HAK-PAR, Bi Merasîmekê Serokê Xwe yê Rumetê EvdilmelîkFirat Bibîranî

Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR), bi merasimekê Serokê xwe yê yekemîn û Rumetê Evdilmelîk Firat di salvegera koçkirina wî ya 4an de bibîranî.
Merasîm, li salona civînê ya Prejtîj Otela Amedê hat lidarxistin. Merasîm, bi besdarbûna Cîgirê Serokê Gistî yê HAK-PARê Hasan Dagtekîn, Cîgirê Serokê Gistî yê HAK-PARê Alattîn Aras rêvebir û endamên HAK-PARê, Serokê Gistî yê Partiya Besdarî û Demokratîk (KADEP) Lutfî Baksî, Cîgirê Serokê Gistî yê Partiya Azadî û Sosyalizmê Aziz Mahmut Ak, Serokê Platforma Demokratên Kurd Sertaç Bucak, Serokê Komeleya Çiraya Amedê Burhan Denîz, Rêvebirê Nûbiharê Mahmut Oktar, Neviyê Sex Seîd û Berdevkê Înîsiyatîfa Azadî Dara Muhammed Tahir Akar, Berdevkê Koma Diyaloga Dîcle û Firatê Muhîtîn Batmanli, Serokê Sivi-Der Azîz Ozak, nuner û rêvebirên sazî û dezgeyên kurd, nivîskarên kurd Salihê Omerî, Aram Gernas, Saîd Veroj, Recep Dildar, Saban Aslan, Serokê KOMKARê yê kevin Ebubekir Saydan, siyasetmedarê kurd Îbrahîm Guçlu, destpêkir.
Merasîm, bi axaftina Serokê Partiya Maf û Azadiyan ya Saxê Amedê Vasif Kahraman destpêkir. Kahraman xêr hatina besdaran kir û gorbihust Evdilmelîk Firat bi rêzdarî bibîranî
Moderatorê civînê Umit Tektas, besdaran vexwend deqeyekî rêzgirtina ji bo yadî pak ê sehîdên têkosîna azadiyê û Kurdistanê .
Pistî xwendina dia ya ‘Fatiha’yê, li ser taybetî û girîngiya malbata Sêx Seîdê Kal û jiyana Evdilmelîk Firat slaytek hat pêskêskirin. Pistî nîsandana slaytê, merasîm bi axaftinên besdaran berdewam kir.
Di bibîranînê de Cigirê Serokê Gistî yê HAK-PARê Hasan Dagtekîn axaftinek kir.
Dagtekîn di axaftina xwe de;
Xebatkarên çapemeniyê,
Mêvanên hêja û qedirbilind,
Hevalên rêzdar,
Hûn hemû bi xêr hatin.
Wek tê zanîn, siyasetmedarê kurd û serokê damezrînêr yê partiya me Rêzdar Ebdulmelik Firat 4 sal beriya niha ji nav me koç kir û çû ser heqiya xwe. Bi vê mebestê em wî û hemû sehîdên Kurdistanê bi rêz û rehmet bibîrtînin.
Ez di wê baweriyê de me ku gelek ji we, ji nêzîk ve rêzdar Ebdulmelik Firat nas dikir. Min bi xwe di pêvajoya xebatên damezrandina Partiya Maf û Azadiyan de û bi taybet pistre gelek ji nêzîk ve rêzdar Firat nasî û ez bi xwe bi nasîn û tevxebata wî gelek bextewar û serbilind bûm. Ew, mirovekî xwesbîn, bi bîr û bawer, kalemêrekî milîtan û xebatkarekî bi biryar bû.
Digot; ‘Ger lingên me qut bin em ê li ser çokan, ger çokên me qut bin, bi xwekaskirinê be jî em ê heta azadiya gelê xwe bidest ve bînin, dest ji tekosînê nekisînin.’ Ez bawer im ew fedekarî û ezma wî, wê tucar neyê jibîrkirin. Herwiha, ew ezma wî ji me hemuyan re moral û motîvasyoneke mezin bû.
Ez usa bawer im ku em li vir bi sietan behsa aliyê wî yê bas bikin, dîsa jî wê wext têr neke. Ew bixwe bû sahidê gelek zilm û zordariyên nemirovane ku li wî û neteweya wî hatin kirin. Lê wî tucar serî netewand û dev ji dozê berneda. Careke din ruhê wî sad û cihê wî bihust be.
