PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pýrs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
PSK
Bername
Dîrok
Jîyana Kemal Burkay
Program
Tarih
Kemal Burkay'ýn Yaþamý
 
 
Bername ya PSK
 Beþa l.
 
KURDISTAN ÇAWA BÛ KOLONî
 
Welatê me Kurdistan ku gelê Kurd ji hezar salan vir da li ser dijî, îro di navbera çar dewletan da (Tirkîye, Iran, Iraq û Sûrîye) parçekirî ye û gelê Kurd ji zêtirî 30 mîlyon nifûsa xwe, bindest e.
 
Kurdistan berê di navbera împaratorîyên Osmanî û Îran da bû du beþ; ji ber gele þerên ku di navbera van herdu hukmên feodal û zordest da li ser Kurdistanê çêbûn, welatê me di agir û þewatê da xirab bû û hat talankirin; di alîyê aborî, civakî û çandî da þunda ket. Di vê demê da sazûma feodalî ya Kurdistanê jî bû astengek mezin li pêþpêkhatina yekitîyek merkezî.
 
Gele serhildanên netewî (mîllî) ku gelê Kurd di seranserî sedsala 19. da pêk anî, hemû jî serneketin, ji dewletên mezin ên kolonyalîstên Rojava, ku dixwestin tesîra xwe li heremê firehkin.
 
Piþtî Þerê Dinyayê Pêþîn, Dewleta Osmanî hilweþî û Kurdistan ji cardin parçe bû di rûbarî xebata împeryalîstên ku, bi taybetî dixwestin warên dewlemend bi alîyê niftê bi destxinin. Îngilizan beþekî mezin ji cenûbê Kurdistanê di nav sînorê Iraqê da berdan ku bi wan ra girêdayî bû. Fransizan jî Cizîr û Çîyayê Kurd, ku bi alîyê niftê û erda çandinîyê gelek dewlemend e, bi Sûrîyê va girêdan û xistin bin destê xwe. Beþa mezin a Kurdistanê ji Komara Tirkîyê ra ma ku nu saz bûbû li ser mêrata Dewleta Osmanî. Îranê jî para xwe ya kevn parast. Bi vî awayî Kurdistan bû çar parçe û heya îro bi vî halî ma.
 
Dewletên heremê û hêzên împeryalîst ku Kurdistan di nav xwe da parva kiribûn, gele serhildanên gelê Kurd jî, ku di sedsala 20. da çêbûn, bi xwîn û þewatê pelixandin û dijî gelê me hevkarî û piþtgirîya hevdu kirin.
 
Him li Tirkîyê û Îranê, him jî li Sûrîyê û Iraqê dewletên netewî çêbûn û ev welat, ji wê demê heya îro, di warê aborî, civakî û çandî da gelek pêþva çûn. Lê Kurdistan, ji ber zordestî û zêrandina giran, ji vê pêþveçûnê bêpar ma. Bi destê van dewletan û hêzên împeryalîst, heyîyên welatê me yên ser erdê û bin erdê hat talankirin. Gelê me ji niftê, ku bi tena xwe dikari bû bibe sedemê dewlemendî û pêþvêçûna welatê me, û ji madenên dinên dewlemend, wek krom, sifar, hesin, komir û fosfat tu feyde ne dît. Ew ji Kurdistanê tên kolandin û kiþandin. Çem û robarên welatê me yên dewlemend jî usa bê feyde diherikin, yan jî, enerjîya ku ji wan tê girtin diçe derî welat. Kurdistan ku ta ji dema berê bi alî pez xudîkirinê gelek bi nav û deng e û ji alî çandinîyê xudî erdeke xurt û fireh e, dîsa jî gelê me îro di feqîrî û perîþanîyek mezin da ye. Van dewletana hemûyan jî, ta ji destpêkê heya îro, bona pêþvebirina aborîya Kurdistanê tu xebat nîþan nedan, lê sîyaseta talan û zêrandinê bi rêva birin. Bona vê yekê ye ku, di hemûyê van dewletan da, di navbera Kurdistanê û metropolê da ferqekî mezin çêbû.
 
Him li Tirkîyê, him jî li Iraq, Îran û Sûrîyê, hêzên hasilkirinê gora xwe gelekî pêþva çûn, di warê dan û stendinê, çandinîyê û senayîyê gavên pêþavêtin. Bi vî awayî, pêvendîyên hasilkirinê yên feodalî bi piranî winda bûn û cîyê wan pêvendîyên kapîtalîst girt. Çêbûna wek milletekî û çanda mîllî gavên pêþavêtin.
 
