Wek rexne li ser pêşangeha
Bottropê
Kemal Burkay
Min li ser Pêşangeha Kitêbên Kurdî li Bottropê nivîsek
dirêj bi Tirkî nivîsandibû û ew di malpera Dengê Kurdistan
da hîn jî heye. Hin hevalên dinê jî wek nûçe (xeber) û miqale
li ser vê pêşangehê nivîsandin. Lê ew nivîsên han, ya
min jî di nav da, hema bi temamî bi awayekî xweşbîn hatibûn
nivîsandin, ango bi berçavikên pembe…
Pêşangeh helbet çalakiyek baş bû him di warê çandî
(kulturî) him jî siyasî da. Ji xwe bo me Kurdan ev herdu war,
ango çand-û siyaset ji hev bi dîwarên bilind cuda nabin. Wek
milletekî bindest çanda me bibê nebê gelek sîyasî ye û sîyaseta
me jî gelek çandî ye…
Belê pêşangeh çalakiyeke baş bû, sê rojan ajot,
çend weşanxaneyên Kurd weşanên xwe li wir raxistin,
gelek nivîskarên Kurd û çend jî yên Tirk tê da beşdar
bûn, semîner dan. Bi sedan Kurdên Almanya, beşek jî ji
Holanda û Belçika hatin serî li pêşangehê dan, kitêb
girtin û guhdarîya semîneran kirin. Evana hemû tiştên
baş bûn. Lê kêmasî jî hebûn.
Him jî kêmasî, bi raya min ne hindik bûn. Ew hinek kêmasîyên
hevalên KOMKARê bûn ku ev pêşangeh çêkiri bûn; hinek
jî kêmasîyên me Kurdan bi awayekî giştî bûn. Divê ew
jî bêne gotin û jê ders bêne stendin…
Yek ji wan kêmasîyan ew bû ku pêşangeh di medyayê da
baş nehate bihîstin. Belê, hin malperên Kurdi behsa vê
pêşangehê kirin; lê qasî ku dizanim têlevîzyonên Kurd
ne berî pêşangehê ne jî pişt ra behsa wê nekirin.
Eger li ser pêşangehê agahîyek fireh hebana wê zêdetir
kes bihatana, tê da beşdar bana.
Weşanxaneyên ku hatibûn kitêbên xwe raxistibûn kêm bûn.
Wek nimûne ji Swêdê, ji Weşanên Roja Nû pê ve, tu weşanxane
ne hatibû. Lê di pêşangehên berê da ji swêdê çend weşanxane
çûbûn, li Almanya di pêşangehên KOMKAR’e da kitêbên xwe
raxisti bûn. Gelo, nuha çima terikandin? Xuya ye, xelkê ku
tê û yê ku kitêban dikire kêm e. Hatin çûna vê riya dûr mesrefa
xwe dernaxe…
Me bi salan ji tunebûna kitêbên Kurdî gazin kir. Nuha nivîskar
jî, weşanxane jî, kitêb jî pir in; lê mixabin xwendekar
kêm in… Her çiqas di dest min da statistikên baş tune
bin jî, usa xuya ye ku di civate me Kurdan da xwendina kitêban
gor salên berê kêm bûye. Ger kêm nebe, zêde jî ne bûye.
Roja pêşîn (roja înê) ber bi êvarê vebûna pêşangehê
bû, herdu rojên dinê (şemî û yekşemî) rojên semîneran
bûn. Li her rojê qasî 4-5 semîner hatibûn danîn. Gor bernamê,
roja şemîyê divîya bû semînera pêşin piştî
nîvro di saet yekê da dest pê bike û ya dawî jî di saet 8
da xilas be. Lê mixabin semîner di waxta xwe da dest pê ne
kirin. Ji ber ku waxt hat, lê salona mezin û fireh vala bû.
