çêkir. Li dor çemê Erqenîsê bajarê havîngeh Nasrîye ava kir.

Li qesra wî gelek mirovên zana û hozan civîyabûn. Li Amed û Farqinê kitêbxane rast kir.

Di sala 1043 da ordîyeke Tirkan bi 10.000 suwarî hêla Dîyarbekrê talan kirin û dora Farqinê girtin. Lê pistra sevekê fermandarên wan bi hev ketin, hevdu kustin. Kurdan jî êrîs birin ser wan, leskerê wan belav kirin, besek jî hêsîr girtin.

Ehmed Bîn Merwan di sala 1062 da çû heqîya xwe û kurê wî Nîzameddîn bû hukimdar. Di dema wî da êrîsên Tirkan ji Îranê ber bi Anadolê zêde bûn. Tirkmenan ji hêla serhedê heya Meletyê diçûn û talan dikirin. Bona vê yekê Bîzansîyan Merwanî gunekar kirin û di sala 1063 da êrîs kirin, dora Amedê girtin. Lê Kurdan zora Romîyan birin û ew revandin.

Di sala 1072 da li hêla Milazgirê di navbera Alpaslanê Selçûkî û împaratorê Bîzansî Romen Dîyojen da serekî giran çêbû. Romî sikîyan û rîya Anadolê li ber Tirkan vebû. Di vî serî da Kurdan jî pistgirîyeke bas dane Selçûkîyan. Ji çaryekê ordîya Alpaslan ji Kurdan pêk dihat.

Lê ev yek ji bo Kurdan bas nebû. Berê hêla serhedê kete destê Tirkan. Pistra, di sala 1084 da êrîsî ser Amed û Farqinê kirin. Herdu bajararan jî nêzî salekê bas ber xwe dan, lê li Amedê xelayî çêbû û avên Farqinê hatin birîn, herdu bajar jî mecbûr man teslîm bûn (1085). Bi vî awayî dawîya dewleta Merwanî hat.

Dewlata Eyûbî

Di nav xanedanên Kurd da yên bi herî nav û deng dane Eyûbî ne. Wana li Sam û Misrê, her usa jî li Kurdistanê hukim kirin. Di dema Sileheddînê Mezin da sînorên vê dewletê ji Trablûs heya Serezorê, ji Xelat heya Yemenê dirêj dibû.

Hukumdarîya Eyûbîyan ber bi dawîya sedsala 12 xwe nîsan da û pistî ku demên xwe yên herî ges derbaz bûn jî hin milên wê, li hin welatan heya nîvê sedsala 14. hukim kirin.

Bapîrê Sileheddîn, Sadî Bîn Merwan, xelkê bajarê Dwînê (paytextê Seddadîyan), ji qebîla Rewadî, esîra Hezbanî bû. Kurên wî Necmeddîn Eyûb û Sêrgoh li vir hatin dinyayê. Pistra koç kirin hatin Bexdayê û Selçûkîyan Parêzgerîya qela Tîkrîtê da wan. Pistra jî ketin xizmeta Zengîyan, atabegên Mûsilê. Sileheddîn hingê hate dinyayê (1138).

Necmeddîn û Sêrgo tevî hin seferên Îmadettîn zengî bûn û di zeftkirina bajarê Baalbekê da alîkarîya wî kirin. Necmeddîn Eyûb bû parêzgerê Baalbekê. Di wê navberê da Îmadettîn mir û kurê wî Nûreddîn Zengî bû hukimdar. Di dema wî da bi alîkarîya Necmeddîn û Sêrgo bajarê Samê jî kete destê Zengîyan û Necmeddîn bû Walîyê Samê (1154). Sêrgo jî bû fermandarê ordîyê, her usa jî parêzgerê Humsê.

