Pirçandî û Pirsa Kurd
Kemal Burkay
Di vê nivîsê da babeta min pirçandîya Tirkîye û rewşa
gelê Kurd e di warê çandî da û di vê çarçuvê da pirsa Kurd
e.
Taybetîyeke dema me globalîzm e. Pêşveçûna zanistî û
teknîkê, bi taybetî di warê çûn hatinê, dan û stendin û enformasyonê
da, welat û milletan nêzî hev dike. Pêvendîyên wan di warê
aborî, civakî û çandî da xurttir dibe.
Ev nêzikbûn, her usa jî tesîreke teze çê dike di warê demokrasîyê
û mafên mirovî da ji bo hemû welatan û gelan. Mirov û gel
hişyar dibin û mafên xwe dixwazin. Mafên ku di Beyana
Mafên Mirovî ya Milletên Yekbûyî da û di gelek peymanên dinê
yên navnetewî da hatine binavkirin, êdî ji bo her kes û grûbekî
li çaralî dinyayê derbaz dibin, yan jî divê bibin.
Êdî tu dewlet û hukumet nikare bêje “pirsa heq û azadîyê
mirovan karê me yê hundur e û kes nikare têkilî karê me bibe…”
Civata navnetewî, Rêxistina Milletên Yekbûyî (UNO), REHE (OSCE),
YE (EU) û sazîyên dinê dikarin têkil bibin û mafê mirovan
û gelan biparêzin, dijî zulm û neheqîyê derkevin.
Globalîzm, her usa jî pêvendîya çandên cuda cuda tîne rojevê
û di vî warî da jî pirsên teze çêdibin. Gor hin dîtinan di
dinyayê da ji vir ha da şerê herî mezin wê şerê
çandî be. Lê bi raya min, herçiqas di warê çandî da hin problem
çêbin jî, ku ev tiştekî normal e, lê mirovayetî wê bikaribe
van probleman jî çareser bike û di zeman da cîyê nakokîyên
çandî tolerans bigre û mirov û civat wê hîn bin tevî ferqên
xwe li gel hev bijîn.
Helbet, çand jî ne tiştekî sabit e û di zemanda diguhure.
Di çanda gel û milletan da hin tişt hene zemanê wan derbaz
dibe, kevn dibin, li ber pêşveçûna mirovan dibin asteng;
divê ew bêne guhartin. Wek adet usûlên dijî jinan, neheqîyên
li ser zarokan… Lê her usa jî çi di civakekê da, çi di warê
navnetewî da pirrengîya çandî, wek muzîk, zman, edebîyat,
şiklê cilên jin û mêran, curbecurîya xwarinan û hwd.
dewlemendîyek e ji bo civatê û ji bo mirovayetî. Wek şikl
û rengê dar û beran, kulîlkan, heyvanan di xwezayê (tabîetê)
da.
Ez bêm ser pirsa pirçandîya welatê me û çanda Kurd…
Helbet, hemû xwendevanên vê nivîsê ji pirsa Kurdî haydar
in. Ev pirs, ne tenê sîyasî ye, her usa jî aborî û çandî ye.
Kurd li Tirkîyê û li nav dewletên dinê yên Rojhilata Navîn
ku ew lê dijîn, him ji mafên sîyasî pêpar in, him di warê
aborî da têne zêrandin, him jî zman û çanda wan qedexe ye,
di bin zulmeke mezin da ye.
Wekî malum e, Tirkîye li ser axa Dewlata Osmanî çêbû û mêratxwarê
wê ye.
Dewleta Osmanî, wek hemû împaratorîyan, di nav sînorên xwe
da bi dehan gel û millet hebûn. Xelkên Balkan, yên Afrîqî,
Ereb, Kurd, Ermen û hwd… Zmanê wan, dînê wan, çanda wan cuda
cuda bû. Hinek Misilman, hinek Xirîstîyan, Cuhî û Yêzdî bûn.
Osmanî jî dewleteke destpot bû; lê eger serî hilnedin, beş
û bacê xwe bidin, têkilî çanda wan, dîn û adetên wan ne dibû.
