PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 

Kurd û Proseyê Aşitî Li Tirkiyê (*)

Mesud Tek

Mebest ji proseyê Aşitî, proseya dawî ye, ku li Tirkiyê dest pêkiriye.

Li pêş hemu tişt, divê bêjin, ku destpêşxerê proseyê Hikumeta Partiya Dadî û Pêşveçûnê (AKP) ye.

Di siyaseta dewleta Tirk da cara yêkan e, ku hikumeteka Tirk destpêşxerê proseyek dibe, ku armanca proseya hanê çareser kirina pirsa Kurd e bi rêka demokratîze kirina Tirkiyê va.

Ji bona baştir û rastir têgihiştina proseya hanê, divê bi kurtî behsa raburdiya nêzik bikin.

Belê rast e, ji damezrandina Komara Tirkiyê û heya salên dawiyê, hemu kabineyên Tirk xwastine pirsa Kurd çareser bikin û ji bona vê armancê rapor amade kirine, bername danine.

Lê belê bername û  plana wan ne ji bona çareseriya demokratîk bû.

Ew xwastina bi tund û tijiyê, bi înkar û asimile kirinê va kêşeyê Kurd çareser bikin û rapor û bernameyên wan jî ji bona vê armanca kirêt hatine amade kirinê.

Arşiva dewleta Tirk bi rapor û bernameyên bi vê rengê ve gelek dewlemend e.

Hinek partiyên Tirk, ku gava opozîsyon bûne, derbareyê pirsa Kurd rapor amade kirine ji bona çareser kirina kêşeyê Kurd peşniyarên xwe pêşkeş kirine, ku di nava wan da xalên  maqul û demokratîk jî hene.

Lê belê gava hatine ser hukim û hikumet damezrandina rapor û peşniyarên wan ji bîra wan çûne, teslîmê siyaseta resmî ya dewletê bûne û siyaseta hanê bi rêva birine, ku li ser înkar û asimîle kirina Kurdan hatiye damezrandin.

Û arşiva partiyên siyasî jî bi raporên weha, ku ne hatine ci be kirinê ve, tijê ye.

Carna jî serokek wekî Ozal xwastiye ji bona çareseriyê hinek gavan bavêje, lê belê rû be rûyê gelek asteng bûye, ku berê herkesê partiya Ozal dij derketiye û bûye astengek.

Lê belê vê carê ne bi vê rengê ye.

Heta îro Partiya Erdoxan bi giştî ligel siyaset û gavên Erdoxan e, piştgiriyê lê dike.

Belê rast e, ku li pêşiya proseya dawî jî gelek asteng û kend û kosp hene.

Astenge herî mezin ev zîhniyet e, ku di nava gelê Tirk da bi hêz e.

Zîhniyeta hanê berhema sîstema perwerdeyî û ragihandina Tirkiyê ye û eşkere ye ku, guhartina zîhniyet gelek dijwar e û wext dixwaze.

Herwekî zanayê mezîn Alfred Eînstein dibêjit “guhartina zîhniyet, ji jêkbelav kirina atom zehmetir e.”

Bê guman astengeka mezin di nava dewletê da ye.

Dezgeyên dadwerî, mahkemeyê bilind û burokratên kemalîst gelek kend û kosp datinin li pêşiya proseyê.

Generalên payebilind jî dijî proseyê ne, ku hertim dibêjin heya dawiyê emê şerê gerilla bikin.

Bi gor bîr û baweriya min dudiliya Erdoxan û hikumeta AKP jî carna dibine asteng li pêşiya proseya aşitiyê.

Serokwezîrê Tirkiyê gelek caran li ser axaftina xwe pêgir nebûye, dudilî nişan daye.

Henceta Erdoxan ji bona vê dudiliyê jî heye.

Erdoxan dibêje ji bona ava kirinê maqul nine, ku çend ciyan xirab kin.

Bi kurt û kurmanci Erdoxan dibêje, ku ji bona aşitiyê em nexwazin dilê kesên dinê bêşinin.

Kesên, ku Erdoxan nexwaze dilê wan bêşine, dijî proseyê aşitî ne, dijî hemu cure guhartin û pêşveçûn e, dijî demokrasî û aşitî û Yêkitiya Ewropa ne.

