Nûçe

Dr. Fevzî Kaddur: ‘ Kurd lazim e ku yekbûna xwe çêbikin’

Çend roj berê heyeta PSK, hevdîtinek bi Nûnerên Hikumeta Herêma Kurdistanê kirin. Ez jî wek rojnamevan besdarî wê hevdîtinê bûm. Di vê hevdîtinê de min firset dît ku hevpeyvinek bi nûnerên Hikumeta Herêma Kurdistan li Swîssrê bikim.

Li ser kar û barê Nûneratiya Hikumeta Herêma Kurdistan li Swîssrê û li ser bûyerên Sûriyê û taybetî jî Kurden Sûriyê, me hevpeyvinek bi Nûnerên Hikûmeta herêma Kurdistan birêz Kek Dr. Fevzî Kaddur re çêkir. Ez vê hevpeyvinê pêskesî we dikim.

Aydogan Inal

Kekê Fevzi em pirsekî bi klasîk dest bi hevpeyvinê xwe bikin. Eger ku em ji te pirsbikin Fevzî Kaddur kiye? Tu çi bibejî ji me re?

Ez Kurdekî li Swîssrê me. Nezîkî 40 sal e li Swîssrê me. Kurdek im , bi Kurd û Kurdistanî me. Gava ku ez hatim li Swîssre, min li Zaningeha Zürichê de talebe bûm. Min xwendina xwe temam kir, pasê ofisa xwe li nezîka St. Gallenê vekir, wekî doxtor min dest bi kar kir.

Min karê siyasî dikir ji bo Kurdistanê, karê daîmî. Pîstî salê Li Kurdistana Iraqê Saddam çû enfal kir, pirsgirêka mezin çêkir. Me jî karê xwe xurttir kir. Çi kar û xebata siyasiya pewîst hebe, me kir ji bo Kurdistana Iraqê. Ji vê salê heta niha jî xebata me ya siyasî didome. Xebata me roj bi roj bastir dibe. Em hevîdar in ku niha sûnda jî bastir be…

Nûneratiya Hikumeta Kurdistanê li Swîssrê kîngê hat vekirin û armanca vekirina Nûnertî çi bû?

Nûneratiya Hikumeta Herêma Kurdistane bi fermî 1.12.2006’an de li Swîssrê li Bernê hate vekirin. Armanca vekirina Nûneratiya Hikumeta Herema Kurdistanê karên Kurd û Kurdistanî ye, nasandina Kurdistan e di birûrayê Ewropî da. Bi taybetî li Ewropa herkes bibîne, ku Nûnertiya Hikumeta Herêma Kurdistanê heye û doza gelê xwe dike. Em karên xwe yê siyasî wek Sefareta Kurdi disopînin. Nûnertiya Hikumeta Kurdistan wek sefareta Kurdî ye, li Ewropa diyar e.

Xêynê karê siyasî hûn karen din jî dikin, an na?

Xebata me wek Nûneratiya herêma Hikumeta Kurdistan diplomasî ye. Çi tistên dîplomasî hene em dikin, di warê Swîssrê û Ewropa û bi taybetî bo di warê organîzasyonên Ewropî yên ku giringî didin Kurdistanê û dixwazin alikarî bikin. Bi taybetî di vê salê dumayî de, rewsa aborî zor bas bûye. Hemû kes dixwazin biçin Kurdistanê em jî alîkariya wan dikin ku biçin Kurdistanê. Çûyina wan de em vîzeyê Kurdistanê didin wan. Gelek biraderên me yên Kurd jî hene li Swîssrê, em bi problema wan a fermî mijûl dibin. Serîlêdana wan bi fermÎ em qebûl dikin û ji bo çareseriya problema wan em dixebitin.

Ez niha dixwazim em hinek jî behsa babetên rojevê bikin. Ji ber vê yekê jî ez dixwazim li ser bûyerên Sûriyê hin tist bipirsim. Nêrîna Hikumeta Kurdistana li ser bûyera Sûriyê û taybetî jî li ser Kurdên Sûriyê çi ye?