Mirov dikare bêje Osmanî di vî warî da gelekî bi tolerans
bûn.
Anatolî bi xwe jî welatekî bi pir gel bû çanda vî welatî
pirreng bû. Tirk nehsed sal berê hatin Anatolîyê. Dema ew
hatin ev welat bi Rom (li rojava û bakur) bi Kurd (li rojhilat)
û bi Ermenan (li rojhilata bakur û li Kîlîkya) dagirtî bû
û cî û cî Ereb û gelên dinê jî hebûn. Piştî hatina Tirkan,
avabûna dewleta Selçûkî û Osmanî ev pirgelîya Anatolê, ev
mozaîka rengrengî berdewam kir heya destpêka sedsala 20.
Lê di dawîya sedsala 19 û destpêka sedsala 20 da ku welatên
Balkan ji destê Osmanîyan derketin û tesîra milletperwerî
di nav Ermen, Ereb û Kurdan da jî xwe nîşan da, hingê
milletperestîya (nasyonalîzma) Tirkan jî dest pê kir û dijî
gelên dinê ew toleransa berê nema.
Du caran dijî Ermenîyan qetlîam çêbû: Yek di sala 1894 da,
yek jî di dema Şerê Mezin ê Pêşîn, di sala 1915
da. Evê duduyan bi taybetî qetlîameke mezin bû ku bi destê
hukumeta İttîhat û Terakkî pêk pat.
Dîsa di dema şer da û piştî şer Rom (Grêkî)
bi sedhezaran hatin sirgûnkirin. Ji vê sirgûnê Kurdan jî para
xwe girtin. Tirkperestan xwestin Anatolê ji hemû gelên din,
çi Xirîstîyan, çi Misilman ên ne Tirk paqij bikin.
Komara Tirkîyê jî ev sîyaset ajot û xurttir kir.
Gor bendê 38 ya Peymana Lozanê, divîyabû hemû gelên ku li
Tirkîyê dijîn bikaribin zmanê xwe di warê çapamenî, weşan
û di hemû warên sîvîl da bi serbestî bi kar bînin. Lê Dewleta
Tirk heya ev heq binpê kir. Ne hişt ku Kurdî bê xwendin
û nivîsandin, heya kitêb, kovar û rojnamên Kurdî derkevin;
bi zmanê Kurdî radyo û TV hebe.
Di dema Osmanîyan da zmanê Kurdî di medresan da dihate xwendin,
dewleta Tirk ew medrese jî ne hiştin.
Dewleta Tirk heya axaftina zmanê Kurdî û gotina kilamên Kurdî
qedexe û ceza kir!
Dewleta Tirk tarîxa Kurdan veşart, got zman û tarîxa
Kurdan tune!
Ango dewleta Tirk xwest vî welatê pirreng bike yek reng;
yek zman, yek dîn, yek îdeolojî û hwd… Kemalîstan welat û
xelk kirin nav ûnîformayê!..
Xwendevanên delal,
Li derva jî mirovên ku bi rewşa Rojhilata Navîn û Tirkîye,
Iraq, Îranê piçek mijûl in, hayê wan ji pirsa Kurdî heye.
Kurd yek ji xelkên herî kevintir în di Rojhilata Navîn da.
Kurd di dîrok û bajarvanîya Mezopotamya, Îran û Anatolê da
xwedî pareke mezin in. Zmanê Kurdî jî zmanekî gelek kevn e
û kokên xwe digihîjin zmanê Hûrîyan, 2000 sal berî Îsa. Bi
zmanê me berê nivîsa mixî dihate karanîn, piştra elîfba
Erebî, nuha jî, Erebî, Latînî û li hin cîyan jî Kîrîlî bi
kar tê..
Kurdî zmanekî Hîndî-Evrûpî ye, tu eleqê xwe bi Erebî û Tirkî
tune. Nivîskarên Kurd ji sedsala 10. dest pê kirine, berhemên
giranbuha dane.