Gelek mixabin karnameya Erdoğan di vî warê da xirab e.

Hêşta jî bîra me neçûye, ku Erdoxan gelek ji gotinên xwe derbareyê demokrasî û kêşeyê Kurd, paşgez (paşgav) bûye.

Herwekî tê zanin di havina sala 2005’an da Erdoxan li Diyarbekirê gotibû, ku “pirsa Kurd bi rêka demokratize kirina Tirkiyê va tê çareser kirine.”

Lê belê ji vê rojê ve heya îro Hikumeta Erdoxan ji bona demokratîze kirina Tirkiyê tû gavên mîcîd ne avêtine; guhartinên pêwîst di qanun û Destur da nekirine.

Beravejiya vê yêkê, gavên usa avêtine, ku dilê kemalîst û generalan pê xweş bûye.

Bi kurtî Hikumeta AKP nexwastiye dilê kemalîstên sîvîl û generalan bêşîne, ca ji ber tirs be, an ji ber dilovaniyê be!..

**

Bê guman proseya aşitî nişkeva nehatiye meydanê.

Gelek sedem û faktorên navxweyî, navçeyî û nevnetewî yên proseyê hene.

Dikarin bêjin proseya aşitî hukmê mêju ye, berhema guhartinên navxweyî, navçeyî û navnetewî ye.

Berê her tiştê bandora berxwedana gelê Kurd di vê proseyê da gelek e.

Gelê Kurd li hember zilm û zordariya dewleta dagirker  serê xwe ne çemandiye, pê li ser xebat ji bona mafên xwe yên netewî da girtiye.

Faktorekê din jî ev e, ku gelek dem û dezgeyên dewletê têgihîştine, ku kêşeyê Kurd êdî bi rêka serbazî, bi kar anina tund û tijiyê çareser nabe, divê gavên siyasî, aborî û  civakî jî bêne avêtin.

Navçeya Rojhilata Navîn ne wek berê ye.

Paş ruxana rejîma BAAS û hatina leşkerên Dewleta Yekbûyî ya Amerîka (DYA) bo navçe, hem parsengê hêzan û him jî naxşeyê siyasî ya herêmê hat guhartin; giraniya Kurdan di vê parsengê da zêdetir bû.

DYA, ji bona ci be ci kirina bernama xwe li Rojhilata Navîn û Afxanistan û Asyayê Navîn, her usa hewcedarê dewleta Tirkiyê û Hikumeta Herêma Kurdistan e.

Ji ber vê yekê ji DYA dixwaze pêyvendiya Tirkiyê û hikumeta Herêma Kurdistanê baş be û DYA ji bona vê armancê jî zext li ser herdu alî dike.

Yek ji astengên mezin li ser li yêk nêzîk bûna Tirkiyê û Herêma Kurdistanê hebûna bingehên serbaziya PKK li Qendîl e û divê ev asteng nemine.

DYA, heya niha ji bona lêdana bingehên PKK alikariya dewleta Tirk kir; dike jî.

Lê belê karbidestên DYA gelek caran gotine, ku alikariya me ji bona lêdana PKK heta hetayî nine.  

Karbidestên DYA gelek caran zext li karbidestên dewleta Tirk kirine, ku ji bona çareser kirina pirsa Kurd bilî rêka serbazî, rêyên dinê jî bigrine ber.

Bi bîr û baweriya min, faktora serekiya proseya aşitî, xetên boruyên neft û qazê ne, bi taybetî jî  Projeya NABOCCO ye, ku bo armanca veguhastina qazê Iraq û Azerbaycan û Asyayê Navîn bo Ewropa hatiye amade kirinê.

DYA, ne tenê piştgiriya Projeya NABOCCO dike, her usa têda beşdar e jî, ji ber ku DYA dixwaze Ewropa di warê qaza siruştî da ji bindestiya Rusya xilas be.

Ne tenê boruya nefta  Kerkuk û Kafkasyayê li Tirkiyê derbaz dibin, her usa ciyê Tirkiyê di Projeya NABOCCO da jî girîng e.

Pisporên xetê boruyên qaz û neft dibêjin, ku xetên boru hewcedarê aramî û asayiş e, navçeyek, ku têda aramî û asayiş cigîr nebûye, zemanetê xetên neft û qaz jî nine.