Gotin ”Kurdê me tim dereng tên…” Her usa jî: ”hin kes ji bajarên
dûr tên, hîn di rê da ne…”
Bi rastî jî ber bi saet duduyon xelk hat.
Semînara pêşîn ya Xelîl Duhokî bû, divîya bû piştî
nîvro di saet yekê da dest pê bike. Duhokî gelek berî waxta
xwe di salonê da hazir bû; lê mixabin, ji ber dereng hatina
guhdaran semînerê saetekê dereng dest pê kir. Duhokî li ser
babeta xwe, rewşa zaravayê Kurmancî li Başûrê Kurdistanê,
nêzî saetekê qise kir, vêcar dor hate pirsan… Lê mixabin,
ki rabû, li cîyê ku pirsê bike, semînerek jî wî da! Belkî
neh-deh kesan bi vî awayî qise kir, ji pênc deqeyî, ji deh
deqeyî ne kêmtir…
Bi rastî em guhdar aciz bûn. Min ji hin hevalan pirsî: ”Gelo
ev çi mesele ye?”
Gotin: “Ev jî usûlê me Kurdan e, bi taybetî yê Kurdên Başûr…”
Hevalê ku wek moderator li kursî, cem Dihokî rûnişti
bû, hevalê delal Fettah Xoce jî, gelek nerm û kubar bû, bo
xatirê xudê carekê jî ne got ku ”Hevalê delal, dirêj neke,
keremke pirsa xwe bike, waxta me tune!”
Bi vî awayi bername ser û bin bû. Piştî Duhokî ez bûm.
Divîya bû di saet 14.45 da dest bi semînerê bikim û saet di
16.00 da xilas bikim. Lê dema dor hate min, saet zû va ji
16.00 derbaz bûbû!
Waxta min saetek û çêyrek bû. Babetê min zman û edebiyata
Kurdî bû. Min jî bi Kurdî qise kir û saetek ne bû, axaftina
xwe xilas kir, dor hate pirsan.
Pirsa pêşîn disa wek semîner bû. Camêrî pirs ne dikir,
li ser zman û edebîyata Kurdi zanîna xwe ya kûr radixist ber
çavan… Hevalê tenişt min, moderator Fettah Xoce dîsa
kubar û bêdeng bû… Bê çare, min rahişte mikrofonê, got:
”Hevalê delal, waxta me tune, ger pirsa te heye pirsê bike…”
Lê çi çare, ”usûl” cuda ye! Du kesên piştî wî jî xwestin
usa bikin… Xuya bû ew hevalên delal ne ji bo guhdarî û pirsan,
lê her yekî ji bo semînerekê bidin hatibûn wir. Ez bêçare
mam, çawa carekê li Stokholmê di semînereke ser dirokê da
jî kiri bû, min got:
”Hevalê delal, ewê ku nuha li vir semînerê dide ez im, ne
tu yî… Tuyê pirsa xwe bike, waxt tune! Ji xwe guhdar gelek
dereng hatin û bona vê yekê semîneran gelek dereng dest pê
kir. Nuha jî hûn her yek, li cîyê ku pirsa xwe bikin, semînerekê
didin û bername ser û bin dibe!..”
Bi vî awayî ew 15 deqqe jî derbaz bû û semîner xilas bû.
Piştî min semînera rojnamevanê Tirk yê navdar Cengiz
Çandar bû. Piştî wî jî du semînerê din hebûn: Ya şair
Yelda Karataş û Şair Yilmaz Odabaşi… Mixabin,
ji ber ku gelek dereng ket, dor ne hate wan herdu şairan,
yê wan ma roja dinê.
Lê roja dinê jî eynî tişt qewimî…
Roja yekşemê dıvîya bû semîner di saet 11.00’da
dest pê bike. Ez wek guhdar di saet 11.00’da di salonê da
hazir bûm. Yelda jî wek semînervan hatibû. Lê mixabin, ji
me û yek-du hevalên ku em birin salonê pê ve, li wir qûlê
xwedê tune bû. Saetekê şunda dest pê kir, hêdî hêdi xelk
hatin. Semînerê anca di saet 13.00 da, ango du saetan dereng
dest pê kir. Lê qasî roja berê xelk tune bû. Ew kesên ku roja
berê ji bajarên dûr hatibûn vegerîbûn û cardin ne hatin.