Heval û dostên hêja,
Rêzdar Ebdulmelîk Firat ku yek ji neviyê sembola berxwedan û serhildana neteweya kurd Sêx Seîdê kal bû, bi vê yekê ligel nasnameya neteweyî bû xwediyê nasnameya olî jî. Wî bi tevî vê nasnameya xwe; ligel lîberal, sosyalîst, neteweperest, elewî û xwedanenasan Partiya Maf û Azadiyan damezrand. Lewra, ji bo wî nasnameya wî ya neteweyî li ser hemû nasnameyên wî yên din bûn û wî dizanibû ku serkeftina tekosîna neteweyî ya gelê kurd, bi tevxebat û hevkariya hemû çîn û tebeqeyên civakê ve girêdaye. Rêzdar Firat, heta roja dawî ku ji nav me koçkir jî, bi vê rastiyê bawer dikir û di vê çarçoveyê de di nav partiyê de erka xwe bi cih anî. Herwiha, daxwaza wî ew bû ku ev yek bibe felsefeya partiyê.
Divê siyeseta kurd, vê helwesta Rêzdar Firat pistguh neke. Lewra, ev helwest ji bo bidestxistina mafên neteweyî û demokratîk yê gelê kurd helwesteke gelek pêsketî û di cih de ye. Jixwe Hak-Par jî li ser vê konseptê hat damezrandin.
Besdarên bi rûmet,
Çênabe ku em di merasima bibîranîna tekoserê doza gelê kurd Rêzdar Firat de behsa pêvajoya tekosîna gelê kurd nekin.
Ev serdema ku em têde dijîn, ji bo azadî û serkeftinê bi qasî ku derfetên zêrîn ketine destê gelê kurd, ewqas jî dafik û kemîn di nava xwe de dihewîne.
Rojhilata Navîn di nav xwe de dikele; li Suriyeyê serekî dijwar heye û xwîn dihereke, di nav vî serî de derfetekî gelek bas derketiye pês gelê me yê Rojavayê Kurdistanê, gelê me tu car ewqas nêzîkî azadî û xwe bi xwe birêvebirinê nebûye. Lê, bi sertê ku siyaseteke rast û dîplomasiyeke aqilane bê mesandin û helwesteke demokratîk ku li ser hîmê yekîtiya naxweyî bê sazkirin.
Mixabin, di rewseke wiha de jî, siyaset û tevgera kurd ya li Rojavayê Kurdistanê xwe ji nakokî û pirsgirêkên navxweyî xilas nekiriye û heta niha çend caran di nav wan de bûyerên gelek xirab rûdane. Sedemên sereke yên nakokî û pirsgirêkên navxweyî yên tevgera kurd ya li Rojavayê Kurdistanê; pêwendiyên PYDê yên ligel rejimê, pêsîlêgirtina xebatên rêxistinên kurd yên din, bi zora çekan hewldana bandordanîna li ser hemû deveran û binpêkirina hukmên ‘Peymana Hewlêrê’ ne.
Divê bê zanîn ku riya azadî û serkeftinê di hevkarî û yekîtiya navxweyî de derbas dibe. Ji ber vê yekê jî divê hemû alî berpirsyar tevbigerin û bi taybet jî, divê PYD dest ji wê helwesta xwe ku heta niha nîsan daye, bikisîne û divê bizanibe ku hevalbendên wî yên eslî gelê kurd, partî û rêxistinên kurd in. Ger ev yek bê zanîn û pêdiviyên wê bi cih bên, dê kurd bikaribin xwe ji kemîn û dafikên neyaran rizgar bikin.
Ji hêlek din ve li Suriyeyê serekî dijwar heye û xwîn dihereke, ji 100 hezarî zêdetir mirov hatine kustin, bi milyonan xelqên bêguneh koçber bûne, welat seranser hatiye wêrankirin. Divê rêxistina Neteweyên Yekbûyî, saziyên navneteweyî û welatên cîran li hember vê wêraniyê bêdeng nemînin.
Çareserî di ser de nîn e, tistê pêwist; tavildest rawestandina ser e û lihevanîna aliyan e. Ev yek dikare pêsî li astî, demokratîkbûnê û bidestveanîna mafên civakê vebike. Nifteya vê yekê jî di destê Emerîka û Rusyayê de ye. Ji bo vê yekê jî Konferansa Cenevreyê ku di rojevê de ye, divê tavildest bê lidarxistin. Herwiha, divê gelê me yê Rojavayê Kurdistanê jî bi nûnerên xwe besdarê Konferansa Cenevreyê bibin.
