PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pýrs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
PSK
Bername
Dîrok
Jîyana Kemal Burkay
Program
Tarih
Kemal Burkay'ýn Yaþamý
 

Bi kurtî jîyana
Kemal Burkay
û karû xebata wi ya nivîskarîyê

Di sala 1937 da li Dêrsimê, qeza Mêzgirê, gundê Dirban hatiye dinê.

 Bavê wî li dibistanê dersdar bû. Dibistana pêşîn a pênc salî li gundên dorê û li gundê xwe xwend û xilas kir. Piştî wê, di sala 1949 da çû mekteba mamostetîyê bi navê "enstîtûyê" li Akçedaxê, bajarê Meletyê. Li wir û li Ensîtûya Dîclê (li Erganî) xwend û di sala 1955 da xilas kir.

Di sala 1956 da îmtihanên lîsê jî da û li Fakulta Huqûqê, li Enqerê qeyd bû. Him li gundan mamostetî kir (du sal li Kurdistanê, gundekî Wanê, salekê jî li gundekî Enqerê) him jî di dawîya her sala xwendinê kete îmtihanên huqûqê û ew di sala 1960 da xilas kir.

Lı Erzurumê wek zabit eskerî kir. El Xarpitê (Elazîz) demekê staja Qaymaqamî kır, midetekî kurt jî lı bajarê Osmanîyê Qeymaqamî kir. Lê hîn di wê demê da ji ber bîr û bawerîyên xwe yên welatparêzî û sosyalîstî bala polêzê Tirk kişandibû. Bona vê yekê, berî ku staja xwe temam bike jê ra problem derxistin, girtin ”merkezê”, wî jî dev jê berda, staja awûqatîyê kir û di sala 1964’an da li Xarpitê dest bi awûqatiyê kir.

Burkay, hîn di dema mamostetiya li gundan da helbest û çîrok (hikaye) dinivîsandin.Di sala 1965'an da li Xarpitê her usa jî bi navê "Çira" û bi zmanê Tirkî kovareke çandî derxist. Ev kovar şeş hejmar derket. Romana wî ya pêşîn bi zmanê Tirkî, Yaşamanin Ötesinde di sala 1964’an da dı rojnameya Vatan da hat weşadin. Pirtûka wî ya helbestan ya pêşîn, ”Prangalar” bi zmanê Tirkî dı sala 1967 da li Enqerê çap bû.

Di sala 1965'an da bû endamê Partîya Karkerên Tirkîyê (TÎP). Bo avakirina rêxistinên TÎP'ê li hin bajarên Kurdistanê -Elezîz, Bîngol, Dêrsim û Erzingan- gelek xebat nîşan da. Di sala 1968 bû endamê Komîta Rêvabir a Giştî. Di sala 1965 da di hilbijartina giştî da li Bîngolê, di sala 1969 da jî li Dêrsimê cî girt.

Di sala 1966 da buroya xwe bir Dêrsimê (Tuncelî). Li wir jî bi navê "Ezîlenler" (Kesên Bindest) rojnameyeke piçûk ya panzdeh rojî derxist. Ew jî 25 hejmar derket.

Ji ber nivîseke wî li ser pirsa Kurdî, ku di Kovara "Yenî Akiş" da derketibû, di sala 1966 da hat girtin û çar meh di hepsê da ma.

Dîsa ji ber kar û barên sîyasî di derheqa wî da gelek dawe vebûn û di navbera salên 1969 û 1971 da sê caran hat girtin, salekî zêdetir di hepsê da ma. Piştra, mecbur ma ji welat derket; berê çû Libnanê, piştî wê jî çû Ewrûpa. Li der welat du sal ma. Li wir alîkarîya Kurdên li dervayî welat kir ku dijî Cunta faşîst kar û xebat dikirin, dı kovara Ronahî da bi Kurdî û Tirkî nivîsand. Di nav weşanên Ronahî da çend kitêb û broşûrên wî derketin.

Di sala 1974 da li Tirkîyê hukumet guharî û efûya giştî derket, Burkay vegerîya Tirkîyê. Tevî hin hevalên xwe Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) çêkir û bû sekriterê partîyê. Partî veşartî bû.

