Li Stokholmê:



100 saliya jidayikbûna
MELE MISTEFA BARZANÎ
hat pîrozkirin

Sedsaliya jidayikbûna Mele Mistefa Barzanîyê nemir li Stokholmê hat pîrozkirin. Civateke qelebalix ji bo yadkirina serok Barzanî li salona þahiyê amade bûn. Ji ber ku di salonê da þûna rûniþtinê nema, gelek kesan li ser piyan bername gudarî kirin.

Civîna bîranînê, bi rawestina bi deqîqeyeke bêdeng ji bo rêzgirtina Barzanî û hemû þehîdên azadiyê destpêkir. Piþtî xwendina "Ey Reqîb", dor hat pêþkêþkirina gotarên Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî, ya serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê, Platforma Kurdên Awropayê, nûnerê Hukumeta Herêma Kurdistanê. Nama sekretê giþtî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê birêz Kemal Burkay ji alî hevalekî PSK ve di civînê da hat xwendin.

Herweha gotarên PDK-Îran (ji alî nûnerê wan ve) û nameyeke pîrozbayîyê jî ji YNK-liqê Swêd hat xwendin. Dûra gotarên PDK-Bakur û PDK-Iraq liqê Swêd hatin pêþkêþ kirin. Ji ber ku bi jimareke pir slavname û mesajên pîrozkirinê hatibûn þandin, tenê navên þandiyaran hat xwendin. Bilî partîyên siyasî, gelek dezgehên demokratîk û kûlturî jî slavnameyên pîrozbahiyê þandibûn.

Di hemû axaftin û slavnameyan de li ser rola serok Mele Mistefa Barzanî ya di tarîxa têkoþîna azadî û rizgariya Kurdistanê de hat sekinandin. Giringîya tevgera Barzanî û mezinaya Barzani wek rêberê miletê kurd hat bilêvkirin. Þaira hêja Sebîha Hekarî li ser Barzanî û xebata wî çend helbest xwendin. Di dawiya civînê da hunermend Nasir Rezazî, Merziye Ferîqî û Xosnav digel miletê di salonê da "Ey Reqîb" xwendin. Civîna bîranînê bi awakeyî serkevtî gihîþt dawî. Civîn ji alî Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî, Federasyona Komeleyên Kurdistanê û Platforma Kurdên Ewrûpayê hatibû organîzekirin

***

 
Mesaja Sekreterê giþtî yê PSK Kemal Burkay
Axaftina nûnerê Komîteya HEVKARÎ H.Ezkurd
Axaftina serokê Federasyona Komeleyên Kurdistan Keya Îzol
 
© 2001-2003 Roja Nû