Di wan salan da frengan êrîs dibirin ser Misrê û Xelîfeyê Fatimî El Adîd ji Zengîyan alîkarî xwest. Hingê Sêrgo bi ordîya xwe sê caran çû Misrê, Freng qewirandin û di çûna dawî da wezîr Sewra kust û bû wezîrê Xelîfe (1169). Çend meh derbaz nebûn, Sêrgoh çû heqîya xwe û Sileheddîn, hîn di 31 salîya xwe da bû wezîr.

Sileheddîn di sala 1071 da dawîya selteneta Fatimîyan anî, xutbe bi navê Abbasîyan, ango Xelîfeyên Bexdayê da xwendin û bi xwe li Misrê hukim bi tevayî girte destê xwe. Pistî Mirina Nûreddîn Zengî dest danî ser Samê û bi vî awayî Sûrîye û Iraq jî kete destê Eyûbîyan, heya çemê Feratê.

Yemen di sala 1174 da bi destê birayê Sileheddîn, Turan Sah hate zeftkirin. Birazîyê Sileheddîn, Ferh Sah jî bi ordîyekê çû zeftkirina Maxrîb (Bakûrê Afrîka) û heya Trablûsê (Libyayê) çûn, ev der ji dest Frengan girtin.

Sileheddîn di sala 1178 da jî Heleb ji dest Zengîyan û bê ser girt. Pistra ji cîhad vekir, li Libnan û Filistînê bi Xaçparêzan ra kete ser û vî serî bi salan ajot, bû sedemê Seferên Xaçparêzan. Lê di dawîyê da Eyûbî bi ser ketin, ev mintiqe, tevî Qudsê ket destê Misilmanan. Lê Sileheddîn ne hist ku li Xaçparêzan tu zulm bê kirin. Wî, wek serok û fermandarekî di van seran da gelek bi nav û deng da, wek ‘Sileheddînê Mezin’ hate bi navkirin. Tevî hêla Serezorê li Basûr, ji Cizîrê heya Xelatê, Bakûrê Kurdistan jî di nav sînorê dewleta Eyûbî da bû.

Sileheddîn di sala 1193 da çû heqîya xwe. Tirba wî li Samê ye. Tê qebûlkirin ku Sileheddîn him wek fermandarekî, him jî wek serokekî xwedî hesletên gelek bas bû; jîr û jêhatî, lê bi merhemet û edalet bû. Di dema wî da li Misrê û Samê avadanî gelek pêsve çû, gelek tist hatine çêkirin wek mizgeft, medrese, qesr û qela…

Pistî Sileheddîn kurê wî Melîk El Azîz bû Sultanê Misrê, apê wî Melîk el Adil jî bû walîyê Samê.

Di dema Eyûbîyan da di navbera Kurdan û Tirkan da bi taybetî li ser qontrola Kurdistanê gelek ser derketin. Wê demê li hêla Mûsilê Zengî, li hêla Xarpit û Dîyarbekrê Artuklu û ber bi rojava jî Selçûklu hebûn. Serê Kurdan û Tirkmenan bi salan ajot. Serê ku di sala 1185 da derket li Sûrîye, Dîyarbekir, Cizîr, Mûsil, Xelat, Azirbaycan û Sehrezor çêbû û du salan ajot. Lê Kurd di van seran da bi serketin û qontrola mintiqê bi dest xistin.

Besekê giran ji eskerê Eyûbîyan ji Kurdan, besek jî ji Tirkan pêk dihat. Di sala 1187 da dema Sileheddîn ji bo cîhadê gazî Kurdan kir, esîrên Kurdan tevî ordîya wî bûn. Di warê eskerî û îdarî da di miqamên bilind da gelek Kurd cî digirtin. Yek ji wan Kurdê Hekkarî Ebûl Heyca bû, ku fermandar bû û pistra bû Walîyê Qudsê.