Roja yekşemê, bi taybetî di semînera şairên Başûr
da jî ev usûlê ”pirsên wek semîner” ducar bû. Bona vê yekê,
him ji ber dereng destpêkirinê, him ji ber pirsên vî cureyî,
bibê nebê bername ser û bin bû. Dor ne hate hinekan û hin
semîner iptal bûn…
Hin kêmasî helbet ji adet ûsûlê me Kurdan pêk tên. Yek ev
e ku, gelek ji me di waxta xwe da naçin civînan. Gelek ji
me ji me qet guh nadine civînan, kitêban û karên çandî…
Gelek ji me guh nadine usûl adetên civînan. Li cîyê ku wek
guhdar pirsekê bikin, radibin semînerekê bidin! Yên ku civînan
îdare dikin jî, bi kubarî û nermî bêdeng dimînin… Ev tişt
bernameyên civînan ser û bin dikin.
Madem ku rewşa me kurdan usa
ye, divê sazîyên ku van çalakîyan pêk tînin, hesabê van tiştan
bikin. Di rojekî da 4-5 semîneran daneynin. Ji bo çalakîyeke
han di rojekî da du, pir pir sê semîner têrê dikin.
Piştî pêşangehê jî kêmasiyan berdewam kir. Xebera
pêşangehê ku giha medya Kurdî tenê ya herdu rojên pêşîn
bû. Tê da di derheqê roja Yekşemê da, ango di heqê semînerên
Yelda Karataş, Yilmaz Odabaşi û semînera helbestvanên
Başûrî (Edîp Çelkî, Hoşeng Broka, Hadî Babaşêx
û Ebdullah Cindî) da tu agadarî tune bû. Bona vê yekê ew nivîs
du roj şunda hat firehkirin û agadarîya derheqê wan da
lê hat zêdekirin…
Lê mixabin vêcar jî wêne (foto, resim) tune bûn! Hevalên
Dengê Kurdistan ku bi vî karî mijûl bûn, name li ser name,
li fotoyên Yelda, Yilmaz û yên helbestvanên Kurdên me yên
Başûr geriyan. Lê bo xatirê xudê, wêneyek jî ne hate
ditîn!
Li cîyê pêşangehê me dît, kamerayeke têlevîzyonê (Kurdistan
TV) hemû semîner, ji serî heya dawî girtin. Çend wênekêşên
hoste (Şahîn Aydin û Ezîz) kamera di dest da bi dehan,
bi sedan wêneyên nivîskaran kişandin. Digel wan jî di
dest her jin, mêr û zarokî da kamerayek dijîtal hebû û bi
sedan wêneyên me û yên xwe kişandin… Lê mixabin nuha
di dest da, wêneyên hinek nivîskaran ku li wir semîner dabûn
tune bû!
Bona vê yekê, hevalan wêneyê Yelda Karataş û Yilmaz
Odabaşi ji internetê derxistin û li xeberê xistin…
Xuya bû hevalên KOMKAR ku ev çalakîya delal serrast kirine,
ewqas mesref kirine, ewqas waxt dane û westiyane, li ser hin
tiştan ne fikirîne û kar debeş ne kirine. Kesên
ku guhdarîya semîneran bikin û xeberan hazir bikin, kesên
ku wêneyan bikişînin û di waxtê da bigihînin, dîyar ne
kirine.
Kêmasîyên han ne cara pêşîn e ku derdikevin pêş
me, ev tiştîn han di çalakîyên komeleyên KOMKAR da gelek
caran hatine dîtin. Piştî tecrubeya 30-35 salî, piştî
ewqas kar û xebat, bi rastî ev kêmasi ji bo hevalên me, ji
bo KOMKAR’ê eyb e.
