Bomî, delalî, nav û deng
Kemal Burkay
Bomî ger ji bo mirovan kêmasî be jî ne guneh
e û ne curm e. Wekî seqetîya bedenî. Evana ne di dest mirovan
da ne, yan qisûr in ku ji roja zayînê tên, yan jî piştî
qeza û nexweşîyekê çêbûne.
Wekî vê, baqilî û delalî jî şabaşên
xwezayê ne. Evana ji bo xwedî sedemê dilxweşîyê bin jî,
ne yê serbilindîyê ne. Ji ber ku ne berhemê kar û xebatekî
ne. Hêjayî û delalîyên ku mirov pê serbilind dibe ev in ku
mirov ji bo wan waxt dide, diweste û diefrîne.
Mirov dikare aqlê xwe ji bo tiştên xirab
jî bi kar bîne; lê berhemê karên han ji bo wan kesan rûreşî
ye. Delalî jî bi tena xwe nikare mirovan serfiraz û bextewar
bike. Ger têr bikira, yeke wek Marîlyn Monroe di ciwanîya
xwe da bi destê xwe dawîya emrê xwe ne dianî..
Helbet, yekî seqet nikare hemû karan wekî yekî
saxlem bike; lê karên gor wî –yan jî wê- jî hene. Hin kesên
seqet hene nikarin bimeşin, lê dikarin enstrumanekî muzîkê
baş bi kar bînin. Ew Hopkîns’ê İngiliz, ku
seqet e, nikare bimeşe, heya serê xwe bi rehetî bizivirîne
rast û çepê, lê di warê fîzîkê da gelek jêhatî ye û xwedî
nav û deng e li hemû dinyayê.
Carina lebatekî mirovan kêm e, yan jî baş
kar nake, hingê lebatên dinê xurt dibin û baştir kar
dikin. Dema çav ne bîne guh xurt dibe, dema ew jî nebe tilîyên
mirovan, ango hestê destlêdanê gelek xurt dibe. Çîroka Helen
Keller’a kor, kehr û bê zman di vî warî da gelek balkêş
e. Ew bi alîkaraya mamosteyên perwerdegarî û di saya herfên
kolandî da hînî xwendin û nivîsandinê û heya derecekî, hînî
axaftinê bû. Bi vî awayî jîyana xwe hêsantir kir, heya kitêb
nivîsandin û di warê perwerdegarî da berhemên baş dan.
Bes mirov bedbîn nebe, ji jîyanê sar nebe; dikare zora qisûr
û kêmasîyên han, yên ne di dest da bibe û rengekî bide jîyana
xwe, wê delaltir bike.
Helbet hin kar wesfên taybetî dixwazin. Mirovekî
jar û seqet nikare bibe werzîşvanekî (sporvanekî) mezin,
yekî bom û ehmeq jî nikare bibe zana û feylesof..
Lê ji gor ewê bom û bodele jî kar hene ku dikare
di heqê da bê. Wek nimûne, di romana Steînbeck a bi
nav û deng, “Derheqê Mişk û Mirovan” da bi navê Lenî
yek heye gelek ehmeq e, lê yekî wek qirase û gelek xurt e.
Bona vê yekê, di kar da ji gelekan jêhatîtir e; kes nikare
çewal û xirarên mezin mîna wî bi hêsanî hilde û bikşîne
cîyekî din…
Dema mirovekî bom û bodele bixwaze rêberîya
civakê bike, em li halê wî dikenin. Lê ew kes dikare bi hêsanî
şivanîya çend qazan bike.. Lê ew kesên han carna jî hewes
dikin ku rêberîya civakê bîkîn, heya carna dikin jî.. Ev jî
yek ji ecêbên jîyanê û dinyayê ye ku him ez û tu pê şaş
û metel dibin, him jî şivanê qaz û golikan!
Helbet, ew rêberîya ku şivanê qaz û golikan
ji civakê ra bike, dawî çi dibe, ew civaka bedbext dikeve
çi halî, malûm e. Nimûne jî li ber çavan in…
Lê bila şaş neyê fêmkirin. Herçiqas
şivanîya qaz û golikan ewqas zehmet nebe jî, nabêjim
şivanî karekî gor bom û bodeleyan e. Na, ev karekî gelek
zor û zehmet e. Divê tu di derheqa pêz û dêvêr da, di derheqa
xweza û demsalan da, di derheqa, gîya, çîya, gelî û zozanan
da, gur û kûçikan da xwedî zanîneke baş, xwedî tecrube
û hestên baş bî. Ma bavê romana Kurdî, Erebê Şemo
jî di zarotîya xwe da ne şivan bû ku hîn di wê demê da
bi çar zmanan dizanibû..
