

Mesaja
KEMAL BURKAY ji bo Bîranîna
100saliya BARZANÎ:
Ji bo Partî Demokratî Kurdistan
Birayên delal,
Agahdar bûm ku we, ji bo pîrozkirina sedsalîya
bûyîna Mele Mistafayê nemir, 15´ê Adarê li Stokholmê civînek
amade kirîye. Ji ber ku ne li Swêdê me, mixabin nikarim
tevli vê civînê bim. Bona vê yekê, qe nebe bi vê mesajê
tevî şaya we dibim, Mele Mistefa bi hurmet tînim bîra
xwe û dixwazim çend tiştan jî bêjim:
Dema Mele Mistefa û hevalên xwe piştî
şoreşa 14 Temmozê ya sala 1958 ji Sowyêt vegerîyane
welat, ez 20 salî bûm û hingê min navê wî bihîst û bi tevgera
Kurd hesîyam. Piştî Şoreşa 1961 jî ji xwe,
Mele Mistefa wek serokê şoreşê, wek partîzanekî
bi nav û deng li çîyan, bû sembolê welatparêzî û berxwedanê
ji bo me hemû welatparêzên Kurd.
Jîyana Mele Mistefa, ku ji roja bûyînê heya
mirinê di vê berxwedana bê westan da, di rîya rizgarîya
gel û welat da derbaz bû ji herkesî ra eyan e, ne hewce
ye zêde tişt bêjim. Ew rêyeke çetin bû, berjêr û berjor
bû. Tê da serketinên mezin jî, şikest û dilêşî
jî hebûn. Lê Mele Mistafa ev rîya çetin heya dawîyê bi serbilindî
meşî.
Helbet berxwedanên wî û hevalên wî, zehmetê
ku wan kişand, bedêla ku wan da, di avê da neçû. Ew
berxwedana mezin îro berhemên xwe dide. Kurdistana Başûr
bi azadîya xwe, bi parlamen û hukumeta xwe, bi dibistan
û zanîngehên xwe û bi hemû destkevtîyên din ên delal li
ber çavan e.
Lê hevalno, ji bûyerên dawî jî xuya ye ku,
him ji bo Kurdistana Başûr xeter xilas ne bûn, him
jî piranîya welatê me hîn di bin solê neyaran da ye.
Divê Kurdistana Azad bê parastin û divê xebata
ji bo azadî û rizgarîyê berdewam be.
Ev kar û bar jî dikeve ser milê me Kurdên
îro û yên sibê. Divê em bi camêrî û canikî, bê dudilî û
bê westan, ber xwe bidin.
Ha serê çîyan û ha kûçe û kolanên Hewlêrê
û ha yên bajarên Ewrûpa, divê em li meydanê bin! Hingê em
dikarin bibin layîqî Mele Mistefa û rêberên dinê, şehîd
û welatparêzên Kurdistanê yên bê hed û hesab..
Ez gelek dilşa me ku Parti Demokratî
Kurdistan, bi serokê xwe yê hêja Mesût Barzanî û tevî kadrên
xwe yên bilind û bi hemû endam û hevalbendên xwe xwedî helwesteke
baş e li pêş êrîşgeran, serbilind e û hazir
e ku gel û welat biparêze.
Yek ji lîstik û plana êrîşgeran ew bû
ku ji dubendîya navbera du rêxistinên mezin, PDK û YNK fêyde
bistîne, vê yekê bi kar bîne. Lê ew yekitîya dawî, ew serokatîya
hevbeş, hêvîya wan ê xirab di dilê wan da dihêle, plana
wan pûç dike. Em ji vê yekê gelek dilşa ne, dixwazin
ev yekitî her hebe, berdewam be.
Hevalno, ji van rojên dawî jî xuya ye ku milletê
Kurd hişyar e, li meydana ceng û xebatê ye, bi hevra
ye, ala azadî û rizgarîyê li welat û der welat mil bi mil,
bi hevra bilind dike.
Ev jî nîşan dide ku êdî kes nikare me
bindest bihêle, bihara me bike zivistan.
Bila Mele Mistefa di gora xwe yê Barzan da
rehet razê.
Ez careke din tevî şahîya we dibim, Mele
Mistefayê mezin bi hurmet û hezkirin yad dikim.
Kemal Burkay
Sekriterê Partîya Sosyalîst a Kurdistan
14 Adar, 2003