Kirina karekî baş bi serê xwe tiştek e, lê têrê
nake. Divê tu wi karî baş bidî bihîstin. Karê ku raya
gıştî baş pê nehese, berhemê ku li ber çavan
neyê raxistin, yan tesîra xwe nabe, yan jî kêm dibe.
Serêşîyek jî di nûçeyê vê çalakîyê da, di lîsteya navê
hin mêvanan da derket. Navê çend mêvanan, wek nivîskar û sîyasetmedar
di nuçeyê da hatibû nivîsandin. Lê piştra, herhal ji
ber rexne û pêşniyarên ku hatin, hin nav lê hatin zêdekirin.
Ev jî nebû çare. Dibe ku dilê hin kesan jê ma, yên ku navê
xwe di vê lîsteyê da ne dîtin.
Bi raya min listeyên han ne hewce ne. Herkesê ku hatibe cîyê
han xwedî kesayetiyekê ye. Tu hinekan wek mêvanên giran bi
nav bikî û binivîsî, yên din dikarin aciz bin…
-----------------------------
Bottrop’ta,
4. Kürt Kitapları Fuarı’nda
Anadilde
eğitime bile karşı çıkanlar
Kürt sorununu nasıl çözecek?
Barışa
ve demokrasiye susamışız
Boykot
haklıdır
Anadilde eğitim anasütümüz kadar
helaldır
Kurdun
sevdiği dumanlı havalar
Referandumla
iyi bir rüzgar yakaladık
Kılıçdaroğlu
ve yanlış tarafta duranlar…
Kim kime karşı, kim kime rakip?
3. bölüm
Niçin PKK ve Öcalan üstüne yazıyorum?
Kim
kime karşı, kim kime rakip?
2.
Bölüm
Siyasetten
ne bekliyorum?
Kim
kime karşı, kim kime rakip?
”Demokratik
Özerklik” üzerine
Siyam
İkizleri: Derin Devlet ve PKK
Militarist-faşist
güçlerin son çırpınışları
Biz
hiç susmadık;Ama bizi görüp duymadınız…
Kimlik
sorunu- 3
Kadın
sorunu ve sosyalizm
Kimlik sorunu -2
Kimlik
sorunu -1
27
Mayıs “Devrimi”
Viyana-İzlanda,
Dil ve Şiir
Bir
Dünyalıyım
Kovancılar
Depremi, Lazaref, Dema Nû ve Newroz...
Geçmişten
bir sayfa...
Çok
laf değil, somut adımlar...
KÜRT
SORUNUNDA BU DURUMA NASIL GELİNDİ? 1960 VE SONRASI...
Pervasızlığın
bu kadarı:
“Balyoz” derbe planı...
Kar
– Şiir
Ali
Baba Kırk Haramiler Mağarasında
Açılımda eksikler ve yanlışlar
İki
ihtimal
Ergenekon
eylemde
Tüm barış ve demokrasi güçleri
uyanık olmalı
TBMM’de
Kürt Sorunu ve Dersim…
Statükocu
güçler, Ergenekon ve şiddet birbirine bağlı
Hey,
Hürriyet! Orada kimse yok mu?..
Aptallık
insana özgüdür
Alevi
sorununu çözmeye Munzur’dan başlayın!
Abdülmelik
Fırat’ın ardından
Aldatanlar
ve aldananlar...
Sisteme
kurban edilenler...
Ayıp
diye bir şey vardır, Bay Akyol!
Şu
bölme, bölünme hikâyesi...
Dema
Nu ile söyleşi
Ne
yazmalı?
Bu
nasıl devlet, bu nasıl yargı?!
Statüko
ile değişim arasında
Ahmet
Altan sapla samanı karıştırıyor
Kelepir fiyatına çözüm!
Barış
ve çözüm ortamı var mı?
