xewn
li
nav nivînên
biskên şeva bênav
şeva ku rojê navê wê dizî
min keça xwe
di xewnê de dît
li
kolanên bajerê
ciwaniya min lê
winda bûyî
silav
da min û çû
ez nas
nekirim
ji
silava wê kifşbû
keça wê
pê
re derketibû seyranê
dilê min
pê şewitî
pora wê
spî
berf
rûwê wê
yê girover
deşta
bê av bû
çavên wê
yên biken
li
paş berçavkên qalin
mijgul dişûştin
li cîhana
tirsê
çokên wê
dilerizîn
newerî
bû
bimeşê
ji
zarokiyê
fêrî vê
meşê bûbû
bi destên
min û dayîka xwe
ve
xwe di daliqand
û dimeşî
vêga
jî
bi destên keça
xwe digirê û dimeşê
ji
paş ve
min
li pişta
wê ya
xûz nêrî
du dilopên avê
ji
çavên min xindirîn
yek ji
bo min bû
ya dî
ji bo wê
Kamran Simo
Hedil
02 06 2004
|