Ji ber vê yekê jî ji ber xatirê zemanetê xetên boru jî be, divê li Kurdistana Bakurê aramî û asayiş cigîr be.

Ji bona aramî û asayîşê jî divê kêşeyê Kurd li Tirkiyê bê çareser kirinê.

Ji bona hemu kes eyan e, heya ku pirsa Kurd neyê çareser kirinê, aramî li navçe da cigir nabe.

Bê guman tesira Yêkitiya Ewropa (YE) li ser proseyê aşitî gelek e.

YE, bona endametiyê di YE da hinek merc daniye li ber Tirkiyê, ku hinek ji wan mercan derbareyê pirsa Kurd in.

YE di hemu raporên xwe da, ku derbareyê Tirkiyê amade kiriye, ji Tirkiyê xwastiye, ku kêşeyê Kurd bi rêka dan û standinê  va çareser bike û ji bona ve armancê jî carna zext li Tirkiyê kiriye û dike..

**

Gelo proseya hanê, ku bi axaftina Serokkomarê Tirkiyê ve dest pê kirî bû, gihiştiye çi qonaxê?

 Herwekî tê zanin, wezirê navxweyî ya Tirkiyê derbareyê kêşeyê Kurd û rêka çareseriyê bîr û hizrên  gelek partî û rêxistinên sîvîl û rewşenbîr û rojnamevan vergirt.

Biryar e, Hikumeta AKP di wan rojan da bernama xwe ji bona giftugo kirinê pêşkeşê Parlamentoya Tirkiyê bike.

Hêşta bi ronî û zelalî eşkere nine, ku di bernameya hikumetê da çi heye, hikumet bi resmî negotiye, ku wê çi bike û kijan gavan bavêje.

Lê belê ragihandiye, ku di bernama xwe da çi nine.

Bi gor gotina Erdoxan 3 xal xeta sora hikumatê ne, yek dewlet, yek millet, yek ala.

Her usa gotiye, ku lêborinê giştî, perwerde bi zimanê Kurdî û guhartina Destur di bername me ya demkurt da nine.

Bê guman kêşeyê Kurd li Tirkiyê di demekê kurt da nayê çareser kirinê.

Ji bona çareseriyê proseyeka siyasî û aborî u ferhengî û yasayî ya dur û dirêj pêwîst e û divê prose jî qonax bi qonax biçite pêş.

Lê belê heta, ku şer hebe, heta, ku gerila li serê çiya be, prose hertim di bin metirsî da ye.

PKK demeke dirêj e agirbes ragihandiye û ji bona berdewamiya agirbesê, divê supayê Tirk jî operasyon neke.

Her usa ji bona ku gerila ji çiyayê bê xarê, divê lêborinê giştî yê bê qeyd û şert bêne ragihandinê.

Ji bona ku kêşeyê Kurd û rêka çareseriyê bi azadî û hem aliyên xwe ve bikeve ber behs û lêkolinê, divê zirufeka aram û bê şer hebe.

Ji bona helumercekê aram jî divê hikumeta AKP gavên demokratîk bavêje, qanunên medya, pîtan, partîyan û hwd bigore, an jî qanunên nû derxe.

Lê belê ji bona desteber kirina gavên demokratîk û qanunan, divê destura Tirkiyê bê guhartin.

Bi gor bîr û baweriya min guhartina Destur yek ji mercên serekî ye ji bona serketina proseya aşitiyê.

Gava sîyaset kete kanala xwe ya asayî û rewşa siyasî asayî bû, hingê çareser kirina pirsa Kurd bi bingehî tê rojevê.

Bi gor bîr û baweriya Partiya me, kêşeyê Kurd bi nasandina mafê çarenus bona gelê Kurd ve tê çareser kirinê.

Peşniyarên me ji bona destnişan kirina şiweyê mafê çarenus federasyon e.

Ji ber ku federasyon di zirufên siyasî ya Tirkiyê, Kurdistan, navçe û navnetewî yen heyî da, baştirin û guncavtirin şîwe ye.

Lê belê em partiyeka rastbin in û dizanin, ku ji bona damezrandina federasyonê proseyeka dur û dirêj pêwîst e, an jî alozî û tevliheviyeka gelek mezin û navnetewî di navçeyê Rojhilata Navîn da..