Mardin
olayı üzerine
Nesimi,
Mahzuni, İhsani…
“Korku
imparatorluğu”
ve arkadaşım Turgut Kazan...
Hizbullah-PKK,
Jandarma silahları;
DTP’ye yönelik son operasyon
Güngören
bombaları
Ve bir kez daha haklı çıkarken…
Ergenekon
davası
Ve hukuk adına telaşlı çığlıklar...
Obama’nın
ziyareti derde derman oldu mu?
29
Mart Yerel Seçimlerinin Sonuçları
Gül
Kürdistan deyince...
Kar,
bahar ve Newroz üzerine…
DTP
sorumluları bu işlere ne der?
Bir
hastane yazısı
Yerel
Seçimler Üzerine
“Ergenekon”un
kısa bir tarihçesi
İşte
buna şaşıyorum!
Ergenekon
üstüne titreyenler...
Bu telaş neyin nesi?
Onlar
yalnız Ermenilerin değil, kendi halklarının
da düşmanı
Din-siyaset
ilişkileri
Ergenekon
ve 33 asker
Din
üzerine bir sohbet
Takke
düştü, kel göründü
Türkiye
sorunlarını neden çözemiyor?
Bezele
de Dağlıca gibi bir provokasyon
Ergenekon
ve Sol
Pirçandî û Pirsa Kurd
İçe kapanma olayı ya da kaplumbağa politikası
Kürtçe ve Türkçe yazma üzerine
Cambaza
mı bakalım, hırsıza mı?
Komplolar,
cinayetler, provokasyonlar… ”Devlet sırları!”
Sistemde açılan bu gedik önemlidir
Abant Platformu ve sömürgeci tezlerin yeni versiyonları
Ergenekon
ve Dağlıca
”Bilgi
Destek Planı” yıllardır yürürlükte..
Baskın
Hoca’nın genellemeleri…
Bu
nasıl bir ülkedir?
Umut ne AKP’de, ne Kemalizmde
AKP’nin “çözüm” paketi ve GAP
Kürt
sorununda ekonomi ve siyasetin bağı
Sabancı
Cinayeti’nin belgeleri de ortaya dökülürken...
AKP
değişimin partisi değil
Eski
film yeniden gösterimde mi?
Kedinin
boynuna çanı kim takacak?
Ülkeyi
batağa sokanlardan çözüm beklenemez
Yeni bir halk hareketine
gerek var
Canım
tepki göstermek istemiyor
Sadun
Hoca ve Hasretyan
Geçmiş olsun Sırp yoldaşlar!
Aslan
Asker Şwayk ”Panodaki Şiir”e Karşı!
Türban
ve laiklik üzerine
Ergenekon
ve Türk medyasının çözülen dili
Düzenli köşe yazılarıma
son verirken…
Hrant
Dink’i anarken
AKP
sistemle kaynaşırken..
Sekiz
asker, bomba olayı ve Erdoğan…
Tarih,
akıl ve ahmaklık üzerine
Kandil
Operasyonu; hedefler, sonuçlar
Kürtlerin
temsil sorunu
Sabah’taki
söyleşi, DTP ve temsil sorunu üzerine
Oyunun yeni perdesi ve değişen
taktikler
DTP’ye
yönelik kapatma davası
Bush-Erdoğan
görüşmesi ne sonuç verdi?
Militarizm
Türkiye’yi teslim almak istiyor
Katil
kim?.
PKK’nın
silah bırakmasına veya yeni bir ateşkese karşıyım!
Bu çılgınlıkla
nereye?..
Nasıl
bir anayasa? – 3
Militarizm barışa, demokrasiye, gelişmeye engel
Türkiye
Malezya olur mu? Keşke olabilse!
Nasıl
bir anayasa? – 2 Kemalizm ayak bağı oldu
Nasıl bir anayasa?
Bir
genel af ”PKK sorununu” bitirir mi?
