Xala Hertimî Ya Rojeva me Ya Siyasî
Mesud Tek
Yek ji xalên hertimî ya rojeva siyasiya bizava netewiya
Kurdistanê, yêkitiya hêzên welatparêz e. Usa xuya ye, heya,
ku welatê me di bin nîrê bindestiyê da be, hetanê, ku zilm
û zordariya netewî li ser gelê me berdewam be, xala hanê ango
mijara yêkitiya niştîmanperweran jî, wê bibe xaleka girîng
û çarenusê tevgera azadî û serbestiyê wê diyar bike.
Ji bona me Kurdan sê aliyê yêkitî hene. Ango divê yêkitî
an hevxebata me di sê waran da pêk be:
1-Yêkitiya hêzên welatparêz, di her perçeyê Kurdistanê da.
Ku baştirin saziyê vê cure yêkitiyê bereye niştîmanî
ye.
2- Yêkitî an hevxebata hemu hêzên welatparêzên seranserî
Kurdistanê, ango ya hemu partî û hêzên niştîmanperwer
ji her çar parçeyên welatê me. Baştirin saziyê vê yêkitiyê
Kongra Netewî, an Meclisa Giştî ya Kurdistan e.
3-Yêkitî di nava hêzên welatparêzên Kurd û hêzên demokrat
ya her dewletek da, ku welatê me dagir kirine.
Mijara hêjmara dudo ya Kovara TEVKURD “Parçebûyin û Kongra
Neteweyî” ye. Ji ber vê çendê divê bi giranî behs li ser
mijara kovarê bête kirinê. Lê belê, bi îcazeyê xwendevanan
dixwazim li ser yek, du xal, ku di vê warê da girîng in, bîr
û baweriya xwe pêşkeş bikim:
- Divê yêkitî pênaseyê pir rengî û pir dengiya civata Kurd
be. Nabe, ku vetoyek li ser hêzek, an grubek, an partiyek
hebe.
- Divê yêkitî li ser armancên siyasî yên hevbeş û li
ser dilxwaziyê were damezrandinê.
- Şikl û cureyî yêkitiyê, şîveyê xebata hevkariyê,
ji aliyê rewşa siyasî yên navxweyî û derwe ve tên destnişan
kirinê.
- Nabe, ku hêzek an partiyek xwe li ser partiyên dinê ferz
bike. Ku usa be, nabite yêkitî û hevkariyê, dibe axatî û xulamtî..
- Bûyer û pêşhatiyên, ku di warê yêkitî û hevxebata
hêzên welatparêzên Kurd da qewimî ne, nişan didin, ku
hersê aliyê yêkitî bi hevra girêdayî ne, temamkerê hevdu ne.
Bê guman bandora her aliyek, li ser aliyên din heye, çi bi
erênî (pozitif, çi bi nerênî (negatif). Bo ninume. Bere an
hevkariya hêzên welatparêz, rê xweşker e ji bona demezrandina
Kongra Netewî. Eger hêzên welatparêzên Kurd ji hev cuda û
bela-vela bin, pêkanina Kongra Netewî an damezrandina hevkarî
ligel hêzên demokrat yên ciran dijwartir dibe.
Em werin li ser mijara hêjmara dudo ya Kovara TEVKURDê.
Tê zanîn, Kurdistan di nava 4 welatan da, bi darazorê û
bi destê emperyalîst û dagirkeran ve hatiye perçe kirinê.
Lê, guman têda nine, ku Kurdistan yek welat e, gelê Kurd jî,
bi hemu reng û dengên xwe ve, yek gel e.
Ligel vê, rastiyek heye, ku divê li ber çavê me. Ev jî ev
e:
Belê, rast e, tixubên, ku welatê me perçe, perçe kiriye,
li ser daxwazê me ne hatiye destnişan kirinê. Ji ber
vê yêkê jî tixubên hanê li ba me Kurdan meşru nine, Kurd
tû caran sinorên hanê nasnekiriye. Her usa dagirkerên Kurdistanê
her tim bona peşî lê girtina tevgera azadiyê bi hevra
hewl dane û didin.
Me pê xweş be an nebe, ji ber tixubên hanê yên bi dest
çêkirî, bûye sedema vê yêkê, ku di her parçeyên Kurdistanê
da rewş û proseya siyasî û civakî, ji parçeyên dinê cudatir
be. Her usa tixubên hanê bûye sedema hendê, ku di her parçeyên
Kurdistanê da partî û rêxistinên cuda, cuda bêne damezrandinê
û tevgera azadiya her perçe jî, di bin pêşengiya partiyên
vê perçe da ye. Armanc û strateji û rêbaza partiyên her beşên
welatê me jî, ji yên din cudatir e.