Eyûbîyan her usa jî qîmet dane karê ticaret, zireet û zanistîyê. Di zemanê wan da ticaret bi taybetî bi bajarên Îtalyê ra ges bû. Her usa jî arîstokratên Ewrûpî gelek orf-adet ji Eyûbîyan girtin, ku sîstema armayan (nîsan û sembolên eskerî û hukimdarî) ji wan in. Di qesrên Eyûbîyan da gelek mirovên zana, wek dîrokzan, zmanzan û hozan civîyabûn. Yek jê Îbn ûl Esîr e, yek Îbn Halîkan e, ku herdu jî Kurd in. Ebûl Feda ku di warê dîrok û erdnîgarî (cografya) da zana bû, bi xwe ji malbata Sultanên Eyûbî bû.

Hukumdarîya Eyûbîyan li Misrê heya sala 1254 devam kir. Hingê eskerên ku jê ra digotin ‘Memlûk’ (kolemen) serî hildan û hukim bi dest xistin. Yemen di sala 1230 da ji dest derket. Heleb û Sam di sala 1260 da, Hums di sala 1262 da ji dest derketin. Mîrayetîya wan ê Hamayê ya herî emirdirêj bû û di bin sîya Memlûkan da heya sala 1341 xwe parast.

Dewleta Selçukî ya Mezin ku li Îranê ava bûbû, di dawîya sedsala 12 da belav bû û Harzemî derketin, Îran dagîr kirin. Pir ne borî êrîsa Moxolan dest pê kir di bin serokatîya Cengîz da. Moxolan berê xwe dan Îranê û Kurdistanê. Pistî wan jî, ber bi dawîya sedsala 14 da Teter hatin di bin serokatîya Têmurê Leng da. Ev êrîsgerên han wek kulî û qimil her der talan kirin, hilwesandin û hukumdarîya Eyûbîyan ji Kurdistanê rakirin û rê nedan avakirina dewleteke teze. Lê mîrayetîyên Kurdan li gelek cîyan ber xwe dan, xwe parastin. Êrisên Mongol û Teteran wek Refên kulî û qimil hatin û derbaz bûn, lê vêcar jî Kurdistan ket navbera du dewletên mezin, dewleta Osmanî û Îran. Wan bi sedsalan li ser Kurdistanê ser kirin û li dawî jî ew di nav xwe da parçe kirin.

Dewleta Lorên Mezin (Hukumdarên Fedlawî) (1161-1423)

Malûm e, Lorîstan di Kurdistana Rojhilat da ber bi basûr heremeke mezin e ku li wir Kurdên Lor û Bextiyar dijîn. Gor Serefnamê ew dewlet li Lorîstanê çêbû û hukimdarê pêsî Ebû Tahir bû ji malbata Fedlawî.

Ebû Tahir berê di xizmeta Atabagê Selçûkîyan yê eyaleta Faris da bû û wek fermandar çû serê hakimê Sabankare, di ser da bi ser ket. Ji ber vê, Atabeg Sungur ew bi leskerekî xurt sande ser Lorîstanê. Ebû Tahir carina bi ser, carina jî bi rindî Lorîstan zeft kir. Berê navê atabegîyê li xwe kir, pist ra jî serxwebûna xwe êlan kir (1161 mîladî).

Pistî mirina wî kurê wî Hezar Esp bû hukumdar. Di dema Hezar Esp da Lorîstan gelek sên bû, dewlemend bû û di nav asitîyê da jî. Her usa jî sînorê hukimdarîya wî fireh bû, Xelîfê Bexdayê jî ji îdara wî kêyfxwes bû, jê ra xelat sandin û hin welatên dinê dan bin îdara wî.

Pistî wî kurê wî Tekle bû hukimdar. Di dema wî da Moxolan li ser Îranê û Kurdistanê girtin. Xulagû di sala 1258 da Bexda girt û sewitand, qetlîameke mezin kir. Tekle, ku berê ji wan ra bîat kiribû, pistra dij derket, serê wan kir, sikest û hat kustin. Pistî wî birayê wî Alp Ergun bu hakimê Lorîstanê. Di dema wî da welat cardin ava bû û pêsve çû.