Partîyê di Hezirana sala 1975 bi navê ”Özgürlük Yolu” (Rîya Azadî) dest bi weşana kovareke mehane kir. Ew bi mezinahî di navbera 80-100 rûpel bû. Di destpêkê da her hejmarê wê 5000 heb dihate çapkirin. Piştra zêde bû, giha 10-12 hezarî. Tê da bi xurtî li ser pirsa Kurdî dihate sekinandin. Berê tenê Tirkî bû. Piştî hejmara 6'an tê da Kurdî jî cî girt. Burkay di vê kovarê da bi navê xwe û bi navên dinê nivîsand. Rîya Azadî li welat 44 hejmar derket.

Di sala 1977 da Partîyê "Roja Welat" derxist. Rojnameyeke panzdeh rojî bû, nîv nîvê bi Kurdî û Tirkî bû. Hejmara pêşîn 20 hezar çap bû. Yên dinê her yek 30 hezar bûn. Yek-du hejmarên wê jî 40 hezar çap bûn. Roja Welat, heya ku bi destê hukma leşkerî hate girtin 12 hejmar derket.

Partîyê di van salan da, her usa jî, "Weşanxana Rîya Azadî" vekir û dest bi weşanên kitêban kir. Ew kitêb hinek bi Kurdî, hinek bi Tirkî bûn; lê li ser dîrok, zman, çand û civaka Kurd bûn.

Lê zulm û zordarîyeke giran li ser kovar, rojname û kitêban hebû. Polêz dest dida ser û di derheqa nivîskar û berpirsîyarên weşanan da dawe vedibûn. Li dawîyê jî, di sala 1979 da hukma leşkerî (gerandina awarte) ew weşan bi temamî sekinandin.

Kongra PSK a pêşîn di destpêka sala 1980 li Enqerê kombû. Kongre gihîşte wê qeneetê ku, esker di nêz da hukum bigre  dest xwe, hukmeke faşî avabike û dijî rêxistinên Kurdan operasyon dest pê bikin. Kongrê biryar da ku wek tevdîr Bûrkay derkeve der welat. Pir ne borî di 12 îlona sala 1980 da cûntaya  faşîst dest danî ser hukum. Ji ber êrîşên giran, hin hevalên dinê jî mecbûr man derketin der welat.

Piştî wê jî partîyê li welat, her usa jî li der welat kar û xebata xwe ajot. Lê ji bo Burkay êdî rê venebû ku cardin vegere welat. Wî jî karê xwe yê sîyasî û çandî li der welat bi rêva bir. Li Swêdê cî bû, lê jı bo kar û barên siyasî û diplomatîk li gelek welatên Ewrûpa, Rojhilata Navîn gerîya, di civînan da qisekir. Carina jî çû Kurdistana Îran û Iraqê.

Partîyê li dervayî welat Rîya Azadî bi Kurdî û Tirkî cardin derxist. Rîya Azadî, tevî yên berê û tevî sê hejmarên taybetî, giha 142 hejmarî. Bûrkay di Rîya Azadî da, digel wê di weşana Dengê KOMKAR da, Roja Nû da, di rojnama Sol Birlik’ê (Yekitîya Hêzên Çep) da, dı weşana TEVGER’ê da bi navê xwe û bi gelek navên din nivîsand.

Partîya Sosyalist a Kurdistanê (PSK) heya îro (2005) 7 kongre (komcıvîn) çêkirin û di şeş kongreyên berê da karê sekriterîyê dane Burkay. Lê di Kongra 7’an da ku dı sala 2003 da çêbû, Burkay bi xwe êdi nexwest karê rêvebirîyê bigre û hevalekî din, Mesûd Tek bû Sekriterê Giştî.

Berhemên Burkay yên Nivîskî:

Burkay, ta ji 17-18 salê xwe dest bi nivîsandinê kirîye. Berê tenê bi Tirkî dinivîsand. Wê wextê kovar, rojname û pirtûkên Kurdî bi dest ne diketin û wî jî xwendin û nivîsandina Kurdî ne dizanibû. Di salên 1960 da li Tirkîyê di hin kovaran da -ew jî gelek kêm- nivîsên Kurdî xwe nîşan dan û çend kitêbên Kurdî derketin. Burkay piştî sala 1972, ku derkete Ewrûpa dest bi nivîsandina Kurdî kir û cara pêşîn di kovara Ronahî da nivîsand. Ew kovar li Elmanya bi destê rêxistina "Hevra" derdiket. Ew jî bû endamê vê komelê.