Nerîna Hikumeta Kurdistanê bo soresa Sûriyê, xwastina wan çi be bila be çareser bibe. Bi rêka demokratîk û bi diyalog çareser bibe. Zeman, zemanê diyalog e. Hemû tist bi rêgeyî asitî ve çareser dibe.

Çi tesirê nakokiya Hikumeta Iraq û Hikumeta Kurdistan derheqa bûyerên Sûriyê, li ser pêvvendiya Hewlêr û Bexda heye?

Hikumeta Herêma Kurdistan hikumetekî dîmoqrat e. Em nikarin Hikumeta Iraq derhaqê mesele Sûriyê û bi taybetî Kurdên Sûriyê çi bixwaze bikin. Dizanin Hikumeta Herêma Kurdistanê bi riya demoqratîk çêbû, bi hilbijartina demoqratîk hat avakirin. Û niha jî karê me bi rêya demoqratîk berdewam e. Ji bo Kurdên me yên Sûriyê jî.. Em pistgirî dikin û çi pêwîst e emê bikin. Çimkî em yarmetî (alîkarî) bo hemû Kurdan dikin li hemû parçeyên Kurdistanê. Niha sûnda jî çi yarmetî pêwist be emê bikin.

Daîmî me digot divê bi rêkekê demoqratîk û asîtî diyalog çêbibe. Çimkî bi ser tist çênabe. Yanî ewê çekdarî daîmî miskîle bo hemû teraf dike. Pas tecrûbeya Kurdistana Iraqê, qeneata me ew e, ku li ser her tist, çi mesele dibe bila bibe, lazim e, em rûnin û biaxivin, dialog daydin û bidin û bistininsendin her tistekî çare ser bibe.

Ez bawer nakim ku ew nakokî tekîliya Hewler û Bexdat xira bike. Ji ber ku ew raya Hikumeta Iraq e, ne ê milleta Iraq e. Hikumeta Iraq tistek dike lê gelê Iraq tistek din dixwaze. Milletê Iraq hin kirina Hikumeta Iraq razî nîne. Ji bo vê jî em nikarin hemû kirina Hikumeta Iraq qebûl bikin. Em perçeyêkî Iraqê gistî ne lê em nikarin her tistên wan qebûl bikin.

Li ser bûyerên Sûriyê, Kurden dervayê Welat çi karin bikin?

Soresa Sûriye bo Kurd e jî. Divê hemû pêkve kar bikin. Bila danisin, bi hevdu ra dan û standinê bikin. Mesela Sûriyê de hemû teref yekbûna xwe dijî dîktatoriya Sûriyê bikin. Banga min bo her Kurdekî heye: Îro soresa Sûriyê sal û nîveke bi rêve diçe. Ewqas însan hat kustin. Ji bo wan tistan herkes bila were ba hev û nerazî bûna xwe bîne ziman. Ji bo ava kirina Sûriyê demoqrat, dijî dîktatorî bîn.

Hûn wek Nûnerê Hikumeta Herêma Kurdistan bo bûyerên Sûriyê çi dikin?

Em bo soresa Sûriyê yarmetî dikin. Çi îmkanê me jî hebe em dikin. Ji bo Sûriyêkê demoqratîk û azad çi ji destê me bê, em tucar teqsîr nakin û em dikin. Taybetî jî, ku mafê milletê Kurd tê da hebe, em dikin.

Gotina we ya dawî wek Nûnerê Hikumeta Herêma Kurdistanê mesaja we bo Kurdan çi ye?

Kurd lazim e ku yekbûna xwe çêbikin. Dem dema saxsî yan jî hîzbayetî nîne. Dem dema diyar kirina yekbûnê ye. Her Kurdek, ku siyaset dike daxwaza wan Kurdistan e. Ji bo vê jî em divê li ser eksena Kurdistan bên ba hev.

Gelek spas ji bo hevpeyvinê.

Spas xwes…

Dengê Kurdistan

Back to top button