DTP’nin
temel yanlışı ne?
Yedi
kızın acı öyküsü Yaşamadan Öldüler
Yakın
tarihe kısa bir gezinti
Kürdistan gerçeği, Kürt ulusal sorunu ve onurlu tavır
Türk
dış politikasının rüşvetleri…
Yezidi
Kürtlere yapılan saldırı
Türk
Parlamentosu ve Kürtler
Seçimlerde
Türkiye solu, Kürt Ulusal hareketi
22
Temmuz Seçimleri üzerine
Orman
yangınları kimin işi?
Dink
Davası ve Sivas
Bir
mum yakmaya devam…
Kuzeyde
bir hafta
Norveç sınırı, Laponlar, beyaz geceler…
Darbe
ayağa düştü
Darbe
planı işlemekte
Barzani
“PKK terörü”nü destekliyor mu?
Hükümet
gerçekleri halka anlatmalı
Sayın
Sezer, nereden nereye!
Son
terör eylemlerinin ardında kimlerin eli var?
Sistem
ne laik ne demokrat
“Dil
Devrimi” ve “Güneş Dil Teorisi” komedisi
“Türk
Tarih Tezi” komedisi
Paşalar
Cumhuriyeti, berdevam mı?.
Kürt
Dili nasıl kurtulur?
Türk
medyası ya da Yalancı Çoban
General,
istifa et!
Heyy,
orada bir Müslüman yok mu?!.
Irkçı
görüşlerin temeli yalan ve safsata-2
Türk-İslam
sentezi ve Kürtler, Aleviler...
Irkçı
görüşlerin temeli yalan ve safsata-1
Kim
olursa olsun!
“Bu
ırkçılık nerden çıktı?!”
Aman,
301’i değiştirmeyin!
Yanlışta
direnenler, Sopayı çözüm sananlar...
“Halkın
oyları” ve çıkar yol
Türkiye
batağa nasıl saplandı..
Kerkük
Kürdistan’a katılırsa...
Gerçek
katil kim?
Ankara
Konferansı üzerine
AB’ye
sırtını dönen Türkiye’de Savaş hazırlığı
mı, blöf mü?
Saddam
cezasını buldu
Çıkara
dayalı yanlış hesaplar
AB’nin
son kararı üzerine
Baker
Raporu ölü mü doğdu?
PKK
neden taktik değiştirdi?
İlkesizlik
ve Irak’ta çözüm
Bir
kez daha Ermeni sorunu üzerine
Değişime
direnen Türkiye
Sel,
yangın vb. “doğal felaketler” üzerine..
Kürdistan,
zenginlik içinde yoksul ülke..
Bir
şarkı, bir şiir
Fransız
Parlamentosu’nun kararı Ve Cezayir..
En
büyük devletsiz ulus..
Oyunu
gerçek sanmak-2
Oyunu
gerçek sanmak.. (1)
Ana-babalar
kirli savaşı sorgulamalı
Linç
salgını yayılırken…
Lübnan’dan
uzak dur, Kürdistan’a hücum!..
Uygarlıklar
Savaşı mı?
Türkiye’nin
Kerkük Sorunu!
Halkı
yalanla besleyen rejimler…
Irak’ı
bekleyen: Ya üçlü konfederasyon, ya üç ayrı devlet
Bölgemizde
ve Dünyada barış ve istikrar için..
Statükonun
yıkımına kim ağlar?
Terör
ve PKK bahane, Hedefler çok başka…
Hürriyet’in tehlike çanları!
Kırk katır mı, kırk satır mı?..
Demirel, Çiller, Ağar, Güreş… Bunlar tanık
mı, sanık mı?.
Şemdin’in
yakalanması, destanlar, balonlar…
Başı
türbanlı bir kadın neden cumhurbaşkanı
olmasın?..
Çetelerle
mücadelede hükümete destek vermeli
Ülkeyi
esir alan ahtapot...
Sular
ısınırken...