**

Pêwîst e li ser halwesta partî û rêxistinên Kurd jî çend tişt bibêjim.

Em wek PSK, di destpêka proseyê da Deklerasyonek derxist û piştgiriya xwe li proseyê nişan da û me ragihand, ku em amade ne piştgiriya hikumeta AKP bikin eger ew gavên demokratîk bavêje.

Dikarin bêjin piraniya Kurdan ligel hinek têbiniyên xwe, piştgiriya proseyê kirin; dikin.   

Kurd hene, ku dijî vê prose ne û dibêjin “eva Lozana Duwem e.”

Bi gor bîr û baweriya min ev yêka hanê tiştekê siruştî ye.

Ji ber ku Kurd yek reng û yek deng nine, rengav reng e, dengên cuda cuda hene.

Lê belê ji bona, ku prose bi berjewendiya Kurdan be, divê halwesta partiyên Kurd yek bin.

Gelek mixabin di vê warê da kêmkariya me heye.

Me hêşta halwesta  xwe nekiriye yek, û navendek an komîteyek hevbeş pêkneaniye.

Bi gor bîr û baweriya me divê Kurd bi yekhalwest pêşwaziya proseyê Aşitî bike.

Di vî warê da erkekî mezin li ber pêşiya Partiya Civaka Demokratîk (DT) da heye.

Ji ber ku Hikumeta AKP di van çand rojên pêşiya me da, bernama xwe peşkeşê Parlamentoya Tirkiyê dike û di Parlamentoya Tirkiyê da têne DTP hene.

Divê em Kurd rewşa siyasî û civakiya Tirkiyê baş bixwinin.

Bîr û rayê Tirkiyê û siyaseta Tirkiyê îro amade nine ligel PKK an Ocalan giftugo bike.

Lê belê amade ne ligel DTP, partiyên din yên legal û dezgeyên sîvîl giftugo bikin.

Ji bona vê yekê jî divê DTP xwe ji vê karê nedize û nebêje, ku “muxatab Ocalan e.”

Herwekî ronakbîrê hêja Îsmaîl Beşîkçî jî dibêje, DTP divê bibe pirek di nava dewlet û PKK da.

Kurd her usa divê guhartin û pêşhatiyên siyasî yên navçe û navnetewî baş bixwine û bi gor vê xwendinê rêbaz û daxwaz û şiveyê xebata xwe dest nişan bike.

Bi xwendina partiya me divê em pêşwaziya vê proseyê bikin û karên usa nekin, ku wê bibite alîkar ji bona şerxwazên Tirk, Kurd û yên navçe.

Herwekî dizanin, Serokatiya Herêma Kurdistan û parti û rêxistinên hemu parçeyên Kurdistanê piştgiriya proseya hanê dikin, ku ev yêka derfeteka gelek baş e.

Li ser partî û rêxistin û rewşenbîrên Kurdên Bakur ferz e, ku pêkve ji vê derfetê baş îstîfade bikin.

03.11.09

(*) Nivîsa hanê kurtiya gotara min e, ku min “Konferansa Kurd û Proseyê Aşitî Li Tirkiyê” da, pêşkeş kiri bû. Konferans ji aliyê Bingehê KAWA ve, lı Hewlêrê hatibû amade kirinê.

  Yazarýn önceki yazýlarýndan:

6. Kürdistan Hükümeti
“Ortadoğu’da Allah’ın Dediği Olur”
Ez jî Çûme Hecê
Kendi Liderlerimizden Öğrenmek..
Bir kez daha “Keşke” Dememek İçin
“Türk Sorunu” mu?
1 Eylül ve Süreç
“Ölüm ile Korkutup Sıtmaya Razı Etmek”
Xala Hertimî Ya Rojeva me Ya Siyasî
İyimserlik ve Olmazsa Olmazlar...
Seçim Sonrası Sınavı
Güney Seçimleri Ve Tavrımız
Halwesta me
Demokrasi, Dipçik ve Cop
Yetersiz ama önemli..
“Peygamber Ocağı” Böyle İse Eğer..
Olmazsa olmazlar!..
Erdoğan Samimi İse Eğer..
Eğitim, ama nasıl?
Gözden Kaçırılmaması Gerekenler..
Türk Devleti PKK İle De Görüşmelidir!..
Türkiye Bir Kez Daha Yol Ayrımında..
Musul’da Neler Oluyor?
Türkiyelileşme" Mi, Kürdistanileşme Mi?
Obama’nın Ziyareti ve Derinlerin Çiçeği’ne Dair..
Şehidler Günü
Soğukkanlı Olmanın Zamanı
29 Mart Sonrasına Dair
“Ya Hezar ya Hiç”
Mart Ayı ve Dersleri
Can Kurban Bu Provokasyona
Kim Korkar Diyalogdan?
Onur..
“Bu da böyle biline”
Yêzidiler, Güven ve Vefa
“Kürdistanlı Partiler Konferansı”
Bilim İnsanı Siyaset İlişkisi Ya Da Atı Arabanın Önüne Bağlamak
Eğri Oturup Doğru konuşursak..
Darısı Diyarbekir’in Başına!..
Tilkinin Şahidi; Türk toplumu Ne zaman Isyan Edecek?
“Vatan” ve teferruat!..
Tekrarın getireceği sıkıcılığı da göze alarak..
Velev ki dedirtmesin!..
İtiraf..
Terk Etmesi Gerekenler..
Arap Şovenizmi ve Tersyüz Edilen Gerçekler
Başbakan’ın Yeri ve Sakızı
Fırsat..
İkinci Tezkereye Dair..
Kirli Çamaşırlar Ortaya Dökülürken..
Beklenen Oldu..
Ben Işık Koşaner’i Sevdim
Bu Sonbahar Güney’de Sıcak Geçecek
Yalandan Kimin Evi Yanmış ki!.
Kürdi Çatı
Uzlaşmak…
Güngören, Kerkük ve Ergenekon’a Dair
Birlikte Yaşama Üstüne
Taraf Olmak Yetmez Müdahil Olmak Gerek
Taraf Olmak
Takke Düştü Kel Göründü..
Malumun İlami Ya da Yeni Bir Şey Yok
Ordu Yargı El Ele”
Anayasa Mahkemesi Kararı Neyi Gösteriyor?
1000 İmza ve “Yabancı”lar
1000 İmzanın Önemi
Samimiyetölçer!..
Gerçekçi Olmak Gerekirse..
İyi Şeyler
Kürt Çatısı
Kargalar Bile Gülmüştür
Kemalizmi Kurtarmak Kürtlerin İşi Değil
Ağız Bir Kere Yanmaya Görsün
“Bir Musibet Bin Nasihattan Evladır”
Şehitler Günü
Kendisine Dokunulunca
Aklına Hukuk Ve Demokrasi Gelenler
Hasan Cemal, Çocuk ve Berekete Dair
Haydi Şaşırt Bizi Erdoğan!..
Kara Harekatı ve Acı Gerçeklerimiz
Türk Medyası, Çifte Standart ve Çocuk
“Türk Devleti İnsanlık Suçu İşliyor”
Zorlukların Üstesinden Gelmek İçin..
Allah Söyletiyor!.
Sevinmek İçin Erken
“Gelin Canlar Bir Olalım”
Havuç-Sopa ve AKP’ye Dair
“Hak İçin Haklıdan Yana Olmak”
Sorti, Bombalama ve Bilime Katkıya Dair..
"Müslüman Mahallesinde Salyangoz Satmak"
"Ya Hezar Ya Sıfır"
Erdoğan ve Nobel
Baykal’ın Başına Düşen Taş
Samimiyet Sınavı-2
Türkiye Paşalar Cumhuriyeti
PKK Ateşkes İlan Etmelidir (*)
Tezkere ve Kararlılık
Çıkmaz Sokak
Olması Gereken..
Kemalizm İçin Kaygılanmak Kimin İşi?
Perşembenin Gelişi
Gerginlik Kapıda
Sözcüklerin Önemi!..
Şeyh Elo’nun Söyledikleri..
Bölücü Masalları
Kıyamet Koparken...
Anayasa ve Kürtler
Qandil’e Uzanmanın Ne Gereği Var?..
Çuvaldızı Kendimize Batırmalıyız
Seçimler ve Sonrası..
Rektörün Tuttuğu Ayna
Öcalan İçin Fırsat
Sular Giderek Isınırken..
Lafla Peynir Gemisi Yüzdürmek..
“İyi Çocuklar”a İş Çıktı
Polis Devleti
Papatya Falı
İran-ABD İlişkileri Açısından Ortadoğu
Zorlu Süreç
Hazır Başlamışken..
“Ne Şeriat Ne Darbe”
Malatya Katliamı ve Uğur Kaymaz
Bir Kez Daha Birlik Üstüne
Bremen Mızıkacıları
Şehidler Günü
Bağımsız Kürdistan
Newrozu Özüne Uygun Kutlamak İçin..
Malumun İlani
Evren Vakası ve Eli Taşın Altına Koymak
Kürtlere Ateş Etmek Serbest..
Davul ve Tokmak
Atı Arabanın Önüne Koymak
Milliyetçilik Yarışı
Ben Erdoğan Hayranıyım!..
Katil Kim?
Zor Günler
Samimiyet Sınavı
Yeni Yıl
Ankara Kriterleri-2
Geç Olmadan
Gelenek
“Ne Olacak Bu Irak’ın Hali”?
Bir Kez Daha Kerkük Üzerine
Sembol mü?
Demokrasi
Hayalleri Yasaklamak
Erken Ölüm
Törkiş İşi Demokrasi ve Sivil Çözüm!..
Her ikisi de aynı Orhan Pamuk
“Paşalar Cumhuriyeti”
Cadı Kazanı
Sıcak Günler
Başbakan’ın TİT Aşkı
“Bayrak Krizi”, Gerçekler ve Görevlerimiz
“Qandil Gönüllüleri”
Enfal
Yapışık Üçüzler
Kirlenme, Çürüme ve Çifte Standart
Hizaya Getirmek
Başbakan Doğru Söylemiyor
Şahinler ve Riyakarlar
Madımak
Zeytin Dalı
Yanlışta İsrar
“İyi Çocuk”lar Cenneti..
Filmi Başa Sarmak
Erdoğan’ın Sınavı
Süreç ve Önümüze Koyduğu Görevler
Tek Yanlı Aşk
Sadak’ın Sadakati
İpe Un Sermek
Güneyli Kürtlerin Büyük Sınavı
Kansere Razı Etmek İçin Ölümle Tehdit Etmek
Acaba Öyle mi?
Halepçe Olayları Neyi Gösteriyor, Neyi Gerektiriyor?
“Çeteler Cenneti”
Arapsaçı
Söyleyemediklerim ve Yapmadıklarımız..
Buzdağının Ucu (Mu?)
Aynaya Bakmak
Saygı Mı? Özgürlük Mü?
Militarizm Ve Çürüme
Yavaş Ama Emin Adımlarla İlerlemek...
İspanyol General Ve Ağca
Gel De Niyazi Usta’yı Anma