Lê li Kurdistanê guhartin gelek hindik e. Sedemê vê zulm û zêrandina mezin e li Kurdistanê û li ser gelê Kurd. Ev dewletên ku welatê me di nav xwe da parçe kirine, bi salan e li Kurdistanê þer dikin, da ku berxwedana gelê Kurd ji bo azadîyê bipelixînin. Ji bo gelê me dawîya kuþtin, qirkirin û koçê nayê. Welatê me tim cîyê agir û þewatê ye. Ji bo sibê tu bawerî tune û xelk di derdê canê xwe da ye; di rewþeke han da di warê aborî û civakî da guhartinên baþçê nabin. Serda jî, ji ber ku di van salên dawî da, rejîmên zordest yên Tirkîyê, Iraq û Îranê, ji bo pelixandina tevgera Kurdî gelê me qir dikin, gund û bajaran, çol û çîyan xirab û wala dikin û heya çekên kîmyewî jî bi kar tînin, welatê me zêtir xirêbe bûye.
 
Zman û çanda gelê Kurd di her çar dewletan da jî zordestî dibîne. Ev zordestî xasima li Tirkîyê zef giran e. Dewleta Tirk bi rê olaxên ne dîtî, xwest ku zman û çanda gelê Kurd ji ortê rake û gelê Kurd bihelîne (asîmîle bike). Zmanê Kurdî di warê xwendinê, çapemenî, radyo û têlevîzyonê û di kar û barên resmî da hat qedexekirin. Di warê xeberdana rojane da jî pir caran, xwestin rê li Kurdî bigrin û ceza dane xelkê ku Kurdî xeber da. Ev zordestîyên han, îro jî hîn berdewam e û tesîreke xirab dikin li ser pêþveçûna gelê Kurd di warê civakî û çandî da.
 
Ji ber vana ye ku Kurdistan ketîye halê kolonîyan. Pêvendîyên kolonî û metropolan di warê aborî da be, di warê civakî, sîyasî û çandî da be, bi her awayî xwe nîþan dide.
 
Kurdistan îro bazarek e ji bo bûrjûwazîya Tirk. Ew ji vir maddeyên xam û berên çandinîyê bi erzanî digre û berên sinayîyê difroþe vir. Serda jî, dewleta Tirk, ji bo nift, hesin, sifar, komir, krom, fosfat û elatrîka ku ji vir distîne tu quriþekî nade, temamîyê belaþdistîne; ji ber ku Kurdistanê wek milkê xwe dihesibîne! Lê ji bo avakirina Kurdistanê û bo xweþkirina jîyana gelê Kurd tu mesrefê nake.
 
Kurdistana bakûr (þîmal), karhêzekî erzan peyda dike ji bo kapîtalîst û axayên Rojava (Tirkîye). Xebatkar û ronakbîrên Kurd tim ji Kurdistanê bar dikin diçin û li Rojava bi cî dibin. Dewlemendîyên Kurdistanê jî tim ber bi Rojava diherikin û li wir dighên þiklê sermîyanê.
 
Ji ber vê çerxa zêrandin û zordestîya giran, gelê Kurd nikare pêþva biçe û bigihîje himçaxên xwe. Ev yek, di hemû warên jîyana gel da xwe nîþan dide. Eger îro li Kurdistanê hîn sazûmana eþîrîyê, þêxtî û axatî ewqas xurt e, ji vê ye. Li alî din, feodafên han ji bo sazûmana kolonyalîst hevkar û bingehekî xurt in, da ku ew brkaribe Kurdistanê bi rehetî bizêrîne û gelê Kurd bike bin destê xwe
 
QANAXA P ÊÞ GELÊ KURD ÞORE;SA NETEWi û DEMOKRATiK
 
Bona vê yekê, îro qonaxa esasî û dîrokî li pêþgelê Kurd rizgarîya netewî (mîllî) ye. Heya ku gelê Kurd bandûra beyanîyan li ser Kurdistanê negihîne dawî û sazûmaneke demokratîk ava neke, nikare azad bibe, nagihîje aþitîyê û nakeve rîya pêþketinê.
 