Bêguman çareserî û asîtiyeke mayende bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk û federal dikare pêk were.
Hevalên hêja,
Herwiha, hêvî û xwestina me ew e ku Birêvebiriya Herêma Federe ya Kurdistanê jî, pirsgirêk û nakokiyên xwe ku ev demek dirêj e bi Hikumeta Navendî ya Bexdayê re didomin, bi rê û olaxên astiyane çareser bikin.
Tê zanîn ku hefteya borî li Herêma Federe ya Kurdistanê hilbijartinên parlamentoyê pêk hatin. Gelê me yê Basûr, carek din bi alemê da nîsandan ku di nav kurdan de çanda demokrasiyê çiqas pêsketiye û kurd ji hemû civak û welatên herêmê zêdetir li demokrasiyê xwedî derdikevin.
Besdarên bi rûmet,
Dixwazim hinek jî behsa ‘pêvajoya asîtî û çareseriyê’ ku ev salek e li Tirkiyeyê hatiye destpêkirin, bikim.
Wek tê zanîn, ji destpêka avakirina Komara Tirkiyeyê û heta niha ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd hertim li Kurdistanê serhildan û ser dom kiriye. Em dizanin ku sedemê vê yekê gelê kurd nebûye. Sedem; red, înkar û desteserkirina maf û azadiya gelê kurd bûye. Ev helwest jî bûye sedem ku kurdan li Koçgirî, Amed, Agirî, Dêrsim û wd. serî hildane û bi trajediyên mezin re rû bi rû mane.
Eskere ye ku hebûna kurdan, serê kurdan, tekosîna kurdan ne tenê ji vî 30 salê dawî pêk tê. Bi ya min, bi ‘pêvajoya asîtî û çareseriyê’ dixwazin dawî li serê çekdarî yê PKKê bînin, ne ku pirsgirêka kurd bi sêweyekî adilane û li ser hîmê wekheviyê çareser bikin.
Pirsgirêka kurd beriya PKKê
jî hebû û ger neyê çareserkirin, dê pist re jî hebe.
Rawestandin û dawîlêanîna ser û pevçûnê, pêngaveke erênî ye û divê pistgirî lê bê kirin. Lê rawestandina ser û ji holê rabûna çekan bi serê xwe neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Lê, belkî di riya çareseriyê de bibe pêngavek.
Ji ber vê yekê ye ku vê pêvajoyê wek ‘pêvajoya astiyê’ bi navkirin, rast nîn e. Lewra, nava wê vala ye û astiya bi gelê kurd re nîn e.
Bê guman, astiya bi gelê kurd re, bi naskirina mafên neteweyî û demokratîk ê gelê kurd re dikare pêk were. Ev jî, bi çarenûsî û xwebixwe îdarekirina gelê me çêdibe. Rê û rêbaza wê di federasyoneke wekhev de derbas dibe.
Ango; divê Kurdistan bi makezagon, parlamento û herwiha bi tevî sazî û dezgehên xwe wek herêmeke federe bê birêxistinkirin. Herwiha, divê rêvebiriya Kurdistanê jî di nav xwe de hemû mafên gel, civak, kêmnetewe, mezheb, ol û rengên cûda bi makezagoneke demokratîk mîsoger bike.
Gelo di vê rewsa îroyîn de ev yek mumkûn e? Gelo ew pakêta ku dê sibê bê eskerekirin, van hemû mafên gelê kurd di nav xwe de dihewîne? Em ê pêkve bibînin.
Lê, bi baweriya min Tirkiye hatiye wê radeyê ku divê xwe biguhêrîne û ji nû ve organîze bike. Lewra, daxwazên civakê vê yekê li ser Tirkiyeyê ferz dike û nema rayedarên komara tirk; bi zihniyeta berê ya soven, reng û dengên cûda yên hemû aliyên civakê zeft bikin.
Hat dîtin ku di referandûma Îlona 2010an de, civaka Tirkiyeyê bi hêzdarî deng dan guhertin û demokratîkbûnê.
Herçendî rayedarên komara tirk li hember daxwazên guhertinê xwe ker dikin û roj bi roj pêvajoyê texîr dikin jî, lê divê bê zanîn ku êdî ‘cin ji sûsê derketiye’ û nema careke din bê zevtkirin.