”Sanki
herkes kör, herkes zincirlerle bağlı…”
Bu
bir darbe değil mi?
Terör
ne, terörizm ne?
TBMM
Başkanı Arınç’ın kunuşması ve
demokrasi üzerine..
Şemdinli’deki
askeri yığınak neyin nesi?..
Rejimin
Kürt halkına topyekün saldırısı
Baş
terörist kim, PKK mı, Türk devleti mi?
Önyargı,
tutku ve akıl...
Derin
devlet oyununda Rejisör, figüran ve seyirci…
Suç
ve Ceza
Yine
bir şeyler dönüyor…
Sistem
çürümüş, dökülüyor
Irak’ta
iç savaş kaygısı ve kendi kendine gelin güvey
olanlar..
ŞOVENİZMİN
ESİR ALDIĞI BEYİNLER (*)
At
izi it izine karışırken..
HAMAS
ve PKK…
Sağduyu
ve hoşgörü gerekli
Şemdinli’nin
üstü örtülüyor
Adalet
mi rezalet mi?.
Genelkurmay
Gladyosuna sahip çıktı!
Türk
Gladyosu tasfiye edilmedikçe…
Yalancının
mumu yatsıya kadar yanar
“Demokratik
Cumhuriyet”in patenti Bay Öcalan’ın mı?
Türk
rejimi neden Apo´ya sarıldı?
Kürt
sorununa çözüm çeşitlemeleri üzerine…
Türkiye
Kürtler konusunda İran’ın bile çok gerisinde…
Erdoğan’ın
Şemdinli ziyareti ve alt kimlik-üst kimlik üzerine
Paris
olayları ve küreselleşme üzerine
Olaylar
böyle mi aydınlanacak?
Şemdinli
bir fırsattır
Bu
nasıl bir ilerleme?
Değişimi
anlamak ve Kürt sorununda akılcı çözüm
Bilimsiz
üniversite, hukuksuz adliye..
Türkiye’nin
AB üyeliği ne Sevr’dir, ne de Lozan…
AB ile müzakereler başlarken umutlar - kaygılar...
3
Ekim bir dönüm noktası olacak
Sevgisiz
bir ülke..
“Demokrat,
özgür ve çağdaş Kürtlerin sesi…”
Provokasyon
dumanları…
Asıl
ölüm susmaktır
PKK’yı muhatap yapan kim?
Erdoğan’ın son tavrı
Doğu Kürdistan’daki son
gelişmeler üzerine
Kürtçe
şu anda zincirlerle bağlı
Öcalan
İmralı´dan alınmalı
Derin Devlet ve PKK el ele..
Bir kez daha terör ve uluslararası sorunlar
üzerine
Bir toplum nasıl kandırılır?
Bazı dostların ardından
AKP Alevileri yok sayıyor
ÇIKAR YOL - III Buyrun,
örgüt de var, iş de!
Erdoğan’ın ABD gezisi: Türk tarafı
için düş kırıklığıürk
tarafı için düş kırıklığı
ÇIKAR YOL – II
Teslimiyete karşı ulusal seçenek
Fransız Referandumu üzerine düşünceler
ÇIKAR
YOL - I En başta umut gerekli
İşe
yaramaz bir karar…
NE
DEĞİŞMİŞ?.
Soykırım ve Yüzyıllık Nazizm
Kendi
ordusunun işgali altında…
Türkiye’nin
Kürt Politikası: Döverek Islah..
PKK’yı
kim çözsün?.
Dün
cami, bugün bayrak…
İstanbul
sorunu artık Kürdistan sorunudur
Ermeni Soykırımı ve Orhan Pamuk Olayı
Bir
kez daha laiklik sorunu ve Aleviler konusu
Ş
I M A R I K…
Kürt
Devleti ve Deli Dumrullar…
Dezînformasyon û Prowokasyon
Derin
Devlet Tiyatrosunda Kürtler
ve Türkler...
|