Qonaxa esasî li pêþme þoreþa netewî û demokratîk e: Divê bandûra beyanîyan bê rakriin, bi reforma axê bermayîyên sazûmana feodalî bighê dawî û gundî bibî xudan erd, sazûmaneke demokrat bê avakirin, heyîyên Kurdistanê yên ser erdê û bin erdê bên parastin, aborî û çanda netewî pêþva biçe.
 
Rizgarîya netewî bi destê gelê Kurd wê pêk bê. Heya ku kar û xebateke xurt nebe, rizgarî bi dest nakeve. Bona vê yekê, divê ji bifî hevkar û peyayên dijmin, hemû hêzên welatparêz -karker û gundî, bîrewer, mele, esnaf û hunermendê piçûk, ehlê ticaret û sinayîyê, xudanerdê mezin ên welatparêz û partîyên welatparêz ku van çîn û tebeqên civakî temsîl dikin, rêxistinên jinan û xortan di beriyekî (cephe) da yek bin.
 
PSK - ARMANC û RENG êN XWE
 
Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK), li vê beþa Kurdistanê ku di bin bandûra Tirkîyê da ye, di dawîya sala 1974 da ava bû û di vî parçeyî da kar û xebat dike. PSK partîya karkeran, gundîyên feqîr û nîvçehal, esnaf û hunermendan, bîreweran û yê hemû xebatkarên din e. PSK, þoreþa rizgarîya netewî li pêþîya xwe wek armanca nêzîk danîye.
 
Þikl û rengên tevgera rizgarîyê, rê û olaxên wê û haletên ku bi kar bîne, girêdayî hal û rewþê zemîn û zeman e. Em dixwazin ku ev pirs bi rê-olaxên aþitîyê û li ser esasên heqîyê bê safîkirin û bi vî awayî, him gelê Kurd û him jî yên cîran zêde eza û cefa nekiþînin. Lê ev tiþt ne tenê di dest me da ye. Hêzên kolonyalîst heya nuha razî ne bûn ku heqên gelê Kurd nas bikin û îro jî hewl didin ku tevgera me ya ji bo azadîyê bi darê zorê bipelixînin. Di rewþeke han da, heqê me ye û ferz e ku, em jî, bi hemû rê-olaxên heq kar û xebat bikin û berxwedin, da ku dawîya zulm û zordestîyê bînin û bigihîjin azadîyê.
 
Partîya me di þerê rizgarîyê da, gelê Tirk ê xebatkar, pêþverû û demokratên Tirk ji xwe ra wek hêzên dost dibîne, û qîmetek gelek bilind dide bo hevkarî û piþtgirîyê bi wan ra. Di navbera avabûna demokratîyê li Tirkîyê û azadîya Kurdan da pêvendîyek xurt heye. Ew sîyaseta zordestîyê ku sazûmana kolonyalî dijî gelê Kurd bi rêva dibe, sedemê xurtbûna þovinîyê û mîlîtarîzmê ye di welat da. Ji ber vê ye ku, herdu gel jî gelek eza û cefa dikiþînin û dewlemendîyên însanî û heyîyên welat telef dibin. Eger ji vê pirsê ra çareyek bê dîtin bi riya aþitiyê û li ser heqîyê, ji bo herdu gelan jî gelek baþdibe.
 
PSK, di warê navnetewî da hemû hêzên ku bi alî xebatê, aþitîyê, azadîyê, demokratîyê, heqên mirovî, parastina derdor bin, ji xwe ra wek dost dibîne û bi xurtî piþtgirîya wan dike.
 
ÞIKLÊ DERBAZBûNA SOSYALîZMÊ
 
Ji bo qonaxa dûr, armanca PSK sosyalîzm e. Partîya me ji bo azadîya mirovan bi her awayî û bo pêþveçûna wan bi her alî, sosyalîzmê hevce dibîne. Sosyalîzm dawîya her texlît zêrandin û zordestî ye di jîyana civakî da, azadî û wekhevîya rastî ye.
 
Sosyalîzm li ser rîya pêþveçûna mirovîyê qonaxeke usa ye ku, bibê nebê, bi dû kapîtalîzmê tê. Mafê xebatkaran, ku piranîya gelên îro ew pêk tînin û mafê mirovîyê bi awayekî giþtî, di sosyalîzmê da ye.
 