Dema 1974 da ku vegerîya welat û wî û hevalên xwe Rîya Azadî û Roja welat derxistin, wî di van weşanan da bi Kurdî jî nivîsand.

Kemal Burkay di 30-40 salê derbazbûyî da di gelek kovar û rojnamên Tirkî (wek Warlik, Dost, Papîrûs Yarina Dogru, Yeni Toplum, Sesimiz) û yên Kurdan derxistine (wek Çira, Yeni Akiş, Ezilenler, Ronahî, Rîya Azadî, Roja Nu, Dengê Komkar, ôzgür Gelecek, Deng, Azadî, Ronahî, Hêvî, Roja Teze, Dema Nû) yên edebî û sîyasî da, him bi navê xwe, him jî bi gelek navên dinê nivîsandin. Yên heyî da hîn jî dinivîse.

Nuha jî di Dema Nû da, ku rojnameyeke hefteyî ye û him li Dîyarbekê, him jî li Elmanya çap dibe, her usa jî di malpera www.kurdistan.nu da bi Kurdî û Tirkî dinivîsîne.

Heya nuha qasî 40 kitêbên wî û bi dehan jî brûşûrên (kitêbik, yan jî kitêbên piçûk, bin sed rûpelî) wî çap bûne. Beşeki wan bi Tirkî, beşek bi Kurdî, beşek jî bi herdu zmanan in. Beşek ji van kitêb û broşûran sîyasî ne, teorîk in, li ser civaka Kurd, li ser sosyalîzmê û li ser karê Partîyê ne. Beşekî wan jî (ji bîstî zêdetir) berhemên çandî ne, wek şiêr, roman, çîrok (hîkyat), çîrokên zarokan, lîstikên teatir û hwd…

Çend berhemên wî jî, di demên rev û veşartinan da winda bûn. Di nav wan da berhevoka şairên Tirk û gelek şiêrên Lafonten hebûn, ku wî ew wergerandibûn Kurdî û ji bo çapê hazirkiribûn, her usa jî, du pîyesên wî..

Hin şiêrên wî hatin wergerandin û bi zmanê Îngilizî, Elmanî, Îtalyanî, Swêdî, Bulgarî, Yunanî, Erebî û Farisî di kovarên biyanî da yan jî di berhevokan da çap bûn. Berhevokek ji şiêrên wî bi navê "Helîn" bi zmanê Elmanî di nav Weşanên KOMKAR da derket. Dîsa beşek ji çarînên wî hatine wergerandin û bi navê ”Vierzeiler” bi zmanê Elmanî di nav Weşanên KOMKAR da çap bûn. Bajarê Cremona li Îtalyê di sala 2004 da, xelata Premio Cremona ya şiêr ji bo biyanîyan, ji ber şiêra wî ya bi navê Hêlîn, da Burkay.

Pirtûka wî ya ser tarîx, çand û erdnîgarîya  ”Kurd û Kurdistan” hat wergerandin û bi zmanên Bulgarî û Yunanî li Atîna û Sofyayê çap bû.

Berhemên Burkay ên çandî ku heya nuha çap bûne ev in:

1- Yaşamanin Ötesînde (Li Wî Alî Jîyanê); roman, bi tirkî; di sala 1964 da di rojnama "Vatan" da derket. Wek kitêb çap nebûye.

2- Prangalar; şiêr, bi Tirkî; di sala 1966 li Enqerê, di nav weşanên "Memleket" da çap bû.

3- Helbestên Kurdî; şiêr, marş û fabl; di sala 1974, li Elmanya, di nav "Weşanên Ronahî" da derket.

4- Dêrsîm; şiêr, bi Tirkî, di sala 1975 li Enqerê, di nav weşanên "Toplum" da derket.

5- Dawîya Dehaq, pîyesê manzûm (lîstika teatir e, bi şiêr); him bi Tirkî him bi Kurdî, berê di kovara Rîya Azadî da derket, piştra di nav weşanên Rîya Azadî da li der welat,, piştî wê jî di nav weşanên Deng da li Îstembolê çap bû.