Ger rayedarên komara tirk xwe bidin xeta rast, ewê jî bas bibînin ku êdî zemîna çareserkirina pirsgirêka kurd hatiye çêkirin û wek berê di nav civaka tirk de jî li hember vê yekê bertekeke cidî nemaye.
Ji ber vekê jî, divê hikumeta AKPê bi wêrekî tevbigere û herwiha divê ew paketa ‘demokratîkbûnê’ ku dê bê ragihandin jî rê li ber çareserkirina pirsgirêka kurd vebike.
Di vê çarçoveyê de, divê di wê paketa ‘demokratîkbûnê’ ku dê bê ragihandin de, herî kêm van xalan di nav xwe de bihewîne;
-Divê rê li ber xebatên amadekirina makezagona nû ku hatiye xitimandin, bê vekirin. Ev makezagon, divê li gor pirrengî, pirneteweyî û pirçandîtiya Tirkiyeyê bê amadekirin ku hebûn û nasnameya gelê kurd jî binase û mîsoger bike.
-Herwiha, hebûn û mafên wan hemû kêmnetewe, ol, mezheb û rengên cûda ku li Tirkiye û Kurdistanê dijîn, binase û mîsoger bike.
-Divê rê li ber perwerdehiya bi zimanê kurdî bê vekirin da ku ji dibistana serateyî heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê û herwiha li Kurdistanê û ew herêmên ku kurd lê dijîn, bibe zimanê fermî yê duduyan.
-Divê derfet bên dayîn ku kurd jî di nav de, hemû nasname, çîn û aliyên civakê bikaribin bi azadane xwe birêxistin bikin.
Mevanên Êziz, Hevalên Hêja
Berî ku dawî li axaftina xwe bînim,
Careke din bi germî xêrhatin li we dikim û ji ber besdariya we, rêz û spasiyên xwe pêskêsî we dikim. 29.09.2013
Slav û rêz.
Pistî axaftina Dagtekîn, Peyama Serokê Gistî yê HAK-PARê Kemal Burkay ji aliyê Serokê Gistî yê Baskê Civanan û Endamê Meclisa Partiyê Sidar Avcû ve hat xwendin.
Peyama Serokê Gistî yê HAK-PARê Kemal Burkay wiha bû;
Dost û Hevalên hêja,
Wek tê zanîn di van rojan de ji bo hevdîtinan em li Basûrê Kurdistanê ne. Mixabin, ji ber vê yekê ez ê besdarê civîna bibîranîna hîmdar, Serokê Gistî yê yekem û herweha Serokê Rumetê yê partiya me Rêzdar Ebdulmelîk Firat ku dê di 29ê Îlonê de li Amedê bê lidarxistin, nebim.
Rêzdar Ebdulmelîk Firat, ji malbateke qedirbilind bû, ew neviyê yek ji serok û rêberê Gelê Kurd Sêx Seîd bû. Wî beseke girîng ya jiyana xwe ji bo tekosîna maf û azadiya gelê me feda kir. Herweha, di salên xwe yên dawî de jî, bi kedeke bêhempa besdarê xebatên damezrandina Partiya Maf û Azadiyan bû û serokatiya wê kir. Wî her hewl dida ku yekîtiya tevgera kurd pêk bîne û di xeteke rast de ber bi azadyê ve bide mesandin.
Ji nuha ve navê wî di nav rûpelên dîroka Gelê Kurd de cihê xwe girtiye. Em ê jî di nav refên partiyê de têbikosin ku hedef û armancên wî bi cîh bên.
Bila ew di nav nûrrê de dilsa be û bila pê bawer be ku dê tekosîna me ya azadiyê raneweste. Sik û guman têde tune ku dê Gelê Kurd bi serbilindî azadiya xwe bidest bixe û li welatê xwe jiyaneke bextewar bijî.
Merasîm bi axaftinên Neviyê Sex Seîd û Berdevkê însiyatîfa Azadî Dara Muhammed Tahir Akar, Neviyê Xalit Begê Cibrî Tahsîn Sever, Berdevkê Koma Diyaloga Dîcle û Firat Muhîtîn Batmanli, Serokê KOMKARê yê kevin Ebubekir Saydam, Siyasetmedar Îbrahîm Guçlu, Nivîskar Salihê Omerî dawî bû.
Dengê Kurdistan