Li alî din, ev tecrubeyên ku ji þoreþa Çirîya Pêþîn ya 1917 vir da çêbûn, baþnîþan didin ku, avabûna sosyalîzmê demekî gelek dirêj dixwaze û di vê demê da hin caran di paþda vegerîn jî wê hebin. Dîsa ev tecrube nîþan dide ku, heya ku daxwaz û piþtgirîya piranîya gel nebe, kes nikare sosyalîzmê ava bike. Ev jî tenê di sazûmaneke demokratîk bi pir partî û pir dengî da çê dibe, da ku piranîya gel bikaribe daxwaz û mêyla xwe bi serbestî nîþande. Divê civat bi alîyê aborî, sîyasî û çandî ji bo guhartineke han kemilî be. Derbazbûna sosyalîzmê, her usa jî, girêdayî rewþa netewî û navnetewî ye bi awayekî giþtî.
 
Bi raya me, ji bo Kurdistanê sosyalîzm, îro ne armanca nêzîk e. Piþtî rizgarîya netewî, avabûna civateke demokratîk, pêþveçûn û bejndana aborî û çanda netewî û kemilîna civatê ji bo sosyalîzmê, demeke gelek dirêj wê bigre ku nuha em nizanin wê çiqas bikiþîne.
 
Raya PSK ev e ku, derbazbûna sosyalîzmê bi temamî di rewþeke demokratîk da, bi daxwaz û piþtgirîya gel, ango bi rê-olaxên aþitîyê wê bibe. PSK, di civateke demokratîk bi pir partî da, piþtî hilbijartineke rizgar, ger bikaribe bawerîya piranîya gel bistîne wê bê sêr hukim û programa xwe ya ber bi sosyalîzmê gav bi gav bi cî bîne. Kîngê bawerîya gel windakir wê hukim berde û wek muxalefet kar bike.
 
REWS;A T KOÞîN GOR ÞERTÊ N TAYBETî DI HER PARÇEKî DA
û PIRSA PIÞTGIRî û HEVKARîYÊ
 
Sînorên ku Kurdistan parçe kirine bi destê împeryalîstan û dewletên mintiqê û bê rizaya gelê Kurd hatine danîn. Gelê me ev sînor nasnekirin û tucar nasnake.
 
Dewletên ku Kurdistan di nav xwe da parçe kirine, piþtgirîya hevdu jî dikin û hin caran van sînoran bi xwe dilivînin û jê derbaz dibin, bona pelixandina tevgera rizgarîyê ya gelê me. Himber vê yekê, hevce ye û pewîst e ku hêzên welatparêz ên hemû parçeyên Kurdistanê jî di nav xwe da hevkarî û piþtgrîyek xurt pêk bînin.
 
Li alî din, tevgera rizgarîyê ya her parçekî, xudan pêvendîyên xurt e bi tevgera gelên cînar ra û tesîrên þertên dîrokî, avakî û sîyasî yên wê dewletê gelek li ser dibe. Têkoþîn li her parçekî, gora rewþa wî parçeyî bi rêva diçe, dibe ku di zemanên cuda cuda da dighê dawî û dawî jî ferq dike. Rêzbûna tevgerê û rêberîya wê li her parçeyekî, dikeve ser milê rêxistinên þoreþger ku li wî parçeyî di nav refên gel da rêzbûne.
 
PSK, ji bo rizgarîya gel qîmetek bilind dide piþtgirî û hevkarîyê bi rêxistinên parçên dinê ra. Partîya me, kîngê hevce be, rexne û pêþnîyarên xwe wek dostekî dike, lê têkilî karê van parçeyan û rêxistinên wan nabe.
 
Rakirina sînorên ku îro Kurdistanê parçe dikin û pêkanîna yekitîya milletê Kurd ji armancên me ên bingehîn e, kîngê ev firsend derkeve, emê ji bo yekitîyê wê kar bikm. Divê di kêmayî da du parçên Kurdistanê rizgar bin, da ku meriv bo yekitîyê gavekî bavêje.
 
CUDABûN û YEKITIYA DEMOKRATîK
 
Rizgarîya gelê Kurd bi heqê çarenûsî dibe. Divê gelê me karên welatê xwe bi xwe rêva bibe.
 