Folklora me bi dewlemendîya xwe bi nav û deng e.
İro Kurd bi nifûsa xwe milletekî 40 mîlyon in li rojhilata
navîn. Welatê me Kurdistan û gelê me di navbera çar dewletan
da (Tirkîye, Iraq, İran û Sûrîye) parçe bûye. Li Tirkîyê
nifûsa me ji 20 mîlyonî zêdetir e. Kurdistana Bakur ya di
nav sînorê Tirkîyê, ji sisêyan da yekê erdê Tirkîyê ye, ji
tevayîya Belçîka û Hollandê mezintir e.
Ango Kurd ne hindikahî ne (hûrgel), li ser axa xwe piranî
ne. Lê ji Iraqê pêve, ku li wir jî vê dawîyê rizgar bûn, hîn
bindest in û di bin zulmeke mezin da ne. Ev zulm û bindestî
li ser çanda Kurdî tesîreke mezin a xirab dike.
Deweleta Tirk îro jî dixwaze zmanê Kurdî nehêle, çanda Kurdî
bi temamî winda bike.
Herçiqas Krîterên Kopenhagê, di çarçuva hûrgelan (mînorîtet)
da be jî, gelek heq û azadî ji Kurdan ra jî nas dike; lê dewleta
Tirk dîsa bi hîle û dubare ji vê berpirsîyarîyê direve.
Malûm e, Krîterên Kopenhagê, gor gelek peymanên navnetewî
gelek heq û azadî didine hûrgelan. Gor mezinahî û daxwaza
wan, heqê çapemenî û weşanê; heqê xendinê di mekteb û
zanîngehan da bi zmanê xwe; pardar bûn di kar û barê welat
da; heya dereca otonomîya çandî û herêmî…
Lê dewleta Tirk tenê behsa mafên çandî dike, ew jî ne di
çarçuva mafê hûrgelan da, wek mafên şexsî (îndîvîdual).
Dewleta Tirk îro dibêje ku di vî warî da reformên ku jê tê
xwestin hemû kirîye û Krîterên Kopenhagê bi temamî bi cî anîye.
Eva dereweke mezin e.
Dewleta Tirk zmanê Kurdî di warê weşanê da serbest ne
hiştîye. Tenê di heftê da nîv saet heqê radyo û têlevîzyonê
daye. Hingê mirov çawa dikare bêje ku Kurdî di warê radyo
û têlevîzyonê da serbest e? Eva wek henek e ku bi 20 mîlyon
Kurd tê kirin.
Dewleta Tirk tenê îzna çend qursên zmanê Kurdî da û ew jî
li du-sê bajaran bi zor û zehmet vebûn. Lê mirov çawa dikare
bêje ku ev heqê xwendinê ye? Eva jî wek henek e bi 20 mîlyon
Kurd.
Ji xwe ew qurs jî ji ber astengên dewletê û bê mecalîyê hatin
girtin.
Heqê xwendinê ev e ku ji bo milletekî wek Kurd ji dibistana
pêşîn heya zanîngehê bi zmanê xwe be.
Dewleta Tirk rê nade ku Zmanê Kurdî heya di civînên sîyasî
da bi serbestî bi kar bê. Ceza didine wan kesan ku di civînan
da bi zmanê Kurdî pankart vekin, yan qise bikin.
Nimûneya dawî: Dijî rêvebirên Partîya Heq û Azadîyan (HAK-PAR)
dawe hate vekirin, ku di kongrê da bi Kurdî jî qise kirine.
Ev dewa berdewam e.
Bi kurtahî, îro jî ku Tirkîye dixwaze bibe endamê Yekitîya
Ewrûpa, dîsa çiqas ji dest tê zman û çanda Kurdî qedexe dike,
dixwaze tevî çand û zman, hebûn û nasnama milletê Kurd jî
bi temamî nehêle, winda bike.
Eva jî jenosîda çandî ye dijî milletekî. Gor huqûqa navnetewî
curmeke herî mezin e dijî mirovetîyê.
