hawara deng
bilind
bêje
zayîne
pençeşêra
li zeviya
heskirina min
şex dayî
ji
her kesî re
bêje
li
hev parkirine
tenêtiya gundan
şêwê
bi cih hiştine
bîranînan
li
şadiyên kûjeran
sema meyî
nûşan
êşa
kûştine hêviyê
bêje
bi stranan
xoşewîstiya min
bêje
bi kovan kêşan re
govend girtina
min
destpêke
rêwîtiya şad
pifkirine pêlên
xwîna wijdanên
mirî
ramûsanên
di lêvên
mirinê de
gul pişkivandin
bêje
derza dil
ji xeman
ji
bejnbostên xwe yezdan regihandî re
li ser secada
dest bixwînan
ne çûne
secde
li ayînên
cenazên
hêviyên mirî
ne giriyê
sexte
û li paş
lehengan
nebûme şirîkê
îske
îskên
qelabalixên bêdeng
bêja
eyer tewanbê
ev
ji gulebarê
re
navê min
di serî de
binivîsa
16.06.2005
|