Bîranîna 100saliya Barzanî li Stokholmê roja 15ê Adarê 2003 :


Axaftina nûnerê Komîteya HEVKARÎ ya Hêzên Siyasî yên Kurdistanê:

Gelî mêvanên ezîz
Xûþk û birayên hêja!

Ez li ser navê Komîta Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî xêrhatineke germ li we hemûyan dikim û ji boy bîranîna serokê nemir Mele Mistefa Barzanî gotarekê pêþkêþ dikim.

Gelî xûþk û birayan!

Di bîranîna sedsaliya jidayikbûna têkoþerê mezin, Mele Mistefa Barzanî yê nemir da, em wî bi rêz û hurmet bi bîr tînin û li ber yada wî serê xwe ditewînin.

Îro, dema em li vir, salvegera sedemîn ya jidayikbûna têkoþerê mezin, serokê nemir Barzanî pîroz dikin, weku kurd, li ba me hemûyan hestên serbilindî, dilxweþî û bextewariyê geþ bûne. Ji ber ku, em kesên ku îro ji bo yadkirina vê roja pîroz li vê salonê amade ne, baþ dizanin, ku Barzanî, ji bo miletê me çi zehmetî û dijwarîyên mezin kiþandine. Û ji ber ku, em dibînin, ew ked û xebata wî ya bi dehên salan, encamên xwe îro pêþkêþî xebata avadankirina welat, saxlemkirina stûnên azadiyê û bihêzkirina sengerên parastina miletê me û welatê me dike.

Barzanî di destpêka sedsala buhurî da hat ser rûyê dinyayê. Ew sedsal ji bo miletê kurd, sedsala þer û berxwedanên azadiyê ye. Di nav wê sedsalê da miletê kurd bi dehan car li dijî dewletên zordest û dagirker serîhildan û raperîn kirin. Hema bêje di hemû serhildinan da çi weku piþtpal çi jî weku pêþeng, ked û xebata Barzanî heye. Li Silêmaniyê ji Þêx Mehmûd Berzencî ra, di Serhildana Agirî da, ji Ihsan Nûrî Paþa û hevalên wî ra, li Mehabadê ji Qazî Mihemmed ra dibe alîkar.

Miletê kurd, bi gelek ketin û rabûnan ew sedsal derbas kir û di rêya azadî û rizgariyê da bi sedhezaran þehîd dan. Lê bizava azadîxwaz ya miletê kurd, hîç wextekê nesekinî. Di berdewamiya þerê azadiya miletê kurd da, tevgera Barzanîyê nemir xwediyê roleke sereke ye. Barzanî, bi têkoþîna xwe ya bêwestan, bi rik û inyat, li hember dijwariyên piralî û sext rawestiya, hêviya miletê kurd hertim bilind kir. Barzanî bi pêþmergeyên xwe ve di demên here reþ û tarî de dibû wek ronahiyeke geþ, rê nîþanî neteweyê kurd dida. Her raperineke Barzanî bi xwe re li seranserî Kurdistanê hestên welatparêziyê diweþand. Bi taybetî Þoreþa Îlona sala 1961ê, di çêkirin û belavkirina hestê neteweyî da roleke pir mezin leyîst. Bi vê þoreþa rizgariya neteweyî, navê miletê kurd û rêberê nemir, qehramanê neteweyî Barzanî li seranserî cîhanê belav bû.

Geli xûþk û birayên hêja,
Mêvanên giranbiha!

Barzanî xwediyê gelek xusûsiyetên hêja û bilind e. Çi wek partizan, çi jî wek siyasetmedar û diplomat… Bêguman behskirina wî bi layîqî di gotareke kurt da ne mumkun e,lê dîsan jî ciyê pêwîstîyê ye ku, em çend rêçikên esasî, yên Barzaniyê nemir bînin bîra xwe:

Wî digot: "Em miletekî mazlûm in, þerê man nemanê dikin. Ki bixwaze alîkariya miletê me bike em nabêjin na.
Wî digot: "Kurd û ereb bira ne, lê gereke bira biqasî hev xwedimaf bin"
Wî digot: "Em azdiya xwe di nav sînorê Iraqeke demokratîk da dixwazin"

Belê, Barzanî bi siyaseteke realist û rastbîn kir ku:
-dewleta Iraqê mecbûr bû pê re peymanan îmze bike;
-welatên ereban nexeyidand û ji xwe re nekir dijmin;
-di nav þerê sar yê navbera herdu þeqên dinyayê de þoreþa kurd kanibû bi salan nefesê hilde;
-xetera êriþeke ji bakur ango ji ali dewleta tirk ve berteref kir.

Barzanî li hember dijminên miletê kurd hiþk û bêtavîz bû, li hember însanan, dîn, mezheb û hûrgelan, bi biratî, tolerans û xweþbînî bû.

Hemû ev tiþtana îro jî pêwîst in di siyaseta rasteqîn ya miletê kurd da. Ew, rê nîþanî rêber û siyasetmedarên me yên roja îro didin. Di wan da gelek dersên hêja hene ku em hemû dikarin jê sûdê wergirin.

Gelî xûþk û brayên delal!

Van rojana çavê hemû dinyayê, bala hemû insaniyetê li ser wê cografyayê ye ku welatê me jî lê ye. Dinya, Seddam, çek û sîlahên Saddam, xeterbûna Saddam û þerekî li dij Saddam qise dike. Lê Saddam ne ji îro ve xwediyê aparateke eskerî ya xurt e. Ew aparat par û pêrar nehatiye avakirin, ji mêjda ye miletê kurd li hember wê aparata mezin þer kirîye û dike. Aha di vê pirsê da jî careke din xurtbûna têkoþeriya miletê kurd û Barzanîyê nemir tê ber çavan.

Di nav deh salên dawî da, miletê me li Kurdistana Iraqê biharekê dijî. Ihtimalen þerekî mezin wê li dijî rejima Saddam dest bê bike. Di vê navberê re dijmin û neyarên sondxwarî yên miletê kurd, çavên xirab û kem berdana bihara kurdan, dixwazin wê xirab bikin. Ew ji guhartina statikoya li herêmê gelekî ditirsin. Ango ew ji azadiya miletê kurd re tehamûl nakin. Hukûmeta tirk tehdîda dagirkirina Kurdistana Iraqê dike. Le belê, ew ji bîr dikin ku, miletê kurd destkevtiyên xwe yên neteweyî, wisa bi hêsanî dest xelqê ve bernadin. Bila kes hisabên þaþ meke!

Xûþk û birayên hêja!

Di vê roja pîroz da, hêja ye em bêjin, weku netewe, ji bo me, pêþkevtineke giring, momenteke nû û hêja jî ew e ku hêzên siyasî yên miletê me, van rojana serweriyeke navendî pêk anîne. Ev gava pîroz, bi daxwaz û ramanên Barzaniyê nemir re sedî sed diguncire. Em bi hêvî û baweriyeke xurt silavê li vê pêþketinê dikin. Bila ew li miletê kurd pîroz be.

Em careke dî bi rêz û hurmet serok Mele Mistefa Barzanî bibîr tînin û bila ev roja mezin li hemû miletê kurd pîroz be!

Spas ji bo we guhdarî kir!…


***

 
Mesaja Sekreterê giþtî yê PSK Kemal Burkay
Axaftina nûnerê Komîteya HEVKARÎ H.Ezkurd
Axaftina serokê Federasyona Komeleyên Kurdistan Keya Îzol
vegere
serî
© 2001-2003 Roja Nû