Ji ber van sedeman, rêkxistina tevgerek, an damezrandina
partiyek ji bona hemu perçeyên Kurdistanê, ne tenê rast û
dirust nine û ligel zirufên Kurdistanê yên heyî, naguncit.
Her usa dibite sedema alozî, kêşe û tund û tijiyê di
nava perçeyên Kurdistanê da.
Îro tevgera azadiyê di her perçeyê da,di bin pêşangiya
partî û rêxistinên vê perçeyê da ber bi pêş diçe. Ev
yêka siruştî ye û divê weha be. Lê, ligel vê yêkê divê
pêyvendiyek di nava partiyên seranserê Kurdistanê da hebe.
Pêyvendiya hanê ne tenê ji ber evê ku dagirkerên Kurdistanê
bona pêşî lê girtine tekoşina azadiyê dibine yek
û alikariya hevdu dikin, her usa ji bona ber bi pêştir
birina tevgerê jî pêwîst e.
Sazî û dezgeyê pêyvendiya hanê Kongra Netewî ye. Partî û
rêxistinên Kurdistanê heya îro, ji bona damezrandina Kongra
Netewî gelek hewl dane, civîn çêkirine, carna sar jî bibe
kar û xebat kirine. Lê belê hewl, kar û xebatên hanê serneketine.
Diyar e, gelek sedemên serneketina hewlên hanê hene, ku ne
hewce ye em behsa wan bikin.
Lê belê îro jî me pêwistî bi saziyên usa hene, bi taybetî
di rewşa nû ya navçe û navnetewî da, ku hêzên mezin yên
cihanê dixwazin rewşa siyasiya navçeyê bigorin û dinya
jî ji ber pêşketinê teknîkî di warê internet û ragihandinê
da, bûye gundekê mezin.
Bi gor bîr û baweriya min, piçuk an mezin, divê hemu partî
û rêxistinên siyasî yên welatparêz, sazî û dezge û komelên
pîşeyî, çandî û civakî û ronakbîrên Kurd, di Kongra Netewî
da ci bigrin, nabe vetoyek li ser partî û komel û kesan hebe.
Kongra Netewî divê bibite nunerê berjewendiya giştî
ya hemu Kurdan.
Kongra netewî nabe, ku stratejî û rêbaz û diruşm, jî
bona her perçeyê destnişan bike û divê hewl bide, ku
di xebata azadiya hemu perçeyan da hevahengî pêkbîne û pêşiya
destêverdanê kar û barên navxweyî bigre.
Erkê hemu rêxistin, sazî û kesên niştimanperwer e,
ku her usa xebat ji bona damezrandina Kongra Netewî bikin.
Bê guman pêkanina dezgeyek bi vê rengê, ne hêsan e, lê belê
xebat û hewl ji bona vê armancê gelek pîroz e.
Di vî warê da xaleka din ya girîng heye. Tê zanin, Serokê
Herêma Kurdistanê rêzdar Mesud Barzanî, di hevditina xwe ligel
Hevserokê DTP Ahmed Turk û Serokê HAK-PAR Bayram Bozyel da,
behsa konferansa partiyên Kurdistanê kir. Serokkomarê Iraqê
rêzdar Mam Celal Talabanî jî di heyama serdana xwe ya Tirkiyê
da behsa babeta hanê kir û demek e di bîr û rayê Kurdistan
û Tirkiyê da giftugo li ser vê mijarê heye.
Ji gotin û ragihandina serokên Kurdistanê Başurê, usa
diyar e, ku tarîx û rojeva konferans hêşta nehatiye destnişan
kirinê.
Divê bizanin, ku konferansa hanê ne ji bona damezrandina
Kongra Netewî ye. Lê belê eger bicive, Kongra hane dibite
destpêkek ji bona pêvajoyeka nû di warê damezrandina Kongra
Netewî da…
16.05.2009
Têbînî: Maqaleya hanê ji bo Kovara TEVKURD hatiye nivîsin.
Yazarın önceki yazılarından:
İyimserlik
ve Olmazsa Olmazlar...
Seçim
Sonrası Sınavı
Güney
Seçimleri Ve Tavrımız
Halwesta
me
Demokrasi,
Dipçik ve Cop
Yetersiz
ama önemli..
“Peygamber
Ocağı” Böyle İse Eğer..
Olmazsa
olmazlar!..