6- Aliko û Baz; Kitêb bo zarokan; bi Kurdî, sala 1988, li Stokholmê, di nav "Weşanên Roja Nu" da çap bû. Piştra bi zmanê Elmanî, bi navê ”Aliko und Bussard” di nav Weşanên Komkar da çap bû. Dîsa di sala 2005 da bi navê ”Aliko ock Sparvhöken” bi zmanê Swêdî û di nav Weşanên Roja Nû da çap bû.

7- Dersên Zmanê Kurdî; bi navê Baran; sala 1988, di nav Weşanên Roja Nu da derket. Piştra li Îstembolê di nav Weşanên Deng da çapên teze derketin. (Vê dawîyê çapa 7. derket).

8- Azadî û Jîyan (Özgürlük ve Yaşam); Hin şiêrên ku ji du kitêbên wî ên berê (ji Prangalar û Dêrsim) wî hilbijartîye û kirîye Kurdî; tevî Tirkîya wan di sala 1988 da, di nav "Weşanên Roja Nû" da çap bûn; piştra, sala 1993, li Îstembolê, di nav Weşanên Deng da cara duwemîn çap bûn.

9- Çarîn (Rubaîyên Kurdî), sala 1992 di nav Weşanên Roja Nû da çap bûn. Cara duwem sala 1996, li Îstembolê, di nav Weşanên Deng da, tevî Tirkîya wan çap bûn. 244 heb in û temamîya wan eslê xwe Kurdî ne û piştra bi destê Burkay bûne Tirkî. Beşek ji wan hatin wergerandin û bi zmanê Elmanî di sala 2003 da li Elmanya di nav Weşanên KOMKAR da bi navê ”Vierzeiler” çap bûn.

10. Geçmişten Bugüne Kürtler ve Kürdîstan, Cild 1; (Ji Destpêkê Heya Îro Kurd û Kurdistan); li ser erdnîgarî, dîrok û edebîyata Kurd e; 544 rûpel, bi Tirkî; sala 1992 li Îstembolê, di nav Weşanên Deng da derket. Heya nuha sê çapên dinê çêbûn. Ev kitêb li Bulgarîstanê, bi zmanê Bulgarî, li Yunanîstanê jî bi zmanê Grêkî çap bû. Dîsa hat vergerandin Kurdî-zaravayê Soranî û bi tîpên Erebî li Kurdistana Başûr jî çap bû; Weşanxana Wergeran, Hewlêr-2008.

11- Yakilan Şiirin Türküsü (Kilama Şiêrê ku Hat Şewitandin); şiêr, bi Tirkî, sala 1993, li Îstembolê, di nav Weşanên Deng da derket.

12- Berf Fedî Dike; şiêr, bi Kurdî, sala 1995, li Îstembolê, di nav Weşanên Deng da derket.

13- Can Taşir Dîcle; şiêr, bi Tirkî; di sala 1998, li Îstembolê, di nav Weşanên Deng da çap bû.

14- Cemalî li Welatê Qirokan; çîroka zarok û mezinan e, mîzahî (pêkenî) ye; dı nav Weşanên Roja Nû da, navê nivîskar wek ”Cemalî” çap bû; 1998- Stockholm; bi wêne, 176 rûpel.

15- Şahînşahîya Goga Lingan; Hin nivîsên mîzahî (pêkenî) ku di kovar û rojnaman da derketibûn; hinek bi navê Cemalî bûn, hinek jî bê nav; Kurdî û Tirkî bi hevra; 1997-Îstembol; weşanên Deng.

16- Telefon; listika çar perde; sala 2003, di nav Weşanên Roja Nû da bi navê Cemalî çap bû.

17- Adim Adim Özgür Kürdistan; nivîsên gerê li Kurdistana Başûr; bi Tirkî ; bi wêne; Weşanên Roja Nû, 2005-Stockholm.

18- Gav bi Gav Kurdistana Azad; nivîsên gerê li Kurdistana Başûr, bi Kurdî; bi wêne; weşanên Roja Nû; 2005-Stockholm.

19- Bir Gülü Büyütmek; kitêbek li ser şiêra Burkay; bi alîyê Ümit Kaya hatiye hazirkirin: tê da nivîsên li ser şiêra Burkay û hevpeyvînên ku bi wî ra hatine kirin cî digrin; Di nav Weşanên Deng da hatîye çapkirin, 2008-Diyarbekir.