Em kurd, helbet li himber vê zor û zulmê ber xwe didin û
tucar ji bindestî û zulmê ra serê xwe danaynin.
Divê Yekitîya Ewrûpa jî, hemû dinya jî li himber van kirinan
bêdeng nemîne, ji vê curmê ra çavê xwe negre.
Divê Yekitîya Ewrûpa ji prensîbên xwe ra xwedî derkeve.
Eger Tirkîye dixwaze bibe dewlet û welatekî medenî, divê
gor pîvanên mafên mirovî û demokratîyê bike, huqûqa xwe biguhure
û bi cî bîne. Divê pirçandîya welat ra hurmet bike.
Divê hebûna milletê Kurd nas bike, zmanê Kurdî wek Iraqê
bike zmanê resmî, mektebên Kurdî veke, radyo û têlevîzyona
Kurdî serbest bihêle, ango pêşîya çanda Kurdî bi temamî
veke û mafên ku di vî warî da ji Tirkan ra hatîye naskirin
bi Kurdan ra jî were naskirin.
Bi gotineke din, divê dewleta tirk bibe dewleteke demokratîk
û hînî toleransê be.
Aşitî ne bi despotî, bi demokrasî û toleransê çê dibe.
-----------------------------------
Têbinî: Ev nivîs sê sal berê hatibû hazirkirin ji bo konferanseke
navnetewî ku li Parisê çêdibû. Lê mixabin firsend nebû ku
biçimê. Ev nivîs di kîlera min da mabû û nuha diweşînim.
---------------------------------------------------------------------------
Ji nivîsên berê
İçe kapanma olayı ya da kaplumbağa politikası
Kürtçe ve Türkçe yazma üzerine
Cambaza
mı bakalım, hırsıza mı?
Komplolar,
cinayetler, provokasyonlar… ”Devlet sırları!”
Sistemde açılan bu gedik önemlidir
Abant Platformu ve sömürgeci tezlerin yeni versiyonları
Ergenekon
ve Dağlıca
”Bilgi
Destek Planı” yıllardır yürürlükte..
Baskın
Hoca’nın genellemeleri…
Bu
nasıl bir ülkedir?
Umut ne AKP’de, ne Kemalizmde
AKP’nin “çözüm” paketi ve GAP
Kürt
sorununda ekonomi ve siyasetin bağı
Sabancı
Cinayeti’nin belgeleri de ortaya dökülürken...
AKP
değişimin partisi değil
Eski
film yeniden gösterimde mi?
Kedinin
boynuna çanı kim takacak?
Ülkeyi
batağa sokanlardan çözüm beklenemez
Yeni bir halk hareketine
gerek var
Canım
tepki göstermek istemiyor
Sadun
Hoca ve Hasretyan
Geçmiş olsun Sırp yoldaşlar!
Aslan
Asker Şwayk ”Panodaki Şiir”e Karşı!
Türban
ve laiklik üzerine
Ergenekon
ve Türk medyasının çözülen dili
Düzenli köşe yazılarıma
son verirken…
Hrant
Dink’i anarken
AKP
sistemle kaynaşırken..
Sekiz
asker, bomba olayı ve Erdoğan…
Tarih,
akıl ve ahmaklık üzerine
Kandil
Operasyonu; hedefler, sonuçlar
Kürtlerin
temsil sorunu
Sabah’taki
söyleşi, DTP ve temsil sorunu üzerine
Oyunun yeni perdesi ve değişen
taktikler
DTP’ye
yönelik kapatma davası
Bush-Erdoğan
görüşmesi ne sonuç verdi?
Militarizm
Türkiye’yi teslim almak istiyor
Katil
kim?.
PKK’nın
silah bırakmasına veya yeni bir ateşkese karşıyım!
Bu çılgınlıkla
nereye?..
Nasıl
bir anayasa? – 3
Militarizm barışa, demokrasiye, gelişmeye engel
Türkiye
Malezya olur mu? Keşke olabilse!