Bi raya Partîya me, ji bo Kurdistana Bakûr, ev yek bi du þiklî dibe: Yan gelê Kurd cuda dibe û dewleta xwe ya taybetî ava dike, yan jî bi gelê Tirk ra yekitîyeke demokratîk çê dike.
 
Di þiklê duduyan da, yekitî, divê bi federasyona du komarên (cûmhûrîyet) wek hev be. Ango, Kurdistan jî wek komarekê bi rêz be, hukumet û parlemena xwe ya taybetî hebe û qasî komara Tirkîyê xudî heq be.
 
Kîngê ji bo heqê çarenûsî rewþkamil bû, gelê Kurd dikare ji van herduyan yekî hilbijêre. Herdu þikil jî serxwebûn e.
 
BEÞA II.
 
Armancên Sîyasî
 
l.Hukma kolonyalî ya karbidestên Tirkîyê li ser Kurdistanê wê bê rakirin û li welatê me komareke demokratîk wê bê avakirin.
2.Li ser esasên wekhevî û gora mafên herdu alî bi welatên dinê ra pêvêndî wê bên çêkirin; hemû meqerên eskerî yên beyanî wê bêne rakirin.
3.Bo derxistina qanûnan û çêkirina hukumetekê li Kurdistanê, Meclisa Kurdistanê ya Neteweyî wê bê avakirin. '
Ev meclîs gor esasên wekhevî, giþtî (ûmûmî) veþartî û yekcarî (yek dereceyî) wê bê hilbijartin.
Hemû partî wê bikaribin bi serbestî di hilbijartinê da cî bigrin.
4. Hemû welatîyên ku 18 salê xwe temam kirine wê bikaribin ray bidin bo Meclîsa Netewî û meclîsên mintiqî; hemû welatîyên ku 21 salê xwe temam kirine; wê bikaribin ji bo van meclîsan bêne hilbijartin.
5. Hemû kes -nijad, zman, dîn û cinsê (jintî û mêrtî) wan çi dibe bila bibe- bê ferq û bi temamî wê xudan azadîya bîr û bawerî, dîn, gotin, nivîsandin û neþirkirin, rêzbûn, kombûn û meþînê bin.
6. Hemû hindikahîyên ku li Kurdistanê dijîn ji zordestîya netewî wê bên xilaskirin, heqên wan ên netewî û demokratîk wê bêne dayîn.
7. Di warê heqên mirovî da, esasên Daxuyanîya Heqên Mirovî ya Cîhanî ya Milletên Yekbûyî û Konseya Ewupê û Konferansa Parastin ve Hevkarîya Ewrûpê (KPHE) li Kurdistanê jî bi temamî wê derbaz bin.
8. Qanûnên sazûmana kolonyalî wê bên rakirin, gor esasên komara demokratîk û mafên neteweyî, qanûnên nu wê bên danîn.
9. Di warê dadî (huqûqê) da sîstemeke demokratîk wê bê sazkirin; mehkeme serbixwe û hakim xwedî parastin bin.
10. Ji bo parastina komara demokratîk ordîyeke netewî wê bê sazkirin.
 
Avakirina Aborîya Netewî
 
11. Karxane, banke û madenên ku ji dewleta kolonyalî dimînin wê bibin milkê gelî.
12. Karxaneyên þexsî yên mezin ku baþkardikin wê bimînin di destê xudîyan da; karxaneyên ku kara gelî tê da hebe wê bibin milkê gelî.
13. Kar û xebat wê bê kirin, da ku sermîyan û teknolojîya beyanî bê welat, di wê çarçuvê da ku kara gelî tê da heye.
14. Karxanên senayîya giran wê bên avakirin.
l5. Esnaf û hunermendên piçûk wê bên parastin.
16. Sinetên piçûk yên gelêr wê bên parastin û bo pêþvebirina wan alîkarî wê be kirin.
l7. Bo ku di hasilkirina enerjî û karê avdanê da ji avên dewlemend ên Kurdistanê baþbê feydekirin, xebatek xurt wê bê nîþandan.
l8. Bona parastin û firehkirina daristanên Kurdistanê, bona parastin û zêdekirina çivîkan, masîyan û heywanên nêçîrê û nebatan -bi kurtî, bona parastin û zêdekirina dewlemendîyên welat yên tebîyî û bona parastina dorber (tebyetê), tedbîrên mezin wê bêne girtin.
l9. Di warê tûrîzmê da ji heyî û delalîyên welat wê bê feydekirin û bona pêþvebirina tûrîzmê xebat wê bê nîþandan.
 
