şeva awirên mirinê
şeva awirên mirinê
wênê çavên min kişandî
zûrîna siruştê
dengê baskên pêlên deryaye
rondikên giriyê çiyan
reva stêran
li tariya siya holajînê digevizîn
şeva awirên mirinê
wênê çavên min kişandî
qêrîna daran pel weşandin
ji serkeftina şerê troya re
bavê pêşî
keça xwe kirî qurban
tifî serkeftina xwe kir
axîna heyvê
awazên azadiyê vedixwarin
hilma xwe
vedişart kulîlkan
şeva awirên mirinê
wênê çavên min kişandî
bi xunava lêvên xoşewîstiyê
rûyê xwedawendên şer
min reş kir
şûrê ser jêkirina xwe
lingê hespê tariyê û zincîra dîlîtiyê
min şikand.
15.12.2006
Kamran Simo Hedilî
|