Kamran Simo
 
 
 

 

Evîna tî

bi qasî tirî nêzikî weşî

tu nêzikî min î

yên

li çavên min binêrin

te bibînin

xoşewîsta

birîne kaniya xwînê

henasa min

bi te re ma

gula dayîka welatê

evîna spî befr

berî çêbibim

tu bi min re bûyî

li welatê te

çavên min man

bi rik

min dilê xwe

bi hêstiran avda

li rewistnên bidor

îske îskên

xemgîn afirandin

li kolanên tarî û şil

zelaliya hez kirinê

da te

li çeperên lehengê tovê jînê

bi reqsa

simbilê nefela

li nav diranên dasê 

min tu maç kirî

li siya memikan

bi xew ve çûm

henasa min

dilopek av

maç kirin dibe

behna kulîlkên

di paşila te de

hatine jibîrkirin

dibe azadî

azadiya di nasnamê de

dîl

17.01.2005

 
 


Helbestên şair yên berê:
Hawara deng bilind

Lorîna
pênûsê
Stêrê bê gor
Vedin
Li cîhana xwe digerim

   
© 2000-2005 ROJA NÛ