MGK’nin Yeni Yıl Hediyesi..
Hazırlıklı Olmak
Gündemimizin Değişmeyeni..
Fırıldak
15 Aralık Seçimleri ve Olası Sonuçları
Biz İşimize Bakalım-2
Demokrasi ve Ortadoğu
İyi Asker
Ayna Tutmak
Alışmakta Fayda Var
Üçüncü Ses
“Uzun, İnce Bir Yol”
3 Ekim, 15 Ekim ve Protokol
3 Ekim Sonrası..
Çürüme
Ne yazmalı?
DİSK
Zorlu Süreç ve Görevler
Yoğurdu Üfleyerek Yemek!..
Kim(ler)in kafası Karışık?
Başbakan Samimi Olmak İstiyorsa…
"Emrin Olur"
Sorun Kürt aydýnlarý mý?
Ülkenin Gerçek Efendileri
Maksat “Terörün Kökünü kazımak”sa...
Londra Ve Kerkük
“Hukuk Herkese Lazım

Aydınların Çağrısı ve Geçmişi Hatırlamak
Cellad Çağrısı
Eşik Aşındırmak
Rüzgarı Arkaya Almak İçin
Gaf
Yapılacak Başka İşler De Var
Bayrak Ve Ekmek
Endişe
Ar Damarı
Kürdistan Parlamentosu
“Sözde”
Darısı Başımıza!...
Bayrak ve Asimilasyon
Adar û Newroz
AB Ve “Bölücü Tilkiler, Koyunlar”

 

  

 

 

 

 
PSK Bulten © 2009