Erdoğan Samimi İse Eğer..
Eğitim,
ama nasıl?
Gözden
Kaçırılmaması Gerekenler..
Türk
Devleti PKK İle De Görüşmelidir!..
Türkiye
Bir Kez Daha Yol Ayrımında..
Musul’da
Neler Oluyor?
“Türkiyelileşme"
Mi, Kürdistanileşme Mi?
Obama’nın
Ziyareti ve Derinlerin Çiçeği’ne Dair..
Şehidler
Günü
Soğukkanlı
Olmanın Zamanı
29
Mart Sonrasına Dair
“Ya
Hezar ya Hiç”
Mart
Ayı ve Dersleri
Can
Kurban Bu Provokasyona
Kim
Korkar Diyalogdan?
Onur..
“Bu
da böyle biline”
Yêzidiler,
Güven ve Vefa
“Kürdistanlı
Partiler Konferansı”
Bilim
İnsanı Siyaset İlişkisi Ya Da Atı
Arabanın Önüne Bağlamak
Eğri
Oturup Doğru konuşursak..
Darısı
Diyarbekir’in Başına!..
Tilkinin
Şahidi; Türk toplumu Ne zaman Isyan Edecek?
“Vatan”
ve teferruat!..
Tekrarın
getireceği sıkıcılığı da
göze alarak..
Velev
ki dedirtmesin!..
İtiraf..
Terk
Etmesi Gerekenler..
Arap
Şovenizmi ve Tersyüz Edilen Gerçekler
Başbakan’ın
Yeri ve Sakızı
Fırsat..
İkinci
Tezkereye Dair..
Kirli
Çamaşırlar Ortaya Dökülürken..
Beklenen Oldu..
Ben Işık Koşaner’i Sevdim
Bu
Sonbahar Güney’de Sıcak Geçecek
Yalandan
Kimin Evi Yanmış ki!.
Kürdi
Çatı
Uzlaşmak…
Güngören,
Kerkük ve Ergenekon’a Dair
Birlikte
Yaşama Üstüne
Taraf Olmak Yetmez Müdahil Olmak Gerek
Taraf Olmak
Takke Düştü Kel Göründü..
Malumun İlami Ya da Yeni Bir Şey Yok
“Ordu
Yargı El Ele”
Anayasa
Mahkemesi Kararı Neyi Gösteriyor?
1000
İmza ve “Yabancı”lar
1000
İmzanın Önemi
Samimiyetölçer!..
Gerçekçi
Olmak Gerekirse..
İyi
Şeyler
Kürt
Çatısı
Kargalar
Bile Gülmüştür
Kemalizmi
Kurtarmak Kürtlerin İşi Değil
Ağız
Bir Kere Yanmaya Görsün
“Bir
Musibet Bin Nasihattan Evladır”
Şehitler
Günü
Kendisine
Dokunulunca
Aklına Hukuk Ve Demokrasi Gelenler
Hasan
Cemal, Çocuk ve Berekete Dair
Haydi
Şaşırt Bizi Erdoğan!..
Kara Harekatı ve Acı
Gerçeklerimiz
Türk
Medyası, Çifte Standart ve Çocuk
“Türk
Devleti İnsanlık Suçu İşliyor”
Zorlukların
Üstesinden Gelmek İçin..
Allah
Söyletiyor!.
Sevinmek İçin Erken
“Gelin
Canlar Bir Olalım”
Havuç-Sopa
ve AKP’ye Dair
“Hak
İçin Haklıdan Yana Olmak”
Sorti,
Bombalama ve Bilime Katkıya Dair..
"Müslüman
Mahallesinde Salyangoz Satmak"
"Ya
Hezar Ya Sıfır"
Erdoğan
ve Nobel
Baykal’ın
Başına Düşen Taş
Samimiyet
Sınavı-2
Türkiye
Paşalar Cumhuriyeti
PKK
Ateşkes İlan Etmelidir (*)
Tezkere
ve Kararlılık
Çıkmaz
Sokak
Olması
Gereken..
Kemalizm
İçin Kaygılanmak Kimin İşi?
Perşembenin
Gelişi
Gerginlik
Kapıda
Sözcüklerin
Önemi!..
Şeyh
Elo’nun Söyledikleri..
Bölücü
Masalları
Kıyamet
Koparken...
Anayasa
ve Kürtler
Qandil’e
Uzanmanın Ne Gereği Var?..
Çuvaldızı
Kendimize Batırmalıyız
Seçimler
ve Sonrası..
Rektörün
Tuttuğu Ayna
Öcalan
İçin Fırsat
Sular
Giderek Isınırken..