20- Çiçekler ve Zincirler; Roman; dı nav Özyürek Yayinlari hatiye weşandin; 2008-Istembol.

21- Hadi Gülümse; Şiêrên Giştî yên Tirkî; 560 rûpel; Weşanên Kirmizi, Istembol-Adar 2009.

22- Gecenin Koynunda Bir Adam; şirên Tirki; ev kitêb di nav Şiêrên Giştî (Hadi Gülümse) da derket; Kirmizi Yayinlari, Adar-2009, Istembol.

23- Bi dengê xwe du CD’yên Şiêran (Kurdî û Tirkî); 2008-Stokholm

Hin kitêbên Bûrkay
yên teorîk û yên ku ji nivîsên sîyasî pêk tên jî ev in:

1-Türkiye Şartlarinda Kürt Halkinin Kurtuluş Mücadelesî (Di Rewşa Tirkîyê da Têkoşîna ji bo Rizgarîya Gelê Kurd); lêkolîn, bi Tirkî; Weşanên Ronahî, 1973, li Elmanya, bi navê Hidir Murad.

2- Mîllî Demokratîk Devrîm (Şorişa Netewî-Demokratîk); lêkolîn; bi Tirkî, Weşanên Ronahî, 1973-Elmanya.

3- Sosyal Emperyalizm Sorunu ve Türkiye'de Maocu Akim (Pirsa Împeryalîya Civakî û Tevgera Maoîstî li Tirkîyê); lêkolîn, bi Tirkî; Weşanxana Rîya Azadî, 1976-Enqere.

4- Milli Mesele ve Kürdistan'da Feodalite-Aşiret (Pirsa Netewî û Feodalî-Eşîrtî li Kurdistanê); lêkolîn, bi Tirkî, Weşanxana Rîya Azadî, 1976-Enqere; bi navê C. Aladax.

5- Kürdistan'in Sömürgeleşmesi ve Kürt Ulusal Hareketleri (Kurdistan Çawa Bû Kolonî û Tevgerên Neteweyî ya Kurd); lêkolîn, bi Tirkî, Weşanxana Rîya Azadî, 1978-Enqere.

6- Emperyalizm ve Kültür; 1978-Enqere; Weşanên TOB-DER.

7- Devrimcilik mi Terorîzm mi? (Şoresgerî yan Terorîstî?); lêkolînek li ser PKK; bi Tirkî; Weşanxana Rîya Azadî, 1984, li Ewrûpa.

8- Kürt Sorunu, Bariş ve demokrasi (Pirsa Kurd, Aşitî û Demokratî); hin nivîsên Tirkî ku di Kovara Deng û Rojnama Azadî da derketibûn, Weşanxana Deng, Îstembol; bi navê Alî Dîclelî.

9- Seçme Yazilar, Cilt 1 (Nivîsên Bijarte, cild 1); bi Tirkî, Weşanxana Deng; 1995-Îstembol.

10- Seçme Yazilar, Cilt 2 (Nivîsên Bijarte, cild 2); bi Tirkî, Weşanxana Deng, 1996-Îstembol.

11- Gula Çile; hin nivîsên Burkay ku bi Kurdî û bi navê Ferhad Can di Rojnama Azadî da derketibûn; Weşanên Deng; 1995-Îstembol.

12- Aso; beşek dinê ji nivîsên Kurdî bi navê Ferhad Can; Weşanên Roja Nû, 2003-Stockholm.

13- Baxçe; beşek dinê ji nivîsên Kurdî bi navê Ferhad Can; Weşanên Roja Nû, 2003-Stockholm.

14- Aç Adam ve Kaval (Mirovê Birçî û Bilûr); Hin nivîsên Bûrkay ku bi navên Ali Dicleli û Cemil Baran di rojnameyên hefteyî wek Azadî, Ronahî da (li Îstembolê derdiketin) çap bûn. Weşanên Roja Nû, 2003-Stockholm.

15- Cin Çarpmiş Toplum; beşek dinê ji nivîsên bi navê Cemîl Baran; Weşanên Roja Nû-2003-Stockholm.

16- PSK Ne Diyor Ne İstiyor? Bersîvên ji bo nameyên xwendevanan; Weşanên Roja Nû; 2003-Stockholm.

