Cildê
2-mîn yê pirtûka
bîranînên Kemal
Burkay derket
Wek
tê zanîn
cildê 1-emîn
yê vê berhemê di sala
2001-î de di nav Weşanên
Roja Nû
de derketibû.
Hîna wê
demê cildên
2 û 3 ji bo
çapê amade bûn
(Bîranînên
birêz
Burkay ji 4 cildan
pêk tê).
Lê nehatin çapkirin. Sedemê ku
navbireke dirêj
ketiye navbera çapkirina herdu
cildên pêşin ew e ku
ew kesên
ku navên wan têde
derbas dibin
tûşî doz
û dehwan neyên, û bendemayina li rewşke hinekî nermtir û demokratîktir ya Tirkiyê bû.
Cildê
duwemîn jî
bi eleqeke û
baldariyeke
mezin hat pêşwazîkirin.
|
PSKê 70-saliya
pênc rêber û xebatkarên
azadiyê pîroz kir
PSKê çend roj berê li Almanya,
Bajarê Solîngen ji bo pîrozkirina 70 salîya
Kemal Burkay, Zîya Acar, Yilmaz Çamlibel,
Kazim Yildiz û Mehmet Elbîstan
civînek çêkiribû. Em ji van pênc
rêber û zehmetkêşên
doza azadiyê re temenêkî
dirêj, seheteke baş dixwazin.
Wek ku tê zanîn nûçeya
vê civînê di medya kurdî
de belav bûbû, lewma em behsa
civînê nakin.
|
Zarotî bi çavên zelal wek kanîyan e
Ciwanî bi kar û evîn wek pilingan e
Çi heyşdeh salî bî, çi heyştê
salî
Jîyan wek sêvek sor e, dil ciwan e
* * *
Karkerên avayê kevir dikşînin bo
pirê
Çem har e, pire dirêj, hezaran çûn li
vê rê
Dibe ku emrê me jî têr neke bo vî karî
Lê roj tê, zar û nebîyên me diqedînin
wê
* * *
Her diçe tam digre jîyan, wek şerav
e
Payîzan kêm, lê şîrîn dibe, tîn-tav
e
Zarok bêhay e ji dinê, ava zelal e
Lê kal gihaye kemalê, wek gulav e
* * *
|