Serrastkirina Kar û Xebatê
 
20. Warê kar û xebatê gor esasên ILO wê bê rêzkirin.
2l. Bo xebatkaran xebata rojane divê ji 8 saetî derbaz nebe.
22. Ji bo hemû xebatkaran hêqê avakirina sendîkan, bazarîya komî û karberdanê wê bê naskirin.
23. Sazûmana parastinê ya civakî wê bê sazkirin, sîgorta betalîyê jî di nav da be.
24. Heddê emekdarîyê, gor dirêjaya emr li Kurdistanê û gor þertên aborî û civakî û heddên navnetewî be.
25. Ji jin û sêwîyên þehîdên rizgarîya netewî ra, ger hevcedar bin, meeþwê bê girêdan.
26. Herçî xebatkar, gor xebata xwe wê ucret bistîne.
27. Ji bilî karên ku wek alîkarîya malbata wan be û dijî xweþîya wan nebe, xebitandina kesên ji 16 salî piçûk qedexe ye.
28. Ji bo jinan di warê xebatê da wekhevî wê hebe; jin û mêr, bo karê bi qasî hev, ucreta bi qasî hev wê bistînin;
Ji bo safîkirina problemên jinan, ku ji zaro anînê pêk tên, tedbîrên qanûnî wê bên stendin.
29. Karker di rêvabirin û kontrola kargehan da wê xudî par bin
30. Tiþtên ku ji bo mirovtîyê rûreþîyek mezin e, wek parsokî û fuhþ, wê bên qedexekirin; bo hemû kesan kar wê bê dîtin ku besî îdara wan bike.
3l. Ji bo hemû kesên ku dixebitin mehek îzin û îmkana wêhsgirtinê wê bê temînkirin û ew di vê demê da ucreta xwe jî wê bistînin.
 
Reforma Axê û Gundîtî
 
32. Bi reforma axê hemû erdên fireh ku di dest xudanerdê mezin da ne wê bê standin û bibe milkê netewî;
Di nav xudanerdê mezin da herçî kesê ku alîkarîya þoreþê kirîye, bedêleke minasib wê bistîne; herçî hevkar û alîkarê dijmin tu bedêl nastînin.
33. Ew gundîyên ku axa wan tune, yan jî besî wan nake, li wan axa belaþwê bê parvekirin; bona çêkirina kooperatîfan bi dildarî, alîkarîya gundîyan wê bê kirin; haletên çandinîyê yên modern bê dayîn; bona fêrbûn û bi cîanîna usûl û fenên çandinîyê, merivên zana û pispor alîkarîya wan wê bikin.
34. Hemû çêre wê bibin milkê cimaetê û ji wan bi usûlên zanistî wê bê feydekirin;
Xudîkirina pez û dêwêr, alafê wan, dermankirina nexweþîyên wan; berhevkirin, çêkirin û parastina berên wan wê bi usûlên modernî pêk bê û di vî warî da alîkarîya gundîyan wê bê kirin.
35. Dênê gundîyên feqîr û nîvçehat, bi temamî wê be rakirin.
36. Gundî wê bikaribin têr qrêdî bistînin û ew ji þêlandina faîzxweran wê bên xilaskirin; faîzxwerî wê be rakirin.
37. Bi çi navî dibe bila bibe, baç û beþên ku mîr, axa û þêx ji gundîyan distînin û suxreyê ku bi wan didin kirin wê bê rakirin, pêvendîyên hanê ku ji dewra derebegî mane wê bêne qedexekirin.
38. Bo birina rê, elatîrik û avê û bo çêkirina dibistan, kitêbxane, û cîyên xweþîyê li gundan, çi xebat lazim e, demek berê wê bê kirin.
 