17- Kurdish Question and Socialist Party of Kirdistan; Hin nivîs, beyan, rapor, nameyên Burkay ku bi zmanê Îngilizî çap bûne. Weşanên Roja Nû, 2004-Stockholm.

18- Anilar-Belgeler, Cilt-1; Bîranînên Burkay, Cildê Yekem; bi Tirkî; 414 rûpel ; çapa yekem: Weşanên Roja Nû, 2001-Stockholm; çapa duwem: Weşanên deng, 2002-Îstembol.

19- Anilar-Belgeler, cilt-2; 650 rûpel, bi wêne; Weşanên Roja Nu, 2009-Stokholm. (Bîranînên Burkay qasi 4 cildan digrin, cildên mayî jî hazir in û di dema pêşîya me da wê çap bin).

Hin berhemên Burkay ku wek broşûr çap bûne (kitêbik, ango ji sed rûpelî kêmtir). Vana hemû bi zmanê Tirkî ne:

 

1-     Sîyasetên Şaş yên Çep û Rastê û Sîyaseta Sosyalîstan (Sağ ve Sol Sapmalar ve Tutarlı Sosyalist Politika); 1979, Weşanên Roj.
2-     Di Hilbijartinên 14’yê Çirîya Paşîn da Emê Rîya Rizgarîyê a Rast jı Xelkê ra Nîşandin (14 Ekim Seçimlerinde Kitlelere Gerçek Kurtuluş Yolunu Gösterelim) 1979-Weşanên Roj.
3-     Li Ser Ehlaqa Sosyalîst (Sosyalist Ahlak Üzerine); 1988-Weşanên PSKT.
4-     Li Ser Demokratên Şoreşger û UDG Çima bi Ser Neket (Devrimci Demokratlar Üzerine ve UDG Neden Hayata Geçmedi) 1981-Weşanên Rîya Azadî.
5-      Şoreşa Kurdistana Îranê (İran  Kürdistanı Devrimi) 1982-Weşanên PSKT.
6-     Derheqê Partîyê (Parti Üzerine) 1982-Weşanên PSKT.
7-     Ji Bo Milîtanên Partîyê (Parti Militanı İçin) 1988-Weşanên PSKT.
8-     PSKT, Prensîbên Wê û Uslûbê Xebatê ( TKSP-İlkeleri, Mücadele Anlayışı); 1988-Weşanên PSKT.
9-     Ray û Dîtinên Konferansa PSKT ya Dervayî Welat ( TKSP Yurtdışı Konferansı Tezleri); 1989-Weşanên PSKT.
10- Pirsa Jinan (Kadın Sorunu); Weşanên Deng, 1996-Îstembol.
11- Li Ser Ol û Sîyasetê (Din ve Siyaset) Weşanên Deng, 1996-Îstembol.
12- 25 Sal-Têkoşîneke bi Prensîp û bê Westan (25 Yıl – İlkeli, Uzun Soluklu Bir Mücadele) Weşanên PSK, 1999-Koln.

Wek Werger:

Hin kitêbên ku Burkay ji Kurdî wergerandine Tirkî; yan jî ji zmanên din kirine Kurdî ev in:

1- Şivanê Kurd (Kürt Çoban), ji Ereb Şemo, roman; sala 1977 li Îstembolê, di nav Weşanên Rîya Azadî da, tevî Kurdîya wê çap bû.

2- Destana Memê Alan (Memê Alan Destanı); Berevoka Lescot; sala 1978 li Îstembolê, di nav Weşanên Rîya Azadî da, tevî Kurdîya wê çap bû.

3- Kulîlkên Çîya (Dağ Çiçekleri); şiêrên Eskerê Boyîk; li sala 1979, li Îstembolê, di nav Weşanên Rîya Azadî da, tevî Kurdîya wê çap bû.

4- Wllîam Tell, ya Katharîna Scherman, Burkay ji Îngilizî wergerandîye Kurdî; di sala 1993, di nav Weşanên Roja nu da derket.

5- Şahdemar (Şahdamar) Şiêrên Yelda Karataş; ji Tirkî hatine wergerandin û bi herdu zimanan (Kurdî û Tirkî) di nav Weşanên Deng da çap bûn; 2008-Dîyarbekir.

 

PSK © 2001