Pistî hatina Moxolan hakimên Lorîstanê ji wan ra bîat kirin, ketin xizmeta wan û bi vî siklî text û hukumdarîya xwe parastin. Di dawîya sedsala 14 da Têmurê Leng Îran û Kurdîstan dagîr kir. Di dema wî da jî Lorîyan textê xwe parastin. Lê di sala 1423 da dawîya vê dewletê hat.

Lorên Piçûk

Ev xanedanê Kurd ku li herêma Lora Piçûk derketîye di nîvê duduyan ya sedsala 12 da (1156) xwe nîsan daye. Ev herem li Basûr e, ji bajarê Huremabad heya Hûzîstanê diçe. Di Serefnamê da tê gotin ku ev herem hingê di bin destê Xelîfeyên Beydayê da bû û esîrên Kurd bi destê wan û Tirkên Selçûkî dihatin sêlandin, zêrandin û zulmeke mezin didîtin. Bona vê yekê li dora Sucaeddînê kurê Xursîd yek bûn ku xwe ji vê zulm û zêrandina giran biparêzîn.

Hakimên Lorên Piçûk ji pênc sedsalî zêdetir li vê mintiqê hukim kirin. Carina bi xelîfeyên Bexdayê, carina bi sultanên Selçûkî, bi xanên Moxolan ra, bi Têmurê Leng ra, bi Safevîyan û Osmanîyan ra ser kirin, carina jî li hev hatin û xizmeta wan kirin. Lê her usa jî bo hukim, di navbera bav û biran da, kur û pismaman da ser û xwînrêjî tim hebû…

Li Îranê hukumdarîya Zend (1759-1794)

Cîyê esîra Zend, ku esîreke Lorî ye, li nêzî Hemedanê ye, di dema Nadir Sah da sirgûnî Xorasanê bûbûn. Pistî mirina Nadir Sah vegerîn. Kerîm Xanê Zendî zora reqîbên xwe bir û piranîya Îranê kir bin hukmê xwe, bajarê Sîrazê kir payîtextê xwe û bi vî awayî di dewleta Îranê da seltenet kete destê xanedaneke Kurd.

Birayê Kerîm Xan, Sidik Xan êrîs bire ser Besrayê û pistî serekî 13 mehan zora Osmanîyan bir û bajar zeft kir. Besra heya dawîya hukumdarîya Zendîyan di dest Îranîyan da ma.

Di dema Kerîm Xan da ji bo pêsvebirina ticaret û zireetê, bo aramîya welat gelek kar û xebatên hêja hatin kirin. Bi xwe ummî bû, lê qesra wî bi zana û hunermendan tije bû. Bi taybetî li bajarê Sîrazê gelek mizgeft, xan û hemam ava kirin. Turbeya hozanê bi nav û deng, Sadî nu kir û turbeya Hafiz bi mermer çêkir. Mînorskî ji bo wî dibêje: ‘Hukumdarê herî bas bû, ku Îranê heya wê rojê dît.’

Pistî mirina Kerîm Xan di navbera bira û zarokên wî da serê hukumdarîyê dest pê kir. Zendîyan berekî va di nav xwe da, berekî va jî bi xanedanê Tirk Qaceran ra ser kirin û sist ketin. Di sala 1794 dewleta Zendî giha dawîyê.

Hevalên delal,

Hîn Hukumdarîya Erdelan, Mîrekîyên Mûkrî, Baban, Îmadîye, Cizîr, Bitlîs û gelekên din man, ku min behsa wan ne kir. Dîroka Kurdan dewlemend e, lê mixabin waxta me nema.

Ji bo guhdarîya we ya bi sebr gelek spas dikim.

10 Sibat, 2007

Dengê Kurdistan

Balkêş e ?
Close
Back to top button