Herçiqas aqil dewlemendîyek e ku ji zayînê
tê, lê zanîn û huner piştra, bi rîya kar û xebatê bi
dest dikeve. Bona vê yekê jî waxt, sebr û berxwedan divê.
Çi di kar û mijûlîya rojane da, çi di warê zanistî û hunerên
xweşik da, ji bo serketinê şert ev e. Yekî teral,
bê sebr û sist nikare tu car di karê xwe da bi serkeve.
Tu kes, tenê bi saya hestên xurt û xeyalên
dewlemend nikare di demeke kurt da û bi hêsanî bibe şair
yan jî romannivîsekî baş. Zanîn û hostatîyek li ser zman
û dewlemendîya bîr û raman jî divê. Ev herduyê dawî jî bi
kar û xebateke mezin bi dest dikevin. Çi di warê hunerên xweşik,
çi di warê zanistî û felsefê da, nav û dengekî rast û baş
bi vî awayî dikare pêk bê. Yên dinê, ango nav û dengê ku bi
rê olaxên kurt, dibe ku bi saya hîle û dubare, bi zora reklamê
derketîye, xapînok e û îro heye sibe tune. Bibê nebê, zeman
nav û dengên han dişo û dibe.
Dibe ku bala we kişand, min behsa hunerên
xweşik û zanistîyê kir, lê ne behsa sîyasetê. Ji ber
ku sîyaset tiştekî cuda ye. Ew pîvan û bêjingên ku di
warê huner û zanînê da hene, di warê sîyasetê da tunin.. Bona
vê yekê, gelek kesên nezan, bê tecrube û kurtbîn jî, ku qet
xwe navestînin bibin xwedî zanîn û tecrube, lê bextê xwe di
warê sîyasetê da dicêribînin, dikevin lecê, bi hîle û dubare,
bi xir û cir, bi devavêtin û pîhn û enîşkan, bi gelek
cureyên bê edebî, dixwazin di vê bezê da xelkê bidin alî û
bi xwe bi pêşîyê kevin...
Lê bi rastî di warê sîyasetê da jî rêberî ne gor kesên bom
û nezan e. Ji bo ku bikaribe ji civakê ra rîya rast nîşande,
divê mirov xwedî tecrube, zana û dûrbîn be. Rêberên baş
di nav tevger û têkoşînên bi zor û zehmet da dighên.
Rêberên rast li dû nav û deng, şan û şoret nabezin,
derdê wan ne ev e. Ew dixwazin karekî bikin, pêşîya civakê,
pêşîya gel û welat vekin. Ew ji bo vê yekê derdikevin
meydanê. Hestên berpirsîyarî, fidakarî û dirîstî ji reng û
rûyê wan e. Ev tişt in ku wan wek rêber derdixe pêşîyê.
Lê ew kesên xweperest (egoîst) ku hertiştî bo xwe dixwazin
û dikin, ew kesên ku birçîyê nav û deng, şan û şoret
in, wek wan kesên hîlebaz, qurnaz û çavvekirî ne, ku tim bi
dû qezencekî neheq dibezin, yan jî wek keştîyeke korsanî
ne, ku ji bo rêbirî û talanê xwe li vir wê dixe… Ew kesên
han di sîyasetê da nikarin rêyeke rast ji gel ra nîşandin,
lê tenê roleke xirab dilîzin û tevlihevîyê zêde dikin.
Kesên han ku bi dû nav û dengekî dibezin, dema
her usa jî nezan û ji huner û hestên delal bê par bin, hingê
di warê sîyasî û çandî da dibin bela serê civakê.
Eva nexweşîyeke xirab e û mixabin li welatê
me nexweşên han ne kêm in.
Hin nivîsên Bûrkay
yên berê:
---------------------------------------------------
Di
dîroka Kurdistanê da rûpeleke teze
Li ser zîyareta Caferî
Dezînformasyon
û Prowokasyon
|