

Axaftina serokê FKKSê
Keya Îzol :
"Barzanî, bi tekosîna xwe ya nîv
asirî di dilên hemû kurdan de cihekî
taybetî tije dike"
Îsal gava em ji bo bîranîna
100 salîya serokê netewî Mistefa Barzanî
li vir civîyane beþek ji welatê me, Kurdistana
Iraqê, bi hemû alîyên xwe ve di
rojeva dinyayê de ye. Li Iraqê þer dibe
yan na û pêþerojê Iraqê wê
çawa be, bûye pirsên hemû dewletên
dinyayê û herweha pirseke ji bo mirovatîyê.
Barzanî, bi tekoþîna xwe
ya nîv asirî di dilên hemû kurdan
de cihekî taybetî tije dike. Gava behsa Barzanî
dibe, têkoþîna gelê Kurdistanê
tê bîra me, û gava behsa tekoþîna
Kurdan tê rojevê Barzanî tê bîra
mirovan. Ew hem serok û hem jî pêþmerge
bû. Dîrokî bûyina Berzanî
ji ber van xususîyetên wî tên. Barzanî
bi raman, fêdakarî û têkoþîna
xwe dema di jîyanê de û piþtî
kû ji nav me koç jî kir, bûye sembola
tekoþînê gelê Kurdistanê.
Mixabin tekoþîna wî ya bêhempa
fêkîyên xwe dikaribû 13 sal piþtî
wefata wî bide. Xewn û xeyalên Berzanî
bi saya hemû xebat û fedakarîyên
wî û bi hezeran xwîna þehîdên
bênav, xeyala Kurdistaneke azad, îro 12 sal
in di ber çavên gelê me, di ber çavên
dost û dijminên me, bûye rastîyekî
dîrokî û herî girîng ev rastîya
ji alîyê 40 milyon kurdên hemû perçeyên
Kurdistanê tê piþtgirî kirin û
parastin.
Îro fêkîyên ku Barzanî
û bi hezaran þehîdên bênav
pêþkeþî neteweyê xwe kirin
wek xelatek giranbiha, wek zarokek azadîyê di
destê me kurdan de bi her awayî wê bê
parastin û bê mezin kirin. Tu quwet yan tu dewlet
wê nikaribe dest dirêjî wê bike.
Çawa destxistina wê bi xwîn hatiye pejirandin
wê parastina wê jî eger pêwîst
be, bi xwîn were parastin.
Îro gava em dibînin ku dewletên
dagîrker, bi taybetî Tirkiye çawa li
hember azadîya kurdên Baþûr nerehetîya
xwe, bi awayekî eþkere nîþan dide,
divê em bi serehat dilgerm bin ji ber ku nerehetîbûna
wan herweha teyîd dike ku em wek netewe di rêyeke
rast de dimeþin. Ew rêya rast ku serokê
nemir Berzanî nîþanê me dabû.
Herweha êrîþên dewletên dagîrker
divê mesajeke din î girîng bîne
bîra me. Em wek netewe îro di nav pêwendîyeke
çawa de ne ? Çi erk û wazîfeyên
acîl di ber me de ye? Em çawa dikarin îcar
ji van bûyeran azadîyeke têkûz derbixin?
Bêguman van rojên dîrokî de erk
û wacibên me du-sê qat bûne. Îro
roj roja man û neman e. Yan em jî wek her miletek,
çawa bi hev re, mil bi mil serê millî
kirin, xwe ji bin nîrên kolonyalîstan
xilas kirin, em jî hemû bi hev re, hêzên
xwe ji bo hedefekî yek bikin.
Roj roja xebat û fedekarîyê
ye. Çawa serokê nemir Berzanî û
sedhezaran pêsmergeyên bênav ji bo rêya
welat de giyanî xwe yên pak fîda kirin
divê em jî ji bo parastina wan nirxên
hêja xwe amade bikin.
Bila ruhê Berzanî nemir sad be
ji ber ku nifþên nûh soz û peyman
dikin ku wê dîyarîya herî giranbiha
ku ji wî teslîm girtine, wê bi her awayî
biparêzin.