Nasıl
bir anayasa? – 2 Kemalizm ayak bağı oldu
Nasıl bir anayasa?
Bir
genel af ”PKK sorununu” bitirir mi?
DTP’nin
temel yanlışı ne?
Yedi
kızın acı öyküsü Yaşamadan Öldüler
Yakın
tarihe kısa bir gezinti
Kürdistan gerçeği, Kürt ulusal sorunu ve onurlu tavır
Türk
dış politikasının rüşvetleri…
Yezidi
Kürtlere yapılan saldırı
Türk
Parlamentosu ve Kürtler
Seçimlerde
Türkiye solu, Kürt Ulusal hareketi
22
Temmuz Seçimleri üzerine
Orman
yangınları kimin işi?
Dink
Davası ve Sivas
Bir
mum yakmaya devam…
Kuzeyde
bir hafta
Norveç sınırı, Laponlar, beyaz geceler…
Darbe
ayağa düştü
Darbe
planı işlemekte
Barzani
“PKK terörü”nü destekliyor mu?
Hükümet
gerçekleri halka anlatmalı
Sayın
Sezer, nereden nereye!
Son
terör eylemlerinin ardında kimlerin eli var?
Sistem
ne laik ne demokrat
“Dil
Devrimi” ve “Güneş Dil Teorisi” komedisi
“Türk
Tarih Tezi” komedisi
Paşalar
Cumhuriyeti, berdevam mı?.
Kürt
Dili nasıl kurtulur?
Türk
medyası ya da Yalancı Çoban
General,
istifa et!
Heyy,
orada bir Müslüman yok mu?!.
Irkçı
görüşlerin temeli yalan ve safsata-2
Türk-İslam
sentezi ve Kürtler, Aleviler...
Irkçı
görüşlerin temeli yalan ve safsata-1
Kim
olursa olsun!
“Bu
ırkçılık nerden çıktı?!”
Aman,
301’i değiştirmeyin!
Yanlışta
direnenler, Sopayı çözüm sananlar...
“Halkın
oyları” ve çıkar yol
Türkiye
batağa nasıl saplandı..
Kerkük
Kürdistan’a katılırsa...
Gerçek
katil kim?
Ankara
Konferansı üzerine
AB’ye
sırtını dönen Türkiye’de Savaş hazırlığı
mı, blöf mü?
Saddam
cezasını buldu
Çıkara
dayalı yanlış hesaplar
AB’nin
son kararı üzerine
Baker
Raporu ölü mü doğdu?
PKK
neden taktik değiştirdi?
İlkesizlik
ve Irak’ta çözüm
Bir
kez daha Ermeni sorunu üzerine
Değişime
direnen Türkiye
Sel,
yangın vb. “doğal felaketler” üzerine..
Kürdistan,
zenginlik içinde yoksul ülke..
Bir
şarkı, bir şiir
Fransız
Parlamentosu’nun kararı Ve Cezayir..
En
büyük devletsiz ulus..
Oyunu
gerçek sanmak-2
Oyunu
gerçek sanmak.. (1)
Ana-babalar
kirli savaşı sorgulamalı
Linç
salgını yayılırken…
Lübnan’dan
uzak dur, Kürdistan’a hücum!..
Uygarlıklar
Savaşı mı?
Türkiye’nin
Kerkük Sorunu!
Halkı
yalanla besleyen rejimler…
Irak’ı
bekleyen: Ya üçlü konfederasyon, ya üç ayrı devlet
Bölgemizde
ve Dünyada barış ve istikrar için..
Statükonun
yıkımına kim ağlar?
Terör
ve PKK bahane, Hedefler çok başka…
Hürriyet’in tehlike çanları!
Kırk katır mı, kırk satır mı?..
Demirel, Çiller, Ağar, Güreş… Bunlar tanık
mı, sanık mı?.
Şemdin’in
yakalanması, destanlar, balonlar…
Başı
türbanlı bir kadın neden cumhurbaşkanı
olmasın?..