Lafla
Peynir Gemisi Yüzdürmek..
“İyi
Çocuklar”a İş Çıktı
Polis
Devleti
Papatya
Falı
İran-ABD
İlişkileri Açısından Ortadoğu
Zorlu
Süreç
Hazır
Başlamışken..
“Ne Şeriat Ne Darbe”
Malatya Katliamı ve Uğur Kaymaz
Bir
Kez Daha Birlik Üstüne
Bremen
Mızıkacıları
Şehidler Günü
Bağımsız
Kürdistan
Newrozu
Özüne Uygun Kutlamak İçin..
Malumun
İlani
Evren
Vakası ve Eli Taşın Altına Koymak
Kürtlere Ateş Etmek Serbest..
Davul
ve Tokmak
Atı
Arabanın Önüne Koymak
Milliyetçilik
Yarışı
Ben
Erdoğan Hayranıyım!..
Katil
Kim?
Zor
Günler
Samimiyet
Sınavı
Yeni
Yıl
Ankara
Kriterleri-2
Geç
Olmadan
Gelenek
“Ne
Olacak Bu Irak’ın Hali”?
Bir
Kez Daha Kerkük Üzerine
Sembol
mü?
Demokrasi
Hayalleri
Yasaklamak
Erken
Ölüm
Törkiş
İşi Demokrasi ve Sivil Çözüm!..
Her
ikisi de aynı Orhan Pamuk
“Paşalar
Cumhuriyeti”
Cadı
Kazanı
Sıcak
Günler
Başbakan’ın
TİT Aşkı
“Bayrak
Krizi”, Gerçekler ve Görevlerimiz
“Qandil
Gönüllüleri”
Enfal
Yapışık
Üçüzler
Kirlenme,
Çürüme ve Çifte Standart
Hizaya
Getirmek
Başbakan Doğru Söylemiyor
Şahinler ve Riyakarlar
Madımak
Zeytin Dalı
Yanlışta
İsrar
“İyi
Çocuk”lar Cenneti..
Filmi
Başa Sarmak
Erdoğan’ın
Sınavı
Süreç
ve Önümüze Koyduğu Görevler
Tek
Yanlı Aşk
Sadak’ın Sadakati
İpe
Un Sermek
Güneyli
Kürtlerin Büyük Sınavı
Kansere
Razı Etmek İçin Ölümle Tehdit Etmek
Acaba
Öyle mi?
Halepçe
Olayları Neyi Gösteriyor, Neyi Gerektiriyor?
“Çeteler
Cenneti”
Arapsaçı
Söyleyemediklerim
ve Yapmadıklarımız..
Buzdağının Ucu (Mu?)
Aynaya
Bakmak
Saygı
Mı? Özgürlük Mü?
Militarizm
Ve Çürüme
Yavaş
Ama Emin Adımlarla İlerlemek...
İspanyol
General Ve Ağca
Gel
De Niyazi Usta’yı Anma
MGK’nin
Yeni Yıl Hediyesi..
Hazırlıklı
Olmak
Gündemimizin
Değişmeyeni..
Fırıldak
15
Aralık Seçimleri ve Olası Sonuçları
Biz İşimize Bakalım-2
Demokrasi
ve Ortadoğu
İyi
Asker
Ayna
Tutmak
Alışmakta
Fayda Var
Üçüncü
Ses
“Uzun, İnce Bir Yol”
3
Ekim, 15 Ekim ve Protokol
3
Ekim Sonrası..
Çürüme
Ne
yazmalı?
DİSK
Zorlu
Süreç ve Görevler
Yoğurdu
Üfleyerek Yemek!..
Kim(ler)in
kafası Karışık?
Başbakan
Samimi Olmak İstiyorsa…
"Emrin
Olur"
Sorun
Kürt aydınları mı?
Ülkenin
Gerçek Efendileri
Maksat “Terörün Kökünü kazımak”sa...
Londra Ve Kerkük
“Hukuk Herkese Lazım”
Aydınların Çağrısı ve Geçmişi
Hatırlamak
Cellad Çağrısı
Eşik Aşındırmak
Rüzgarı Arkaya Almak İçin
Gaf
Yapılacak
Başka İşler De Var
Bayrak
Ve Ekmek
Endişe
Ar
Damarı
Kürdistan
Parlamentosu
“Sözde”
Darısı
Başımıza!...
Bayrak
ve Asimilasyon
Adar û Newroz
AB Ve “Bölücü Tilkiler, Koyunlar”
|