Terbîye û Çanda Netewî
 
39. Zmanê Kurdî di Kurdistanê da wê bibe zmanê resmî;
Herdu zaravayên Kurdî ku li Kurdistana bakûr tên qisekirin, Kurmancî û Zazakî, wê bikaribin li ser esasên wekhevî û bi serbestî bi kar bên û pêþva biçin; bi hevkelîna zaravan û yekitîya zman, di dahatû da û bi þiklekî tebîyî wê çêbe.
40 .Sazûmana zanyarîyê wê demokratîk be, gor esasên zanistî û mafên gel be.
41. Xwendina bingehîn heya 16 salî wê mecbûrî be; xwarin, cil, haletên xwendinê ji bo hevcedaran wê belaþbe.
42. Xelkê Kurdistanê ku bi piranî bê xwendin û nivîsandin e, bi rîya xwendina mezinan ji nezanîyê wê bê xilaskiim.
43. Xebateke xurt wê be kirin, bo ku zmanê nivîsandinê û edeba Kurdî, ku heya nuha di bin zordestîyeke mezin da þunda maye, di demeke kurt da li çaralî Kurdistanê di nav millet da bi firehî bê fêrbûn; di xwendegehan da, di warê çapemenî û weþanî da û di hemû warên din da, bi her awayî bi kar bê û pêþva biçe.
44. Bona ku hemû welatîyên me xwe pêþva bibin û jêhatî bin û bona ku ji huner û çand para xwe bistînin, çi lazim e wê bê kirin.
45. Ji bo xweþîya ciwanan bi alî ruh û laþ, spor qîmeteke mezm wê bibîne û navendên çandî yên ciwanan bêne vekirin;
Her usa jî, bona ku spor di jîyana hemû gel da cîyê xwe bigre, çi xebat lazim e wê bê nîþandan.
46. Karên dîn û dewletê ji hev wê bên cudakirin;
Hemû kes di bîr û bawerîyên xwe yên dînî da wê serbest bin; li kesî zordestî wê neyê kirin û ji kesî ra mumtazî wê neyê naskirin.
Firsend ji dest þêxan û kesên dinên kevneperest wê bê girtin ku ew nekarin dîn ji xwe ra bikin halet û pê xelkê bixapînin.
47. Bona ronahî dîtin û pêþvebirina dîrok, huner û çanda milletê me xebat wê bê kirin.
48. Li þop û efrandinên dîrokî yên Kurdistanê wê bê gerîn, ewê bên nukirin û parastin.
49. Hemû gelên hindikahî ku li Kurdistanê dijîn, wê bikaribin zmanê xwe bi serbestî bi kar bînin; di warê xwendin, zanyarî, hunermendî û hwd. da serbest û xudî firsend bin.
 
Derheqa Jinan
 
50. Bo ku jin ji bindestîyê xilas bin, di jîyana cimaetê da, di warê kar û di warê sîyasî û civakî da bigihên dereca mêran, çi lazim e wê bê kirin.
5l. Xirabî û tedayên ku li jinan tê kirin, ku ji dema derebegî heya îro mane, wê bên rakirin; di mal da jî, li jinan teda û lêdan wek curm hê hesibandin û bona rakirina tiþtên hanê tedbîr wê bêne standin.
52. Bona fêrbûn û pêþveçûna jinan xebatek xurt wê bê kirin û ew jî wê bikaribin ji firsêndên zanyarîyê qasî mêran feyde bibînin.
53. Qelen wê bê rakirm.
 
Mal û Bajarvanî
 
54. PSK gelê me ji malên kevnare û ji qurbanîya erdhêjan û þepeyan wê xilas bike;
Gundîyên mê ji cîyên piçûk û kevnare wek gom û mezran wê bên xilaskirin.
55. Herkes gora ehlê xwe wê xudî maleke sihhî û modern be;
Kirê wê di bin qontrola dewletê da be û herçî hevcedar wê alîkarîya kirê bistînin.
56. Di avakirina bajaran û malan da, hatin û çûnek rehet, paqiþîya hewayê, cîyên hêþîn, park û xweþîkî wê li ber çav be û bo bajarvanîyeke himçax, bi zanyarî û plan wê bê karkirin.
57. Bi cî anîna îmkanên xwarinê ku meriv hevcedar e, birçitîya eþkere û ya veþartî wê bê rakinn.
58. Bona xweþîya gel çi lazim e wê bê kirin; di nexweþxane û cîyên xweþîyê yên dewletê da, bo kesên hevcedar lênêrîn, xweþkirin û dermankirin wê belaþbe.
59. Ji bo zarokan têr malê zarokan (kreþ) wê bên vekirin; zarokên bêkes bi destê dewletê wê bên xudîkirin û parastin.
60. Nexweþ, seqet û pîr û kalên hevcedar bi destê dewletê wê bên parastin û xudîkirin.

PSK © 2001