Çetelerle
mücadelede hükümete destek vermeli
Ülkeyi
esir alan ahtapot...
Sular
ısınırken...
”Sanki
herkes kör, herkes zincirlerle bağlı…”
Bu
bir darbe değil mi?
Terör
ne, terörizm ne?
TBMM
Başkanı Arınç’ın kunuşması ve
demokrasi üzerine..
Şemdinli’deki
askeri yığınak neyin nesi?..
Rejimin
Kürt halkına topyekün saldırısı
Baş
terörist kim, PKK mı, Türk devleti mi?
Önyargı,
tutku ve akıl...
Derin
devlet oyununda Rejisör, figüran ve seyirci…
Suç
ve Ceza
Yine
bir şeyler dönüyor…
Sistem
çürümüş, dökülüyor
Irak’ta
iç savaş kaygısı ve kendi kendine gelin güvey
olanlar..
ŞOVENİZMİN
ESİR ALDIĞI BEYİNLER (*)
At
izi it izine karışırken..
HAMAS
ve PKK…
Sağduyu
ve hoşgörü gerekli
Şemdinli’nin
üstü örtülüyor
Adalet
mi rezalet mi?.
Genelkurmay
Gladyosuna sahip çıktı!
Türk
Gladyosu tasfiye edilmedikçe…
Yalancının
mumu yatsıya kadar yanar
“Demokratik
Cumhuriyet”in patenti Bay Öcalan’ın mı?
Türk
rejimi neden Apo´ya sarıldı?
Kürt
sorununa çözüm çeşitlemeleri üzerine…
Türkiye
Kürtler konusunda İran’ın bile çok gerisinde…
Erdoğan’ın
Şemdinli ziyareti ve alt kimlik-üst kimlik üzerine
Paris
olayları ve küreselleşme üzerine
Olaylar
böyle mi aydınlanacak?
Şemdinli
bir fırsattır
Bu
nasıl bir ilerleme?
Değişimi
anlamak ve Kürt sorununda akılcı çözüm
Bilimsiz
üniversite, hukuksuz adliye..
Türkiye’nin
AB üyeliği ne Sevr’dir, ne de Lozan…
AB ile müzakereler başlarken umutlar - kaygılar...
3
Ekim bir dönüm noktası olacak
Sevgisiz
bir ülke..
“Demokrat,
özgür ve çağdaş Kürtlerin sesi…”
Provokasyon
dumanları…
Asıl
ölüm susmaktır
PKK’yı muhatap yapan kim?
Erdoğan’ın son tavrı
Doğu Kürdistan’daki son
gelişmeler üzerine
Kürtçe
şu anda zincirlerle bağlı
Öcalan
İmralı´dan alınmalı
Derin Devlet ve PKK el ele..
Bir kez daha terör ve uluslararası sorunlar
üzerine
Bir toplum nasıl kandırılır?
Bazı dostların ardından
AKP Alevileri yok sayıyor
ÇIKAR YOL - III Buyrun,
örgüt de var, iş de!
Erdoğan’ın ABD gezisi: Türk tarafı
için düş kırıklığıürk
tarafı için düş kırıklığı
ÇIKAR YOL – II
Teslimiyete karşı ulusal seçenek
Fransız Referandumu üzerine düşünceler
ÇIKAR
YOL - I En başta umut gerekli
İşe
yaramaz bir karar…
NE
DEĞİŞMİŞ?.
Soykırım ve Yüzyıllık Nazizm
Kendi
ordusunun işgali altında…
Türkiye’nin
Kürt Politikası: Döverek Islah..
PKK’yı
kim çözsün?.
Dün
cami, bugün bayrak…
İstanbul
sorunu artık Kürdistan sorunudur
Ermeni Soykırımı ve Orhan Pamuk Olayı
Bir
kez daha laiklik sorunu ve Aleviler konusu
Ş
I M A R I K…
Kürt
Devleti ve Deli Dumrullar…
Dezînformasyon û Prowokasyon
Derin
Devlet Tiyatrosunda Kürtler
ve Türkler...
|