Di
warê mafên mirovî û heq
û azadîyên hûrgelan da RPHE çi dibêje?
Civînên LAHEY, OSLO û LÛNDÊ
Xwendevanên delal,
Wekî eyan e, yek ji mihîmtirîn rêxistineke navnetewî
Rêxistina Parastin û Hevkarîyê li Ewrûpa (Organization
for Security and Cooperation in Europe) ye. Ev rêxistin
li ser heq û azadîyên mirovan û hûrgelan gelek esasên
mihîm danîne. Em Kurd herçiqas hûrgel nebin û miletekî
bi serê xwe bin jî, ew heqê mirovan û hûrgelan,
wek mirov û wek civak me jî bi xurtî eleqeder dike.
Ango divê em bizanin RPHE di vî warî da çi biryar
girtine, çi esas danîne.
Yek ji kar û xebatên ku RPHE di vî warî da kirine,
civîn û konferansên Laheyê, Osloyê
û Lundê ne ku pisporên bi nav û deng di warê
hiqûq, zmanzanî û civakzanîyê da tê da beşdar
bûne û gor çarçuva rêxistin û peymanên navnetewî,
heq û azadîyên mirovan, bi taybetî yên hûrgelan
û endamên wan yek bi yek bi rêz kirine.
Beyan û pêşnîyarên van civînan him bi zmanê
Îngilizî, him jî bi gelek zmanên dinê yên Ewrûpî
heye û di malpera RPHE (OSCE) da cî digre. Lê heya
nuha Kurdîya wan tunebû. (Qasî ku em dizanin Tirkîya
wan jî tune. Hebe jî Tirk vedişêrin, naxwazin
kes, bi taybetî jî Kurd û hûrgelên ku li Tirkîyê
dijîn, hayê wan ji van heq û azadîyan, ji van esasan
hebe.)
Ev hersê belge, ku nêzî pêncî rûpelê mezin bûn,
me teze ji Îngilizî wergerande Kurdî û di malpera
xwe da bi cî kir. Êdî em dikarin bi zmanê xwe jî
wan bixwînin û tê da çi heye bizanibin.
Bi raya me di van belgeyan da gelek heq û azadîyên
mihîm hene ku me eleqeder dikin. Tirkîye jî endamê
RPHE ye û ev belgeyên miştêrek îmza kirîye,
soz daye ku heq û azadîyên ku li destûr û biryarên
RPHE da hatine qebûlkirin bi cî bîne. Ew heq û Azadî
her usa jî bo Kurdan in.
Tirkîye ku dixwaze bibe endamê Yekitîya Ewrûpa
û bona vê yekê divê Şertên Kopenhagê jî bi
kar bîne. Lê Tirkîye van şertan gor pîvanên
vê peymanê bi cî nayne, naxwaze bi cî bîne. Hin
tiştên sosret dike û dixwaze him me Kurdan
him jî xelkê dinê bixapîne.
Wek nimûne, gor şertên Kopenhagê divê hûrgelên
netewî bi zmanê xwe bikaribin perwerde bin. Heqê
perwerdeyî berî hertiştî mekteb in, ji dibistina
pêşîn dest pê dike heya zanîngehê.
Gor van şertan divê hûrgelên netewî zmanê
xwe di warê çapemenî û hemû waran da bi serbestî
bi kar bînin, ango weşandina kitêb, kovar û
rojnaman û weşana radyo û têlevîzyonê jî di
nav da ye. Lê Tirkîye di vî warî da jî berpirsîyarîyên
xwe bi cî nayne, tenê bi hin kirinên derewîn dixwaze
Kurdan û Ewrûpîyan bixapîne.
Gor esasên RPHE, divê avakirina rêxistinên çandî,
civakî û sîyasî ji bo hûrgelan jî serbest be. Lê
dewleta Tirk rê nade vê yekê jî. Wek nimûne, avakirina
partîyên Kurd qedexe ye.
Gor esasên RPHE, hûrgel, gor nifûs û daxwazên
xwe divê bikaribin xwe îdare bikin û tevî kar û
barê rêvebirina karê welat bibin, ku di nav vê yekê
da otonomîya (xwemuxtarîya) çandî û herêmî (îdarî-cografî)
heye. Lê dewleta Tirk qet behsa van tiştan
nake.
Belê baştir ev e ku, hûnê bi xwe van belgeyan
bixwînin tê da çi heye bibînin.
Divê bi taybetî Kurdên rewşenbîr, sîyasetmedar
û yên ku di warê mafên mirovî û di warê dîplomatîk
da kar dikin, hayê wan ji peyman û senedên navnetewî
hebe û ew ji van heq û azadîyan ra xwedî derkevin.
Ev belgeyên jêrê divê tim li ber çavê me bin.
Helbet, ji bo çareserkirina pirsa Kurd ew têrê
nakin, lê mihîm in. Divê em ji bo karanîna van îmkanan
jî ber xwe bidin.
Berhem û belgeyên ev hersê civînan
li jêr in, bo xwendinê bitikînin:
LAHEY
OSLO
LUND
|